Şoreş û sosyalîzm, her çiqas weke ku îsbata fikra bê şoreş sosyalîzm ne pêkan e, ev herdu têgeh bi hev ve girêdayî bin jî du têgehên cuda ne. Gelek şoreşên ku sosyalîzmê armanc nakin çêbûne. Sosyalîzma bê şoreş di şertên îro da dibêtîyeka ne pêkan e. Şoreş û sosyalîzm çi ne û têkilîya dîyalektîk a di navbera wan da çawa tê avakirin?
Şoreş bi gotina herî klasîk, karê hilweşandina ya kevn û li şûna wê avakirina ya nû ye. Di kesan da şoreş pêkanîn, hilweşandina kevnahîyên xwe û li şûna wan avakirina yên nû jî dihewîne. Lê mijara me ji guherîneka ku kes bi serê xwe dikare di xwe da çêbike gelek bi hêztir; şoreşa civakî bi xwe ye. Şoreşa civakî; li şuna ya kevin ava kirina hegemonyaya sîyasî, aborî, çandî û îdeolojîk mecbûrî dike. Kevn (bi hemû rêxistina dewletê ve) pergala sîyasî ya burjuva, aborîya kapîtalîst, îdeolojîya burjuva û hegemonyaya wî ya çandî ye. A kevn rolên zayendî yên civakî û zilamperestî-pergala baviksalarî ye. Naskirina van, fêmkirina ku ew kevn in û dimirin; her gava ku dirizin bi xwe ra dirizînin, ji mirov ra ji bo hilweşandina ya kevn kîn û nefret a pêwîst dide. Çêkirina pênaseya zanistî ya van, dagirtina binê her têgehê bi bi dehan têgehên nû belkî ji bo gotareke îdeal e. Lê ravekirina rastîyê ya herî tazî ji têgehên “herî xemilî”, “herî nû” û “herî zanistî” bi hêztir e.
Di vê beşa nivîsa xwe da me jî dixwest bi axaftina li ser jîyana burjuvayan dest pê bikin, lê ji ber ku em jîyana wan a di asta herî nizim da jî tenê di televizyonan û lêkolînên xwe da dibînin, em fikirîn ku bi wê dest pê kirin ne li cih e; çêtir e em ji cihê ku em dizanin, ji jîyana karker û kedkaran dest pê bikin. Ji jîyana xwe…Em rawestin û li derdora xwe binêrin û bibînin ku em di çi şevreşkê da ne, çi “term” li ser sînga me diçewisîne. Serê xwe ji şikir û tefekkura, ji fikra qederê ya bi hegemonyaya îdeolojîk-çandî ango olî ya ku ji me ra hatîye ferzkirin demeke kin rakirin û li derdora xwe binêrin, em ê ji xizanîya ku em tê da ne haydar bibin? Em ê hesabê vê bipirsin, ez ne bawer im(!) Ji ber ku mirov bi piranî bûyer û rewşên ku tê da ne, piştî ku gava derve avêtin dibînin. An jî bi piranî wisa dibe, gava em serê xwe rakirin û li derdorê mêze bikin em dibînin ku bi hezaran bêkar hene, bi sedan mirov ji çopê têr dibin, bi hezaran mirov neçar in parsektîyê bikin û em serê xwe dîsa li ber xwe diçemînin û dibêjin “bi kêmanî karê min heye ku bi rûmet nanê malê peyda dikim”. An jî em şikir dikin ku “bi kêmanî yek heye ku nanê malê bîne”. Lê fêmkirina rewşa ku em tê da ne û ji vê rewşê derketin, gav avêtin, tenê bi bi destxistina hişmendîya çînî dikare bibe agirê ku bi çirûskekê pê bikeve. Malbatên ku dikarin nanê malê bînin, malbatên ku zarokên wan dixwînin û debara wan dikin, jin, mêr û LGBTÎ+ yên ku dahatîya xwe bi xwe peyda dikin her tim xwe bi siûd dihesibînin, ên yek gav jortirê vê xwe “dewlemend” dihesibînin. Lê nivîna wan ji ya cîranê wan 3-5 santîm dirêjtir e.
Milyonên ku şevê bi birçîbûnê nîv hişyar nîv hişçûyî derbas dikin, sibehê zû divê rabibin. Şensa wan a “tembelîyê” tune. Her roj ji ber ku baş dizanin taştêya li derve çiqas barê aborî zede dike, li malê parîyekê dixwin û dikevin rê. Bêguman ger mêr be û zewicî be hevjîna wî berî wî rabûye û taştêya wî amade kirîye; hevjîna wî kedkara malê ye an karker e li vir ne nabe mijar. Bi rastî, divê di her zengila vê zincîra talanê da em ked a jina hundirê malê ya nedîtî rêz bikin, lê ji ber ku ev dê nivîsa me ji çarçoveya wê derxe em tenê bi vê behskirinê têr dibînin. Ketina rê ya karker, bi piranî wî dixe nav du alternatîfan; divê bi pîyê here kar an ji bo çûyîna kar ewqas pere ji dest derxe… Ger servis hebe ê zû derkeve û li nava rê sibehê zû li benda servisê bimîne, ger tune be bi mînîbûsê hewl bide xilas bibe, di dawîyê da bi otobûs-metrobusê siwar bibe… Gava digihîje cihê kar dîsa xwe di nava maratonê ya diran bidiran dibîne. Ji bo her tiştê ku wê bijî neçar e tehemul bike. Roj diqede, hefte derbas dibin, serê mehê tê! (Yên ku nayên jî ne kêmin)
Anîna serê mehê, bi kêmanî tekle kirina deynan marifeteke mezin e; êdî dimîne dua kirina mirov ji bo di nav vê da derneketina masrafa nexweşxaneyê, dawet an masrafa dibistanê ya zarok(an) e. Ku bi kêmanî du quruş bikeve alîyekî. Ne ji bo veberhênanê bêguman, ger ji qaza û belayê bimîne ji bo di cejnê da kêfxweşkirina kesekî li malê, ger kes tune be jî qencîyekê ji bo xwe… hemû ev e, ji maaşê li ser sînorê birçîbûnê yê ku tê veqetandin ji çi ra têr dibe.
Bi milyonan mirov bi maaşên sê quruşan hewl didin “bijîn”. Hema bêje tu tiştî ku bi destên xwe çêdikin nikarin bikirin. Karkerên restoranê di vê mijarê da hinek bi şens in, lê piranîya karkeran ji tiştê ku burjuva dixwin û vedixwin jî agahdar nînin. Bi milyonan karker, di serma û seqema zivistanê da, di germa havînê da neçar in bixebitin, lê burjuva difikirin ku rojê li kêleka kîjan deryayê derbas bikin – şîvê li kîjan welatî bixwin. Beşeke girîng a burjuvayan, êdî çiqas pereyê wan heye jî bi temamî nizanin, li şûna wê pergaleke kastê ya ku hemû pere û karên wan jî birêve dibe ava kirine. Hemû dem ê wan e û hemû îmkan û derfet bê sînor di destê wan da ne… û ev îmtîyaz(cudahî) bi ked a bi milyaran mirovên ku tevahîya jîyana xwe bi xebatê derbas dikin bi dest xistîye. Awayê bikaranîna vê îmtîyazê jî (ji keda xwe ra bîyanî bûna mirov li hile kê), mirov ji hemû nirxên mirovî dûr dixe û di bin hegemonyaya çanda burjuva da rizandina mirov armanc dike. Bi felsefe, çand, medya û perwerdeya xwe hemû tişt tenê ji bo domandina pergala îstîsmarê tê rêxistinkirin. Ji bo vê jî gava pêwîst be “bi sor boyax kirina kapîtalîzmê” û wî weke “sosyalizm” firotina ji me ra jî paş ve venakişe. Wê demê weke ku karkerekî berî sed salî bi israr digot “ji bo me li vê cîhanê du çîn hene, burjuva û proleter”. Û proletarya baş dizane kê li alîyê kê ye. Ji ber vê yekê jî girseyên şoreşger, di dibistana şoreşê ya ku bi serhildanan derbas bûne da perwerde dibin, hişmend dibin û rêxistin dibin, meş a xwe ya ber bi şoreşê ve bê navber didomînin.
Em bibêjin ku me li parçeyeke biçûk a dîktatorîya burjuva ya li ser cîhanê şoreş çêkir û me ew hilweşand. Ji bo parastina vê destkeftîyê divê em bikaranîna çekê bi awayekî bi bandor berdewam bikin, ma ne wisa ye? Bêguman, ji Komûna Parîsê heta îro em dizanin ku ev mecbûrîyetek e. (Pratîka şoreşa Rojava vê rastîyê her sanîye îsbat dike.) Em dikarin vê hem li dijî dewletên burjuva yên li derve hem jî li dijî bermahîyên burjuva yên li hundir weke tedbîrekê binirxînin. Ji bilî çekê, zagonên me jî bêguman li hember şoreşa me rêxistinbûn, çekdarbûn, serxwebûna aborî, azadîya gotin-çalakî ya burjuvazîyê qebûl nakin. Ji bo ravekirina vê jî pêdivî bi çareserîyên teorîk ên kûr tune, tenê xwendina dîroka şoreşan û şopandina nûçeyên sîyaseta rojane, di vê mijarê da (kesên li heman alîyê ne) hemûyan digihîne heman fikrê. Ma ne divê dadgehên me yên ku zagonên me yên li dijî burjuvazîyê û hiqûqa me ya civaka sosyalîst di pêvajoya parastin-avakirinê da bi kar bînin, organên me yên qenûndanînê (meclîsên karker-kedkaran), navendên me yên islahkirinê, sazîyên me demeke din jî hebûna xwe bidomînin? Hebûna van sazî û rêxistinan hemûyan ma dewletê (lê ji ber ku li ser meclîsan tê avakirin dewleta ku ne dewlet e) çênake? Hûn jê ra çi bibêjin bêjin, pergala parastina mecbûrî ya ku hûn li hember a kevn ava dikin, we li hember wî dike dîktatorîyek û pergala we ava kirîye dike dewleteke ku wê bigihîne armanca dawî. Qasî ku hûn van weke xeter dibînin û dûr dikevin, bi wê qasî hûn ji proletaryayê dûr dikevin. Ji ber ku dîktatorîya proletaryayê ji bo karker-kedkar û jinan li dijî burjuvazîyê dîktatorîyek e! Wê demê ji bo kesên li vê alî da tu tiştekî tirsê tune. Ev mîna derewa din a burjuvazîyê ya li ser sosyalîzmê ye ku “yên ku naxebitin jî wê bi yên dixebitin ra heman maaş bigirin – wê bibin hevpar”! Ji ber ku îro jî komeke parazît a ku naxebitin li ser ked a bi milyaran mirovên dixebitin dijîn. Û ev parazît, nifûsa pîr a ku tevahîya jîyana xwe bi xebatê derbas kirîye jî dikarin weke çop ilan bikin. Eşkere ye ku ew jî baş dizanin ku li ser ala sosyalîzmê “ji her kesî li gorî şîyana wê-î, ji her kesî ra li gorî ked a wê-î” nivîsandî ye. Armanc eşkere ye, wek ku ew îmtîyazên xwe bi “îqna û exlaqê” nadin, hemû îmkanên vê bi awayê fikrî jî dixwazin tune bikin.
Lê em dîsa vegerin gotina leşkerê Bolşevîk, du alî hene. Ji alîyekî pergala kapîtalîst a bi artêş, dewlet û dîktatorîyên burjuva; ji alîyê din ve jî pergala sosyalîst a bi pêşengîya proletaryayê (ku jê ra tê ferzkirin ku dev ji çek, dewlet û dîktatorîya proletaryayê berde). Ger pergaleke sosyalîst bê avakirin ev yekem vebijarka derbasdar e. Ji ber ku pêşnîyarên “sosyalîzm” ên ji derveyê vê, dikarin weke “civakperestî-gelperestî” hebin, lê gotina sosyalîzmê di wateya zanistî da zehmet e. Ji ber ku gava yekem a sosyalîzmê, rakirina mulkîyeta taybet a li ser amûrên hilberînê û civakîkirina van e û bi vê ve girêdayî rêvebirina wan e. Hemû sosyalîzmên ku vê gavê ya ber bi binesazîya maddî ve înkar dikin, mahkûm in ku pêvajoya avakirinê jî nebînin.






Bir Yorum Bırak