METÎN BOTAN
Di çarçoveya têkilîyên hêzê yên ku têne guhertin û tê xwestin bêne guhertin da, emperyalîstên bi pêşengîya DYEyê û dewletên herêmî, mîna li her derê cîhanê, li Rojhilata Navîn jî şerê bazaran didomînin. Kurd tam di navenda vê şerê parvekirinê da ne. Ji ber pozîsyona xwe ya stratejîk û çavkanîyên xwe yên aborî, Rojhilata Navîn ji bo hemû hêzên emperyalîst û yên ku dixwazin para xwe ya bazarê zêde bikin, dibe sedema rawestana li cihê dîyarker ê sîyasetê. Ev rewş, Kurdan jî bixwazin jî nexwazin jî dikişîne navenda sîyasetê. Ji ber ku Kurd li her parçeyekî bi ast û naverokeke cuda jî be, xwedî hêzên sîyasî û leşkerî yên rêxistinkirî ne, ev yek wan dike dîyardeyeka ku divê bê hesibandin.Em hewl bidin ku van pirsan binirxînin:
Emperyalîzma DYEê li Rojhilata Navîn dixwaze çi bike, bandora wê li dewletên herêmê wê çi be, wê bi dewletên emperyalîst ên hevalbend û dijber ra çi pirsgirêk bijîn û bêguman para Kurdan wê çi be?
Bi Trump ra emperyalîzma DYEê ketîye helwesteke gelekî êrîşkar. Hêza xwe ya aborî, leşkerî û sîyasî, çi hevalbend be çi nebe, bi awayekî ku li gorî wê be bi kar tîne û ferz dike. Qanûnên kapîtalîzmê bi awayekî herî zelal bi kar tîne. Mîna ku Almanyaya Hitlerê li gorî asta pêşketina berhevkirina sermaye, pîşesazî û kapasîteya leşkerî û li gorî hewcedarîyên qanûnên kapîtalîzmê, xwesteka ji nû ve parvekirina cîhanê ferz kiribû. Di vê wateyê da şer ji kapîtalîzmê ra dîyardeyeka xwerû ye, yek ji qanûnên wê yên herî bingehîn e. Kapîtalîzm bê şer û şer bê kapîtalîzm nayê fikirîn. Herdu jî hevdu diafirînin û temam dikin.
Trump, li gorî berjewendîyên DYE ya emperyalîst, sermayeya wê ya yekdestdar û dewleta wê tevdigere. Trump tenê rûyê heyî yê emperyalîzma kapîtalîst a di serdema kûrewîbûna emperyalîst da ye, ne tiştekî din e. Hemû şerên ku li cîhanê bi mezin û biçûk tên meşandin, yan tam di navenda berjewendîyên pergala emperyalîst-kapîtalîst da ne yan jî parçeyekî neyekser in. Gava em asta ku kûrewîbûna emperyalîst gihiştîye li ber çav bigirin, tu şerê ku bandor lê nekiribe nayê fikirîn. Rojhilata Navîn û Kurd tam di navenda vê rastîyê da ne. Bêyî ku em vê astê ya sîstema emperyalîst-kapîtalîst û têkilîyên serwerî û parvekirinê yên li ser asta cîhanê li ber çav bigirin, em nikarin têkoşîna hemû bindestan, nakokîyên hundirîn ên pergalê û têkilîya wan û pirsgirêkên ku wê derxînin holê ava bikin, fêm bikin.
Em vegerin Rojhilata Navîn û Kurdan. Di navenda ji nû ve parvekirin û bazarkirina Rojhilata Navîn da DYEya emperyalîs radiweste. Ev dîyardeya yekem e. Divê em dewletên Rojhilata Navîn, têkilîyên wan hem bi DYE ra hem jî di navbera xwe da, rêxistinên berxwedanê yên di qadên cuda da û Kurdan di çarçoveya vê rastîyê da binirxînin. Divê em Brîtanya, Fransa, Rûsya, Çîn, Almanya, Îran, Erebistana Siûdî, Îsraîl, Tirkîye, Misir û hwd. di kategorîya ku bi awayekî, naverok û asteke cuda bandor dikin an dixwazin bandor bikin da bi cih bikin. Eger ev neyê kirin, ji van her yekê ra wê rolên ji yên ku dikarin bilîzin zêdetir an kêmtir bên barkirin. Bersiva ku wê ji wan ra bê dayîn, peyman, hevalbendî, ka ew ê domdar bin an na, heta kengî wê bên meşandin, di kîjan şertan da wê lê bê girêdan û meriv çawa wê bi awayekî şoreşgerî ji van hemûyan sûd bigire, ev rê nîşanî me dide.
Ka em li rewşa heyî ya şênber binêrin. Di çarçoveya Peymana Îbrahîm a 2020an da, DYEê dewletên ereb ên girîng anîne alîyê Îsraîlê. Peymana Îbrahîm bi vê wateyê, wekî amûrekê ji bo bi rêya Îsraîlê dizaynkirina Rojhilata Navîn tê bikaranîn û ev berdewam dike. Îsraîl li Rojhilata Navîn qoçberanê DYEyê ye. Hêzên ku bi vê qoçberanê ra ne li hev in, dikevin hedefa DYEê. Hêza aborî, leşkerî û sîyasî ya DYEê têxe merîyetê. Yên din, mînak Hamas, Hizbullah, Îran, Yemen, Haşdî Şabî, Sûrîyeya berê û hwd. rastî operasyon û şerê ferzkirî tên. Hemû alî li gorî îmkan, biryardarî, îrade û prensîbên xwe helwest digirin û hilbijartina xwe dikin. Ka DYE wê bi ser bikeve an na ev cuda ye. Lê ya şênber ev e. DYE bê teredût berjewendîyên xwe li cîhanê û Rojhilata Navîn ferz dike û meydan dixwîne. Ji ber vê yekê serokên dewletên Brîtanya, Almanya û Fransayê rûdinîne pêş xwe. DYE ya emperyalîst û sermayeya wê ya yekdest, nîşanî herkesî dide ka efendîyê rastîn kî ye.
Li Sûrîyê DYE ji bo niha gihiştîye armanca xwe. Bandora Rûsyayê birîye asta herî paş. Îran bêbandor kir. Kapasîteya şer a hêzên berxwedana Filistînê ku ji bo Îsraîlê tehdîd bûn sînordar kir û qels kir. Sûrîye ji bo niha di asta rêveberîyê da ji bo Îsraîlê ne gef e. Lê belê hebûna DAIŞ û rêxistinên selefî-cihadî yên nêzî wê di nav HTŞê da, vê gefê dike “ji bo niha”. DYE û Îsraîl tevî ku HTŞ û şefê wê yê îslamgera sîyasî ya dijminê jin û gelan Colanî serî li ber wan tewandîye jî, tedbîrê ji dest bernadin. Biryarên ku Colanî û çeteyên wî bigirin, wê ji sînorên ku ji alîyê DYEê ve hatine dîyarkirin dernekevin. Çi têkilîyên bi Îsraîlê ra be (ji bo di desthilatê da bimîne, rewabûna ku wergirtîye bi cih bîne û di koalîsyona li dijî DAIŞê da cih bigire, soz li ser sozê daye) wê bi Peymana Îbrahîm a ku yek ji planên stratejîk ên DYEê ye ve girêbide û serî bitewinîne.
Hûn li pesnê Trump ên ji bo serekê faşîst Erdoğan nenêrin. Yê ku herî pêş da bi planên DYEê yên li Sûrîyê û Rojhilata Navîn biat dike ew e. Yê ku di salên pêşîn ên desthilatdarîya xwe da li meydanan bi pesnê xwe da ku ew “hevserokê BOPê” ye, ew e. Ev rastî neguherîye. Tevî ku Îsraîl li Xezayê yek ji mezintirîn qirkirinên dîroka mirovahîyê dike jî, koalîsyona AKP-MHP, serekên wê yên faşîst Erdoğan û Bahçelî û dewleta Tirk, hewcedarîyên bingehîn ên artêşa Îsraîlê, madeyên xav ên girîng ên pîşesazîya leşkerî û hemû bazirganîyê pêk anîn. Dewleta Tirk jî tevî hemû dijminatîya xwe ya li Kurdan, di analîza dawî da neçar e li gorî berjewendîyên DYEê tevbigerin. Asta tehdîda ku dewleta Tirk ji Kurdan ra çêdike, wê li gorî tiştê ku DYE dixwaze bi Kurdan ra bike be.
Li Rojhilata Navîn û Sûrîyê hevalbendên emperyalîst hene: DYE, Brîtanya, Fransa û Almanya; hevkarên wan û dewletên xwedî bandora bilind hene. Li alîyê din blokbûyîna dijber heye: Çîn, Rûsya, Îran û dewlet û komên ku bandor li wan dikin an pê ra di têkilîyê da ne. Her parçeyekî Rojhilata Navîn di nav şerê parvekirina sîyasî, aborî, bazirganî, veguhastin û hwd. da ye. Têkilî, sînor, hevkarî, peyman û hwd. hemû li gorî hevsengîya nû ya hêzê teşe digrin. Gelê Kurd jî tam di nav vê nakokî û şeran da ye, hewl dide ku destkeftîyên xwe biparêze, qadên azadîyê fireh bike, li gorî têkilîyên hêzê helwest bigire û dîplomâsîyeke li gorî wê ava bike.
Xetereyên Li Benda Kurdan
Dema ku DYE ya emperyalîst dixwaze li gorî berjewendîyên xwe ji nû ve teşe bide Rojhilata Navîn, ev nayê wê wateyê ku îradeya hêmanên din ên piçûk û mezin tune ye an nikarin bandorê li pêvajoyê bikin. A tê gotin ev e ku DYE di cihê dîyarker da ye. Û ev dîyarkirina wê jî ji alîyê faktorên ku wê qels dikin, lez dikin an kêm dikin ve tê bandorkirin. Hamas, Hizbullah û berxwedan mînakên herî zelal in ku leza DYEê kêm dikin û nahêlin tiştê dixwaze bi awayê û asta ku dixwaze bike; li alîyê din Îsraîl, Misir û Tirkîye di cihê hêsanker da ne.
Destkeftîyên sîyasî, aborî û leşkerî yên gelê Kurd bi taybetî li Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûrîye yê, bi berjewendî û daxwazên hêmanên din ên ku dixwazin bandorê li herêmê bikin, bi taybetî Tirkîyeyê ra dikeve nakokîyê. Cihê ku vê nakokîyê li dijî Kurdan xwedî dike, Şam a di bin rêveberîya HTŞ û Colanî da ye.
Ji bo DYEê, HTŞ û Colanî di bêbandorkirina Rûsya û Îranê ya li Sûrîyê (ku yek ji astengîyên herî mezin ên berjewendîyên wê yên ji Rojhilata Navîn heta Kendavê û ji wir heta Çînê ne) da wekî amûrekê tê bikaranîn û rola wî hatîye dîyarkirin. Tu girîngîya duh û îro ya wî tune ye. Mîsyonek hatîye dayîn û Colanî vê mîsyonê bi cih tîne. Bi vê wateyê, hem ji bo DYEê hem jî ji bo berjewendîyên xwe, destê Colanî li Sûrîyê û herêmê xurt bûye. Ev jî tê wê wateyê ku wê li hember Kurdan sîyaseta bêlihevkirinê bimeşîne. Ev bêlihevkirinî jî bi berjewendîyên dewleta Tirk ra li hev dikeve. DYE wê hemûyan li ber çav bigire. Ji ber vê yekê DYE bi Kurdan ra hevalbendîyeke sîyasî ava nake, hebûna wan a sîyasî nasnake. Hê jî Kurdan wekî hêzeke leşkerî ya di şerê li dijî DAIŞê da dibîne û ji vê wêdetir rolekî nadê wan.
Kurd di têkilîyên hêzê yên herêmî û navneteweyî da pêşî neçar in bi hêza xwe bawer bin. Herwiha divê bi gelên herêmê, hemû beşên civakî yên bindest ra di yekîtî û hevgirtinê da bin. Tiştê ku li Sûrîyê bi navê “entegrasyon”ê li Kurdan tê ferzkirin, tasfîyekirina rêxistinbûna sîyasî, civakî û leşkerî ya ku heta niha bi dest xistine ye. Kurd bi rêxistinbûn û hêza xwe ya leşkerî, sîyasî û civakî xwedî hêz û îradeyek girîng in. Îradeya hemû hêzên ku dixwazin bandorê li îro û siberoja pêvajoyê bikin li hev diqelibin. Kurd jî neçar in ku li gorî berjewendîyên xwe, destkeftîyên xwe biparêzin û derfetên pêşdebirina wan biafirînin, bi vî awayî têkilîyan ava bikin.
Heke em vê bêjin wê ne xelet be: Ev ne şerê dawî ye. Ne ji bo gelên Sûrîyê ne jî ji bo gelên herêmê; ne ji karker, kedkar, jin, bawerî û çandên cuda ra tiştekî ku HTŞ û Colanî pêşkêş bikin tune ye û wê tune be. HTŞ û Colanî , tenê amûrekî nijadperest ê ereb, mezhebperest, dijminê jin û gelan, sîstema kapîtalîst û emperyalîzmê ye, ne tiştekî din e.
Îro roja parastina çeperan, rêxistinbûnê, parastinê û destkeftîyan e. Di pêşeroja Sûrîyê da cihê HTŞ û Colanî tune ye û wê tune be. Pirsgirêkên civakî, bawerî, çandî, aborî, sîyasî û leşkerî di alîyê HTŞ û Colanî da nayên çareserkirin, wê bi lez zêdetir bibe. Gel, bawerî, jin û hemû bindest wê çareserîyeke li gorî berjewendîyên xwe ferz bikin. Bawerîya bi vê li ser vê bingehê amadebûna ji bo şerên ku di pêşerojê da wê bêne jîyîn, erkê herî bingehîn ê serdemê ye.






Bir Yorum Bırak