Di asta ku têkoşîna me ya neteweyî gihaştîyê da, nîqaşên yekîtiyê bûye rojeveka girîng. Bûyerên ku di dawîya ribek salê da hatin jîyîn û zehmetîyên ku şoreşa Rojava dijî, nîşan dide ku yekîtî ew qas bi hêsanî nayê avakirin. Lê em dixwazin xweşbînîya xwe ya di vê mijarê da biparêzin.
Di dîroka Kurdistanê da, her tim sedemên cuda hatin derxistin pêş yekîtîya neteweyî. Di dîroka derbasbûyî da, berjewendîyên eşîrtî yên feodal li pêşîya pêşketina zanebûna neteweyî û yekîtîyê astengî derdixistin. Piştî wê, bi çar parçekirina Kurdistanê û avakirina sînoran, teva partîyan dûrxistina ji hev a gelê me jî hat hedefkirin.
Îro, cihêrengbûna çînayetî ya ku di civaka Kurdistanê da pêş ketîye û cudatîyên bîrdozî yên di navbera partîyan da, dihêle ku di nava hêzên neteweyî refbûnek çêbibe. Di aliyekî da dema ku cudatîyên nêrînên bernameyî, derbasî pêşîya hevkarîya sîyasî dibe, di heman demê da hin hêzên Kurd berê dan dewletên ku Kurdistanê di bin nîra mêtingerîyê da digirin.
Em refbûna di navbera hêzên Kurd da di milê pêwîstîyên îro da dikarin wiha şirove bikin. A yekemîn, hêzên ku dixwazin xwedî li têkoşîna azadîya Kurd û destkeftinên neteweyî derkevin û wê pêş bixin. A duyemîn hêzên ku dixwazin parçebûna Kurdistanê bidin domandin û bi mêtingehkaran ra hevkarî dikin û berjewendîyên xwe ji destkeftinên neteweyî girîngtir dibînin.
Gelê me, di sedsala dawî da ji parçebûna neteweyî razî nebû û serî netewand. Lê ji bo ku serhildanên ku hatin destpêkirin jî di bingeha yekîtîya neteweyî da pêş neketin mecbûr man ku paşve vekişin. Helwesta îxanetkar a ku di bingeha hevkarîya bi mêtingehkaran ra pêş ket, her tim li pêşîya destkeftinên neteweyî bû asteng. Hêzên têkoşîna neteweyî yên Kurd, di mijara afirandina rêbertîyeka yekbûyî bi ser neketin.
Di merhaleya ku em gihaştinê da, em dibînin ku sedema dûrketina ji hev a hêzên Kurd ne cudatîyên têkoşîna rizgarîya neteweyî ye. Gelo hêzên Kurd, li dewsa mezinkirina têkoşîna neteweyî çima li dijî hev ketin nav itifaqan? Bersiva ku ji vê pirsê ra bê dayin; rasterast girêdayî cihêrengbûna çînayetî ya ku di civaka Kurdistanê da pêş dikeve ye.
Li Başûrê Kurdistanê, pêşkeşnekirina helwesteka yekbûyî ya du partîyan, bû sedem ku ev parçeyê Kurdistanê rasteqîn bibe 2 parçe. Em di pêvajoyeka ku pevçûnên di navbera hêzên Kurd da êdî weke “Birakujî” nayê binavkirin da dijîn. Ger ku partîyekî Kurd, di dirêjahîya 15 salan da bersiveka erênî nede bangewazîyên yekîtîyê, divê em karibin bêjin, ev partî ne ji yekîtîya Kurdan, ji parçebûna Kurdan hêvî dike.
Em naxwazin li ser mijara gelo yekîtîya Kurdan çawa nayê dabînkirin? biaxivin. Lê em rastîya xwe baş bizanibin û em dixwazin li ser bingehên saxlem gavên xwe ber bi pêşerojeka ku gelê me karibe azad bijî ve bavêjin.
Êdî, şoreşa ku li parçeyê Rojavayê Kurdistanê, li ser têkoşîna li parçeyên din jî bandoreka mezin afirand. Kes ne li bendê bû ku li Rojava şoreşek pêk were. Şoreşa gelparêz, demokratîk û azadîxwezîya jin, hemû partîyên Kurd nekiribe yek jî, dilê gelê me yê Kurd ê li 4 parçeyê Kurdistanê kir yek.
Di merhaleya ku em gihaştinê da yekîtîya hêzên demokratîk ên neteweyî girîngtirîn e. Û pêwîst e ku ev yekîtî di dema herî kin de pêk were. Em hîmên ku ev yekîtî li ser pêk were wiha digirin dest:
* Dê yekîtîya neteweyî, moral bide têkoşîna neteweya Kurd, dê ev yekîtî zanebûna neteweyî û hêvîya Kurdistana azad mezin bike. Divê ev gotina Cegerxwînê ku nîrxa me ya neteweyî ye ji me ra bibe rêber û rênîşander: “Kurdno bibin yek, ger em nebin yek, em ê herin yek bi yek”
* Divê yekîtîya neteweyî, Kurdistana azad û serbixwe ji xwe ra bike hedef. Divê destkeftinên li her parçeyî, weke destkeftina hemû neteweyê bihesibîne û xwedî lê derkeve.
* Nûnertîya demokratîk girîng e, divê di yekîtîyê da nûnertîya tevahî komên ku tevlî têkoşîna demokratîk a neteweyî ya Kurd dibin bê dabînkirin.
* Parçebûn û reqabetê hişt ku em bi dehan salan winda bikin. Divê reqabeta serdestîyê, li pêşîya berjewendîyên neteweyî nebe asteng. Divê berjewendîyên partîyan li alîyekî bê hiştin û weke stratejîk bê fikirîn.
* Di pêkhatina zanebûna neteweyî ya demokratîk da rola jinên Kurd dîyarker e. Divê teqez mafa nûnertîya hevbeş li ber çavan bê girtin. Divê rêgeza-prensîpa hevserokatî û nûnertîya hevbeş di tevahî mekanîzmayên yekîtîyê da bê misogerkirin.
* Kurdistan, ji alîyê emperyalîstan ve hat 4 parçekirin. Lê ji bo me Kurdistan yek e. Divê tu kesên Kurdistanî, sazî an jî dezgeh li tu parçeyên Kurdistanê weke “biyanî” neyê dîtin.
* Dema ku mijara pêşeroja şoreşa Rojava bibe mijara gotinê, tu partîyekî Kurd nikare hebûna partîyê din bixe nîqaşê û nikare bêje “bila ew derkeve” Dîrok, mafeka gotinê ya wiha nade hêzên Kurd.
* Divê li Rojavayê Kurdistanê, ji bo partîyên Kurd hedefa tekane, bibe kombûna li derdora pergala Rêveberîya Xweser a ekolojîk, azadîxwezîya jin, gelparêz, demokratîk û parastina wê.
* Ji bo pêşketina yekîtîyê, li dijî êrîşên jenosîda mêtingehkar ku tesfîyekirina Rêveberîya Xweser dike hedef divê yekîtîya têkoşîna leşgerî û sîyasî bibe pîvana bingehîn.
* Destpêkê wekî Efrîn, Serê Kanîyê, Girê Spî hin bajarên Rojavayê Kurdistanê di bin dagirkerîyê da ne. Ji axên me derketina dagirkeran û dabînkirina vegera gelê me ya malên xwe divê bibe mijara têkoşîna hevbeş a hêzên li Rojava.
* Gelê me, ne mehkûmî garantorîya destpêkê dewletên wekî DYE, Îsraîl, Rûsya an jî welatekî din ku Rojhilata Navîn dizivîrinin gola xwînê ye. Garantorê herî mezin, hêza rêxistinkirî ya gelê me ye.
* Li herêmên Rêveberîya Xweser hêza leşgerî tekane ye. Hêzên Sûrî yên Demokratîk (HSD-QSD) û Yekîneya Parastina Jin (YPJ) ku şoreşa me diparêze rûmeta me ye.
* Kurdistan tenê ne welatê Kurdan e, di heman demê da welatê tevahî gelên ku li Kurdistanê dijîn e. Divê mafên wekhevîya tevahî bawerî, komên neteweyî û neteweyan bên misogerkirin. Tevahî gelên ku li ser axên Bakur û Rojhilatê Sûrî dijîn di nav yekîtîyeka dildar, azad û wekhev da dijîn. Divê pergala demokratîk a ku wekhevîya gelan esas digire bê xurtkirin.
* Têkoşîna Azadîya Kurdistanê, ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn mînak e. Divê têkoşîna hevbeş a bi tevahî gelên bindest ên Rojhilata Navîn, komên bawerîyan ra bê armanckirin.
* Divê her cure pevçûnên di navbera hêzên demokratîk ên neteweyî da teqez bên qedexekirin. Divê ji bo çaresarîya pirsgêrêkên navbera partî û koman dîwanekî edaletê bê hilbijartin.
* Divê yekîtîya neteweyî, êrîşeka li ser pêkhateyeka beşdar weke êrîşa li ser hemû pêkhateyan bihesibîne û li gorî vê rêgezê helwesta xwe nîşan bide.
Leave a Comment