Diren Şafak
Li Sûriyeyê, ji ser hilweşîna rejîma Esad ra salek derbas bû. Ji nû ve dizaynkirina Rojhilata Navîn ji bo berjewendiyên emperyalîzmê, bi bêbandorkirina li Filistînê Hamas, li Lubnanê Hizbullahê pêvajoyeke nû dest pê kir. Paqijkirina rê ya Korîdora Aborî ya Hindistan-Rojhilata Navîn-Ewropa (ÎMEC) bi hilweşîna Esad gihîşt qonaxeke nû. Çeteyên Heyet Tahrîr el-Şam (HTŞ) yên ku Colanî serokatiya wan dike li Sûriyeyê kirin desthilatdar. Rejîma Baasê ya 60 salî bi dawî bû. Vê guherîna desthilatdariyê, guherîneke girîng li herêmê jî bi xwe re anî. Hevsengî, ber bi aliyê DYE, Îsraîl û dewletên paşverû yên herêmê ve guherî.
Emperyalîstên rojavayî û dewletên paşverû yên herêmê yên ku li Îdlîbê HTŞ ya ku şaxê El-Nusra û El-Qaîdeyê ye diparastin û perwerde dikirin, bi êrîşa di 27ê Mijdara 2024an da dest pê kirî Heleb, Hema û Humus girtin. Rejîma Esad a ku li hember çeteyan berxwedan nekir, di 8ê Berfanbara 2024an da mifteya Şamê da destê HTŞê. Desthilatdariya Esad bê berxwedan welat radestî çeteyên cîhadîst kir. Ew bi malbata xwe re çû penaberiya Rûsyayê.
Bi hevkariya ku li ser planên emperyalîstan ên Rojhilata Navîn a nû hate peydakirin, rejîma Baasê ya 60 salî di 12 rojan da hilweşiya. Gava piştgirên wê Rûsya û Îran ji navê vekişiyan, ji bilî hiştina desthilatdariyê çareya Esad nemabû. Ev plan ji 2019an ve hate amadekirin û di dawiya 2024an da hate xebitandin.
Bi girtina Şamê ji aliyê HTŞ ya cîhadîst û çeteyên din ve li Sûriyeyê demeke nû dest pê kir. Bandora Rûsya û Îranê li ser Sûriyeyê hate şikandin. DYE, Îngilîstan û Îsraîlê dest bi tijîkirina cihên ji wan vala bûn kirin. Dewletên paşverû yên herêmê, dewleta dagirker a Tirk, Siûdî Erebistan û Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî(MEY) jî ji bo ji Sûriyeya nû parekê bigirin dest bi tevgerê kirin. Dewleta faşîst a Tirk, bi destê çeteyên SMO yên ku xwedî dike û diparêze, Siûdî û MEY jî bi sermayeya xwe dixwazin li Sûriyeyê bandora xwe zêde bikin.
Ji bo girtina Şamê ji aliyê çeteyan ve tu kesî deng nekir. Emperyalîstên rojavayî, Colanî û HTŞê di 2018an da xistin lîsteya “Rêxistinên Terorê yên Biyanî”. Ji bo serê Colanî jî 10 milyon dolar xelat danîn. Niha, bi serokatiya emperyalîzma DYE ji lîsteya terorê derxistin. Xelata danîn hate rakirin. Colanî, di 10ê Mijdara 2025an da li Qesra Spî hate mêvan kirin. Ev kêm ma, peymana “beşdarbûna di koalîsyona têkoşîna li dijî DAÎŞê” jî hate îmzekirin.
Emperyalîstan, bi lez ji bîr kirin ku ew yekî DAÎŞî yê kul i serê wî xelat heyî bû. Ji bo pîrozkirin li pey hev rêz bûn. Bi navê Ehmed Şara dest bi rewa kirina Colanî kirin. DYE û Tirkiye piştgiriya xwe ya eşkere dan. Siûdî, MEY û Qatar jî bi fînanskirinê piştgirî dikin. Bi vî awayî Sûriye, ji eksena Rûsya û Îranê tê qutkirin û li gorî polîtîkayên emperyalîzma DYE tê avakirin.
Emperyalîstan ji Colanî û çeteyên wî erkdar kirine. HTŞ, heta ku ev erk baş pêk bîne, bi piştgirî û parastina emperyalîst û dewletên paşverû yên herêmê dê desthilatdariya xwe bidomîne. Erkê danê ev e: Dawîkirina hebûna dewleta Îranê li herêmê, sînordarkirina bandora Rûsyayê li Sûriyeyê, vekirina Sûriyeyê ji bo bazara emperyalîstên rojavayî, peydakirina ewlehiya xeta enerjiyê ya ku bi projeya ÎMECê ber bi rojava ve diçe, ji bo ewlehiya Îsraîlê tu xeterê çêneke û ger hebe wan bêbandor bike. Dixwazin HTŞ li Rojhilata Navîn bibe cendermeyeke baş a DYE û hevkarên wê.
Ji bo ku çeteyên HTŞê van erkên xwe baş pêk bîne, divê li hundirê Sûriyeyê hêza xwe nîşan bide. Ji bo vê zêde dem winda nekir. Yekem êrîş ji herêmên ku Kurd lê dijîn dest pê kir. HTŞ ya Colanî, SMO û çeteyên din dixwestin bi lez pêş ve biçin. Çeteyên selefî cîhadîst di 2ê Berfanbara 2024an da Til Rifat dagir kirin. Efrînîyên ku li vir weke koçber dijiyan careke din koçber kirin. Paşê, rêxistinên Filistînî yên ku ji terora Îsraîlê neçar man li Sûriyeyê bijîn derxistin, saziyên wan bi lez girtin.
Çeteyan, di 8-10ê Berfanbara 2024an da Minbic dagir kirin. Qirkirin pêk anîn û bajar talan kirin. Çeteyên SMO yên ku piştgiriya dewleta Tirk digirin, rûyê xwe dan Bendava Tişrîn û pira Qereqozakê. Şam a desthilatdariya nû HTŞê jî piştgirîya vê êrîşkarîyê kir. Li hember berxwedana hêzên şoreşa Rojava û gelê me, negihîştin armancên xwe yên dagirkeriyê. Tişrîn û Qereqozak ji bo çeteyan bûn barikat.
Ji destpêkê ve helwesta xwe ya yekperest û înkarker nîşan dan. HTŞê, di 29ê Rêbendana 2025an da “Kongreya Serkeftinê” lidar xist. Ji bilî HTŞê tu pêkhateya Sûriyeyê nehat beşdarkirin. Di vê kongreyê da Colanî xwe weke serokê Sûriyeyê ragihand.
Hikûmeta Sûriyeyê ya nû, yekem ziyareta xwe ya derve destpêkê li Siûdî Erebistan û paşê li Tirkiye kir. Ev ziyaret di heman demê da dayîna deynê vefayê bû. Piştî girtina Şamê demeke kin, Hakan Fîdan û Îbrahîm Kalin li Şamê serdana Colanî kirin û serkeftina wî pîroz kirin.
Çeteyên cîhadîst ranewestiyan. HTŞ û çeteyên din bi gotina “bermahîyên rejîmê” dest bi qirkirina li dijî Elewiyan kirin. Li herêma peravê ya Sûriyeyê, li Lazqiye, Banyas, Tartûs, Hema û Humus û cihên din di 6-10ê Adara 2025an da qirkirineke li dijî gelê Elewî hate kirin. Di qirkirina etnîk û mezhebî da bi hezaran mirov hatin kuştin. Bi dehan hezar mirov neçar man koç bikin. Gel hate qirkirin. Gelek mirov ji axa xwe hate derxistin. Pere, ax û malên wan ji destê wan hate standin. Bi gotina “piştgirên Esad” bi hezaran mirov hatin kuştin. Bi sedan kes hatin girtin. İnfazên ku kirin nehatin veşartin. Tu kesî ji bo vê qirkirinê deng nekir.
HTŞê, bêyî hesabdayîna qirkirina Elewiyan, di 28ê Nîsanê da li Ceramanê êrîşî Dûrziyan kir û sirgûn dest pê kir. Heqaret li mirovên ji baweriya Dûrzî kirin û malên wan standin. Di 13ê Tîrmehê da êrîşî bajarê Dûrziyan Sûweyda kir. Li hember berxwedanê neçar ma ku paş ve vekişe. Îsraîlê xwest ku HTŞ ji Sûweyda derkeve. Bi vê bingehê êrîşî avahiya Fermandariya Giştî, baregehên leşkerî û Qesra Serokomariyê ya li Şamê kir. Başûrê Sûriyeyê xist bin kontrola xwe.
Di dawiya Tebaxê da berê xwe da Elewiyên ku li çiyayê Qasyûn dijîn. Malên Elewiyan hate nîşankirin. Gel bi tirsê neçarî koçê kirin.
Gava ji cîhanê tu bertek ji bo qirkirinên kirî nehat, êrîşên xwe berdewam kir. Di 6 û 7ê Cotmehê da vê carê êrîşî herêmên Kurdan ên li Helebê kir. Êrîş li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ku bi salan e xwe bi xwe rêve dibin û avahiya xweser in, kirin. Tax dorpêç kirin û gel neçarî koçê kirin. Li hember berxwedanê neçar man ku paş ve vekişin. Di 23ê Mijdarê da li Humusê êrîşî taxên Muhacirîn û Alarman ên ku Elewî û Xiristiyan lê dijîn û li Şamê êrîşî Elewî û Dûrziyan kirin.
Çeteyên selefî cîhadîst ên HTŞê yên ku demê qezenc dikin, di 10ê Adara 2025an da bi QSDê re peymanek îmze kirin. Ev peyman hîn nehat xebitandin. HTŞê, piştî vê peymanê di 13ê Adarê da ragihand ku “Destûra Demkî” çêkiriye. Ev li herêmên xwe xist hilbijartinê. Di çêkirina destûrê da rengên Sûriyeyê hatin înkarkirin. Bi heman hişmendiyê di Cotmehê da li Sûriyeyê hilbijartina giştî çêkirin. Lê li herêmên rêveberiya xweser û Sûweyda hilbijartin nehatin kirin. Hikûmeta kukla ya çar salî hate avakirin. Ji bilî çeteyên selefî cih nedan tu kesî.
Gava HTŞ ya cîhadîst desthilatdar bû, yekem pîrozbahî ji dewleta faşîst a Tirk hat. Di 22ê Berfanbara 2024an da Hakan Fîdan û Îbrahîm Kalin li Şamê bi Colanî re civiyan. Colanî, di 2ê Sibata 2025an da serdana Siûdî Erebistanê kir. Di 4ê Sibata 2025an da li Enqereyê bi Erdogan re hevdîtin kir. Di 7ê Gulana 2025an da li Fransayê, di 15ê Cotmehê da li Rûsyayê, di 10ê Mijdara 2025an da li DYE hate mêvan kirin û Colanî hewl da rewabûnê bi dest bixe. Serokên din ên Ewropayê jî ji bo pîrozkirina Colanî li Şamê rêz bûn.
HTŞ Û HIKÛMETA ŞAMÊ DIJMINÊ JINÊ NE
Li Sûriyeya nû ya ku bi qirkirin û xwînê hate avakirin ji bo jinê cih tune. Colanî û çeteyên wî di hikûmetê da cih dan jinekê tenê. Ew jî tayînkirina Ayşe el-Debsê weke berpirsa “Bûroya Karên Jinê” bû. Colanî, di axaftineke xwe ya 1ê Berfanbarê da, hindikbûna jinan di meclîsê da bi gotina “civak zilamperest e, tercîh nakin ku jin li wir bin” rave dike. Îro li cihên girîng ên hikûmetê jin tune ne. Ji bo jinan, çarşef û peçe bûne mecbûrî. Di parvekirina mîrasê û mafên jina berdayî da newekhevî hene. Mîras, zewac, berdayîn û velayeta zarokan li gorî hiqûqa şerîetê ya qebûlkirî tê rêxistinkirin. Ev, ji destpêkê ve mafên jinan tune dike. Piştî ku HTŞ ya selefî bû desthilatdar, li bajarên Sûriyeyê bi sedan jin hatin kuştin. Bi sedan jin jî hatin revandin. Cihê wan nayê zanîn.
Di sala borî da li Sûriyeyê çeteyên HTŞê li dijî jinan qirkirin, revandin, tundiya cinsî û êrîşên mezhebî zêde kirin. Ji Berfanbara sala borî ve zêdetirî 1000 jin hatin kuştin. Ev qirkirin li Heleb, Şam, Humus, Hema, derdora Şamê, Dera, Tartûs, Kuneytra, Lazqiye, Sûweyda û Dera Zor a di bin kontrola Şamê da pêk hatin.
Li gorî dane yên SOHRê, 127 jin ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatin kuştin. Li gorî agahiyên Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR), di çarçoveya “qirkirinên meydanê” da 100 jin hatin kuştin. Di Sibata 2025an da, li Humus, Hema û herêmên peravê jin bi sedemên mezhebî hatin revandin. Di Tîrmehê da li Sûweyda 100 jinên Dûrzî hatin revandin. Revandina jinan ji bo şikandina ruhê gel weke amûrekê tê bikaranîn.
Li Sûriyeyê bi taybetî jin, Kurd, Elewî, Dûrzî, Ermenî, Erebên sekuler û bi kurtasî piraniya civakê HTŞ ya selefî qebûl nake. Civaka Elewî ev bi greva 4 rojan a 8-12ê Berfanbara 2025an diyar kir. Kurd, dixwazin di destkeftiyên xwe da gav paş ve neavêjin û vê bi her fersendê diyar dikin. Dimîne komeke eşîr û çeteyên ku ji çar aliyê cîhanê hatine komkirî. Sûriyeya nû bi “esasa şerîetê” nayê rêvebirin. Divê demokratîk û hemûgirtî be; îradeya gelan, jinan û baweriyan nîşan bide. Divê weke Rêveberiya Xweser rêveberiyeke gelperest be ku tu kesî ji derve nehêle.
Esad çû. Colanî û çeteyên HTŞê hatin. Gelên Sûriyeyê, bedel dayîn, xizanî û birçîbûnê didomînin. Hemû barê şer, karker û jin hildigirin. Ger HTŞ desthilatdar bimîne, gelê Sûriyê ji çewsandin, teror, birçîbûn û xwînê tiştekî din nabîne. Ger polîtîkaya azadiya jinê û gelperest a Rêveberiya Xweser û şoreşa Rojava li Sûriyeyê serdest bibe, şer, teror, birçîbûn, bêkarî û qirkirin bêne sînordarkirin. Dijminatiya li dijî jinê wê kêm bibe. Wê gel wekhev û adil bi hev re bijîn.






Bir Yorum Bırak