AHMET POLAD
Em bi pêşketinên bi lez sîyasî yên ketin sala 2026an. Alozîya aborî ya ku bi bilindbûna bi lez a dolarê li Îran û Rojhilatê derket holê; bi xwe ra protestoyên ku ber bi “serhildanê” ve diçin ku Lenîn weke “ne tenê tevgereka leşkerî, dibistana herî bilind a perwerdeya sîyasî ya girseyan” dîyar kiribû jî anî. Em bibêjin ku li Îran û Rojhilatê ku vê dîyardeyê bi awayekî herî giran bersiv dît, her serhildanek gavê ku ji bo serkeftina şoreşê tê avêtin e.
Cîhan û bi taybetî Rojhilata Navîn, hîn çarenûsa Komara Îslamî ya Îranê nîqaş dikir, em fêr bûn ku weke mînakeke êrîşkarîya emperyalîst a ku wê bikeve dîrokê; DYE, serokê dewleta Venezuelayê Maduro û hevjîna wî Cilia Flores revandîye. Derket holê ku ev bi hin xîyanetên hundir ve pêk hatîye. Tê zanîn ku armanca derewa “kartela madeyên hişbir” a rastîn, li hundir derbaskirina kongreye ye. Mînakeke din a ku têgeha mêtingehkarîya mafyatîk bi goşt û hestî dibe li ber çavan e!
Emperyalîzma DYE, dijminê herî mezin ê mirovahîyê ye û di vê pozîsyonê da israr dike ku dev jê benade. Venezuelaya û serokê wê Maduro yê ku Trump demeke dirêj e bi eşkere tehdîd dike, wek ku teslîmê neoliberalîzma DYE nebûye û ji entegrasyona tam a bi pergala cîhanî ra dûr ketîye, welatekî ku Çîn anîye ber pozê DYEê jî bû. Di heman demê da, di dem a Chávez da bi rêya neteweyîkirinê şirket-pargîdanîyên DYE (bi taybetî petrol) ji welatê xwe derxistibû, ev kîn a dîrokî jî weke xencerê li dilê DYE xistibû.
Ji bilî van hemûyan, dewlemendîya Venezuelayê ya petrolê di cîhanê da di rêza yekem da ye; ev petrol ji ber ku nêzî rûyê erdê ye di lêçûnên sondajê da jî ji pargîdanîyên DYE ra qezencê peyda dike, ev weke sedema yekem a êrîşê derdikeve holê. Ev bi dewlemendîya madenên zêr a Venezuelayê ya ku di rêzên pêşîn da ye tê şopandin. Girîngîya stratejîk a van herdu sedeman êdî eşkere ye; gava em dewlemendîya elementên kêm ên axê ku damarê jîyana pêşerojê ye jî lê zêde bikin, iştaha emperyalîzma DYE hîn zêdetir dibe. Muhtemel e ku ev sedem dê serê hin welatên di alîyê wî da jî bişewitîne.
Lê em van sernavên jîyanî yên şerê parvekirinê bidin alîyekî û vegerin xalekê ku me berê jî dîyar kiribû. Venezuelaya ku berê ji mêtingehkarîya DYE xilas bûye û yek ji ên ku teslimî neoliberalîzmê nebûye bû! Û di hevsengîyên emperyalîst ên pêş dikevin da ji bo DYE gefekê pêşîn bû. Ev delîleke ku welatên di rewşeke wisa da jî êrîşên wisa li benda wan e. Hem jî ne ji ber ku hêza DYE di lûtkeyê da ye, ji ber ku dizane, di destpêka dawîya xwe da ye!
Li hember vê, Çîn wê çi bike, di vê salê da wê bikeve kîjan tevgeran nayê zanîn. Tê dîtin ku wê gavên paşê yên DYE jî bi awayekî herî kêm mesref û herî qezencdar, bi heman tundîyê berdewam bikin. Rewşa rast ev e; ne DYE û hempayên wê ne jî emperyalîstên li hember wan li tu derê cîhanê ne ji bo “nirxên mirovî” yên weke demokrasi, azadî hene û tu car nabîn jî. Tenê derdê wan qezenca herî zêde ye! Gava rastî ewqas eşkere ne, em li welat binêrin; li her derê Kurdistanê şopên tevlihevîyeke hişî tê dîtin.
Li Kurdistanê şoreşgerên sosyalîst-komunîst ên ku polîtîkaya welatparêzîya sosyalîst dimeşînin; ji kêlîya yekem ve li alîyê gelê Venezuelayê, li hember emperyalîzma DYE pozîsyona xwe ragihandin. Li Bakur welatparêzên sosyalîst û li Rojava Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) bi lez li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ragihandin ku li alîyê gelê Venezuelayê ne û ji bo piştgirîya têkoşîna gelê Venezuelayê bang li gelên cîhanê kirin. Ev bû helwesta antîemperyalîst a herî zelal a ku ji Kurdistanê tê dîtin.
Ji alîyê din ve helwesta bêmovik a kesên ku xwe weke azadîxwaz, demokrat û lîberal dîyar dikin me matmayî nahêle. Yên ku li hember hêza emperyalîzma DYE careke din secdeyê dixwazin û yên ku polîtîkayekê weke ku tu tişt çênebûye digirin dest,li keleka hev rêz dibin.
Di nav kesên ku bi awayekî alîyekî xwe weke sosyalîst dîyar dikin da yên bi “lê” û bi dengekî qels jî be deng derdixin û yên ku bêdengîyê tercîh dikin hene. Em ê li vir sosyalîstîya tu kesî nîqaş nekin; ji ber ku li cîhanê ji Fabianîzm û şopgerên wê yên werarvan heta nasyonal gelek “sosyalîzm” hene. Em ji tu kesî hêvî nakin ku bibe sosyalîstê şoreşger, ji ber ku em dizanin ku her yek ji van tevgeran bersiva çînekê ne. Lê belê, careke din jî di bibîrxistin a ku divê pîvanên herî kêm ên sosyalîzmê hebin da jî sûd heye. Belkî antîemperyalîzm bi serê xwe îdeolojîyekê an pergaleke felsefî nake sosyalîst; lê îdeolojîyeke ku ne antîemperyalîst û antîkapîtalîst be (ger pêşîya wê pêveka nasyonal nebe) nikare bibe sosyalîst. Ango antîemperyalîzm jî yek ji turnûsolên sosyalîzmê ye. Bi vê wateyê, yên ku rêya bêdengîyê tercîh dikin divê gotineke wan jî hebe.
Di dawîyê da helwest an bêhelwestîya tevgera neteweyî ya demokratîk jî weke pirsgirêk li navendê dimîne. Ji ber ku partîya yekbûyî DEM Partî bi awayekî pêwîst helwesteke antîemperyalîst dîyar dike, lê di xebata çapemenîyê ya ku weke “qada îdeolojîk” tê dîyar kirin da gelek kesayet jî dest bi çepikandina emperyalîzma DYE kirine. Bêdengîya gelek partî û rêxistinên girêdayî tevgerê, bi “bêalîtîya” çapemenîyê ra têkildar dibe û rewşeka giran a alîgirtinê derdikeve holê. Hesabên ku di xebata çapemenî-medyaya civakî ya tevgerê da (an yên ku xwe wisa nîşan didin) bi vê valatîyê sûd werdigirin û dest bi propagandaya DYE dikin. Hin hene ku heta demagojîya “ger DYE neba dê Rojava nebûya” dikin. Lê em qet ji bîr nekin û nehêlin ku were ji bîr bikin ku hebûna Rojava bi buhayê xwîna bi hezaran zarokên vê gelê ye!
Ji bilî ku Maduro çiqas bê parastin an neyê parastin, ji bo neteweya Kurd a ku zêdetirî sed salan mafê dîyarkirina çarenûsa xwe ji destê wê hatîye standin û hatîye mêtingehkirin; îro li hember êrîşa mêtingehkar a heman dijmin a li ser gelekê din çêdike çepiklêdan qebûl e? Û tê zanîn ku neteweya Kurd jî bi manzarayeke wisa û zordestîyeke wisa ra rû bi rû maye!
Bêguman, pêşengîya tevgerê jî bi van rastîyan baş dizane. Em ji mirovên ku DYE xelat danîye serê wan diaxivin, bêguman tevger emperyalîzma DYE baş nas dike. Daxwaza parastina qada manevraya sîyasî eşkere ye; lê divê neyê ji bîr kirin ku hişmendîya girseyan her diçe tê tevlihev kirin. Ji ber vê yekê, pêvajo careke din nîşan dide ku divê dersên “demokrasi”, “sosyalîzm” û “exlaqê” ne ji derve lê ji hundir ra bêne dayîn. Ji bîr nekirina ku tiştekî ku bê parastin an bêdeng bê mayîn a yên li dijî mirovahîyê tune ye, me zindî dihêle!






Bir Yorum Bırak