Dîrok
Partîya me di Kongreya Yekîtîyê ya ku di sala 1994an da ji alîyê TKP/ML (Yekîtîya Gel, piştre Yekîtîya Gelê Şoreşger) û TKİHa (THKPC/ML- Rêya Gel û piştre Rêya Gelê Şoreşger) ku mîrateya şoreşger a tevgera şoreşger a Tirkîye û Bakurê Kurdistanê ya 1971an didomandin ve hat damezrandin.1
Pêkhateyên ku partî pêk anîn di domayîya 1970an da û tevî hinek vebiranên piştî darbeya faşîst a leşgerî ya 1980an heta kongreya yekîtîyê ya 1994an li Bakurê Kurdistanê xebatên xwe berdewam kirin. Di serî da li bajarên wek Dîlok, Qers, Dêrsîm, Meletî, Gumgum, Erzîngan û Amedê li gelek bajar, gund û bajarokên Kurdistanê hewldana mezinkirina têkoşîna azadîya Kurdistanê bi perspektîfa sosyalîzmê li gorî nêrînên xwe yên polîtîk dan. Bi dehan şervanên komûnîst di vê oxirê da şehîd ketin. Minak pêşîyên me dema komkujîya Gumgumê li wê herêmê bi rêxistinkirina xweparastina gel komkujîyên mezin ku rejîma faşîst plan kiribû asteng kirin. An jî dîsa li Meletî li dijî komkujîyeka wiha rola rêxistinkirina gel a pêşîyên partîya me gelek mezin bû. Ji 1994an heta îro partîya me li Bakurê Kurdistanê weka “Komîteya Kurdistanê” xebatên xwe bênavber meşand. Qasî enîya têkoşînê ya meşrû ya pratîkî, di enîya têkoşîna leşgerî ya polîtîk da jî bi hêzên xwe yên bargir (mîlîs) jî hebûna xwe nîşan da. Piştî kongreya 5emîn a partîyê jî wek Yekîneya Çîya a Kurdistanê ya Hêzên Cekdar ên Feqîr û Bindestan (FESK) tevlî şerê polîtîk a leşgerî bû.2 Partîya me di heman demê da bû yek ji pekhateyên avaker a komîteya Kurdistanê ya Tevgera ŞoreşaYekbûyî ya Gelan (HBDH).
Partîya me li dijî mêtingehkarîya li Bakurê Kurdistanê li Nisêbînê tevlî şerê Xweserîya Demokratîk bû.
Bi şoreşa Rojava di xebata partîya me ya li Kurdistanê da çaxeka nû dest pê kir. Partîya me hîna di destpêka şoreşê da di nav şoreşê da cihê xwe girt. Dema ku dorpêça Kobanê dest pê kir partîya me ji bo Kobanê seferberîya parastinê îlan kir û bangewazîya tevlîbûna şerê parastinê ji tevahî hêzên xwe ra kir. Partîya me hema hema di hemû enîyên Rojava da, ji Serê Kanîyê heta Efrînê, Ji Reqa heta Minbicê cihê xwe girt. Di van şer an da gelek fermandar û şervanên xwe yên hêja şehîd ketin.3 Partîya me di heman demê da pêşengtî ji avabûna Tabûra Entarnasyonal a Azadîyê ra kir û bi saya vê ji dehan welatên cîhanê şoreşger tevlî parastina şoreşa Rojava bûn. Şoreşgerên ji gelek netewên cûda di refên partîya me da şehîd ketin. Partîya me li Rojava tenê ne di parastina şoreşê da di avakirinê da jî cihê xwe girt. Bi gelek hamleyên polîtîk bi perspektîfên sosyalîst hewldana bilindikirina bîrdarî û rêxistinkirina gel da. Bi sedema mezinbûna bandora van xebatên partîya me dewleta tirk a mêtingehkar partîya me ji xwe ra kir hedef. Endamê Komîteya Navendî û endamê Komîteya Kurdistanê ya partîya me hevrê Baran Serhed bi rêbazeka namerdane qetil kir. Di êrîşa dagirkerîyê ya Serê Kanîyê da tabûra Şehîd Serkan a partîya me bû hedefa yekemîn. Partîya me li Şengalê li dijî êrîşa jenosîdî ya DAÎŞa faşîst a ku piştgirîya dewleta tirk girtibû li gel gelê me yê êzîdî cihê xwe girt. Tevlî şerê parastin û rizgarkirina Şengalê bû.
Partîya me ji kongreya xwe ya 4emîn da li Qadên Parastina Medyayê akademîyeka leşgerîya polîtîk ava kir. Di heman demê da li dijî êrîşa dagirkerîyê yên dewleta tirk a mêtingehkar li Başûrê Kurdistanê di nav têkoşîna gerîla da cihê xwe girt4. Îro jî di van mewzîyan da şerê xwe berdewam dike.
1 – Piştî sala 1980an TDKİH (Tevgera Şoreşger Komûnîst a Karker a Tirkîyê) a ku ji rêxistina TDKPê veqetîya bû di sala 1989an da biryara yekbûna bi TKİH ve girt. TKP/ML YİO ya ku ji tevgera TKP/ML veqetîya bû jî di konferansa yekîtîyê ya ku hat lidarxistin da tevlî MLKPê bû.
2 – Hüseyin Akçiçek, İrfan Gerçek, Berfu Dilan Canbay, Veli Görgün, Ümit Yetik, Taylan Kutlar, Hıdır Çallı yên ku şervan û fermandarên yekîtîya gerîla ya FESK-MLKPê bûn li Dersîmê bûn nemir.
3 – Hevrêyên me yên Serkan Tosun, Suphi Nejat Ağırnaslı, Sibel Bulut, Oğuz Saruhan, Emre Aslan, Halil Aksakal, İvana Hoffmann, Coşkun İnce, Sevda Çağdaş, İsmet Şahin, Sinan Sağır, Ayşe Deniz Karacagil, Ruhat Aşkara, Erdal Demirhan, Sedat Akyüz, Bayram Namaz, Kerem Pehlivan di parastina şoreşa Rojava da bûn Nemir.
4 – Hevrê Şevîn Söğüt li dijî êrîşên dewleta tirk a faşîst da di şerê Zapê da bû nemir.
Berî 1980an her çiqasî Mafê kurdan a tayînkirina qedera xwe wek şîyareka bingehîn hatibû qebûlkirin jî, ji bo ku rastîya mêtingehbûna Kurdistanê nehatibû fêmkirin ji bo çareserîya pirsgirêka netewî ya kurd stratejîyeka şoreşê ya tevahî nehatibû pêkanîn.
Di Kongreya Yekîtîyê ya 1994an da xeteka nû hat dîyarkirin:
Kurdistan mêtingeheka ku hatîye çar parçekirin e, Tirkîyê Bakurê Kurdistanê ku parçeyê herî mezin ê Kurdistanê ye di bin nîra mêtingehkarîyê da digire,
Li Tirkîyê kurd di bin nîra mêtingehkarîyê da ne û mafê hebûna netewî tê înkarkirin, derveyî kurdan jî hebûna netewî ya gelên din jî tê înkarkirin. Ji bo Tirkîyeya ku hapseka gelan e di navê partîyê da navê Tirkîye hebe ev wê xizmeta şovenîzma sosyal bike. Ji ber vê di navê partîyê da navê Tirkîyeyê nayê bikaranîn.
Li ser rastîya du welatên pirneteweyî di paşîya navê partîyê da qertafa “Tirkîyeyê û Bakurê Kurdistanê” tê bikaranîn.
Li ser rastîya du welatên pirneteweyî biryara berdewamkirina rêxistinkirina xebata Kurdistanê wek rêxistina seksîyon (beş) hat girtin.
Di Kongreya Partîyê ya 5emîn da wiha hat destgirtin ku çar parçeyê Kurdistanê yek welat e û ji ber vê xebatên partîyê tenê bi xebata li parçeyekê nikare were sînordarkirin û welatê Kurdistanê bi tevahîya xwe qada xebata partîyê ye. Ji ber vê yekê biryar hat stendin ku qertafa “Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê” ku li paş navê partîyê bû wek “Tirkîye û Kurdistan” were guhertin.
Di kongreya partîyê ya 6emîn da bernameya partîyê hat nûkirin. Pênaseya “şoreşa demokratîk a antî(dij)emperyalî” hat berfirehkirin. Ligel pênaseya “antî(dij)faşîst û azadîxwezîya zayendî” pênaseya “antî(dij)mêtingehkar” jî li ser hat zêdekirin. Şoreşa Bakurê Kurdistanê ji şoreşa Tirkîyê cûda hat girtin dest. Derbarê her sê parçeyên din perspektîfên bingehîn li ser bernameyê hatin zêdekirin. Bi vî awayî rizgarîya ji nîra mêtingehkarîyê ya tevahî Kurdistanê hat xistin bernameya partîyê.
Rê û Şiklê Çaresarîya Pirsgirêka Netewî Ya Kurd
Kurdistan mêtingeheka navnetewî ya ku hatîye çar parçe kirin e. Tirkîyê Bakurê Kurdistanê di bin nîra mêtingehkar da digire û ligel vê nasnameya netewî, wek netewekê hebûna wê jî înkar dike. Pirsgirêka kurd a netewî encax di çar parçeyê Kurdistanê da bi şkestina nîra mêtingehkarîyê û dabînbûna azadîya netewî û bi bidestxistina mafê yekbûna azad dikare bê gîhandin çareserîya dawînî.
Ev çareserî me bi erkeka dumend ra rû bi rû dihêle.
Ji bo Kurdistaneka Yekbûyî îro şert û merc her çiqasî were rewşeka biderfet jî, kurdên ku li her parçeyî di bin nîra dagirkerîyê da ne rastîya têkoşînkirina li hemberî desthilatdarîya li wî parçeyî û berî her tiştî pêwîstîya hedefgirtina hilweşandina desthiladarîya mêtingehkar li holê ye. Ev pêwîstîya hayberî wek çarenîn yekîtî û hevbeşîya tevgera karker û kedkar ên welatê mêtingehkar û têkoşîna rizgarîyê ya netewa ku di bin mêtingehkarîyê da ye hewce dike. Bi yekbûna bi karker û kedkarên netewa serdest ra dikdatorîya faşîst dikare were hilweşandin. Rastîya ku Şoreşa Yekbûyî hewce dike ev e.
Şoreşa Kurdistanê ya ku hatîye çar parçekirin, di heman demê da şoreşa Tirkîyê, Îran, Iraq û Sûrîyeyê ye. Minak wek şertên taybet ên ku li Rojava li Rojhilat jî dikare çêbibe an jî wek li Başûr her parçeyek bi xêzkirina rêçeka cuda dikare ji nîra mêtingehkarîyê rizgar bibe. Tevî vê ji bo li ser lingan sekinîna her parçeyekê îtîfaqa karker û kedkarên dewleta mêtingehkar pêwîst dike. Ev jî wek çarenîn şoreşa her parçeyekê Kurdistanê bi yekîtîya şoreşa tevahîya wî parçeyî ve dimercîne (mecbûrî). Şoreşa Bakur di heman demê da Şoreşa Tirkîyê, Şoreşa Rojhilat di heman demê da şoreşa Îranê ye. Ger Şoreşa Rojava nikaribe rê li ber şoreşa Sûrî veke, nikaribe bi karker û kedkarên gelên din ve bibe yek hebûna xwe bi demek dirêj nikare biparêze. Helwesta êrîşkar a li dijî referandûma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê mînaka vê ye. Nakokîyên navbera mêtingehkaran çi dibe bila bibe jî ji bo astengirina rizgarîya netewî ya kurdan û tunekirina destkeftinên wan zelal e ku bi hev ra tevdigerin û wê bi hev ra tevbigerin. Ji ber vê şoreşgerên kurd dema ku di alîyekê da ji bo hilweşandina mêtingehkarîya her parçeyî cuda cuda têkoşîn dikin, di alîyê din da jî divê hem li parçeyê xwe hem jî li parçeyên din mecbûrî bi rêxistinên kurd ên netewî û şervan û rizgarkerên netewî yên kurd ve di navbera xwe da ji bo têkoşîna hevbeş û rizgarîya netewî ya yekbûyî plansazîyeka hevbeş derxînin.
Tevgera Komûnîst ji bo yekîtî û azadîya her çar parçeyê Kurdistanê têkoşîn dike. Rizgarîya Kurdistanê tena bi serê xwe bi derfet bibe jî, li gel Tirkîyê li sê welatên din bidestxistina azadîya polîtîk, avabûna komarên gel a ku xwe spartîya meclîsên karker û kedkaran ji bo temambûn û misogerîya şoreşa Kurdistanê şêmûqeka pêwîst e. Dabînkirina yekîtîya federatîf a Komarên gel ku xwe spartîya meclîsên kurd, ereb, fars, tirk û gelên herêmê yên din yek ji erkên yekemîn a proleteryayê ye. Ev erkên dumend yek ji ya din ne pêşdatir e. Ev her du erkên ku derbasî nav hev bûne divê wek pêvajoyeka tevahî û hevdu xurt dikin bê girtin dest.
Divê şoreşa Kurdistanê tenê ne antî(dij)mêtingehkar be, divê di heman demê da antî(dij)emperyalî bibe. Di encama berjewendî û erêkirina emperyalîyetê da Kurdistan hat çar parçekirin. Îro berjewendîyên emperyalîyetê yên li herêmê yek ji astengîyên herî bingehîn ên li ber rizgarîya netewî ya kurdî ne. Yên emperyalist ji nakokîyên navbera xwe azade li Rojhilata Navîn ji alîyê berdewemîya statûya mewcûd in. Rizgarîya netewî ya kurdan wê li çar dewletan bibe sedema hilweşîna statûkoyê. Her çiqasî ku ji ber nakokîyên navbera xwe car caran dixwazin rêxistinên netewî yên kurd bi xwe ve girêdin jî dema mjar bibe “Serxwebûn” giştî bi hev ra li dijî vê dibin yek.
Teşeya Çaresarîyê
Şoreşa Yekbûyî ya her parçeyekê divê hîna di serî da mafê tayinkirina qedera netewa xwe ya netewa Kurt misoger bike. Ev jî encax bi hilweşîna desthiladarîyên mêtingehkar bi rêya şoreşekê gengaz dibe. Divê Kurdistana her parçeyekê bi netewa serwer a wê parçeyê ve di her milê da bigîhêje mafên wekhev. Wek pêwîstîya vê divê her parçeyê Kurdistanê bi netewên ku li wê dewletê xwedî statûya wekhev bibe dewleteka demokratîk û şoreşger. Divê di her parçeyî da Komarên Gel ên Demokratîk bên avakirin. Divê ev yekîtîyên ku ji Komarên Gel ên di statûya wekhev da pêk were di teşeya federasyona ku mafa veqetîn û avakrina Kurdistana yekbûyî misoger bike da bibe.
Yekîtîyên Komarên Gel ku dewletên xwedîyê statûya wekhev pêk anîye di heman demê da teşeya çaresarîya pirsgêrêkên ku bi hatina emperyalîyetê ya Rojhilata Navîn derketine holê ye. Şoreşa Kurdistanê di heman demê da wek çarenîn şoreşa Rojhilata Navîn e. Li Rojhilata Navîn a pir neteweyî, pir olî û pir mezhebî nakokîkîyên ji ber van pirsgêrêkan amûrên serdestîyê ya emperyalîst û dewletên hevkarên wan in. Ji ber vê yekê gelên bindest, çîna karker û kedkarên Rojhilata Navîn li dijî emperyalîyet û hevkarên wan bi avakirina Yekîtîya Komarên Gel a Rojhilata Navîn ku tu netew, ol û mezheban derve nahêle û ji hev cuda nake dikarin serkeftî bibin. Gavên ku li Kurdistanê di vî alî da bên avêtin wê ji gelên Rojhilata Navîn ra jî rêberîyê bikin.
Di dawî da gîhaştina statûyeka sîyasî ya hebûna netewî ya kurd ji bo her parçeyekê erka pêşdatir e. Xweserîya Demokratîk ku mafa teşrî (qanûndanînê) hatîye naskirin şêweyeka statû ye, lê “mafa tam a wekhev” venagire. Ev parvekirineka serdestîyê ya sînordar e.
Di Xweserîya sîyasî ya demokratîk da ji bo ku gelek mafên teşri û birêvebirinê ji navendê ra tên hiştin di têkîlîyên serdestîyê da guhertineka sînordar diafirîne. Ji ber vê ye ku encax wek çaresarîyeka derbasdar û merhaleyeka navberî dikare bê girtin dest.
Çareşarî bi “wekhevîya mafa tam” tê bi dest xistin. Ligel vê dewleta tirk a mêtingehkar nêzikî çaresarîyeka wek Xweserîya Demokratîk a parvekirineka serdestîyê ya sînordar nabe. Bi sedema fikra ku gaveka wiha wê rê li ber hilweşîna serdestîya tirk a burjuvayî veke daxwaza statûya di asta herî jêr da jî wek “pirsgêrêka beka” dibîne. Ji bêr vê yekê têkoşîna Xweserîya Demokratîk jî wek mecbûrî têkoşîneka şoreşger pêwîst dike. Komûnîst her çiqasî ku çaresarîya xweserîya demokratîk biehlîyet (sînordar) bibînin jî ji bo rizgarîyeka netewî pêkanîna wê ya bingeheka hîna kêrhatî, ji bo sivikirina êşên gelên me yên ji ber tadeya mêtingehkarîyê, ji bo derketina holê ya derfetên belavbûna zanebûna netewî û rêxistinbûnê û ji bo şkestina şovênîzma ku girseyên gelê tirk xistîye bin bandora xwe xwedî li xweserîya demokratîk derdikeve.
Welatperêzîya Sosyalîst
Komûnîst di Kurdistanê da di xêza welatperêzîya sosyalîst da dimeşin.
Armanca komûnîstan a dawînî rizgarîya civakî ya karker û kedkaran e. Lê dema ku welatek di bin nîra mêtingehkarîyê da be rêya ku diçe rizgarîya civakî di rizgarîya netewî ra derbas dibe.
Ger ku di her parçeyê Kurdistanê da wek netewek ger mafên hebûna wan û bikaranîna van mafan bi îradeyên xwe yên azad neyê misogerkirin ne rizgarîya civakî ya kurdan ne jî rizgarîya gelên din gengaz nabe. Ji ber vê sedemê ye ku Komûnîst di alîyekê da di çar parçeyê Kurdistanê da ala welatperêzîya kurdî bilind dikin, di alîyê din da jî di nav karker û kedkarên netewa serdest da jî li dijî mêtingehkarî û şovênîzmê propagandaya mafê tayînkirina çarenûsa xwe ya kurdan derdixînin pêş.
Gelên xizan ên netewa mêtingehkar ger ku ji bo rizgarîya netewî têkoşîn nekin tevlî têkoşîna gelên a rizgarîya civakî jî nabin. Ev bendewarîyeka xeyalî ye. Bi heman teşeyê komûnîstên ku tevlî têkoşîna rizgarîya netewî nabin jî nikarin gelên mêtingeh ji bo rizgarîya civakî rakin ser pîyan. Ev serbana reva ji erkên şoreşgertîyê ye.
Komûnîst dema ku li welatên mêtingeh ji bo rizgarîya netewî tevlî şer dibin xwe tenê bi vê sînordar nakin. Yekirina têkoşîna rizgarîya netewî û rizgarîya civakî ji xwe ra dikin bername, li her derê ala sosyalîzmê bilind dikin.
Komûnîst di çar parçeyê Kurdistanê da dema ku li dijî mêtingehkarî û nîra netewî têkoşînê bilind dikin, di her parçeyî da ji bo dabînkirina azadîya polîtîk li wî parçeyî li dijî çînên serdest yekbûna bi bindestên wî parçeyî ra û nêrîna hevparîbûna di meclîsên karker û kedkaran da û veguherandina vê yekîtîyê weka bingehekê ji bo avakirina sosyalîzmê diparêzin. Federasyonên kurd ku xwe spartine meclîsên karker û kedkaran ku di her parçeyî da hatine damezrandin û mafê veqetînê hatîye misogerkirin wê hem rêya Kurdistana Yekbûyî hem jî rêya Federasyona Demokratîk a Rojhilata Navîn veke.
Stratejîya Şoreşa Yekbûyî
Di aresteya heman hedefê da dabînkirina yekîtîya tevgera karkerên Tirkîyê û têkoşîna rizgarîya neteweyî ya Bakurê Kurdistanê û di aresteya hilweşandina dikdatorîya faşîst da dabînkirina vê yekîtîyê nîskoka bingehîn a stratejîya me pêk tîne.
Kongreya Yekîtîyê ya 1994an xisleta cûdabûna şoreşa Tirkîyê û Kurdistanê xist holê. Dîsa xist holê ku wê şoreşa Tirkîye bibe şoreşeka antî(dij)emperyalî, wê burjuvazîya Navîn ku hewldena lihevanîna çîna karkeran û pergala faşîst wek hêzeka dij şoreşê bê tecrîdkirin, li dijî vê nîskoka şoreşa Kurdistanê antî(dij)mêtingehkar e, burjuvazîya Navîn û xwedîyên axan ku bi burjuvazîya navin ra xwedî nefsa nîskokê ne ji ber tadeyên mêtingehkar dikarin bibin hêzeka îtifaqîya şoreşa rizgarîya netewî.
Di heman kongreyê da pêşketina şoreşa Tirkîyê û Kurdistanê bi awayekê newekhev hat bi dest girtin. Di salên 1970an da li Tirkîyê hebûn û bilindbûna rewşeka şoreşger hat tespîtkirin. Di sala 1984an da bi destpêkirina şerê gerîla û di sala 1990an da bi belavbûna serhildanan ve li Bakurê Kurdistanê ketina pêvajoyeka bilindbûna rewşeka şoreşger û li dijî vê derbasbûna êrîşeka gelemper a dewleta faşîst a mêtingehkar û hatine hevsengîyekê ya şoreşa Bakurê Kurdistanê hat tespîtkirin. Dîsa hat tespîtkirin ku ev hevsengî encax bi yekbûna Şoreşa Kurdistanê bi tevgera kedkar a Tirkîyê ve di lehê şoreşê da xirap dibe. Dîsa nêrîna vekirina enîyeka nû di milê Tirkîyê da wek pêşanîyeka stratejîk a ji bo şoreşa Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê xist holê.
Li Tirkîyê ligel girtina kurdan di bin nîra mêtingehkarîyê da, pirsgirêka duyemîn a bingehîn înkarkirina bawerîya elewîyan xist holê. Tespîta li gel gelê kurd girîngîya hebûna elewîyan e ku ji ber bawerîya xwe bindest dibin kir ku elewî ji bo şoreşê çavkanîyeka girîng in. Dîsa girêdayî vê tespît kir ku dewleta tirk a faşîst a mêtingehkar stratejîya astengkirina yekîtîya tevgera netewî ya kurd û tevgera elewî ji xwe ra kirîye hedefa duyemîn. MLKPê li ser vê esasê ligel xebata komûnîst a li Kurdistanê ya rêxistinkirina kedkarên kurd, li sînorê ku Kurdistan û Tirkîyê ji hev vediqetîne rêxistinkirina gelê elewî û avakirina yekîtîya tevgera netewî ya azadîya Kurdistanê û elewîyan ji xwe ra kir hedefa duyemîn a stratejîya pêşdatir. Girêdayî vê stratejîye ligel bajarên wek Dîlokê ku çîna karkera tê da zêde ye kar û xebata xwe li ser bajarên sînorê Kurdistan û Tirkîyê kûr kir.
Bi dîlgirtina rêberê gelê kurd Abdûlah Ocelan ve hevsengî di lehê dewleta tirk a mêtingehkar da guherî. Di wê demê da PKKê wek leşgerî têk biçe jî tesfîye nebû. Di sala 2005an da dîsa dest bi têkoşîna çekdarî kir. Li gel berdewamkirina stratejîya ku li jor hatîye ravekirin hêmanên nû jî li ser vê zêde bûn. Komûnîstan di vê demê da hewldana belavkirina xebatên xwe li tevahîya Bakurê Kurdistanê da.
Bi şoreşa Rojava ve rewşeka nû derket holê. Şoreşa Kurdistanê li gorî her demê wesfeka navnetewî bi dest xist. Piştî Şoreşa Rojava bi îlankirina xweserîya demokratîk têkoşîna çekdarî ku li bajaran destpêkir bû merhaleyeka şoreşê ya nû. Komûnîst di vê demê da hem bûn pêkhateyek çalak a şoreşê hem jî bi hêzeka mûtewazî tevlî şerê bajaran bûn. Di heman demê da damezrandina yekîtîya gerîlayên çîyayên Kurdistanê îlan kir.
Tevgera Komûnîst îro li Bakurê Kurdistanê wek nûnerê welatperêzê sosyalîst ê bindestan, cihgirtina di her enîya têkoşîna rizgarîya netewî ya kurd da, girêdayî vê armancê bi tevgera azadî ya Kurdistanê ve di nav îtîfaqê da bûyinê, bi têkoşîna rizgarîya netewî ya Kurdistanê ve xisleta sosyalîst qezenckirin, li Bakurê Kurdistanê ji bo xebata xwe wek stratejîyeka bingehîn dîyar kirîye.
Beşên xwedîyê milkan ên ku di asta burjuvazîya navîn da ne û hîna nebûne hevkar di pêvajoya têkoşîna rizgarîya netewî da bi karker û gundîyên kurd ve ketin nav îtîfaqê. Ev çîna navîn bi taybet di demên ku êrîşên dewleta tirk a mêtingehkar zêde dibin da bi xisleta xwe ya lihevhêner ji bo Şoreşa Kurdistanê di arasteya xistina koridora tesfîyekirinê da ne. Tevgera komûnîst di alîyekê da wek pêwîstîyeka têkoşîna netewî îtîfaqa bi vê çînê ve pêwîst dibîne di alîyê din da jî ji bo ku şoreş nekeve bin bandora bîrdozî û sîyaseta vê çînê di nav bindestan da xûrtkirina propagandaya şoreş û sosyalîzmê wek erkeka domdar datîne pêş xwe. Ev di heman demê da hêmaneka girîng a stratejîya şoreşa Kurdistanê ye. Di vê çarçoweyê da îro li Bakurê Kurdistanê bûyina nîskoka îdeolojîk û pêşengê polîtîk û pêşxistina bingeha xwe ya rêxistinî wek erk danîye pêş xwe.
Heta ku li Tirkîyê di nav kedkarên tirk da li dijî şovenîzm û sosyal şovenîzmê neyê têkoşînkirin di nav gelên me da avakirina îtîfaqeka demokratîk û şoreşger ne gengaz e. Ji ber vê sedemê têkoşîna li dijî şovenîzma û şovenîzma civakî ji bo komûnîstan di girîngîyeka stratejîk da ye.
Polîtikaya Aşitîyê û Çaresarîya Kedkar
Nêrîna partîya me: di bingeha wekhevîya maf a tam da peymaneka ku mafê veqetînê hatîye misogerkirin nebe, ji bo çaresarîya pirsgirêka Kurdistanê aşitî nikare bibe mijara gotinê. Pêkhatina vê bi rêya îslehetparêzîyê (reform) an jî hevdîtinan bi şêweya hebûna dewleta tirk a îro ne gengaz e. Destpêka çaresarîya pirsgirêka netewa kurd bi wateya xwe ya herî paş bi qebûlkirina kurdan wek netewekê gengaz dibe. Dewleta tirk a burjuva faşîst û mêtingehkar bingeha xwe ya hebûnê li ser nijadperêstîya tirk damezrandîye. Qebûlkirina statûya netewî ya kurdan tê wateya ku Komara Tirkîyê xwe înkar dike. Encax destpêk û hilweşaneka şoreşger dikare dewleta tirk mecbûrî vê bihêle. Bi gotineka din astengîya biratî û wekhevîya navbera gelên kurd û tirk da çînên serdest ên burjuva yên tirk in. Ev astengî bi şoreşekê dikare ji holê were rakirin. Rêya di nav gelan da ya ku diçe aştîyê di derîyê şoreşê ra derbas dibe. Ev rê encax bi yekîtîya têkoşîna rizgarîya netewî ya kurd û tevgera kedkarên Tirkîyeyê dikare bê avakirin. Burjuvazîya mêtingehkar ji bo xapandina gelên me car caran “çaresarîya burjuvazîyê” davêje holê. Lê ev çaresarî tu caran hebûna mafên netewî yên kurd di asta herî jêr da jî qebûl nake. Em li dijî vê “çaresarîya burjuvazîyê” nêrîna çaresarîya ku xwe spartîye wekhevîya tam a mafan diparêzin.
Li dijî vê em ji bo her pêşketineka ku êşên netewa kurd ku ji ber sîyaseta zext û înkara mêtingehkar derketine û bi terora faşîst a dewletê gîhaştine asta herî jor sivik dike, ji bo têkoşîna îslehet û gavên ku ji vî milê da tên avêtin piştgirî dikin û vê wek erk datînin pêş xwe. Pêşketinên bi vî awayî li dijî mêtingehkarîyê fêkîyên têkoşîna rizgarîya netewî ne. Destkeftinên ku heta niha hatine bidestxistin berhemên vê têkoşînê ne. Ev destkeftin encax bi mezinkirina têkoşîna şoreşgerî dikare bên parastin. Ji ber vê ye ku her pêşveçûna ku hatîye bidestxistin dema ku ji bo xurtkirina şoreşê wek derfet bê bikaranîn ev yek wê rizgarîya netewî hîna zêdetir pêş bixîne.
Politikayeka aştîyê ku di aresteya çaresarîya kedkar da bê pêşxistin di heman demê da ji bo hilweşîna şovenîzma ku di nav girseyên gel ên tirk da reh berdaye jî pêwîst e. Bêyî şerkirina li dijî şovenîzmê qetandina girseyên gel ên tirk ji pergala burjuvazîyê ne gengaz e. Îro girseyên gel ên tirk ji çînên serdest di çi astê da dûr dikevin bila bikevin di encamê da rastîya ku wan ji nû ve bi pergalê ve girê dide dîsa şovenîzm e.
Leave a Comment