Gelê Tirk, ku kokên wî diçin Asyaya Navîn, zêdetirî hezar salan e li erdnîgarîya me (Rojhilata Navîn) dijî. Ji alîyê etnîk-dîrokî ve, Tirk kokên xwe bi qewmên proto-Tirk ên wekî Goktirk, Saka û Hunan ve girê didin. Îro, li erdnîgarîyeka fireh ku ji Asyaya Navîn heta Balkanan dirêj dibe, Tirk bi nasnameyên neteweyî yên cûda dijîn û bi rêxistinên cihêreng hişmendîya xwe ya Tirkîtîyê diparêzin; ji alîyê çandî ve gelek ê rêxistinbûyî û dewletparêz in. Têgeha dewletê, li gorî qonaxên dîrokî naverokên cihê wergirtibe jî, Tirk li her cihê ku lê bûne bi rêxistinî û di pozîsyona êrîş-parastinê da jîyan kirine. Ev, ji ber qanûnên stepan wisa teşe girtîye. Hema hema di hemû destanan de; Tirk ji tunebûna ji alîyê dijminan ve tên rizgarkirin û di encamê da “ji Tirkî ra ji bilî Tirkî dost tune ye”.
Dema ku ev dîrok bi trajedîya hilweşîna împaratorîyeka wekî Osmanî tê nirxandin, ji bo burjuvazîya Tirk a di pêvajoya netewebûnê da, şertên “lutfa Xwedê” çêdibin. Burjuvazîya Tirk, bi nav tirsê ve kişandina girseyan, şovenîzmeka bi pîrozîya dewletê ve girêdayî diafirîne. Ji zarokatîyê ve mirovan bi wê bawerîyê perwerde dike ku dewleta burjuva ya Tirk pîroz e, divê her Tirk bi dilsozî bi dewletê ra girêdayî be û bi awayekî dilsoz jê ra xizmet bike. Kesê ku bi dilsozî bi dewleta burjuva ya Tirk ve ne girêdayî be, bi her awayî ne Tirk e. Ew yan “tovê Ermenî” ye yan jî “Kurdê xayîn” e. Ev, bêyî têkilîya bi nasnameya etnîkî ya kesî, wisa ye. Di encamê da, Tirkîtîya heyî tê parastin û “Tirk”eka nû tê pênasekirin. Destûra Bingehîn a darbeya faşîst a 1982an, bi maddeya xwe ya 66an, vê yekê digire ser xwe: “Her kesê-î ku bi girêdana hemwelatîbûnê bi Dewleta Tirk ve girêdayî ye Tirk e.” Lê Tirkên Bulgaristanê an Qirxizistanê jî “xizmên me, birayên me” ne. Parastina Tirkmenên li Iraq û Sûrîyê “erkê me yê biratîyê” ye.
Li vir, di pênaseya Tirkîtîyê da pirsgirêkeka pir alî derdikeve holê. Burjuvazîya faşîst a Tirk û nivîskarên wê, hem îdia dikin ku hemû cîhan Tirk e û medenîyet ji alîyê Tirkan ve hatîye belavkirin, hem jî “xizmên” xwe yên li herêmên cihê yên cîhanê xwedî derdikevin. Ango, hin kesan ji Tirkîtîyê derdixin. Ne hewce ye ku em vê çîrokê zêde dirêj bikin; eşkere ye ku burjuvazîya Tirk vê girêdana dîrokî-etnîkî ji bo berjewendîyên sermayê bikar tîne. Gelê Tirkmen ê belengaz ê Iraq û Sûrîyê ji bo armancên dagirker-mêtingehkar tê bikaranîn. Li Ewropayê, bi “mîrateya Osmanî” li Bosna û Kosovayê bazareka piçûk jî be tê dîtin. Gelê Uygur, li ser maseya bazirganîyê ya bi Çînê ra yek ji mijaran e; di bazarê da bi qîmet e, lê piştî wê herî zêde hêza kedê ya erzan e… Ji bo wê, “xizmtî” ne tiştekî ji bilî amûreka xeyalên împeryalîstî ye.
Tirkîtîya ku bi maddeya 66an tê pênasekirin, bi temamî pûç e. Wekî ku me li jor jî pênase kir, Tirkîtîya ku ji alîyê dîrokî ve heye, bi ziman, dîrok, çand û aborîya xwe xwedî pênaseyekz dîyarkirî ye, ji nû ve tê pênasekirin. Û ev pênase, li ser înkarkirina neteweya Kurd, ku bi ziman, ax, dîrok, çand û her tiştê xwe cuda ye, tê avakirin. Di dîroka komara mêtingehkar da hebûna wê hatîye înkarkirin, îro gihîştîye asteka ku tê qebûlkirin. Ango, tiştê ku îro tê qebûlkirin û tê xwestin ku bê qebûlkirin, ne neteweya Kurd e, înkarkirina neteweyê ye. Înkara ku dixwazin bi rengekî nû bişibînin, ji alîyê şovenîzma Tirk a serdest ve bi pesnên “wekhevtîyê” tê pêşkêşkirin. Dema ku em li dijî înkarkirina hebûna xwe derdikevin, ew me bi bîr dixin ku em “bi koleyên din ra wekhev” in. Lê belê, em di serî da hiqûqa we ya koletîya burjuva û wekhevîya di vê hiqûqê da red dikin. Em bawer dikin ku ji bo avakirina wekhevîya tam a mafan, divê edalet bê peydakirin. Em gelê ku li van axan kok berdaye, ji neteweya Tirk cuda, wekî neteweyekî ku hebûna xwe parastîye ne. Em ti nîqaşekê li ser mafê hebûna gelê Tirk li Tirkîyê an Tirkîtîyê nakin. Berevajî vê, em têkoşîna gelê Tirk û hemû gelên Tirkîyê, proleteryayê û jinan wekî têkoşîna xwe dibînin. Bi vî awayî, welatparêzên sosyalîst, heta dawîyê bi yekîtîya têkoşîna proleteryaya Tirkîye û Kurdistanê ra ne û Şoreşa Yekbûyî diparêzin.
Rim Bi Têran ra Hilnayê
Lê belê, burjuvazîya faşîst a Tirk, çareserîyên ku gelê Kurd ji bo qebûldayîna hebûna xwe û pêşxistina wê li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev,dibîne bi hostatîya demagojîk pêşkêşî gelan dike. Nîqaşeka “Türkîyeyîtî”yê dadixe kolanan. “Türkîyeyîtî”, ku yek ji pêşnîyarên çareserîya burjuva ye ku pêşengîya demokratîk a gelê Kurd pêşnîyar dike, ji vir tê pûçkirin. Lê belê, Tirk jixwe Tirk e û dewlet a burjuvazîya wî ye; lê ji bo Kurdî pênaseyeka wekhev tune. Di peymana Lozanê da ku bi emperyalîstan ra hatîye çêkirin, hebûna Kurd hatîye înkarkirin.Gava ev tê gotin, ji wir sosyalşovenekî bi lez derdikeve pêşberî me û dibêje “em Lozanê nadin nîqaşkirin, welatê xwe nadin parçekirin”. Welatê ku nadin parçekirin, dewleta ku nadin hilweşandin; dewleta burjuvazîya Tirk a mêtingehkar, dagirker, dijminê jinê, homofobîk, ekokuj, talanker, faşîst û hevkarê emperyalîzmê ye. Ev tenê nîşan dide ku yên xwe wekî komûnîst, sosyalîst, pêşverû bi nav dikin, wekî TKP-SOL P. û hwd., sosyalşovenên durû ne.
Paşê, yên xwe wekî “rewşenbîr” pênase dikin, profesorên pirzan derdikevin pêşberî me. Ewên ku ziman û çanda wî ji Tirkîtîyê cuda ye, Tirkîtîyê wekî nijadek bilind îlan dikin, gelên me wekî “hirt” û “bin-cure” pênase dikin, profesorên ku bi ji wanra mirov gotinê mirovatîya me biçûk dibe, ne. Ev kes bi karkerê belengaz ê Tirk ê Anatolyayê ra têkildar nînin, parêzvanên Tirkîtîya burjuva ya spî ne. Ji ber vê, gava ku berjewendîyên wan dixwazin, dikarin Kurdan ji maddeya 66an û Tirkîtîyê derxînin. Sosyalşovenên ku di mijara mafên Kurdan da li dijî gotinên herî paşverû jî bi tundî derdikevin, li hemberî van nijadperest û faşîstan yek gotinekê jî nabêjin, ev jî divê neyê jibîrkirin. Ev hemû, di parastina maddeya 66an da, di parastina komara burjuva ya Tirk da, enîyeka yekbûyî ava dikin.
Mîna ku li gorî berjewendîyên xwe li her cihê cîhanê Tirk dibînin, ji bo berdewamkirina talankirina welatê me yê parçekirî û dabeşkirî yê mêtingeh, înkarkirina hebûna me û Tirkkirina me didomînin. Lê belê, êdî rim bi têran ra hilnayê. Ji bilî me Tirkîtîyek heye û karker-kedkarên Kurd, jinên Kurd tenê û tenê li ser bingeha wekhevîyê dikarin bi vê Tirkîtîyê ra bên ba hev. Em bawer dikin ku gava ilûzyona ku şovenîzmê afirandîye têk biçe, gava karkerên Tirkîyê ji rewşa hîpnozê derkevin; ew ê bibînin ku rizgarîya wan bi rizgarîya Kurdistanê gengaz e.Ji ber vê, wekî dengê çîna karker a Kurdistanê û jinên kedkar, divê em xwe bi awayekî baştir bi proleteryaya Tirkîyê bidin bihîstin. Wekî ku em hişmendîya welatparêzîya sosyalîst digihînin proleteryaya Kurdistanê, divê em dengê xwe bigihînin proleteryaya Tirkîyê jî. Ê ku li Kurdistanê mêtingehkar e, li Tirkîyê bendav, xweza û ya herî girîng keda we talan dike, burjuvazî ye. Dijminê me, rizgarîya me û berjewendîyên me yek in, yekîtî ye. Neteweya Tirk mîna neteweya Kurd heye. Û rizgarîya rastîn a her duyan; di Şoreşa Yekbûyî ya Tirkîye-Kurdistanê da ye ku wê Yekîtîya Komarên Gel ên Tirkîye û Kurdistanê li ser bingeha wekhevîya tam a mafan ava bike. Yekane rêya çareserîya bi rastî sosyalîzm e!








Bir Yorum Bırak