Koka Heyet Tahrîr Şam (HTŞ) diçe destpêka şerê navxweyî ya Sûrîyê ya sala 2011an û bi Cephet El Nusr ya ku li dijî rejîma Esad şer dikir ve girêdayî ye . El Nusra, wek şaxa El Qaîdê hatibû avakirin. Çavkanîya felsefî û îdeolojîk a HTŞê selefîtîya cîhadîst e. Selefîtîya cîhadîst diparêze ku divê Îslam wekî berî 1400 salan were jîyîn, hemû guhertinan red dike. Bandorên erênî yên zanist û teknolojî li ser jîyana mirovan paşguh dike. Têkilîya ferdî ya di navbera kes û bawerîyê da qebûl nake. Berevajî dixwaze Îslamê bike pergaleka sîyasî û civakî û gavên hiqûqî û civakî yên ji bo vê yekê hewce ne di bernameya xwe da danîye. Ji alîyê din ve, Colanî jî di dema herî bi bandor a DAÎŞê da ew pejirandîye û tevlî wî bûye.
Emperyalîst, bi taybetî jî DYE, dixwazin bi HTŞa Colanî ji nû ve teşe bidin Sûrîyê û birêve bibin. Emperyalîstên ku veberhênanê li Colanî dikin, dixwazin di demeka kurt da berhema vê bistînin. Ew vê veberhênanê bi eşkereyî jî dîyar dikin. Belgeyên Îstîxbarata Îngilîzî di bilindbûna HTŞê ya ku ji hêla welatên emperyalîst ve wekî rêxistineka terorî tê binavkirin da rola Londonê eşkere kirin. Îngilîstan, bi navê avakirina “muxalefeteka nerm”, li herêmên di bin kontrola HTŞê da torek xizmetên civakî û medyayê ava kir. Rêxistina ku berê wekî şaxek xeternak a El Qaîdeyê dihat binavkirin, ji bo berjewendîyên wan hate bikaranîn. Wekî ku di mînaka Sûrîyê da tê dîtin, emperyalîst li gorî berjewendîyên xwe yên li herêmê tevdigerin. Xuya ye ku Tirkîyê jî biryar daye bi HTŞ û Colanî ra bimeşe.
Pir girîng e ku li têkilîya HTŞê ya bi Îsraîlê ra jî were mêzekirin. Colanî, bi piştgirîya bêsînor a DYE û Îngilîstanê, li Sûrîyê desthilatdarî bi dest xist. Lê belê Îsraîl jî berîya wê vala nesekinî. Berîya ku hêzên HTŞê di 8ê Berfanbarê da ji Îdlibê ber bi Şamê ve dest bi tevgerê bikin, balafirên Îsraîlê dest bi paqijkirina rê kirin. Milîsên alîgirên Îranê û hêzên Hizbullahê yên ku dikaribûn tevgera HTŞê asteng bikin, bi êrîşên giran ên balafiran lawaz kirin. Bi vî awayî, Îsraîlê ji bo ku Colanî di 9 rojan da ji Îdlibê bigihîje Şamê, tevkarîyeka girîng kir.
Îsraîlê li Şamê piştgirîya guhertina rejîmê kir, lê ji alîyê din ve, ji bo ku Talîbaneka nû dernekeve, balafirên şer, pergalên parastina hewayî û çekên giran ên Sûrîyê kir hedef û di demeka kurt da kapasîteya şer a Sûrîyê hema hema ji holê rakir. Dema Îsraîl ev êrîşên berfireh dikir, Colanî çi kir? Wî daxuyand ku bi Îsraîlê ra pirsgirêka wan tune ye û (bi bêşermî dewleta Şîî ya Îranê û rêxistina Hizbullahê mebest kir) dijminên wan hevpar in.
Colanî, gava ku di kursîyê desthilatdarîyê da rûnişt, li hember êrîşên li dijî pîrozbahîyên li Şamê yên Xiristîyanan bêdeng ma. Ji bo ku li ber çavên efendîyên xwe yên emperyalîst xweş xuya bike, bi derewî got ku ew van êrîşan qebûl nake û berpirsyar dê li pêşberî dadê hesab bidin. Lê belê her kes dizane ku Colanî xeyal dike ku rêveberîyeka li ser bingeha şerîetê ava bike. Bi rastî jî, piştî demeka kurt, Colanî rûyê xwe yê rastîn û nîyeta xwe careka din, vê carê bi awayekî xwînmijane nîşan da. Pêşî li Tartûs, Lazqîye û Hema, li ser Elewîyên ku li wir dijîn, komeka qatil a ji bermahîyên DAÎŞê pêk dihat, şand. Elewîyên Sûrîyê hatin qetilkirin. Wekî ku DAÎŞê li Şengalê jinên Êzidî revandibûn û li bazarê firotibûn, çeteyên girêdayî HTŞê jî jinên Elewî wekî “xenîmetên şer” dîtin, revandin û li bazarê firotin. Colanî û çeteyên wî dîsa bi gotinên xwe êrîş şermezar kirin, lê di pratîkê da berpirsyarên qetlîamê nehatin darizandin.
Colanî, parêzvanê têgihiştineka Îslama selefî ye. Lê belê, wekî ku li jor hate gotin, ew serokekî ku ji hêla efendîyên xwe yên emperyalîst ve hatîye teslîmgirtin, kedîkirin û serî tewandîye. Niha, ew tenê komên ne-misilman ên di nav sînorên Sûrîyê da hedef digire. Ji bo DYE û Îngilîstanê ev ne pirsgirêk e. Colanî dît ku li hember qetlîama li dijî Elewîyan dengekî zêde derneket, vê carê berê xwe da Dûrzîyên Swêydayê. Li ber çavên cîhanê bi hezaran Dûrzî hatin qetilkirin. Kolanên Swêydayê bûn gola xwînê. Bi sedan jinên Dûrzî rastî êrîşên tecawizê hatin, bi sedan hatin revandin û hê jî agahî li ser wan nayên wergirtin.
Colanî, bi taybetî Kurdên ku ji sê paran yekê zêdetir ên nifûsa Sûrîyê pêk tînin, û hemû netewe, ol û mezhebên din ên li Sûrîyê dijîn paşguh dike, daxwaz û bendewarîyên wan ji Sûrîyeya “nû” qebûl nake. Wî destûreka nû ya şerîetî, antîdemokratîk, yekperest û navendîparêz, ku tenê berjewendîyên komeka piçûk a Erebên Sunnî yên dewlemend diparêze, ragihand. Paşê hikûmeteka demkî ya ku piranîya wê ji Erebên Sunnî pêk tê damezirand û xwe jî ji bo 5 salan wekî Serokkomarê Sûrîyê ragihand.
Ji bo dewleta Tirk Sûrîye pir girîng e. Dewleta Tirk a faşîst û mêtingehkar ji şoreşa Rojava ditirse. Ew ditirse ku şoreşa ku li herêmê bandorê li Ereb, Dûrzî, Elewî, Ermenî û Aşûrîyan kirîye, li Kurdistana cîran jî bandorê bike. Ev tirs, bi gotineka kin, xewê li wan diherimîne. Ji ber vê yekê ye ku heyetên dewleta Tirk diçin Şamê. Hakan Fidan diçe, Îbrahîm Kalin tê, ew diçe, Yaşar Guler dikeve Şamê. Wezîrên bazirganî, ragihandin û veguhestinê jî ji Şamê kêm nabin. MÎT hema hema li Şamê kamp avakirîye. Karên çêkirin û belavkirina nasname û pasaportên nû MÎT birêxistin dike. Kontrolên ewlehîyê yên balafirgehên Şam û Helebê jî MÎT girtîye ser xwe. Bi peymana ku bi hikûmeta nû ya Sûrîyê ra di demeka nêzîk da hatîye çêkirin, artêşa Tirk dikare artêşa Sûrîyê perwerde bike û biçek bike. Li gorî vê peymanê, eger Colanî bixwaze, di dema şer da dikare ji Tirkî piştgirîya leşkerî jî bixwaze. Ev tehdîda şer li dijî kê ye, eşkere ye.
Serkeftina HTŞê ya ku projeyeka emperyalîst e li alîyekî, dewleta Tirk ji bo ku Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê statuyekê bi dest nexin, her tiştî dike. Car caran wekî li Efrîn, Girê Spî, Serêkanîyê û Minbicê erdên me dagir dike. Car caran bi SÎHAyên xwe qetlîaman pêk tîne. Nexweşxane, santralên kehrebê, depoyên avê, kargeh, nanpêjxane, ambarên genim, yanî her tiştê ku bandoreka neyînî li jîyana civakî dike û rasterast sivîlan dike armanc, tê hedefkirin. Artêşa Tirk û çeteyên wê, ji ber têkçûna li şerê Tişrînê bi hêrs in, û niha dîsa amadekarîyên êrîşê li dijî şoreşa Rojava dikin. Di hevdîtinên ku li Îmralîyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan ra dest pê kirine da, xuya ye ku Rojava roleka girîng dilîze û wê bilîze. Dewleta Tirk a faşîst, li Rojhilata Navîn a ku sîyaset bi çekan tê kirin, ji me ra dibêje: “Artêşa xwe fesih bikin, çekên xwe radest bikin, tevlî ‘Artêşa Sûrîyê’ ya ku ji çeteyên HTŞê pêk tê bibin.” Lê belê li Rojhilata Navîn, yê ku bêçek be, hêza wî ya sîyasî jî tune ye.







Bir Yorum Bırak