Sîmaw Roj
Jin Jîyan e, Jîyan Berxwedan e!
Ji ser kuştina jina Kurd Jîna Mahsa Amînî ya ji alîyê “polîsên exlaqê” yên rejîma faşîst a melayan ve li Tehranê hatibû kuştin ra 3 sal derbas bûn. Kuştina Jîna ya ku jina Kurd a 22 salî bû ne tenê kuştina jinekê bû; ew şêwaza herî zelal a zordarîya sîstematîk a li ser beden û jîyanên jinan a rejîmên paşverû yên zilamperest bû.
Rejîma paşverû ya melayan ji salan ve bi polîtîkayên tirsê hewl da ku jinan bitirsîne, bêdeng bike û desthilatdarîya xwe bi wan bide pejirandin. Bi îdaman, bi qanûnên paşverû, bi amûrên zordarî, bi tundîya dewletê armanc dikirin ku civakê bê bertek bihêle. Lê belê vê carê polîtîkaya tirsê ya dewleta faşîst a paşverû berevajî bû. Serhildana ku ji Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, pêşî li çar alîyên Îranê belav bû, paşê gihîşt hemû parçeyên Kurdistanê. Jinan alên xwe yên berxwedanê li barîkatên herî pêş bilind kirin.
Dirûşma”Jin, jîyan, azadî” wekî mîrateya berxwedana jinên Kurd ji Îranê ber bi cîhanê ve belav bû û bû bangewazîya serhildan û azadîya jinan. Ev serhildan ne tenê ji bo cilê wan bû; ew serhildan li dijî serwerîya zilamperest a li ser hemû jîyana wan bû. Navê Jîna Amînî bû sembolê têkoşîna azadîya jinan. Vê daneheva têkoşînê ya dîrokî ya ji çîyayên azad heta dîroka berxwedanê ya li Bakurê Kurdistanê ji wir jî heta şoreşa jinan a Rojava berdewam kir, bi kuştina xwişka me Jîna Amînî derbasî qonaxeka nû bû.
Berxwedana ‘Jin, jîyan, azadî’ ya di 16ê Îlona 2022an da dest pê kirî, di pêşengîya jinan da serhildanek mezin a civakî derxist holê. Çalakîyên Jin, jîyan, azadî jî bi awayekî zelal nîşan da ku sedsala 21an sedsala şoreşên jinan e. Di çarêka yekem a vê sedsalê da, li gelek cihên cîhanê tevgerên jinan ên fireh belav bûn. Di sala 2012an da li dijî El Nûsra, piştra jî tarîtîya DAÎŞê, şoreşa jinan a Rojava di pêşengîya jinan da dest pê kir. Li Tirkîyê di sala 2015an da ji bo xwendekara Zanîngehê Özgecan Arslan a ku hat kuştin, bi sedhezaran jin bi dirûşma ‘Dawî Bidin Qirkirina Jinan” ber bi qadan ve meşîyan. Li Arjantînê li dijî qirkirina jinan, pêşengîya tevgera Ni Una Menos (Em ê êdî keseka din kêm nebin-2015) kirin. Li dijî tacîz û tecawuza mêran, li DYEê tevgera Me Too (2017) bû zemînek ku jinên cîhanê li hev kom bibin. Li Şîlîyê tevgera La Tesis (2019) ku hebûna polîtîkayên dewletê ya li pişt tacîz û tecawuzê eşkere kir, têkoşîna li dijî tundîya mêr û dewletê hevpar kir. Jin, li gel têkoşîna azadîya jinan, bûn kirdeya sereke ya têkoşîna civakî.
Berxwedana Jinên Kurd Îlham Da Cîhanê
Di sala 2022an da piştî kuştina Jîna Amînî, bi çalakîyên Jin, jîyan, azadî yên ku li Îranê dest pê kir û li cîhanê belav bûn, jinên wekî esasê têkoşîna azadîya civakî ya li herêmê û li cîhanê, asta pêşketina têkoşîna rizgarkirina jinan nîşan dan. Fikra ku sedsala 21an sedsala şoreşên jinan e, di pratîkê da jî xurt kir. Ji ber vê yekê, jin pozîsyona xwe ya wekî dinamîka civakî ya herî bihêz û hêza pêşeng a têkoşînê diparêzin û didomînin. Serhildana jinan a li dijî pergala emperyalîst a zilamperest a ku dijminê gelên cîhanê ye, xisletekê kûrewî girt. Ji ber vê yekê têkoşîna azadîya jinan (TAJ) ji du heta îro li dijî pergala kapîtalîst a baviksalar, li dijî dagirkerîyê, înkarê, mêtingehkarî û faşîzmê bû têkoşîna kûrewî ya berxwedan, têkoşîn, wekhevî û azadîyê. Li hemberî me pergalek kapîtalîst a zilamperest heye ku ji serî heta binî bi amûrên zordarî ye rêxistinbûyî ye û di hemû civakê da belav bûye. Wek ku bingeha zayîna pirsgirêka jin ne ferdî ye, azadbûna wê jî ne ferdîye, di rizgarîya civakî ra derbas dibe. Serkeftina têkoşîna li dijî êrîşên kapîtalîst, êrîşên mêtingehkar ên zilamperest, rizgarkirina ked û bedenên jinan, tundîya ku bi destê dewleta mêr pêş dikeve, ji rêxistinbûna jinan derbas dibe.
Rejîma Zilamperest Dixwaze Têkoşîna Me Ya Azadî Û Wekhevîyê Bifetisîne
“Rejîma melayan a Îranê, li dijî jinên ku kirdeyên serhildana Jin, jîyan, azadî ne zordarîya xwe didomîne. Bi taybetî jinên Kurd, Belûc û Ereb, jinên Îranî, Rojhilatî di bin zextên mezin da ne. Rejîma mêtingehkar, a zilamperest a melayên paşverû dixwaze têkoşîna me ya azadî û wekhevîyê bifetisîne, tune bike.
Tirsên ku ji serhildana jin, jîyan, azadî tên, xurtir dibin û hebûna xwe diparêzin. Ew jî dibînin ku piştî şoreşa jinan a Rojava, serhildana ku li dora dirûşma Jin, jîyan, azadî, li Rojhilat pêşket, nîşan dide ku dê sedsala 21an wekî sedsala şoreşên jinan bê jîyîn. Ji ber vê yekê, ew di tirsînê da mafdarin. Jinan di pratîkên xwe da nîşan dan ku da tirsên hemû rejîmên paşverû, mêtingehkar, faşîst ên zilamperest vala dernexin. Şoreşa jinan a Rojava bû pûxteya yekem a vê yekê.
Ji Rojava heta Îranê; ji Rojhilat heta Efxanîstanê û Tirkîyê hemû jinên Rojhilata Navîn hêvîyên xwe yên ji bo jîyaneka azad û wekhev mezin dikin, têkoşînên xwe didomînin.
Wekî du îro jî, azwerîya jinan a wekhevî û azadîyê ne bi girtinan, ne bi îşkenceyan, ne bi cezayên zindanan, ne bi biryarên îdamê hate tunekirin, nayê tunekirin jî. Jin li pey gotina ku ew bi sedsalane dibêjin in; ’em hebûn, em hene, em ê bin’.
Têkoşîna du alîyî ya jinên a Kurd
Li Rojhilata Navîn, yek ji nimûneyên herî bihêz ê têkoşîna azadîya jinê, bê guman têkoşîna ku jinên Kurd dimeşînin e. Em, wekî jinên Kurd, ne tenê ji ber nasnameya xwe ya neteweyî di hedefa dewletên mêtingehkar da ne. Di heman demê da bi nasnameya xwe ya jin, bi keda xwe, em li hember zext û kedxwarîya pergala civakî ya baviksalar û kapîtalîst man. Ji ber vê yekê em têkoşîna neteweyî, çîndarî û zayendî bi hev ve dimeşînin.
Em jinên Kurd li hember komkujîyan, tecawuz û tacîzan di rewşa berxwedanê da bûn. Me bi gotina”Laş ya min e, biryar ya min e” li dijî rejîmên paşverû, yên îslama sîyasî û melayan ên ku fetwayan li ser me dibarin, li dijî ‘huqûqa Îslamê’ ya ku rewa dibînin serî hilda. Destkeftîyên ku wekî jinên yek bi yek, di jîyana ferdî ya huquqî, civakî da em ê bi dest bixin / rêyên rizgarkirina ferdî, dê nekare vê qefesa piralî ya zext û îstîsmarê ya ku li ser me heye, parçe bike. Ji ber vê yekê divê têkoşîna me ya azadîya jinan, li hember pergala ku di nav da kedxwarîya çîndarî, zexta neteweyî û serwerîya zayendî bi hev ve girêdayîne, bibe hêzeka şoreşger a wêranker.
Şoreşa Jinan a Rojava Hêvîyên Me Mezin Kir
Pêvajoya şoreşê ya ku di sala 2012an da li Rojava dest pê kirî, di ezmûna kirdebûyîna di têkoşîna şoreşê ya jinan da bû xaleka esasî. Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) ne tenê hêzeke leşkerî ye; ew bû sembolê ku jin bi xwe biryara çarenûsa xwe didin.
Di sala 2014an da di berxwedana Kobanê da Arîn Mîrkan, ji bo şikandina dorpêça DAÎŞê bedenê xwe feda kir û bû sembola berxwedanê. Ev çalakîya wê ne tenê têkoşîna parastina axê bû. Ev çalakî, vîna jinan a li dijî tarîtîya zilamperest û îslama sîyasî ya DAÎŞê, bû meydanxwestin. Jin a Komunîst a Kurd a şervan Sarya Özgür, wekî nûnerê xêta welatparêzîya sosyalîst, di nav şerê Kobanê da bi kenên xwe li dijî hovîtîya DAÎŞê ya ku naxwaze dengê jinan jî bibihîze, ji enîyekê heta enîya din têkoşîna xwe mezin kir. Şoreşa Jinan a Rojava, jinên Kurd, Ereb, Ermenî, Sûryanî, Asûrî, Elewî, Dûrzî, Afrîkî, Emerîka Latînî û Ewropî li hev kom kir û ezmûnek berxwedana enternasyonal afirand. Vê ezmûnê nîşan da ku têkoşîna hevpar a jinan li dijî baviksalarî û paşverûtîya îslama sîyasî pêkan e û pêwist e.
Esasê hevpar ê van jinan ne tenê di têkoşîna azadîya neteweyî da li hev hatin bû; ew di têkoşîna civakî û zayenda jinan da bûn kirde û xwe gorî azadîyê kirin. Wan hem li dîroka gelê Kurd hem jî li têkoşîna azadîya jinan mîrateyeka berxwedanê ya bi tîpên zêrîn hatîyê nivîsandin hiştin.
Jin Jîyan e: Jîyan Nayê Teslîmgirtin
Îro wekî jinên Kurd û jinên Rojhilata Navîn em di bin zextên pir alî da ne. Em di her warê jîyanê da bi van zext û êrîşan ra rû bi rû ne. Li malê, li kolanan, li kargehan, li qadên têkoşîna şoreşger. Lê her êrîş, têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan hîn mezintir dike. Dîrok nîşan dide ku: Ji 8ê Adarê, 25ê Mijdarê yên ku wekî roja têkoşîna jinan hatin bidestxistin heta şoreşa jinan a Rojava, ji Arîn Mîrkan heta Jîna Amînî têkoşînên ku hatin meşandin, her ezmûna ku hat komkirin, rêya azadîya jinan vekir. Û her ezmûnê nîşan da ku dema jin bibe hêzeka rêxistinbûyî, ew dikare çi bi dest bixe.
Jin êdî ne “tişteka kesekî” ye. Jin, wekî jin heye. Û navê vê hebûnê, azadî ye. Îro peywira me, mezin kirina vê daneheva dîrokî, rêxistinbûn û bi hev ra vekirina rêya azadîyê ye.
Ji ser kuştina Jîna Amînî sê sal derbas bûn. Lê belê di vê demê da dinamîka têkoşîna jinan venemirî, berevajî zindîbûna xwe parast. Îro îfşakirin, bi piştgirîya jinan a ku hêz didin hev, bu parçeyek girîng ya dengê jinan ali hemberî tundîya zilamperest. Jin li hember her cureyê zextê ya ku li ser wan tê ferzkirin, li dijî hewldanên bêdengkirinê dengên xwe bilind dikin; piştgirî û têkoşînên xwe mezin dikin.
Peywira me, mezinkirina vê daneheva dîrokî, rêxistinbûn û bi hev ra vekirina rêya adîyê ye. Ji ber ku em dizanin: Jin jîyan e; jîyan nayê radestkirin. Jin, jîyan e, nikarin jîyanê bikujin, nikarin teslîm bigirin!







Bir Yorum Bırak