BEDİRXAN AMANOS
19ê Berfanbarê, li axa Tirkîye û Kurdistanê xalekê navendî yê ku dewletê zindan kirine amûrekî rêvebirinê, zordarîya tazî bûye zagon. Piştî 25 salên derbas bûne jî, ev dîrok ne tenê ya derbasbûyî ye; hîn jî wekî xeta destpêkê ya tiştên îro têne jîyîn li ber çavên me radiweste. Di sala 2000î da, êrîşên ku bi navê “vegerandina jîyanê” hatin kirin, ji bo girtîyên şoreşger teslîm bigirin, zindanan bikin qadên kontrola mutleq, hatibûn plan kirin. Di heman demê da li 20 zindanan êrîş hat kirin, 28 girtî hatin kuştin, bi sedan birîndar bûn. Dewletê, xwest ku tundîya xwe bi destê xwe veşêre; komkujî wekî operasyoneke rizgarkirinê nîşan da.
Rêya wê rojê hat vekirin, îro bi awayên kûrtir û bêdengtir berdewam dike. Sîstema tecridê a ku bi zindanên Tîpa F dest pê kir, bi demê ra bi Tîpa S, Tîpa Y û Hepisxaneyên Ewlehîya Bilind ango zindanên tîpa bîrê (çal) gihîşt astegeke nû. Îro ev avahîyên ku wekî “tîpa bîrê” têne binavkirin, nîşan didin ku tecrid êdî ne tenê rêbazeke cezayê ye, bi serê xwe bûye teknîka şikandin û helandinê. Ev hucre ne tenê ji bo girtinê hatine sêwirandin; ji bo kor kirina hestan, belavkirina demê, qutkirina pêwendîya mirov bi xwe ra hatine çêkirin.
Di zindanên tîpa bîrê da girtî rojê 22-23 saetan bi tenê têne hiştin. Di hucreyên bê pencere an jî hema bêje bê ronahîyê da, pêwendîya bi ezman ra bi temamî tê qutkirin. Qadên dibêjin cihê hew standinê bi dîwarên bilind dorpêçkirî, teng û ji ezman ra girtî ne. Dengê mirov nîne, qada hevbeş tune, derfetên hilberîna hevbeş an axaftinê tune. Ev sîstem ne tenê laş, rasterast hiş dike hedef. Tecrid li vir ne sepana demkî ye, wekî şêwazeke jîyanê ya berdewam tê ferzkirin.
Raporên sazîyên mafên mirovan ên salên dawî, di van zindanan da zêdebûna hilweşîna psîkolojîk, travmayên giran ên ruhî, hewildanên xwekujîyê û mirinên gumanbar derdixin holê. Girtîyên nexweş ên giran nayên berdan, gihandina dermankirinê bi awayekî keyfî tê astengkirin. Cezayên dîsîplînê, qedexeyên ragihandinê û şewitandina infazê, ji bo her kesê îtiraz dike wekî amûrekî tehdîdê têne bikaranîn. Hiqûq di van bîran da hatîye rawestandin; yekîneyên ewlehîyê û îdare bi desthilatdarîya mutleq tevdigerin.
Ev tablo ne tesadufî ne jî demkî ye. Tiştê di 19ê Berfanbarê da hate armanckirin, îro bi zindanên tîpa bîrê tê domandin: belavkirina xalên berxwedanê, helandina nasnameya kolektîf, îzolekirina sîyasetê. Bi taybetî ji bo girtîyên sîyasî, ev sîstem ji cezayê wêdetir, bûye sîyaseta bênasnamekirin û şikandina îradeyê. Tecrid êdî ne îstîsna ye; bûye xwezaya sîstemê.
Dema tê gotin Kurdistan, her tim wateyeke taybet a polîtîkayên zindanan hebû. Zindan li vê axê ne tenê cihên girtinê bûn, rasterast wekî qadên ku têkoşîn berdewam dike hatin jîyîn. Xeta ji Zindana Amedê heta Tîpên F, ji wir heta hucreyên tîpa bîrê yên îro, israra dewletê ya ji bo tepeserkirina îradeya sîyasî ya gelê Kurd nîşan dide. Lê heman xet, berdewamîya berxwedanê jî derdixe holê. Zindan çiqas îzole bibin, pêwendîyên bi derve ra bi temamî nayên qutkirin.
Îro îtirazên li dora zindanên tîpa bîrê bilind dibin, ne tenê li ser şertên zindanan in. Ev îtiraz, parastina şertên herî kêm ên mirovbûnê ne. Hewildana derxistina dengekê ye li hember hiştina bi tenê, mahkûmkirina bêdengîyê û nexûya kirinê ye. Ji ber vê yekê, nîqaşa zindanên tîpa bîrê ne tenê pirsgirêka girtîyan e; pirsgirêkek sîyasî ye ku civaka tevahî eleqedar dike.
Piştî 25 salan bîranîna 19ê Berfanbarê, bi dîtina vê domdarîyê wate digire. Êrîşa wê rojê bi Tîpên F dest pê kiribû, îro bi hucreyên tîpa bîrê bi awayekî rafînetir, “hiqûqîtir” û nexûyatir hatîye kirin. Lê armanc neguherî. Sîyaseta teslîmgirtinê, bi guherandina şêwazan rêya xwe didomîne. Li hember vê, bîr(hiş) her tim yek ji qadên berxwedanê yên herî xurt dimîne.
Ji ber ku bîr ne tenê bîranîna paşerojê ye; xwendina îro ji cihê rast e. Dema mirov li xeta ji 19ê Berfanbarê heta îro dinêre, rastîyek ku nekarîna bêdeng kirina zindanan bi zelalî tê dîtin: her ku tecrid kûrtir dibe, îtiraz bi awayên din rêya xwe dibînin. Dîwarên herî stûr jî nikarin îradeya mirov bi temamî heps bikin.


Bir Yorum Bırak