Bahoz Herekol
Destpêkê, ez bi bîr dixînim ku em Marksîst-Lenînîst avakirina civakeka bêçîn, bê sînor, bê cihetîyên zayend û nijad, li dijî her cure cudakarîyê û îstîsmarê, wekhev û azadîxwaz, adil û bi rûmet ji xwe ra dikin armanc; heta ku em bigihîjin vê armancê, em ê ala sosyalîzmê bilind bikin. Ango di tu qonaxeka dîrokê da me tu carî neteweyek-nijadek ji ya din bilindtir nedîtîye yan jî piçûk nexistîye, ev di mentalîteya me da cih negirtîye. Ji ber vê yekê dema em dibêjin nasnameya gelekî rûmeta wî ye, mebesta me ne ew e ku em gelekî din bîyanî bikin yan jî biçûk bixin.
Rûmet; tevhevîya xwerêzdarî û nirxên hundirîn e ku hişmendîya mirov teşe dide wî, ji mirovbûnê tê û her ku mirov mirovatîya xwe bi dest dixe zêde dibe. “Mirov berhemê civaka ku tê da ye û tevhevîya têkilîyên maddî yên wê civakê ye.” Ango nasnameya wî û hişmendîya wî li gorî rewşa civaka ku tê da ye û têkilîyên wê civakê teşe digire. Di vî wateyî da, kesên ku nizanin di civakê da çawa têkilîyan deynin, xwe nas nakin û nasnameya xwe winda dikin, dest bi bêrûmetîyê dikin. Rûmet, ne tenê ji bo mirovan, ji bo civakan jî têgeheka girîng û bi qîmet e. Civak jî hebûna xwe li ser tevhevîya nirxên hundirîn û xwerêzdarîyê ava dikin û bi qasî mirovan mafdarê jîyaneka bi rûmet in.
Rûmeta mirovan jî, ya civakan jî, nasnameya wan e. Bi nasnameya xwe hûn xwerêzdarî û nirxên xwe yên hundirîn ava dikin; bi nasnameya xwe hûn hestekî aidîyetê çêdikin, sînorên vê aidîyetê dîyar dikin û têkilîyên xwe birêkûpêk dikin. Ji ber vê yekê ye ku kesên nasnameya xwe înkar dikin, hewl didin xwe bi nasnameyên din ve girêbidin, nayên hezkirin. Ji bilî guherîna bingehîn a mirovî, kes bi şert û mercan ve girêdayî vediguherin, mutasyonê derbasdikin. Ev rewşên nemirovî, ku wekî bukalemunbûnê têne binavkirin, bi rûmeta mirovî ra li hev nakin. Piranîya kesên ku di vê rewşê da ne xwe nas nakin û bi sepandinên cuda yên burjuvazîyê, ku xwe nas dike, rengê wê digirin û bi çanda wê dijîn. Ev yek di asta civakan da jî bi heman awayî tê pênasekirin; windakirina nasnameyê civakan bêrûmet dike.
Ziman, çand, erdnîgarî, dîrok-ezmûn û rewşa aborî ya heyî, di avakirina nasnameyê da dîyarker in. Lê di nav van hemûyan da ziman, bi taybetî wekî hilgirê hişmendîyê girîng e. Çanda gelekî bi zimanekî din bi temamî nayê vegotin. Hûn nikarin dîroka wî, erdnîgarîya wî bi heman ruhê nas bikin. Tewra hûn nikarin tamên wî jî bi heman awayî vebêjin. Ziman mîna ava ku di nav hevîr da tê tevlihevkirin; herikbar û zindî, yekgirtî û hembêzkar e. Yan jî heke em vegerin gotina Marx, mirov wekî berhemê têkilîyên civakî bigirin dest, bibîrkirina ku ziman amûrê bingehîn e di avakirina van têkilîyan da, vê têgihiştinê bi hêztir dike. Ziman, dibe qufla têkilîyên di nav civakê da. Di teşedayîna hişmendîya kesan û civakan da rasterast rol digire. Ango ziman, nasname ye.
Nasname jî, mafê hebûnê ya bi xwe û ji bo xwe bi hev ra tîne. Di bingeha polîtîkaya înkar û îmhayê ya faşîst a mêtingehkar a li dijî zimanê Kurdî da jî ev heye. Ji ber vê yekê ye ku dema li devereka cîhanê ku Kurdekî bi Kurdî diaxive û serkeftî ye dibînin, hewcedarîya êrîşê hîs dikin. Ew ne ji ber ku ji melodîya Kurdî hez nakin yan jî Kurdî wekî zimanekî bêkêr û bêfonksîyon dibînin, ber bi înkar û îmhayê ve diçin û hewl didin bişaftinê ra derbas bikin. Berevajî vê, faşîzma mêtingehkar ji delameta Kurdî pir ditirse, ji ber vê yekê van polîtîkayan dimeşîne. Ji ber ku delameta wê ew e ku hişmendîya neteweyî biafirîne û vê cihêtîyê zindî bihêle. Kurdî, bi karanîna xwe ya di jîyana rojane da, hişmendîya neteweyî ya cuda ya gelê me xurt dike. Navê rastîn ê her parçeyek erd, bajar, kevir û darên welatê me di zimanê me yê dayikê da ye. Ev nav, tevî polîtîkayên bişaftinê yên faşîst ên mêtingehkar, hê jî têne bikaranîn, ev jî ji delameta ziman tê. Dengbêjên me, bi çîrokên xwe dîroka me hildigirin, hişmendîya me zindî digirin û delameta zimanê me nîşan didin. Stran û helbestên me êş, hezkirin, hêrs, kîn û dilovanîya me, ango hestên me îfade dikin; zimanê me bidelamet e. Kurdî, di her mijara bingehîn a ku jîyana civakî bidomîne da gelek dewlemend û resen e.
Di Kurdî da nebûna hin têgehên teknîkî û zanistî yên ku nû ketine jîyana civakê, normal e. Çimkî ev tişt li cihên din hatine hilberandin û bi zimanê wan cihan hatine binavkirin û îfadekirin. Di Kurdî da nebûna hin têgehên felsefî û sîyasî yên bi hêz jî normal e. Ji ber ku ev di piranîya zimanan da bi temamî bê bersiv in; ji Latînî, Îngilîzî yan Erebî tên lê anîn û bikaranîn. Kurdî di vî wateyî da jî ne zimanekî “bêdelamet” û bêkêr e. Xwedî avahîyeka zindî ye ku dikare xwe hilberîne. Pirsgirêka Kurdî ew e ku nikarîbûye xwe standardîze bike, ku ev jî di van şertan da xwezayî ye.
Hakimîyeta mêtingehkar a ku li ser Kurdistanê hatîye avakirin, bi ya ku mêtingehkarên klasîk li herêmên cîhanê ava kirine nayê berhevkirin. Hindistan, dema ku mêtingeh bû jî wekî Hindistan dihat nasîn. Heman tişt ji bo welatên Afrîkayê jî derbasdar e. Pirsgirêk ew e ku Kurdistan nekarîbûye bibe mêtingehek jî. Pîvanên mêtingehkarîya li Kurdistanê; bi înkar û îmhayê teşe girtine, ji mêtingehkarîya klasîk a ku li ser îstîsmara çavkanî û kedê hatîye avakirin gelekî wêdetir e. Di rewşeka wiha da, nîqaşkirina pirsgirêka ku gelek nikarîbûye zimanê xwe standardîze bike, heta ku neçe ber çareserîya avakirina dewleta xwe, bê wate ye. Dema ku dewleta xwe ava bike, bê guman dikare bi çavkanîyên xwe yên dewlemend standardîzasyoneka bi hêz bigire dest. Kurdî, wekî çemekî bi çar çavkanîyên sereke (lehçe) û bi dehan şaxan (devokên herêmî) herikîna xwe ya xurt berdewamdike ye.Dema ku em van tiştan dîyar dikin, şovenîstên neteweyên serdest û sosyal-şovenîstên wan, bi yekdengî vê stranê dibêjin: “Ger wisa be, çima hûn van bi Tirkî, Erebî, Farisî dîyar dikin? Ma ne ji ber ku zimanê we yê Kurdî tune ye yan jî bê delamet e?” Ew bi xwe jî ji vê çîrokê bawer dikin! Polîtîkayên înkar û bişaftinê yên mêtingehkaran ên li dijî zimanê me nabînin. Ji bêperwerdebûnê bigire heta qedexekirina karanîna ziman di qada giştî da, polîtîkayên mêtingehkar ên ku di nav gel da jî bi bîyanîkirinê ra têne meşandin, paşguh dikin. Kurdî, tevî hemû polîtîkayên îmhayê, hebûn û fonksîyona xwe parastîye. Lê belê, mesele ne tenê ew e ku em nikarin xwe bi zimanê xwe yê dayikê îfade bikin. Em jixwe hay ji mêtingehbûna xwe hene, yên ku divê hebûna me qebûl bikin neteweyên serdest in. Ji ber vê yekê jî, dema ku em bi wan ra têkilîyê deynin, em zimanê wan bi kar tînin.
Wekî komunîstên Kurdistanê û welatparêzên sosyalîst, em dizanin ku dewleteka neteweyî ya ku radestî burjuvazîyê bê kirin, bi tena serê xwe nikare pirsgirêkên gelê Kurd çareser bike. Dema ku Kurd birçî dimeşin, keda wan tê îstîsmar kirin, jina Kurd di çerxa îstîsmara zayendî û kedê da tê perçiqandin, ev yek di bin ala Kurdistanê da jî be, ne rizgarî ye. Rizgarîya rastîn a neteweya Kurd, bi avakirina Komara Gel a Sosyalîst gengaz e. Lê belê, ev yek bêyî birayên çînî yên herêmê û cîhanê nayê kirin. Ev, dîsa “li kêleka cîranê birçî razan” e û li dijî xwezaya sosyalîzmê ye. Ji ber vê yekê, proleteryaya Kurdistanê; bi proleteryaya Tirkîye, Sûrîye, Iraq û Îranê ra yekîtîya têkoşînê diparêze. Ev yek jî tenê bi Federasyona Demokratîk-Sosyalîst a Rojhilata Navîn, ku hemû netewe bi wekhevî û edaletê tê da hene, her kes bi ziman, nasname û rûmeta xwe dijî, gengaz e. Em wekî wezîfe li ser xwe dibînin ku vê yekê bi zimanên neteweyên serdest ji proleteryaya wan, jinên kedkar û ciwanan ra jî bêjin. Lê belê, em dikarin vê rewşê ji gelê xwe ra jî bi zimanê xwe dîyar bikin; zimanê me bi qasî ku vê yekê ser bixe têra xwe bi hêz û bi delamet e!








Bir Yorum Bırak