Armanca Pergala Emperyalîst Bi BOPê Re Çi Ye?
Proja Rojhilata Navîn a Mezin (PRM-BOP), stratejiyeka siyasî, leşkerî, aborî û çandî ye ku ji aliyê yekdestên emperyalîst ên DYEyê û koma NATO yê ve ji bo xurtkirina hegemonyaya xwe ya li Rojhilata Navîn û ji nû ve parvekirina cîhanê hatiye pêşxistin. Di salên 2000î de sermayeya DYEê û hêza wê ya leşkerî gihîştibû asteka ku dikaribû cîhanê ji nû ve parve bike û bike mêtingeh. Ev xwestek demildest ji aliyê îdeologên burjuvaziya yekdest ve hate teorîzekirin û “Projeya Sedsala Nû ya Emerîkî” hate ragihandin. Piştre belgeya “Stratejiya Ewlekariya Neteweyî ya DYE ê” hate amadekirin. Bi vî awayî, DYEê stratejiya şer û teoriya wê ya li gorî hêza xwe ya leşkerî û aborî ya mezin bûyî çêkir. Ev her du belge ji bo emperyalîzma DYEê hê jî derbasdar in. DYEê bêyî derengî qada sepandina vê stratejiyê diyar kir: Rojhilata Navîn. Çima Rojhilata Navîn? Rojhilata Navîn ji du aliyan ve ji bo dewletên emperyalîst xwedîyê girîngiyeka jiyanî ye: petrol û pozîsyona wê ya jeostratejîk.
Di serdema kurewîbûna emperyalîst de, têkiliyên nû yên hêzê yên ku li ser hêza aborî û leşkerî derketine holê, hewce dikir ku her astengî ji holê were rakirin. NATO ya emperyalîst ku serkêşiya wê DYE dike, bi vê nêrînê berê xwe da Rojhilata Navîn. Şer, dagirkerî yek bi yek hatin; sînor hatin guhertin, desthilat hatin hilweşandin.
DYE û dewletên din ên emperyalîst, ji bo kontrolkirina çavkanîyên petrolê û dewlemendiyên xwezayî yên din, hewl didin li ser welatên herêmê xwedî bandor bin, di heman demê de Rojhilata Navîn wekî qadeka qevastinê dibînin. Rojhilata Navîn xaçerêya rêyên ku ber bi Qafqasya, Asyaya Navîn, Çîn û Afrîkayê ve diçin e. Serweriya li herêmê tê wateya kontrolkirina van rêyan (rêyên dabînkirinê ya sermayeya kûrevî). Ev yek jî, rasterast tê wateya bidestxistina serweriya pêşbaziyê li hemberî hevrikên sermayeyê, firehkirina qadên bazarê, gihîştina çavkaniyên nû yên madeyên xav û bi vî awayî bûyîna hêza serdest a cîhanê.
Rojhilata Navîn, piştî hilweşîna pergala revîzyonîst, bû qadeka ku tê de bêtir pevçûn û nakokî hene. Ji ber ku dewletên di bin kontrol û bandora Sovyetên revîzyonîst de bûn, xwedî potansiyelên mezin ên wekî rezervên petrol û gaza xwezayî bûn. Herwiha, veguhestina çavkaniyên Asyaya Navîn bi awayekî bilez û erzan di vê rêyê re, bazarkirina wan, ji bo emperyalîstên ku herêmê kontrol bikin avantajên girîng peyda dikir. Ev yek Rojhilata Navîn girîngtir kir. Ji ber vê yekê, tekelliyên emperyalîst, ji bo ku ji hemû avantajên ku Rojhilata Navîn pêşkêşî wan dike sûd werbigirin, bi her komên mezin û biçûk ên li pêşiya wan re ketin nav pêşbaziyekê dijwar.
Pêşbaziya di navbera DYA, Yekîtiya Ewropayê, Îsraîl, Tirkiye û bi taybetî NATOyê bi Rûsya, Îran û Çînê re li Rojhilata Navîn berdewam dike. Bloka êrîşkar a ku DYE, Ewropa û Îsraîl serkêşiya wê dikin, bi êrîşên xwe yên li ser Lubnan, Filistîn, Sûriye, Îran û Yemenê, rêxistinên di “eksena berxwedanê” de yên wekî Hamas, Hizbullah, Haşdî Şabî û Enserullah lawaz kirin. Li Sûriyê dîktatoriya BAASê ya ku Esad serkêşiya wê dikir hilweşandin, derbeyên giran li Îranê dan. Hin dewletên Ereb (pêşî Misir û Urdun, paşê bi Peymana Îbrahîm re Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Bahreyn, Sûdan û Fas) bi Îsraîlê re ketin nav proseya normalîzasyonê. Herwiha, piştî paşveçûna Îranê, pêşbaziya Îsraîl û Tirkiyê ya ji bo bûyîna hêza herêmî jî îhtîmalên pevçûneka nû dihewîne. Li vir nexşe, sînor, qadên serweriyê bi rêya şer ji nû ve têne diyarkirin.
Dewletên emperyalîst û hevkarên wan ên herêmî, ji ber ku di pêşbaziya herêmî û cîhanî de hê serweriyeka diyarker û domdar bidest nexistine, ev prose ber bi şerekî parvekirina herêmî an jî cîhanî ve diçe.
Pêşbaziya Emperyalîst Li Rojhilata Navîn Nakokiyên Civakî Kûrtir Dike
Rojhilata Navîn, wekî berhema serdema kûrewîbûna emperyalîst, mêtingehkariya malî-aborî, dagirkerî, pêşbazî û şerên ku derdikevin holê li gelên herêmê û kedkaran jî ferz dike. Gel û kedkarên ku di çerxa bêsinor a kedxwarîyê de têne girtin, hem di warê aborî hem jî di warê çandî de ber bi xizaniyê û bêpariyê ve têne paşvekişandin. Birçîbûn û xizaniya ku çavsorîya qazancê ya hêzên emperyalîst derdixe holê, bi sepandinên despotîk û faşîst ên hevkarên wan ên herêmî ra li ser pişta gelên kedkar sûwardibe. Şerên li Rojhilata Navîn hem ji nakokiyên navxweyî hem jî ji polîtîkayên ku emperyalîzm sepandiye derdikevin holê. Nakokiyên çînî kûr dibin; pirsgirêkên olî, mezhebî, çandî û neteweyî ji alîyê emperyalîstan û hêzên desthilat ên herêmî yên ku ji bo parastina desthilata xwe her cûre xwarbûnê qebûl dikin ve tên bikar anîn. Digel van hemûyan, dînamîkên têkoşîna azadîxwaz, demokratîk, antîkapîtalîst, antîemperyalîst û dijî-dagirkeriyê yên ku ji nakokiyên çîn, netewe, zayend û kedê derdikevin holê, pêk tên, xurt dibin û belav dibin. Ev rewş, karker, kedkar, ciwan û jinên hemû bawerî, netewe û civakên neteweyî dikişîne nav têkoşîneka yekgirtî, perwerde dike, hişmend dike, safî dike û tevlî têkoşînê dike. Me ev yek di serdema serhildanên gelê Ereb de dît. Ji aliyekî ve, sermayeya emperyalîst û hevkarên wê yên ku bi bazirganiya petrol û gaza xwezayî xwedî dibin, ji aliyê din ve, di herêma ku pîşesazî û hilberîna çandiniyê pêş neketiye, aboriya rantê.
Li alîyekê çînên burjuva, selefdar, paşverû û dijminê gel ên ku çavkaniyên sotemeniyên fosîl ên herî dewlemend ên cîhanê yên ku divê ji bo berjewendiya civakî bêne bikaranîn ji bo xwe bi kar tînin; Li aliyê din xizanên ku para wan şer, wêranî, xizanî, sefalet û mirin e. Nakokî û pevçûnên dîrokî yên di navbera olên yekxwedayî (Cihûtî, Xirîstiyanî, Misilmanî) de, herwiha dabeşbûna dîrokî ya Şîî-Sunnî di nav Îslamê de, herêmê bi kûrî bandor dike.
Ji bilî vê, rastiyên civakî yên dîrokî yên herêmê, nakokî û dijminatiyên di navbera eşîran, civakên neteweyî, neteweyan û dewletan de (wekî rastiya dewletên herêmê yên mêtingehkar ku di dijminatiya Kurdan de yek dibin) jî xurt in. Dagirkeriya siyonîst û berxwedana gelê Filistînê ya li hemberî wê, li dijî berxwedanê hevkarîya sûcên dewletên Ereb ên paşverû bi Îsraîlê re… Herwiha li Rojhilata Navîn nakokiya zayendî ya civakî, bi awayên herî kedxwar û kevnar ên ku heta wekheviya jinê di qanûnê de jî înkar dikin, berdewam dike. Kapîtalîzm û derûdorên wê yên aborî, siyasî û rêxistinî nikarin pirsgirêkan çareser bikin. Şoreşa rojanetîya xwe diparêze û xwe ferz dike. Ji bo perçiqandina çerxa kedxwariyê, rizgariya mirovatiyê; an şoreş an şoreş. Rêyeka din nîne.






Bir Yorum Bırak