Ji bo rizgarîya bindestan û çîna karker, azadîya jinan û wekhevîya gelan ji derveyî şoreşê tu rê tune ne! Sosyalîzm û Yekîtîya Komarên Sovyet axa çareserîyê ne!
PKKê ji 15ê Tebaxa 1984an heta roja me li hemberî mêtingehkarîya înkarker û faşîzmê têkoşînekê mezin ku di navenda wê da şerê gerîla hebû, meşand; di xeta fedakarîya bilind a ku di 40 hezar şehîdan da eşkere bû, di rêya azadîya netewî û mafê yekîtîyê ya gelê Kurd da pêşketinên girîng pêk anî; bu hêzekê pêşeng ya berxwedana li dijî tasfîyekarîya ku di salên 1990-1991an da di asta cîhanê da derketibû holê; di sala 2012an da pêşengtîya şoreşa Rojava kir; di kongreya xwe ya 12emîn da biryar da ku xwe fesh(belav) bike û dawî bide têkoşîna xwe ya çekdarî.
Kongrê eşkere kir ku; wê hêzên PKKê têkoşîna sîyasî bi teşeyên têkoşînê û rêxistinên bê çek(sîleh) û zagonî(eşkere- qenûnî) bidomînin, bawerîya wî bi xet û stratejîya wî ya nû temam e û wê ji vir û şûnda rêbertîya tevgerê vê pêvajoyê bimeşîne.
Partîya me ku parvekirina ramanên xwe yên di derheqê nêrînên ku kongrê pejirandin da û di derheqê biryarên stratejîk yên kongrê da bi gelên Kurdistan û Tirkîyê ra; bi şoreşgerên ji gelên Ereb, Fars û Ecem ra, bi rêxistin û partîyên komûnîs, şoreşger û antîfaşîst ra wek berpirsyartîyek şoreşgerî dibîne; di nirxandinên xwe yên di derheqê biryarên Kongreya 12emîn da gihaşt van encaman:
1) Bi dawî kirina rêxistinbûyîna azad û têkoşîna çektarî ya girêdayî peymaneka ne niviskî ku mafên demokratîk yên netewî yên bingehîn yên wekê xweserîya netewî, perwerdehîya bi zimanê dayîkê; bê şirûd berdana hêsîrên şer; mafên bingehîn ên wekê vegera hêza gêrîla û sirgûnên sîyasî ya li Bakûrê Kurdistanê ya bê şirûd di nav xwe da na hewîne; çek teslîmkirina muxatabeke fermî, pejirandina aşîtîyeka ne adil û ne demokratîk e.
2) Hin guhartinên zagonî yên bendewarî lê heye ku rejîma serektîya faşîst pêk bîne, wê mafên demokratîk ên netewî veşêre; eşkerekirina sucên mirovatîyê yên mêtingehkarîya faşîst û hesab dayîna sucdaran jî na hewîne; li hemberî vê tê dîtin ku wê gêrîla yek bi yek wek sûcdaran bên darizandin. Ev, rê li ber sîyaseta dijminê mêtingehkar a faşîst ya ku rêxistinkirina pratîk û pîskolojîya teslîmîyetê dike armanc vedike.
3) Xeta stratejîk a nû ya li ser bawerî û angaştên (tez) têkoşîna çekdarî, rêbaz û amûrên partîya derzagonî ne derbasdarin; ne pêkane ku nîrê mêtingehkarîyê bi rêya şoreşgerî bê rûxandin; bi têkoşînek ku ji derveyî sînorên ku mêtingehkarîya înkarker danîne encam naye girtin, hatîye avakirin, tesfîyekar e û reformîst e.
4) Heman angaşta ku veguhertina mêtingehkarîyê û ji hindur ve fetih kirina wî ji xwe ra dike armanc, esasê mijarê yê aborî paşguh dike, ji ber ku mêtingehkarîyê tenê wek sîyasetên burjuvazî û hikumetên netewa desthilatdar dibîne, mehkûmê reformîzmê ye.
5) Angaştên wek “bandora sosyalîzma reel”, “înkarkerî ji heyama Ozal ve têkçûye,” “bêwatebûyîn û xwe dûbarekirina birdozî-rêxistinî” teorîze kirina (derxistina asta nezerî) xet û stratejîya nû ya reformîst in.
6) Angaşta ku “li hemberî sosyalîzma dewleta netewî, sosyalîzma civaka demokratîk”, bi armanca avakirina cebilxaneya birdozî ya xeta reformîst a ku li ser ramana nepêwîstîya şoreşan e; sosyalîzmê ji rastîya çînan vediqetîne; destkeftîya Yekîtîya Komarên Sovyet a ku li ser esasê wekhevîya mafên tam ya netewan, wek berhema şoreşa cotmehê derketîye holê red û înkar dike, cewherekî reformîst dihewîne.
7) Partîya me, ji daxuyanîya konreya 12emîn a ku dibêje em ê hêzên demokratîk ên netewî yên ku li ser bingehek aştîxwaz û zagonî bên rêxistinkirin di têkoşîneka sîyasî ya bi biryar da seferber bikin, bê gûman bawer e. Partîya me wisa dibîne ku wê di qada zagonî, rewa da jî dînamîzmeka gel derkeve holê. Wê partîya me bi rêxistina nû ra, li ser bingehên maf û azadîyên demokratîk yên giştî û demokratîk yên netewî îtifaqa xwe bidomîne, li ser vê xetê tevbigere.
8) Sekinandina meşa aşîtîya mêtingehkar; pêşî li derfeta xwe bihêz kirina rejîma serektîya faşîst girtin, bilind kirina têkoşîna bi daxwaza aşîtîya adil û demokratîk a netewên Kurd û Tirk, erka rojane ya kom û partîyên antîfaşîst, antîşovenîst û şorşeger yên Tirkîyê û Bakûrê Kurdistan e.
Girêdayê vê, em hemû partî û komên şoreşger, antîşovenîst-antîfaşîst; karker, jin, ciwan, feqîr, kedkar, LGBTÎ+, hunermend û rewşenbîrên ji gelên Kurd û Tirk, ji komên netewî yên Ereb, Çerkez, Ermen, Rûm, Boşnak, Pomak, Sûryan, Keldan, Albanî, Roman, Laz, Gurcî û Ecem, ji bawerîyên Elewî û Êzîdî vedixwînin bilindkirina têkoşîna ji bo pejirandina fermî ya mafê perwerdehîya di zimanê daykê da û naskirina hebûna netewa Kurd; ji bo serbest berdana Abdullah Ocalan û hemû hêsîrên şer, girtîyên antîfaşîst û şoreşger; îlankirina agirbestê; betalkirina zagona faşîst a bi navê têkoşîna bi terorê ra; belavkirina rêxistinên şerê qirêj ya mêtingehkarîya faşîst yên wek Jîtem, tîma taybet, notirvanî; eşkerekirina cihên şoreşger, welatparêz û demokratên ku ji alîyê hêzên dewleta faşîst ve hatine wendakirin; bi dawî kirina dagirkerîya li Rojava û Başûr.
9) Ji bo rizgarîya bindestan û çîna karker, azadîya jinan û wekhevîya gelan ji derveyî şoreşê tu rê tune ne! Heta ku çek û tundî di destê dewlet, mêtingehkarî, pergala desthilatdarîya zilam a emperyalîst û burjuvazîya hevkar da be; heta ku karker, jin, bindest û feqîr bê çek bimînin û li hemberî tank û topan bi kulmên xwe şer bikin, şoreş ne pêkan e. Em nikarin bi têkoşîna parlementer, bi teşe û amûrên aştîxwaz û zagonî bighêjin armancên azadî, edalet, ji jinan û gelan ra wekhevî yê. Civakeka sosyalîst qet nayê avakirin. Ev encama teqez û eşkere ya têkoşîna 150 salan a di navbera çîna karker û burjuvazî; bindest û serdestan; feqîr û dewlemendan da ye.
Em li ser vê bingehê; çîna karker, kedkar, jin, ciwan, feqîr û bindestên Kurdistan û Tirkîyê, vedixwînin ku mil bidin têkoşîna bi amûr û teşeyên zagonî- derzagonî, aştîxwaz- tundîya girseyî, çekdar- bêçek hemûyan; li ser vê bingehê bibin yek, rêxistin bibin û şer bikin.
Komîteya Navendî ya MLKPê
Leave a Comment