AYNUR EGE DÎCLE
Di Konferansa 3yemîn a Rêxistina Jinên Komunîst da, ev tesbît hatin kirin: “Li hember pergala kedxwarîya kapîtalîst a bi serdestîya mêr û rejîma şerektî ya faşîst, rizgarîya zayenda jinê bi nêzîkatîya ‘azadîya ferdî’ ne pêkan e. Azadîya jin a ferdî tenê bi têkoşîna rêxistinbûyî pêkan e.” Jinên komunîst ku qelsî û belavbûna navxweyî ya rêxistinê analîz kirin, ji bo di serkeftina şoreşa jinê da seferberkirina girseyên jin bal kişandin ser hewcedarîya bilindkirina wasfa rêxistinbûna navxweyî. Jinên komunîst ên ku di têkoşîna azadîya jinê da pêşeng in, di nîqaşa xwe ya li ser pirsgirêk û hewcedarîyên kirdebûnê da bi kurtasî ev destnîşan kirin: Li gel erka bihêz kirina yekîtîya birdozî-rêxistinî, dilsozîya bi xeta şoreşa jinê ya pêşenga jin a komunîst ra, ji bo serkeftina şoreşa jinê bal hat kişandin li ser hewcedarîya rêxistinbûna jinên karker- kedkar û xwendevan.
(Organa Weşana Navendî ya Rêxistina Jinên Komunîst: Jina Azad, Hejmar 3)
Têkoşîna Rêxistinkirî Û Destkeftî
Li Bakurê Kurdistanê, rexmê dewleta mêtingehkar a zilamperest, her çiqas bi awayê werarî be jî jinan bi têkoşîna xwe ya bi dehsalan, guherîneka civakî ya girîng ji bo hemzayendên xwe pêk anîn. Jin di hemû qadên têkoşîna sîyasî da bûn xwedî hebûn. Misogerîya hebûna wan a sîyasî ji kotayê ber bi temsîlîyeta yeksan û hevserokatîyê ve bilind bû. Di gelek qadên civakî û çandî da rêxistinbûna xwe bi dest xistin. Lê belê, serdestîya mêr bi piştgirîya dewleta mêtingehkar hîn jî di nav avahîya malbat û eşîran da xwe didomîne. Her wiha, bi saya têkoşîna bi israr û rêxistinbûyî ya jinên Kurd, planên zayendperest û bişaftinger ên dewleta mêtingehkar ên weke projeyên nezayokirinê, di binçavkirinê da êrîşên tacîz û tecawizê û hemleyên bişaftinger ên bi navê bilindkirina asta perwerdehîyê hatin paşve xistin û têk birin. Ev hemû û pêngava xwe ya mezin a beşdarbûna di jîyana civakî da, hêza xwe ya ku gihaşt serhildanan, di serî da bi çawanî û çendinîya xwe ya di nav têkoşîna çekdarî an jî rêxistinên çekdar da, bi hêza xwe ya rêxistinbûyî bi dest xist.
Di Axên Şoreşê Da Rêxistınbûna Jinan Û Kirdebûyîn
Bi Şoreşa Jinê ya Rojava ya ku me salvegera wê ya 13emîn pîroz kir, li hember mêtingehkarîya paşverû ya bi serdestîya mêr a li Rojhilata Navîn, nirxên girîng hatin bidestxistin. Bi hezaran şehîd, gazî û birîndar bûn sembola bedela vê têkoşîna bi rûmet. Jin ji jîyana civakî bigire heta sîyaset, hiqûq, aborî, çand-huner-wêje, û heta avahîya leşkerî, bi hêza xwe ya rêxistinbûyî hebûn û bûn kirde. Bi vî awayî, di qadên civakî, sîyasî, hiqûqî û leşkerî da gelek destkeftî bi dest xistin. Ji Qamişlo heta Reqqa, tevî kevneşopîyên civakî yên zilamperest jî, destkeftîyên weke temsîlîyeta yeksan û hevserokatîyê, bi hebûna xwe ya rêxistinbûyî ya girseyî û wesfî bi dest xistin. Îro, li hember xetereyên li ser şoreşê, ji bo parastina destkeftîyan li ser pîvaneka berfirehtir rêxistinkirina girseyên jin, girîng e.
Ji Bo Pêşengtîya Sîyasî Di Rêxistinbûyînê Da Kûr Bûyîn
Di sîyasetê da, ji bo bidestxistina mîsyona pêşengtîyê/rêbertîyê, pêdivî bi di têkoşîna sîyasî da derketina pêş û carinan girtina metirsîyên mezin heye. Wekî din, zêdekirina propaganda û bandora sîyasî ya tesbît û perspektîfên teorîk ên şoreşa jinê ne pêkan e. Angaşta pêşengî û rêbertîya sîyasî, gava bighêje girseyan biwate dibe. Ev jî tê wateya têkilîyên bihêztir û kûrtir ên bi girseyên jin re. Di vê têkoşînê da kirdebûna jinan a ferdî bêguman girîng e, lê têr nake. Li hember dewleta mêtingehkar a zilamperest, ku bi temamî rêxistinbûyî ye, divê di vê têkoşînê da bi awayekî kolektîf di hest, raman û çalakîya pratîk da kirdebûna girseyên jin were pêkanîn. Ji ber vê yekê, îro tişta girîng rêxistinbûn e.
Divê jinên komunîst ên Kurdistanê, bi ezmûna têkoşînê û daneheva rêxistinî; hişmendîya sîyasî, ezmûna têkoşînê û helwesta rêxistinbûyî ya ku jinên Kurd di têkoşîna bi dehsalan da bi dest xistîye bihewînin. Li ser vê bingehê, bilindkirina çawanîya ‘rêxistinbûna navxweyî’ di nav erkên pêşîn da ye. Dema ku jinên komunîst banga “rêxistin bibin!” li girseyên jin dikin, divê erkên kirdebûnê yên di nav partî û rêxistina jinê da bikşînin pêş xwe. Wesfa bidestxistî dê rasterast di xebatên sîyasî yên girseyî û xebata rêxistinbûnê da xwe nîşan bide. “Rêxistina birdozî” ya ku bi rêxistinbûna girseyî a berfireh, di nav jinên karker û kedkar ên Kurd da kok berdanê ji xwe ra dike armanc, dema pêşengîya birdozî dike divê bi nêrîna kadrokirinê rê ji tevgerê ra veke.
Di Xeta Şoreşa Jinê Da Kûrbûyîn
Nakokîya zayendî ne pirsgirêkek bi mêr ê ferdî ve girêdayî ye, encama têkilîyên baviksalarî û mulkîyeta taybet e. Têkoşîna azadîya jinê ne dozeka ferdî ye, dozeka civakî ye. Sînorên têkoşîna ji bo mafên ferdî hene. Azadîya zayendî ya ferdî, maf û azadîyên sîyasî, heta ku bi têkoşîna azadîya civakî ra negihêjin hev, parastina destkeftîyan ne pêkan e. Şîara jinên komunîst a ‘ji bo azadîyê civakîbûn’ rêbera bingehîn ê çalakîyê ye. Û ev, li hember êrîşên tasfîyekirina îdeolojîk û rêxistinî ya burjuvazîya zilamperest, ku bêrêxistinî û ferdîbûnê dixwaze, helwestekê daxuya dike.
Civakîbûn, bi xwe gorî kirin û qefilîna bi armancê ve dest pê dike. Ev jî di şoreşa jinê da avakirina şoreşgerîya xetê ye. Kûrbûna di birdozîyê da, biryardarîyeka bilind, vînbûn, zelalbûna di armancê da, kûrbûna di manewîyatê da; tê wateya hest, raman, çalakî, sebir û metanetê. Ji bo azadî û rizgarîya zayenda jinê ya ku ji hêla neteweyî, zayendî û çînî ve bindest e, divê jina komunîst a ferd ji xwe bide û asta fedakarîyê bilind bike.
Pêwendîya Rêxistin Û Sîyasetê
Xebata rêxistinbûnê divê bi sê lingên xebata girseyî ya şoreşgerî (ajîtasyon-propaganda-çalakî) ra were bidest girtin û plankirin. Li ser vê bingehê, jinên welatparêz ên sosyalîst, li ser axên şoreşê, di dema ku di nav girseyên jin da li ser erkên xwe yên ronîkirina li hember xeterên ku li dijî destkeftîyên jinan in bisekinin,divê di heman demê da xebata rêxistinbûnê/kadrokirinê bi paralelî bidomînin. Ji bo rakirina koletîya malê û zexta zayendnî, divê veguherîna sosyalîst a avahîya aborî û civakî, ku di heman demê da ji bo parastina destkeftîyên şoreşa jinê hewcehî ye, bi rê û rêbazên herî dewlemend bê propagandakirin.
Ji alîyekî ve, divê xebata teşhîrkirina sîyaseta dijminê jinê ya HTŞê, ya ku destkeftîyên jinê hedef digire û bi DAÎŞê ve girêdayî ye, bê domandin; ji alîyê din ve jî, weke mînaka ‘tabûrên gel ên jinê’, rêxistinbûna xweparastinê divê bê firehkirin. Di dema domandina van xebatan da, divê bi armanca gihaştin û rêxistinkirina jinên ji her temenî bi xeta welatparêzîya sosyalîst ra, ji meclîsan heta komîteyan, ji komên çand-hunerê heta rêxistinên cuda ên cûrbecûr, israra kirdebûna jinê bê domandin. Jinên di xeta welatparêzîya sosyalîst da pêşketî– bi taybetî ciwan– divê di navenda nêrîna kadrokirinê da bin.
Li Bakur, nêrîn, analîz û nirxandinên sîyasî, teorîk û îdeolojîk ên pêşenga komunîst divê bi rê û rêbazên ajîtasyonê yên herî berfireh bighêje girseyên jin. Di xebatên ji bo azadîyên sîyasî da, ev daxwaz divê pêş ve bên derxistin:TMK bê rakirin, girtîyên sîyasî bêne berdan. Perwerdehî û xizmetên tenduristîyê bi zimanê dayikê bêne pêkanîn. Hemû proje û planên bi navê ‘sala malbatê’ bêne betalkirin. Destdirêjîyên qeyûman bêne bidawîkirin, hevserok û rêveberên ku ji kar hatine dûrxistin divê dîsa bên vegerandin ser karên xwe. Kesên ku di dema şerê mêtingehkar da sûcên zayendî kirine yên weke leşker, polîs-jitem û cerdevan divê bên cezakirin, doseyên di binçavkirinê da tacîza cinsî û kuştinên jinê dîsa bêne vekirin, dadgeh di bin çavdêrîya rêxistinên jinê da bêne domandin. Piştgirîya ku ji DAÎŞ, HTŞ, SMO û hwd rêxistinên çeteyên îslama sîyasî ra tê dayîn bê qutkirin, êrîşên dagirkerîyê yên li ser Rojava bêne rawestandin.
Ji Bo Misogerîya Destkeftîyan Rêxistinkirina Tundîya Bindestan
Dewleta mêtingehkar, avahîya xwe ya zilamperest bi leşker, polîs, cerdevan û amûrên zorê diparêze. Tundîya mêr a civakî bi hêza ku ji vê avahîyê digire xwe dide jîyîn. Tundîya mêr a li ser jinê, ku ji vê bingehê hêzê digire, asta şerekî zayendî girtîye. Ji ber vê yekê, “têkbirina sîyasî û civakî ya serdestîya mêr, hilweşandina vê mekanîzmaya ku desthilatdarîya wî pê disekine, bêyî şikandina yekdestdarîya mêr ya li ser amûrên tundîyê ne pêkan e.” Ev rastî bi tenê jî, dibêje di ku têkoşîna li dijî serdestîya mêr da tenê bi rê û rêbazên ‘aştîyane’ ne pêkan e ku serkeftin bê bi dest xistin. Ji ber vê yekê, jinên komunîst Şoreşa Jinê weke şoreşeka hilweşîner pênase kirine û li dijî pergala burjuva ya zilamperest têkoşîna bi amûrên zorê weke stratejîyeka bingehîn tesbît kirine. Di teorîya Şoreşa Jinê da tê gotin ku hilweşandina serdestîya mêr tê wateya hilweşandina desthilatdarîya burjuva, û rêya azadîya jinê ji vir ve tê vekirin. Daxwazên azadîya neteweyî di nav sînorên demokratîk ên burjuva da, bi awayên cuda dikare bê çareserkirin. Lê belê, bi rêyekê bi vî rengî ne nakokîya çînî ne jî nakokîya zayendî ne pêkan e ku bê derbaskirin. Ev nakokî nakokîyên lihevneker in. Ji ber vê yekê, her çiqas ‘pêvajo’ bi naskirina mafên ferdî yên qismî bi pêş ve biçe jî, têkoşîna bi navenda daxwazên zayendî û çînî bê navber wê bê domandin. Û bi şerî ku di şertên hîn dijwartir da wê biqewime.
Di vî şerî da ji bo têkbirina dijmin; pêdivî bi xurtkirina rêxistinbûna navxweyî ya pêşeng, di rêxistinkirina girseyên jinê da gavên mezin ên wek hemleyan, tevî amûrên zorê di hemû rê û rêbazên têkoşînê da pisporbûn û profesyonelîzebûn, kûrbûna di birdozîyê da, vîneka ji pola û gorîtîya bi Şoreşa Jinê heye.








Bir Yorum Bırak