Zinar Behrareş
Di 5ê Berfanbarê da Qesra Spî stratejîya nû ya “Ewlekarîya Neteweyî” ragihand. Ev belge, di şertên alozîya kûr û avahîsaz a ku kapîtalîzm tê da ye da ji bo planên pêşerojê yên emperyalîzma DYE (Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê) serbendek girîng dide. Di tevahîya dokumentê da ji emperyalîzma Çînê gelek caran tê behskirin û wekî hevrika stratejik a herî mezin a DYEê tê binavkirin.
Belge bi temamî di çarçoveya doktrîna “America First / MAGA” ya rêveberîya Trump da hatîye amadekirin. Gelek şîrovekar vê stratejîyê wekî guhertoya nûjen a Doktrîna Monroe ya sala 1823an dinirxînin. Şêwaz û nêrîna sîyasî ya Trump bi eşkere tê hîskirin.
Doktrîna Monroe, armanc dike ku hewldanên mêtingehkar ên hêzên Ewropî yên li parzemîna Emerîkayê asteng bike; li hemberî vê jî DYE dîyar dike ku li parzemîna Ewropayê ji hewldanên mêtingehkar ên rasterast dûr bikeve.
Stratejîya Ewlekarîya Neteweyî ya 2025an, ji Emerîka heta Asyayê, ji Ewropayê heta Rojhilata Navîn û Afrîkayê, analîz û pêşbînîyên berfireh ên di asta cîhanê da dihewîne.
Di vê nivîsê da em ê bi taybetî li ser sernavên Ewropa û Rojhilata Navîn rawestin.
EWROPA
Di serdema ku gefa şerê parvekirina sêyemîn di navbera hêzên emperyalîst da her ku diçe şênber dibe da em dibînin ku refbûn tûjtir dibin. Li alîyekî bloka emperyalîst a rojava bi pêşengîya DYE, li alîyê din jî eksena Rêxistina Hevkarîya Şanghayê ya navend Çîn e û Rûsya jî beşdarî wê dibe.
DYE, dixwaze pêşengîya xwe ya stratejik bide hevrika xwe ya sereke Çîn. Ji ber vê yekê, sîwanê parastinê yê li ser Ewropayê, yanî rola wê ya dîyarker di NATOyê da, gav bi gav kêm dike. Tê çaverêkirin ku dewletên Ewropayê ji niha û pê ve bargiranîya xwe ya leşkerî û sîyasî bêtir hilgirin.
Ev nêzîkatî, di heman demê da nîşana nakokîyên navxweyî yên blokên emperyalîst e. Li gorî mantiqa sîstemê, dema berjewendî li hev dikevin, hêzên emperyalîst ji şerê bi hev ra jî paşde namînin. Her yek ji wan di pey parçeya herî mezin a kekê da ye. Emperyalîzma DYE jî di vê pêvajoyê da dixwaze serwerîya xwe li hember Ewropayê biparêze.
Yek ji sernavên ku ev nakokî lê şênber dibin şerê Ukraynayê ye. Di serdemên destpêkê yên şer da DYE, li hember Rûsyayê bi awayekî giran piştgirîya Ukraynayê kiribû. Lê belê nêzî salek e nêzîkatîya Washingtonê bi awayekî eşkere guherî ye.
Têkilîyên nêzîk ên Trump bi Putin ra û pêşveçûnên ku bandora DYE li Sûrîyeyê zêde dikin – bi taybetî hilgirtina HTŞê ya girêdayî DYE li ser desthilatdarîyê – nîşan didin ku di navbera DYE û Rûsyayê da Ukrayna dibe mijara danûstandinê. Vê carê dibe ku hevsengi di leha Rûsyayê da were avakirin.
Di belgeyê da, eşkere tê gotin ku Rûsya li gorî Çînê di aborîyê da qels e, hêza wê ya rastîn jî ji kapasîteya çekên nukleerî (navokî) tê. Herwiha tê destnîşankirin ku dewletên Ewropayê, ji bilî çekên navokî, di warê leşkerî da li hember Rûsyayê xwedî serwerîyek eşkere ne.
Tiştê balkêş ew e ku DYE li pey “îstîqrara stratejik” a bi Rûsyayê ra ye. Li gorî belgeyê, Rûsya bi esasî berjewendîyên herêmî dişopîne û heta ku ev berjewendî rasterast li DYE nebin gef, dikare were tolerekirin.
Li hemberî vê, welatên NATO – bi taybetî Almanyaya û Fransa – di piştgirîya şerê Ukraynayê da biryardar in. Armanc, Rûsyayê di pêvajoyekî dirêj ya leşkerî û aborî da westandin û entegrekirina Ukraynayê bi NATOyê ra ye.
Di vê pêvajoyê da Almanya, têkilîyên xwe yên pragmatîk ên bi Rûsyayê ra yên li ser îthalata enerjî ya erzan qut kirîye û bedelên giran daye; hewcedarîya xwe ya enerjî ber bi dabînkerên nû yên wekî Erebistana Siûdî û Azerbaycanê ve veguherandîye.
DYE jî niha hevalbendên xwe yên Ewropî bi giranî radestî çarenûsa wan dike. Firotina çekan dê berdewam bike, lê belê ka ev çek ji Ukraynayê ra bi kredîyê bên dayin an na, ev ji bo Washingtonê bûye mijareke duyemîn.
Herwiha DYE dixwaze ku têgihiştina ku NATO wekî bloka leşkerî ya ku her tim berfireh dibe bi dawî bike. Di vê çarçoveyê da polîtîkayên antidemokratîk ên hikûmetên Ewropayê yên ku li hember piranîya gelê ku dixwaze şerê Ukraynayê bi dawî bibe berdewam dikin jî têne rexnekirin.
Di belgeyê da ji bo pêşeroja Ewropayê fikarên giran têne îfadekirin. Heke rewşa heyî berdewam bike, tê pêşbînîkirin ku Ewropa di nav 20 salan da bi temamî ji halê xwe yê îro cuda bibe. Di nav sedeman da tevgerên koçê jî têne jimartin. Herwiha tê pirsîn ku hin welatên Ewropayê di demeke dirêj da gelo ji bo DYE hevalbendên pêbawer dimînin an na.
Belge, bilindbûna partîyên popûlîst ên rastgir û tundrew bi erênî dinirxîne û eşkere îfade dike ku “berxwedana li hember rêgezên heyî yên Ewropayê dê di nav civakên Ewropayê da were teşwîqkirin”. Ev, tê wateya piştgirîya nerasterast a hêzên faşîst ji bo qelskirina YEyê.
Almanya û Fransa demeke dirêj e di pey kêmkirina bengîtîya xwe ya bi DYE ra ne û kapasîteyên xwe yên leşkerî xurt dikin. Piştî vê belgeya stratejîyê dê çi helwest bigirin ne dîyar e.
Serokomarê Almanyayê Merz jî gotîye ku hin tesbîtan fêm dike lê hin jî ji bo Ewropayê nayên qebûlkirin. Lê belê eşkere îfade kirîye ku Almanya nikare bi hêsanî ji DYE veqete: “DYE jî hewceyê hevalbendan e – heke bi Ewropayê ra nikaribe rê bimeşe jî bi kêmanî bi Almanya yê re.”
ROJHILATA NAVÎN
Belge, di derbarê Rojhilata Navîn da jî rêgezên bingehîn ên emperyalîzma DYEê bi awayekî zelal derdixe pêş. Û gelek sernavên di nivîsê da, bi rastî erêkirina fermî ya polîtîkayên ku niha li ser erdê têne sepandin in.
DYE, sedemên ku Rojhilata Navîn di nîv sed sala dawî da çima navendeke stratejik e bi sê sedeman rave dike:Çavkanîyên enerjîyê, pêşbazîya di navbera emperyalîstan da û xetereya belavbûna alozîyên herêmî li asta cîhanê.
Lê belê li gorî belgeyê du ji van sedeman niha derbasdarîya xwe winda kirine. Dabînkirina enerjî di asta cîhanê da cihêreng bûye, DYE jî li herêmê di warê leşkerî û sîyasî da gihîştîye pozîsyona herî bi avantaj.
Armancên bingehîn ên DYE li Rojhilata Navîn ev in:
– Astengkirina ketina çavkanîyên enerjî di bin kontrola hêzên hevrik da (bi taybetî Çîn)
– Vekirî girtina derbenda Hurmuzê (li başûrê Îranê, rîya bazirganîya deryayî ya girîng a petrolê)
– Ewlekirina rêyên bazirganîyê yên li Deryaya Sor (Mîlîsên Hûsî yên li Yemenê berê li keştîyên Îsraîlê êrîş kiribûn)
– Li herêmê domandina “têkoşîna li dijî terorê”
– Parastina ewlehîya Îsraîlê bi awayekî bêşert
DYE, dixwaze ku Rojhilata Navîn di pêşerojê da ji nasnameya xwe ya hilberînerê petrolê zêdetir bibe qada veberhênanê ji bo sermayeya navneteweyî. Di vê rêyê da teşwîqkirina kûrkirina îstîsmarê ya burjuwazîya hevkar di bin navê “cûrebûna aborî” da di sektorên nû da tê kirin. Şêwazên rêveberîya heyî yên monarşîyên Kendavê nayên pirsîn; têkilî bi temamî li ser bingeha berjewendîyan têne nirxandin. Ango tê îfadekirin ku divê ev rêveberî wekî ku hene bêne qebûlkirin û bi rêyên zorê neyên guhertin. Di belgeyê da rola DYE di hilweşandina Esed da an jî tehdîdên eşkere yên li hember Îran, Iraq û Lubnanê bi zanebûn têne paşguhkirin.
Peymanên Îbrahîm ên ku armanc dikin têkilîyên bi Îsraîlê ra normal bikin, ji bo DYE hîn xwedî girîngîyeke navendî ne. Lê belê firawanxwazîya bêsinor a Îsraîlê û polîtîkaya wê ya tunekirinê ya li hember gelê Filistînê, qada manevrayê ya DYE li herêmê teng dike. Di şertên heyî da îmzekirina vê peymanê ji alîyê Erebistana Siûdî ve hema bêje ne mumkûn e; ji ber ku ev dê li cîhana Ereban bibe alozîyeka giran a rewabûnê . Lê belê DYE dê zexta xwe bidomîne.
Di mijara Sûrîyeyê da ji Tirkîyeyê ra roleke kilît tê dayin. Pêkhatina desthilatdarîya HTŞê li seranserê welêt, bi hevkarîya hevbeş a Erebistana Siûdî, Urdun, Îsraîl û Tirkîyeyê tê dîtin. Ji bo DYE kontrolkirina axa Sûrîyeyê bi rêya komên cîhadîst an amadekirina HTŞê ya girêdayî El-Qaîdeyê ji bo desthilatdarîyê ne pirsgirêk e. Ev rewş, bi mêvandarîya Erdogan a berî demeke kin li Qesra Spî û wergirtina “rewabûnê” jî li hev dike.
Gotina “têkoşîna li dijî terorê” bi rastî tê wateya tunekirina hemû hêzên çekdar ên ne-dewletî yên ku astengîyê li stratejîya herêmî ya DYEê dikin. Di vê rêyê da DYE zextê li welatên cuda dike û bêçekkirina rêxistinên cihê ferz dike.
Li Lubnanê bêçekkirina Hizbullah tê xwestin; heke hikûmeta Lubnanê di vê mijarê da bi ser nekeve, bi tehdîdên destwerdana eşkere yên DYE û Îsraîlê ra rû bi rû dimîne. Li Iraqê jî armanc bêçekkirina Heşdî Şabî ya nêzî Îranê ye, bi vî awayî şikandina bandora Îranê li herêmê tê armanckirin.
Plana bêçekkirina berxwedana Filistînê jî di “plana aştîyê” ya 20 maddeyî ya sexte ya Donald Trump da şênber dibe; ev plan, bi rola çalak a Tirkîyeyê jî, armanc dike ku berî her tiştî hêzên berxwedana Filistînê yên wekî Hamas bêçek bike.
Di çarçoveya heman stratejîyê da, tasfîyekirina PKKê jî bi hinceta “ewlehîya neteweyî” ya Tirkîyeyê tê rojevê; bi vî awayî DYE hewl dide berjewendîyên herêmî yên hevkarê xwe yê stratejik Tirkîyeyê jî di vê çarçoveyê da garantî bike.
Filistîn–Kurdistan, Întîfada–Serhildan!
DYE, wekî li Filistînê, li Kurdistanê jî hewl dide polîtîkayên xwe yên mêtingehkar makyaj bike.Li Filistînê dema ku teknokrat li pêşîyê têne derxistin, rêkûpêkkirina ku desthilatdarîya rastîn di destê DYE û hevalbendên wê da dimîne tê sêwirandin, ji bo gelê Kurd jî çarenûseke wekî vê tê ferzkirin.
Stratejîya parastina neteweyî, nîşan dide ku pozîsyona Tirkîyeyê li Sûrîyeyê dikare xurt bibe. Ev rewş, pêşeroja Rojava dixe nav bêdîyarîyê. Tirkîye di tasfîyekirina xweserîya defacto ya Rojava da bi biryar e û di vê rêyê da li ser HTŞê zextê dike. Ne pêkane ku HTŞ, Rojava bi leşkerî têk bibe. Ji ber vê yekê alî bi zexta DYEê, peymana 10ê Adarê pêş dixin û demê distînin. Ev peymana ku entegrasyona Rêveberîya Xweser a bi Sûrîyeyê ra pêşbîn dike, tevî nexşeya dîyarkirî, niha ne rastbîn xuya dike.
Rêveberîya HTŞê, çavê xwe, ji alîyê Îsraîlê ve dagîrkirina başûrê Sûrîyeyê ra digire; bi derxistina komên Filistînî ji sînor, bi rastî xizmeta Îsraîlê dike. Ev rejîm, dijminê eşkere yê gelê Filistînê û hemû bindestên li herêmê ye.
Destkeftîyên demokratîk ên ku gelê Kurd bi şoreşa Rojava afirandîye jî têne armanckirin. Tê xwestin ku Tirkîye û Îsraîl, wekî hevkarên daîmî di nav sîstema emperyalîst da bêne bi cihkirin.
Ji ber vê yekê ji bo Kurdan û gelên din ên bindest ên Sûrîyeyê ev rêkûpêkkirina Sûrîyeyê ne çareserî ye, rejîmeke nû ya zordar e. Aştî ya rastîn tenê bi têkoşîna hevbeş pêkan e. Ji ber ku di serdema kûrewîbûna emperyalîst da hêzên zordar çawa bi hev ve girêdayî bin, berxwedan jî neçar e yekbûyî be.
Ev stratejîya ewlekarîya neteweyî, bi eşkere belgeyeke amadehîya şer e. Emperyalîzma DYE, hay jê heye ku îhtimala şerê parvekirina sêyemîn dibe ku ji îhtimalê derbasî rastîyê bibe. Hewildan tê dayîn ku pergala rizîyayî ya kapîtalîzmê bi şeran were parastin; heta ku têkoşîna bindestan vê pergalê bişîne çopxaneya dîrokê.






Bir Yorum Bırak