SİBEL ARİN
Tom Barrackî ku emperyalîzma DYEyê li ser Tirkîyeyê û di heman demê da li ser Sûrîye û Lubnanê wekî walîyê mêtingehan erkdar kirî, li ser pirsa nûnerê nûçegihanê Siûdî Asharq Newsê yê li Washingtonê Haba Nasr, got: “Ji bo avakirina dewletên neteweyî yên ku ‘Rojhilata Navîn a modern’ ava bikin, li ser Împaratorîya Osmanî sînor hatine xêzkirin.”
Barrack wiha domand: “Rojhilata Navîn bi xwe tune. Eşîr û gund hene. Dewletên neteweyî di sala 1916an da ji alîyê Îngilîz û Fransîyan ve hatine afirandin. Lê Rojhilata Navîn bi vî awayî naxebite. Her tişt bi kes, malbat, gund dest pê dike. Paşê eşîr, civak, ol. Di dawîyê da netew tê.” Di daxuyanîyeka xwe ya berê da jî wî gotibû ku peymana Sykes-Picot êdî hilweşîyaye.
Ev peyman di sala 1916an da di navbera nûnerê Fransayê François Georges Picot û nûnerê Îngilîstanê Sir Mark Sykes da hatîye îmzekirin. Ev peyman, ji alîyê dewletên emperyalîst û mêtingehkar ên Fransayê û Îngilîstanê ve, piştî hilweşandina Împaratorîya Osmanî, ji bo parvekirina “nû” ya Rojhilata Navîn hatîye plan kirin.* Bi vê peymanê, Rojhilata Navîn parçe parçe hatîye dabeşkirin û dewletên bi awayê “tayînkirina ji jor” hatine afirandin da ku rêvebirin, serdestî û hêza şer bên misogerkirin. Ji vir dikare were gotin ku tiştên Tom Barrack gotine ne tespîtên nû ne. Lê belê ev yek hem di warê dîrokî da hem jî di warê rojane da dîyar dike. Lê dema Tom Barrack vê yekê dîyar dike, pozîsyona wî ya çînî, pozîsyona Arthur James Balfour e ku di sala 1910an da li Meclîsa Giştî ya Îngilîstanê axivîbû. Balfour wiha gotibû: “Li dîroka neteweyên Rojhilatê binêrin, hûn ê tu şopekê li ser xwe-rêvebirinê nebînin. Karê me rêvebirin e, gelo ew spasdar bin yan nebin, gelo ew ji feydeyên ku em didin wan haydar bin yan na, wezîfeya me rêvebirin e.”
Dema dibêje “Rojhilata Navîn bi vî awayî naxebite,” bi aqilê patronê kapîtalîst, mêtingehkar, burjuva û “spî” dibêje, “em ê wê bixebitînin.” Aqil her tim heman aqil e, her tim ji heman cihê mêze dike!
Li Rojhilata Navîn a ku di sedsala 20an da, bi pêşengîya dewletên emperyalîst ên Îngilîstan û Fransayê hatîye teşedayîn, di 100 sala dawî da, di warê hevsengîya hêzên emperyalîst da guhertinên girîng çêbûne û di warê stratejîk da rewş “nû” ye. DYEyê, bi taybetî piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, bi pozîsyoneka ku stratejîyê li herêmê ava dike û vê yekê bi rê ve dibe, li Rojhilata Navîn bi cih bûye. Bi projeya ku di destpêkê da bi kurtasî wekî PRM (Projeya Rojhilata Navîn a Mezin) hate binavkirin û paşê wekî PBRNBA(Projeya Berfireh a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê) hate naskirin, DYE dixwaze hegemonya xwe ya emperyalîst dîyarker bike. Tê gotin ku 35 welat di nav qada PRMê da ne, ji van 22 welatên Erebî, 5 welatên Rojhilata Navîn ên ne Ereb, 5 welatên Asyaya Navîn û 3 welatên Transkafkasyayê ne. Dema Tom Barrack dibêje peymana Sykes-Picot hilweşîyaye, vê yekê bi gihîştina şertên nesnel û subjektîf ên PRMê ve girê dide. Yan jî dema dibêje li Rojhilata Navîn ne netew lê eşîr û gund hene, dixwaze ji bo nûxêzkirina sînorên dewletan bingeheka dîrokî ava bike.
Xeyal û plana neo-Osmanî ya dewleta Tirk a mêtingehkar û kapîtalîst jî xwe dispêre vê tezê. Stratejîya dewleta Îsraîla Mezin a Îsraîlê jî di warê dîrokî da heman analîzê dike. Her wiha DAÎŞa cîhadîst û faşîst jî gotibû ku Sykes-Picot hilweşîyaye û bi hewcedarîya avakirineka nû ya li ser bingeha ummetê dest bi tevgerê kiribû. Plana PRMê ya DYEyê, bi şertê ku navenda wê ya sereke bixwe be, xwedî kapasîteya ku van her sê xetan di nav xwe da bihewîne û bi awayekî nisbî nerm e. Em dibêjin “nisbî” ji ber ku qanûna pêşbazîya kapîtalîst û dînamîkên berjewendîyên burjuva yên ku tengezarî çêdikin, di nav her peymanê da berdewam dikin. Yanî peyman û aşîtî demkî ne. Barrack dibêje: “Dema em behsa aştîyê dikin, em ji xeyalekê dipeyivin. Li Rojhilata Navîn tu carî aşîtî nebû. Belkî jî wê nebe, ji ber ku her kes ji bo meşrûîyeta xwe têdikoşe.” Ango! Ango ya wê ev e; her kes dê rima xwe di kembera xwe da bigerîne. Ê, ev jixwe şêwaza nû ya sermayedarîya mafyatîk e, rêwîtîya wê ya rê.
Di salên 1980yî da, di nav nîzama cîhanê ya nû ya neolîberal, kapîtalîst û emperyalîst da, berbelavbûna Îsraîlê wekî armanceke stratejîk hate dîyarkirin û li hemberî wê, “Hîlala Şîî” ya li ser bingeha hevkarîya Îran-Sûrîyeyê hate damezrandin, ji bo Îsraîlê gef û ji bo plana PRMê rîsk bû. Bi têkbirina Esad, “Hîlala Şîî” ji stûna xwe ya navendî hate şikandin û ev yek ji bo plana PRMê ya DYEyê hêzeke nû peyda kir. Eksenê berxwedana herî girîng a li hember PRMê ber bi pozîsyona parastinê ve hat paşvekişandin.
Tengkirina Îranê di nav Îranê da, zexta li ser Rûsyayê bi şerê Ukraynayê, çekdarkirina Îsraîla Sîyonîst bi hêza lêdana leşkerî, peymanên bazirganî yên bi Erebistana Siûdî û Qatarê ra, hewldana HTŞê ya girêdana bi emperyalîzma rojavayî ra li ser bingeha hevkarîyê, avakirina dewleteka Filistînê ya kukla… ev geşedan hemû vegotina pozîsyona DYEyê ya li Rojhilata Navîn bi hêz bûye ne.
Belê, gelo Rojhilata Navîn a ku di sedsala 20an da bi eslê xwe Îngilîz û Fransî hate avakirin, niha dikare bi eslê xwe yê DYEyî ji nû ve were teşedayîn? Dikare were teşedayîn, ji ber ku mijar,mijara hevsengîya hêzan e. Lê dê ji bo kî feyda vê hebe? Di mêtingehkarîya Îngilîz û mandagertîya Fransî da, kapîtalîzm li ser bingeha mêtingehkarîyê geş bû. Çînên nû yên burjuva çêbûn. Her çendî Yekîtîya Sovyetan di rewşeka revîzyonîst da jî bû, hebûna wê rê li ber tevgera bi dilê xwe ya emperyalîzma rojavayî girt û di hin mercan da bi awayekî neyekser alîkarîya geşbûna tevgerên rizgarîya neteweyî kir. Lê ev qas. Digel vê yekê şer, dagirkerî û talan berdewam kir. Tiştên ku di PRMê ya DYEyê da jî kûrbûna şêwaza mafyatîk a xisleta hebûna kapîtalîst e.
Gelên bindest ne bê bijartek in
Qedera çînên bindest, neteweyên bindest, zaydên bindest ne di navbera lêvên emperyalîstên mêtingehkar û dagirkeran da ye. Kurdên ku bi peymana Sykes-Picotê çar parçe hatin dabeşkirin û bi polîtîkayên tunekirin û înkarkirinê di bin mekanîzmayeka êrîşkar a wêranker da hatin girtin, îro li çar parçeyên Kurdistanê bi avahîyên xwe yên sazûmankirî xwe didin jîyandin. Şoreşa Rojava îlhamê dide gelên bindest. Tûfana El-Aksayê ya ku ji alîyê rêxistinên berxwedana li dijî dagirkirina Filistînê ve hate destpêkirin, bi bedelên mezin, pirsgirêka Filistînê û rastîya dewleta Sîyonîst a dagirker careka din kir nav rojeva cîhanê.
Li Suveydayê Dûrzî mafê xwe yê çarenûsî bi kar tînin. Li Sûrîyeyê Elewîyên Ereb dîyar kirin ku HTŞê nas nakin û hewl didin mekanîzmayên xwerêvebirinê ava bikin. Li Şengalê Êzidî di israra xwe ya jîyandina avahîyên xwe yên xweser da ne.
Suryanî bi partîyên xwe, rêxistinbûn û hêza xwe ya leşkerî xwe diparêzin. Li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, Ereb, Kurd, Tirkmen, Suryanî, Ermenî li ser bingeheka demokratîk jîyana bi hev ra diceribînin. Ev hemû tecrubeyên ji bo bindestan dibistaneka mezin in.
Ji bo karker, kedkar, jin, cinsên bindest ên ji neteweyên cuda, civakên neteweyî û bawerîyên cuda li Rojhilata Navîn, yekane enîya ku wê hemû rengên tê da bibin yek, enîya antî-emperyalîst, antî-mêtingehkar, antî-faşîst, antî-Sîyonîst û antî-baviksalarî ye. Yekane bernameya ku wê Rojhilata Navîn bi kêmî ve bike yek, yekîtîya komarên demokratîk, azadîxwaza jinê û federal e ku li ser bingeha wekhevîya tam a mafan e. Peymana Sykes-Picot temenê xwe tije kirîye. Niha dem dema hebûna bi hev ra ya li ser bingeha azadîya sîyasî, wekhevî û edaletê ya netew, gel, çîn û zayendên bindest e.
*Yek ji alîyên vê peymanê Qeyserîya Rûsyayê bû. Şoreşa Cotmehê ya bi pêşengîya Lenîn ev peymana parvekirina veşartî ya emperyalîst eşkere kir û ragihand ku jê vekişîyaye.






Bir Yorum Bırak