JKŞ Tevgereke jin ku li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî di xeta welatparêziya sosyalîst de têkoşîn dike ye. Tevgera me Rojavaya xweser û demokratîk ku di sala 2012an de hebûna xwe îlankiriye diparêze. JKŞê rêxistina xweser a jin a TKŞê ye. Hedef û armancên TKŞê di heman demê de hedef û armancên JKŞê ne.
Ji bo ku şoreşa Rojava belavî Bakur û Rojhilatê Sûrî û bibe piştgirî dike û bi tevahî avaniya xwe têkoşîna vê dide. JKŞê di heman demê de parastina xisleta azadîxwaziya jin a şoreşa me ya ku di heman demê de weke şoreşeke jin destpêkiriye erka xwe ya bingehîn dibîne. JKŞê xwedî avaniya kolektîf e (hevbeş). Di pêvajoyên biryargirtinê de mekanîzmayên kolektîf dide şixulandin. JKŞê li dijî dagirkerî û mêtîngeriyê, li dijî kapîtalîzm û emperyalîzmê rêbaza bi hev re xebitîna bi rêxistinên ku pêşxistin û parastina şoreşê ji xwe re kirine armanç dipejirîne û ji bo vê tevahî derfetan dixe dewreyê.
JKŞê di heman demê de tevgerîna girêdayî bernameya şoreşa jin a TKŞê bi rê ve dibe û vê yekê kontrol dike. Têkoşîna li dijî serdestiya mêr weke erka TKŞê jî dibîne. Rêbertiya têkoşîna azadbûna jinê û mirovbûna mêr dike.
JKŞê têkoşîna rizgariya cinsî-netewî û çînî weke bitûnek dinirxîne. Jinê weke hêza pêşeng û veguhêrîner a vê têkoşînê dibîne. Ji ber vê jî di jiyan û qada rêxistinbûnê de, di maf û hiqûqê de ji bo jinê sepana ciyawaziya pozîtîf diparêze.
Di bernameya TKŞê de perspektîfa şoreşa jinê ya JKŞ bi bendên di beşa “Şoreşa Jin û Desthiladariya Dumend de” şênber dibe.
- Tevahî sazî wê li gorî rêbaza temsîla hevbeş û wekheviya zayendî ya civakî xebatên xwe berdewam bikin, nêzikatî û têkîliyên ku vê astê paş bixin wê bên redkirin. Tedbîrên zagonî û îdarî yên ku pê wekheviya zayendî ya civakî hatine xurtkirin wê di asta makezagonî de bên misogerkirin. Li qadên ku şoreş nû gîhaştiye wê bi vê perspektîfê bê tevgerîn.
- Weke misogeriya di xeta azadbûna jinê de avakirina civaka nû, jin wê rêxistinbûna xwe ya civakî bi awayekî serbixwe berdewam bikin, di tevahî saziyan de ligel temsîla hevbeş artêşa jin û yekîneyên xweparastina jin wê bên xurtkirin. Di qada azadiya jin de, di tevahî xebatan de rayeya zagondanîn jî di nav de tevahî maf wê eydî rêxistinên jinan be. Ji bo ku têkoşîna azadiya jin û destkeftinên wê di tevahî jiyana civakî de pêk were wê tedbîrên pêwîst bên girtin. Zextên ku têkîliyên malbatî û eşîrtî rê li ber vedike jî di nav de, wê li dijî serdestiya mêr têkoşîna bîrdozî û siyasî di her qadê de bê berdewamkirin.
- Wekî ku şoreşa me weke şoreşa gel a demokratîk û şoreşa jinê di wesfa di şoreşan de ye, wê weke wesfa xwe ya desthiladariya gel û rêveberiya jin wesfa xwe ya bûyîna desthiladariya dumend kûr bike, wê avakirina pergala jinê bê hedefgirtin.
- Vesazkirinên zagonî yên ku li dijî sûcên cinsî, kuştina jinê û tundiya li ser jinê zêdekirina cezayî dihewîne wê bi biryardarî bên sepandin. Wê dadgehên ku sûcên li dijî jinê tê de bên darizandin bên avakirin.
- Bi armanca ji holê rakirina koletiya jinê ya hundirê malê û civakîkirina karên malê wê vezazkirinên pêwîst bên kirin. Wê dawî li dîtina karê jinê ya lênihêrîna astengdar, nexweş û kal û pîran bê anîn. Jinên kedkar ên hundirê malê wê bên xistin berfirehiya sigortaya gelemper û mûçeya bingehîn. Ji bo ku jinên kedkar ên malê bên teşwîqî qadên xebatê yên civakî kirin wê vesazkirin bên çêkirin.
- Jiyan û şertên xebatê yên jinên proleter û nîv proleter ku di xizmetên malê de bi mûçe dixebitin wê bên başkirin û avakirina rêxistinên xwe yên pîşeyî bê dabînkirin.
- Kurtaj ji bo tevahî jinan wê weke mafeke zagonî û bêpere bê dabînkirin. Kontrola welidînê weke berpirsiyariya jin û mêr a hevbeş tê dîtin. Rêbazên wekî welidîn û hwd. ku derbarê biryara jinê ya li ser bedene xwe ya wê di misogeriya zagonî de bên girtin.
- Tu kes ji ber nasnameya xwe ya cinsî nikare bê biçûkxistin û rastî ciyawaziyê bê. Li dijî gotin û tevgerên li dijî nasnameyên cuda yên cinsî têkoşîna bîrdozî tê meşandin û cezayên zagonî tên sepandin.
- Bazirganiya têkîliyên cinsî û koletiya têkîliyên cinsî qedexe ye. Misogeriya jiyanê ya koleyên cinsî (gan) yên jin, zarok û LGBTÎan tê dabînkirin, ji bo sepandina şertên jiyanê yên hilberanê yên civakî tên piştgirîkirin.
- Li dijî şoreşê, dawî li sepanên wekî qelen, berdêl û zewicandina li dijî xwînê yên di avaniya civakî de tê berdewamkirin û vîna jinê tune dike tê anîn. Poligam (zewaca zêde) û zewicandina di temenê biçûk de tê qedexekirin. Bendên hevpeymana civakî bi biryardarî tên sepandin.
- Têkîliyên cinsî yên nav malbatê (însest) qedexe ye, li dijî vê têkoşîn tê meşandin, di rewşa ku tê jiyîn de di berferiya sûcên cinsî de tê cezakirin.
- Lênihêrîna zarokan wê karê civakê bê hesibandin û wê zarok weke nirxeke civakî bên qebûlkirin, wê berî û piştî welidînê 6, berî û piştî welidînê 3 meh îcazeya bi mûçe bê dayin mêr, wê şîr û hafedayên zarokan bêpere were dabînkirin, di tevahî saziyên ku di mezinahiyeke diyar de vekirina odeyên mêjandina zarokan, rawda û bexçeyên zarokan icbarî be.
- Wê mafên zarokan bên dabînkirin, sûcên tundiya psîkolojîk, aborî, fizîkî, cinsî û îstismara li dijî zarokan wê di berfirehiya sûcên giran de bê pênasekirin. Wê ji bo van sûçan dadgehên zarokan bên avakirin.
Qismeke girînk ji bendên bernameyê yên ku hatine gotin niha ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tên sepandin. Di qadên desthiladariyê de rêxistinbûna jinê ya derûn, îradebûn û temsîla wekhev a jinê dabînkiriye. Ev li vir gaveke gelekî mezin û yekemîn e. Encax van destkeftinên şoreşê jî rizgariya jinê ya kamil neaniye lê deriyê rizgariyê vekiriye.
JKŞê şoreşa jinê ji şoreşa civakî cuda û serbixwe nafikire. Em hîna di şertên ku cudatiya dewlemend û xizanan berdewam dike de ne, em hîna di şertên ku wekheviya mafê ya kamil jin û mêr nehatiye sepandin de ne. Heta ku karbeşiya zayendparêz ji holê ranebe, wekhevî nayê dabînkirin, jiyaneke komûnal nayê avakirin, keda hundirê malê nayê civakîkirin jin nikarin azadiya xwe ya kamil bi dest bixin. Rizgariya jinan teva jinan, rizgariya civakê jî tenê bi komûnîzmê gengaz dibe. Ji ber vê yekê JKŞê têkoşîna li dijî serdestiya mêr û têkoşîna li dijî pergala baviksalar a kapîtalîzmê bi hev re digire dest. Ji bo serkeftina şoreşa jinê û bi temamî rakirina ji holê ya serdestiya mêr hilweşandina kapîtalîzmê hedef digire.
Leave a Comment