Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê pêvajoyek ku alîyên wê bi navkirinên cuda nêzîk dibinê tê meşandin. Divê gelek alîyên pêvajoyê werin nîqaşkirin û neteweya Kurd ji bo bidestxistina mafên xwe divê xebateka hîn betir rêxistinkirî bide destpêkirin. Girêdayî vê, erkên sazûmanîyên medyayê yên ku ji civakê ra bi ragihnadina nûçeyan û ragihiştandina hişmendîyê erkdar in, wek her tim pir zêde ne. Me ji di çarçoveya vê peywirê da pirsên xwe ji rojnameger Mehmet Alî Ertaş’ê ku ji Rojnameya Xwebûn a ku li Tirkîyê û Bakurê Kurdistnaê weşana bi kurdî dike, pirs kirin.
Bersivên ku Ertaş dan pirsên me wisa ne:
1)Pêvajoya ku li Bakurê Kurdistan û Tirkîyê dimeşe, li ser çand û zimanê Kurdî çawa bandor dike?(Dema em bidin ber hev, gor pêvajoya berî, gelemperîyek hîn nijadperest-şovenîst Tirkîyê tê birêxistinkirin, ji bo çand û zimanê Kurdî azad bikaribin bijîn gelo hûn tu gavên tê avêtin dibînin? Mînak, wek vekirina perwerdeyan, serbestîya tabelayên bi Kurdî û hwd.
Pêvajoya ku niha li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêş dikeve, di serî de pêvajoyeke niqaşê ye. H în aliyê wê yê hiqûqî, zagonî û zemîna siyasî pêş neketiye. Hîn qedexeyên li ser ziman, çand û nirxên gelê Kurd didomin. Li gorî berê bê guman zext û înkar hinekî nerm bûne.
Gelê Kurd û Tirk bi hezaran salan di nava hev de jiyan e. Lê yên ku di navbera gelê kurd û tirk de rageşî, alozî û şer pêş dixin, kesên nijadperest, kevneperest in. Ev kesên nijadperest û kevneperest berê jî hebûn, niha jî hene û dê her tim hebin. Lê ya girîng ewe ku medya û hikûmet her wiha partiyên ku qaşo dibêjin em çareseriyê dixwazin, di rastiyê de çiqas çareseriyê dixwazin. Eger bi rastî hemû hêz û tevgerên ku di gotinê de piştgiriyê didin pêvajoyê, di pratîkê de ji piştgiriyê bidin dê ev pêvajo bandoreke gelek erênî li ser pêşketina ziman, çand, nasname û yekîtiya gelan veke.
Ji bo pêşketina ziman, çand û nasnameyê heta niha gavên şênber nehatine avêtin. Lê divê bi rastî kurd jî ji bo mafê xwe bêtir bi awayekî hevpar têbikoşin û têkoşîna xwe xurttir bikin.
2)Rojnameya Xwebûn li ser medya dîjîtal perwerdeyên gramera Kurdî jî rêxistin kiribûn, hûn têkildarîya li ser xwendin-nivîsandina Kurdî û rojnameyên Kurdî ya li Bakurê Kurdistanê çawa dinirxînin?
Rojnameya Azadiya Welat, Welat, Medya, Rojev, Xwebûn û hemû rojname û malperên Kurdî bê guman xizmeta ziman dikin. Her yek bi serê xwe ji bo xwendin, nivîsandin û fêrbûna kurdî wekî dibistanekê ye. Rojnameya Xwebûnê 3 sal berê li ser malpera xwe rêzedersên zimanê kurmancî amade kir. Niha jî amadekariya rêzedersên kirmankcî-zazakî dike. Dersdayîna li ser medya dijîtal bandoreke erênî li ser xwîneran dike. Divê hem bi nivîskî û hem jî bi deng derstên kurdî bên dayîn. Bi deng, dîtbarî û nivîskî bi hevre bandoreke erênî li ser fêrbûna ziman dike.
3)Bandora zimanê nijadperes-şoven a li hemberê gelê Kurd tê pêşxistin, li Bakurê Kurdistanê çawa ye? Ciwanên Kurd ji bo xwedî derketina ziman û nasnameya xwe çi gavên pratîkî diavêjin?
Kom, partî, komele û saziyên ku çareseriyê naxwazin û her dem dixwazin polîtîkayên înkar û îmhayê bimeşînin hem di qada siyasetê de û hem jî bi rêya medyaya xwe her tim zimanê nijadperest, zimanê şer, zimanê tundiyê pêş dixin. Ne tenê gelê kurd, hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn ji vî zimanî bi awayekî neyînî bi bandor dibe.
Mixabin îro li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rêjeya axaftina kurdî kêm bûye. Sal bi sal kêm dibe. Li gorî anketan jî tê dîtin ku axaftina kurdî her diçe kêm dibe. Her ku temen biçûk dibe, axaftina kurdî kêm dibe. Yanî bêtir kesên temen mezin bi kurdî diaxivin. Ji ber vê yekê ciwan jî êdî li gorî berê hindik bi kurdî diaxivin. Pirsa “Ciwan çi gavên pratîk davêjin”, divê ji bo vê yekê mirov ji tevgerên ciwanên kurd bipirse. An jî divê mirov anketê amade bike.
4)Hûn di rojnameyek ku ji bo Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê weşana bi kurdî dike da ne, wek aktûel alîyên vê rewşê yên erînî û neînî çine?
Bi salan e ez di ajansên kurdî û rojnameya Kurdî de rojnamegeriyê dikim. Aliyên erêmî em her dem bi ziman re dijîn. Em bi zimanê xwe dinivîsin û bi zimanê xwe agahiyan li civaka xwe belav dikin. Ev cihê şanazî û kêfxweşiyê ye. Aliyê neyînî jî dema çavkaniyên kurdî kêm bin û zimanê wergerê serdest be, mirov xwe di bin siya tirkî de hîs dike. Ji bo mirov xwe di bin siya tirkî de hîs neke, divê di serî de hemû saziyên siyasetê dimeşînin, rêxistinên civaki û sivîl ku ji bo gelê kurd pêşengiyê dikin, divê pekî polîtîkaya jiyana azad parastin û pêşxistina ziman esas bigirin. Wê demê rojnamegerî û çavkaniyên rojnamegeriyê (qadên civakî, siyaset, çand, ziman, ked, aborî û hwd) dê hev temam bikin.
Rojnameya Xwebûn
Mehmet Alî Ertaş








Bir Yorum Bırak