BEDİRXAN AMANOS
Tabloya ku di van demên dawî da li Sûrîyê derketîye holê, ne wekî ku gelek caran tê îddîakirin “asayibûn” an jî pêvajoya derbasbûna îstîqrara piştî şer e. Zêdetir, em behsa avahîyeke ku li ser berjewendîyên dem kurt yên hêzên emperyalîst û dînamîkên paşverû ên herêmî li hev hatine girêdan, li ser hevsengîyên demkî disekine û her kêlî dikare belav bibe, dikin. Di navenda vê avahîyê da Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) heye. HTŞ îro hem wekî rastîyeke cîhadîst ku ji heman hewza îdeolojîk a DAIŞê tê hebûna xwe didomîne, hem jî di heman demê da wekî parçeyeke fiilî ya koalîsyona navneteweyî ya ku li dijî DAIŞê hatîye avakirin tê cih kirin. Ev nakokî, yek ji çavkanîyên bingehîn ên îhtîmala şerên nû û şerê navxweyî yê di pêşeroja Sûrîyê da ye.
Êrîşa DAIŞê ya li Palmîrayê, yek ji wan kêlîyên ku ev nakokî bi awayekî herî zelal derketîye holê bû. Ev êrîş tenê wekî valahîyeke ewlehîyê an qelsîyeke îstîxbaratî nayê dîtin. Palmîra, nîşana ku çîroka “HTŞ guherî, nerm bû û ket bin kontrolê” çiqas bi rastîya li ser erdê ra ne li hev e, nîşan da. Kadroyên berê yên El-Qaîdeyê yên ku ketine nav HTŞê, şerkerên bîyanî û têkilîyên selefî-cîhadîst îdeolojîk tune nebûn; tenê li gorî şertên nû adapte bûn. Pevçûnên berê yên bi DAIŞê ra, ev zemîna hevpar tune nekir. Berevajî, careke din îspat kir ku avahîyên ku ji heman hewza civakî û îdeolojîk têne xwarin bi awayên cuda hebûna xwe didomînin.
Têkilîya di navbera HTŞ û DAIŞê da, wekî ku navendên rojavayî pêşkêş dikin ne têkilîyeke veqetînê ya zelal e. Zêdetir, em behsa girêdaneke veqetîyayî, pêşbazî kirî lê qutnebûyî dikin. HTŞ dibe ku îddîaya cîhada gerdûnî paş ve bihêle, lê çarçoveya îdeolojîk a selefî, têgihiştina rêveberîya şerîatê û amûrên zorê neterikandîye. Êrîşa Palmîrayê, nîşana vê berdewamîyê ya li ser erdê ye. Ji ber vê yekê, beşdarbûna HTŞê di operasyonên li dijî DAIŞê da, ne delîla tunebûna radîkalîzmê ye, dibeku nîşana tercîheke taktikî ya demkî ya emperyalîstan e.
Di vê xalê da rola dîyarker a polîtîkaya Emerîkî zelal tê dîtin. Bi taybetî di serdema Trump da ev nêzîkatî zelaltir bûye, nêzîkatîya Emerîkî ne li ser prensîban an gotina demokrasîyê, li ser berjewendîyeka eşkere disekine. Ji bo DYE yê mijara bingehîn li Sûrîyê ne îradeya gelan an aştîyeke mayînde ye; rêveberîya bi lêçûneke kêm a pergalê ye. Avahîyeke ku ewlehîya Îsraîlê tehdît nake, qada manevrayê ya Rûsya û Îranê teng dike, DAIŞê jî di nav sînorên dîyarkirî da digire, ji bo polîtîkayên Emerîkî bes tê qebûlkirin. HTŞ di vê çarçoveyê da, çi paşxaneya wê hebe jî, wekî amûreke “kar dike” tê nirxandin.
Zimanê lihevkirinê yê serdema Trump, di rewakirina HTŞê da roleka girîng lîst. Ev lihevkirin ne ji xapînekê li ser xisleta îdeolojîk ê HTŞê, ji xwesteka kêmkirina barê DYEyê li herêmê çavkanî digire. “Xwedîkirina” avahîyeke cîhadîst, wekî awayekî bidestxistina qezencên kurtvemirî bêyî eleqederbûna bi nakokîyên rastî yên li ser erdê hate dîtin. Lê ev nêzîkatî, dînamîkên navxweyî yên civaka Sûrî û bi taybetî alozîyên mezhebî, etnîkî û çînî paşguh kir. Pirsgirêkên îro hatine paşxistin, îhtîmala ku sibê bi awayên gelekî wêranker vegerin dihewîne.
Hebûna HTŞê ya ku hem rastîya ji heman kokê îdeolojîk bi DAIŞê ra hildigire hem jî dibe parçeyekî koalîsyona li dijî DAIŞê, îhtîmala şerên navxweyî yên nû li Sûrîyê xurt dike. Îhtîmala ku hêmanên radîkaltir di nav HTŞê da ji kontrolê derkevin û avahîyên mîna DAIŞê careka din bihêz bibin heye. Ji alîyê din ve, têgihiştina rêveberîya navendî û şerîatê ya HTŞê, bi ramana qirkirinê ra jî têkel dibe û ji bo Elewî, Dûrzî û komeneteweyên din xeterîyeka jîyanê ya giran diafirîne. Ev zordarî, alozîyeke civakî ya ku dikare veguherîne serhildanên herêmî û pevçûnên çekdarî berhev dike. Wekî din, nakokîya di navbera modela desthilatdarîya îslama yekperest û daxwazên xweserîya herêmî da, li herêmên cuda yên Sûrîyê qadên pevçûnê yên fiilî diafirîne.
Dema em li vê tabloyê dinêrin, tê dîtin ku li Sûrîyê tevî ku veqetîneke fermî çênebe jî, şerên navxweyî yên fiilî û pevçûnên parçekirî di heyama pêş da ji rojevê nayên dakêşandin. Navendên emperyalîst vê rîsk bi zanebûn digirin. Ji ber ku ji bo wan ya bingehîn ne îstîqrara civakî ya demdirêj e, rêveberîya îro ye. Kaosa ku sibê pêk were, wekî qadeke ku pêwîst be careke din destwerdan lê were kirin tê fikirîn.
Di vê tabloya tarî û şikestî da rastîyeke ku balê dikişîne heye: Li Sûrîyê qadên ku bi awayekî nisbî ewlekarî û îstîqrarê diafirînin, ne herêmên di bin kontrola avahîyên cîhadîst da ne, qadên Rêveberîya Xweser in. Pratiqa Rêveberîya Xweser a ku li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê hatîye avakirin, ne mezhebî û paşdehiştî ye, li ser zemîneke pirnasname û pirreng disekine. Xurtkirina rêveberîyên herêmî, rola navendî ya jinan di jîyana civakî û sîyasî da û nêzîkatîya ku jîyana hevbeş a gelên cuda esas digire, bû sedema îstîqrareke li van herêman.
Ne tesadûf e ku têkoşîna herî bi bandor û mayînde ya li dijî DAIŞê jî ji van qadan derketîye. Ev têkoşîn, ne encama bazarên emperyalîst e, encama rewabûna civakî û xwedîderketina herêmî bû. Tevî vê, DYE û hêzên emperyalîst ên din, ji bo berjewendîyên xwe yên kurtvemirî van qadên xweser dikin mijara bazarê. Çavnebarîya li hember zextên leşkerî yên Tirkîyê û têkilîyên ku bi HTŞê ra hatine avakirin, dibe sedema qelsbûna van qadan.
Di encamê da, rewakirina HTŞê, li ser gotineke îstîqrara sexte ya ku bi dijberîya DAIŞê tê firotin disekine. Êrîşa li Palmîrayê, bi awayekî zelal nîşan da ku ev gotin çiqas şikestî û seranser e. Kêrperestîbûna Emerîkî û lihevkirin, Sûrîyê nagihîne çareserîyeke mayînde, digihîne ber derîyê pevçûnên nû. Ewlekarî û îstîqrara rastîn ne di guherandina avahîyên cîhadîst da ye, di xurtkirina qadên xweser û demokratîk ên ku gel xwe bi xwe rêve dibin da ye. Pêşeroja Sûrîyê, di encama têkoşîna di navbera van her du xetan da wê teşe bigire.





Bir Yorum Bırak