Em di nivîsa xwe ya destpêkê de li ser bernameya hindiktirîn a şoreşa jin sekinî bûn. Em ê di vê nivîsa xwe de jî li ser bingeha heyberî ya şoreşa jin bisekinin. Em ê li avanîya yekbûyî ya navbera serdestîya mêr û pergala sermiyanê binêrin.
Şoreş çiye? Her şoreş pergala civakî ya kevin hildiweşîne, di vê wateyê de civakî ye. Her şoreşek desthiladarîya kevin tune dike, di vê wateyê de polîtîk e. Di heman demê de her şoreşek ji bo herikîna dîrokê mudaxeleyeke tundraw e.
Di dîrokê de serhildanên koleyan, serhildanên gundîyan pêk hatine lê ev negîhaştine wesfeke şoreşê. Di dîrokê de em mînakên herî pêşketî di şoreşên burjuva yên Fransayê de dibînin û dîsa mînaka herî pêşketî bi rêya şoreşa cotmehê de dibînin û dîsa di vê serdemê de şoreşên proleter pêk hatine. Teva vê li dehan welatan desthiladarî û şoreşên gel ku spartî tifaqa karker, kedkar û burjuvazîya biçûk hatine ava kirin.
Şoreşa jin jî desthiladarîya jinê ji xwe re dike armanc. Li vi desthiladarî wê tenê ji jinan pêk nayê. Lê ya ku xisleta xwe dide şoreşê bingeh girtina azadîya jinê ye. Şoreşa jin tevahî ciyawazîyên serdestîya mêr ji holê radike xwe bi hedefa avakirina civakeke azadîxwaziya jin ve girê dide.
Şoreşa Cotmehê ya ku li Rûsyayê destpêkirîye û belavî qadên ku di bin dagirkerîya împaratoriya çaritîyê (qeysertîya Rûsyayê) bûye di heman demê de weke şoreşeke jinê jî pêş ketîye. Vê yekê di jîyana civakî û polîtîk de pêşiya jinan vekirîye û ji bo wekhevîya jin û mêr gavên gelekî mezîn avêtîye. Lê bi tecrûbe û zanebûna têkoşîna azadîya jin a wê demê ev şoreş weke şoreşeke jin nehatîye pênasekirin. Ev ne girêdayî asta destkeftinên jin ên di jîyana madî ya şênber e. Girêdayî pênasekirina weke nezerî û rêxistinkirina zanebûnê ye.
Dîyardeya yekemîn ku şoreşa me ya Rojava dike şoreşeke jin zanebûna zayendî ye. Ya duyemîn jî girêdayî vê, di avakirina şoreşa civakî de weke esas parastina vê perspektîfê ye. Encax ji bo pêşxistina şoreşa jin tena parastina zanebûnê têre nake. Di heman demê de pêwîst e ku şertên madî yên civakî biguherin. Ev jî hem weke girêdayî kirde û hem jî ji ber sedema şertên civakî û aborî zehmet e. Ji bo pêşxistina şoreşa jin û şertên madî yên civakî yên wê nêrînên jinên komûnîst wiha ne:
Bingehên Nezerîya Şoreşa Jin a JKŞ û Welatparêzên Sosyalîst
Em ê vê di vê nivîsê de bi şêweya angaştan îfade bikin.
1 – Bingeha serdestîya mêr ji milkê xas pêk tê. Milkê xas hem çavkanîya îstîsmarîya cinsî, hem jî çavkanîya îstîsmarîya çînî ye. Pergala sermiyanê bi serdestîya mêr ve şirîktîya xwe ya yekemîn di parvekirina milk de pêk tîne. Jin hem bêmilk in, hem jî milkê mêran e.
2 – Pergala sermiyanê, her tiştê ku mijara keda hundirê malê dike mijara hilberana pîşesazîyê. Karên wekî paqijî, xwarin, xeyat jî tevlî nav karên pîşesazîyê bûne. Qada hilberînê ya ku aborîya hundirê malê bi “tiştên ku bixwe hildiberîne” pêşwazî dike teng dibe. Ev pêvajo dikare bi du şêweyan pêş ve biçe. An wê tevahî qadên ku dibin mijara keda hundirê malê civakî bibin, yanê xwarin, paqijî û hwd. wê di bingeha civakî de bibin. An jî wê keda jinê wê bibe qada bikaranîn û xizmeta mêr. Encax berê bûyerê mecbûrîyeta civakîbûnê dispêre.
3 – Armanca kapîtalîzmê, hilberana sermiyanê qezenca zêde ye. Û sermîyan her tim ji bo ku vê qezencê zêdetir bike dixwaze ku hêza ku îstîsmar bike weke çendanî zêde bike. Lê ev jî têre nake, di heman demê de ji bo qezenç û reqabetê li hêza kar a erzan digere. Kapîtalîzm vê di nav gundî, jin û beşên neteweyî de dibîne. Jin bi girseyî ji nav aborîya malê derdikevin û bi awayekî girseyî weke hêza kar a erzan tevlî jiyana civakî dibin û bi vî awayî dikevin qada keda civakî.
4 – Avanîya malbatê ya ku spartîye serdestîya mêr berî kapîtalîzmê jî heye. Pergala sermiyanê di bingeha berjewendiyên xwe de veguherîna vê dabîn dike. Lêgerîna sermîyanê ya hêza erzan a kar berdewam dike. Avanîya malbata monogam gelemper dibe. Di alîyê din de tena ne welidandina zarok, karbeşîya kar a zayendperest ku xwedîkirina zarok jî dide ser mil jinê bandor li rewşa hêza kar a jinê ya di bazarê de dike. Hêza kar a mêr serdest dike. Hêza kar a jinê erzan dibe. Ev rewş nakokîya navbera zayendan zêde dike.
5 – Sermîyan qaşo avanîya malbatî ya monogam qebûl dike. Lê ev ji bo jinê wiha ye. Di polîgamîyê de cinsîtîya mêr azad e. Li ber azadîya berdanê ya jinê astengîyên civakî û aborî zêde dibin. Kapîtalîzm cinsîtîya jinê dike kalêr (sermîyan). Cinsîtîya mêr fît dike. Cinsîyîya jinê pêşkeşî xizmeta mêr dike û hîna ji roja yekem de seksê tîne rewşa zagona veşartî ya sermîyanê. Bi vî awayî cinsîtîya jinê dikeve bin serdestîya pergala sermîyanê.
6 – Sedema ku serdestîya mêr a malê berdewamî dike îstîsmarîya zayendperest a mêr e. Wekî ku li jor hat gotin heta ku qada hundirê malê ku di bin serdestîya mêr de ye nayê tesfîyekirin dabînkirina jin û mêr ne gengaz e.
7 – Gelo ji alî mêr ve ev îstîsmarîya zayendperest çawa tê dabînkirin? Di kapîtalîzmê de ev weke mûçeya malbatê tê dîyarkirin. Ji vê re mûçeya hindiktirîn jî tê gotin. Lewma mêr weke kesê ku debara malê dike serdestîya xwe diparêze. Pergala sermîyanê ya serdestîya mêr bi vê rêyê mêrê karker û kedkar jî bi serdestîya mêr ve girê dide. Mêr dike leşgerê malê û civakê. Wayê di vir de pergala serdestîya mêr û têkîlîya mêr bi hev re tê girêdan.
Îro ji kapîtalîzmê serbixwetir pergaleke serdestîya mêr tune ye û nikare hebe. Pergala sermîyanê û serdestîya mêr di nav têkîlîyeke ku nikarin ji hev qut bibin de ne. Hilweşîna pergala serdestîya mêr hilweşîna kapîtalîzmê jî mecbûrî dike. Ji ber vê yekê jinên komunîst têkoşîna li dijî serdestîya mêr weke têkoşîna li dijî kapîtalîzmê digirin dest. Têkoşîna bi tevahî jinên karker û kedkar ku di bin pergala kapîtalîzmê de tên îstîsmarkirin ji xwe re dike hedef.
Rizgarîya jinan a ji serdestîya mêr û rizgarîya wê ya civakî girêdayî hev e. Jinên komunîst dibînin ku bi têkoşîna şexsî ya azadîyê rizgarîya jinê ne gengaz e û ji ber vê yekê bangewazîya tevahî jinên karker û kedkar dikin ku rêxistin bibin. Ji bo azadîya jinê têkoşîna li dijî nêrînên ku kirdebûyîn û rêxistinbûnê dixin hemberî hev mecburî dibînin. Kapîtalîzm pergaleke tevahî ye, ji ber vê yekê têkoşîna li dijî kapîtalîzmê jî bernameyeke tevahî dixwaze. Ji ber vê yekê jinên komunîst bangewazîya tevahî jinên karker, kedkar û bindest dike li derdora bernameya komûnîzmê yek bibin û bi vî awayî li dijî serdestîya mêr û kapîtalîzmê têbikoşin.
Leave a Comment