ZINAR BEHRAREŞ
Beşa 2emin
Di YNKê da Serdema Bafîl Talabanî
Pêvajoya demkî ya bi “pergala hevserokatîyê” dimeşîya di sala 2021an da, bi îdiaya “jehrîkirina” Bafîl Talabanî, veguherî têkoşîneka rêberîyê ya eşkere. Ev îdîa, ku bû mijara dadgehê jî, bêyî li benda encama dadgehê bimînin, bi tasfîyeyan ra Lahur Şex Cengî ji YNKê hate dûrxistin. Di wê demê da, tevî ku di nav Peşmerge û hêzên Asayîşê da hin alozî û hewldanên pevçûnê çêbûn jî, alîyan bi giranî rêya “sîyasî” ya bandorkirina di nav û derveyî YNKê da û îspatkirina rêberîya xwe hilbijart. Her çendî ev şêwazê têkoşînê ya sereke bû jî, hin bûyerên kuştinê yên neçareserkirî jî qewimîn. Bi taybetî, di dema Lahur Şex Cengî da li Hewlêrê kuştina yek ji fermandarên girîng ên Peşmergê di nav her du alîyan da hê jî mijara spekulasyonan e.
Wekî her car, PDKê di vê demê da jî hemû hewldanên xwe da ku YNKê qels bike û perçe bike. Lahur Şex Cengî û ekîba wî demek dirêj li Hewlêrê xebatên xwe domandin. PDKê fermandarên Peşmerge yên girêdayî YNKê û kadroyên stratejîk ên serokatîya îstixbaratê di nav xwe da bi cih kir û ev yek li dijî YNKê bikar anî.
Lahur Şex Cengî, ku di nav YNKê da piştgirîyeka bi bandor nedît, li Hewlêrê dest bi xebatên partîyê kir û ragihand ku “têkoşîna xwe dê di qada sîyasî da bide”. Ji bo vê yekê, wî medyaya xwe ya nivîskî û dîtbarî ava kir. Kanala televîzyonê ya bi navê Zoom, û bi bandor bikaranîna medyaya civakî di vê demê da dest pê kir. Di dema hilbijartinên Başûrê Kurdistanê da, wî bi partîya xwe ya bi navê Bereyê Gel (Enîya Gel) beşdarî hilbijartinan bû û du parlamenter derxist. Ev encam ne ji bo wî ne jî ji bo PDK- malbata Barzanî têrker bû. Her çendî armancên her du alîyan cuda bûn jî, encama ku YNK qels bike, ji her du alîyan ra ne têrker bû. Di vê qonaxê da, piştgirîya PDK-mala Barzanî ya ji Lahur Şex Cengî ra li gorî rewş û mercan guherî.
Li vir divê em bi taybetî vê yekê jî destnîşan bikin: Di nav PDK- malbata Barzanî da, Mesûd Barzanî û kurê wî Mesrûr Barzanî piştgirî dan Lahur Şex Cengî, lê Neçîrvan Barzanî polîtîkayeka nêzî YNKê û Bafîl Talabanî meşand. Ev yek jî wekî nîşaneyeka nakokî û pevçûnên desthilatdarîyê-rêberîyê di nav PDK- malbata Barzanî da derket holê. Li Başûr gelek caran tê axaftin ku têkoşîna desthilatdarîyê ya ku piştî Mesûd Barzanî di navbera Neçîrvan û Mesrûr da derkeve dê ji ya îro di YNKê da, di navbera Bafîl û Lahur da girantir û berfirehtir be.Bi vî awayî, pevçûna 22’ê Tebaxê û bûyerên qewimî, bi daxuyanîyên alîyan ra li gorî cihê wan bûn. Bafîl Talabanî, piştî ji YNKê tasfîyekirina Lahur Şex Cengî, di nav Yekîtîyê da dest bi sazûmanîyeka nû kir. Bi taybetî, ji bo derbaskirina nêzîkatîyên hevsengîyê yên kadroyên “nifşê kevn” di polîtîkayên li dijî dagirkerîya dewleta Tirk û hin polîtîkayên din da, wî di YNKê da guhertinên kadroyan pêk anî. Di vê guhertinê da, wî kadroyên nifşê kevn ji erkên rêveberîyê dûr xist û li şûna wan zarokên wan kadroyan anî. Bi vî awayî, hem piştgirîya kadroyên kevn domand, hem jî bi kadroyên ciwan rêveberîyeka nû û dînamîk di nav YNKê da çêkir. Ev rewş hem ji bo kadroyên kevn hem jî ji bo nivşa ciwan bû ceribandineka rêberîya Bafîl Talabanî. Di vê pêvajoyê da, helwesta wî ya hevgirtî ya welatparêz a li dijî polîtîkayên dagirker ên dewleta Tirk li Bakur, Başûr û Rojava, ezmûneka girîng bû. Ev helwesta dij-mêtingehkar di nav gel û ciwanan da, her çendî di hilbijartinan da bi dengan neyê xuyangkirin jî, bi eleqeya li mîtîngan hate dîtin. Her wiha, polîtîkaya wî ya ku malbata Barzanî ji “gendelî”, “dizî” û “xirabûna burokratîk” ya li Başûr berpirsyar dibîne, qadeka din bû ku rêberîya wî ya sîyasî eleqe dît. Di rêya “amadekarîya derbeyê” ya Lahur da, Bafîl Talabanî di nav YNKê û li Silêmanîyê da di nav hevsengîyeka hêzê da bû ku rêberîya wî hate qebûlkirin. Di van mercan da her du alî ketin pêvçûnê.
Pevçûna 22ê Tebaxê Û Destwerdana Leşkerî Ya Li “Amadekarîya Derbeyê”
Lahur Şex Cengî, piştî pêvajoya tasfîyekirina ji YNKê, di xebatên sîyasî da encamên ku hêvî dikir nedît. Wî di nav û derveyî YNKê da têkilîyên xwe bi kesên dijberê Bafîl Talabanî ra (tevî ku ne eşkere) geş kir. “Xeyidîn”, “dilşikestin” û hêrsên sîyasî yên kadroyên nifşê kevn ên berî di YNKê da bi bandor bûn, ji bo bêrûmetkirina rêberîya Bafîl Talabanî hate bikaranîn. Mele Behtîyar, ku berî di YNKê da kesekî bi bandor bû û bi nasnameya rewşenbîrî ya Kurd jî derdiket pêş, bû rêveberê vê polîtîkayê. Gotinên Bafîl Talabanî yên “ne asayî” û bi taybetî dijberîya wî ya li hember PDK- eşîra Barzanî wekî “nêzanîna sîyasî”, “nezantî” û “bêçandî” hate propagandakirin. Ev têkilîyên bi van kesan ra qut bûn, bi taybetî piştî tasfîyekirina kesên nêzî wan di çapemenî, weşan, medya û akademîya çandê ya YNKê da, têkoşîna di van qadan da qonaxeke nû wergirt. Her çendî ev bûyer wekî têkoşîna kursîyan a kadroyên nifşê kevn xuya bike jî, bûyerên dawî nîşan dan ku ne wisa ye. Her çendî armanc cuda bin jî, hate eşkerekirin ku ev kes bi Lahur Şex Cengî û PDK- malbata Barzanî ra têkilîyan dimeşînin û hevdîtinan dikin. Bê guman, hemû kesên bi Lahur Şex Cengî ra di têkilîyê da wekî kesên di “amadekarîya derbeyê” da nayên dîtin. Armanca wan a hevpar bêbandorkirina Bafîl Talabanî di nav YNKê da û di Yekîtîyê da bidestxistina pozîsyonên bi bandor bû. Hin kes bi rastî jî ji bo bi sîyasî bêbandorkirina Bafîl ketin vê têkilîyê.
Klikên Mesûd û Mesrûr Barzanî ji destpêkê ve roleka kilît lîstin. Neçîrvan Barzanî, ji ber xetereyên vê klikê ya ji bo xwe, her tim nêzî malbata Celal Talabanî ma. Ev jî nîşaneyeka nakokîyên berjewendîyên malbata Barzanî ya di nav PDKê da bû.
Piştî ku PDK-malbata Barzanî di şerê di navbera dewleta Tirk a mêtingehkar û PKKê da xeta xayîntîya hevkar kûr kir, ji bo nêzîkkirina partî û kesayetîyên sîyasî yên li Silêmanîyê bi dewleta mêtingehkar ra û sazkirina têkilîyan ketin nav lêgerîneka taybet. Yek ji armancên vê polîtîkayê ew bû ku YNK-malbata Talabanî bike hedefa dewleta Tirk, ya din jî li Başûrê Kurdistanê bidestxistina desthilatdarîya yekalî bû. Di hilbijartinên Başûrê Kurdistanê û di mijara Walîtîya Kerkûkê da, PDKê her cure lîstik û têkilîyên qirêj pêk anî da ku YNKê bêbandor bike.
Di heman heyamê da, serokên partîyên Îslamî yên Başûr û serokên Tevgera Nifşa Nû ya navenda wî li Silêmanîyê ye, li Enqereyê bi serekê faşîst Erdogan ra anîn cem hev.
Di van pêvajoyan da, piştgirîya PDKê ya ji Lahur ra, armanc dikir ku bingeha YNKê parçe bike û qels bike. Bûyerên 22ê Tebaxê û têkbirina “plana derbeyê” li ser têkilîyên vê pêvajoyê teşe girt.
Bi eşkerekirina hin karên qirêj û têkilîyan,her dû alî ketin têkoşîneka tuntir. Serokê Tevgera Nifşa Nû, Şahsuwar Abdulwahîd,ji ber têkilîyên xwe yên bazirganî û darayî (ji ber dozên li dadgehên Iraq û Silêmanîyê) hate girtin. Piştî vê bûyerê, Lahur Şex Cengî û kesên bi wî ra tevdigerîyan, bi kadroyên xwe yên di nav Peşmerge, Asayîş û îstixbaratê da û bi hêzên mîlîs ên çekdar (çend hêzên mîlîs ên cuda hatin damezrandin û wekî Hezên Dubîşk hate binavkirin) plan kirin ku bi derbeyekê Bafîl Talabanî ji desthilatê dûr bixin û YNK û Silêmanîyê kontrol bikin. Li Başûr, Dubîşk di têkoşîna çekdarî da xwedî wateyeke taybet e. Gotineka ku Mam Celal gotîye, “roje mişk e, şeve dubîşk e” (“rojê mişk e ku ji kunê dernakeve, şevê dubişke ku êrîş dike”) heye. Bê guman, hilbijartina vê navê jî ji bo malbata Celal Talabanî peyamek e.Ji van amadekarîyên ku eşkere bûn yê herî girîng, Azhî Amîn ê ku yek ji kesên herî nêzî Lahur Şex Cengî bû û di Konseya Ewlekarîya Kurdistanê ya girêdayî PDKê da cihekî girîng digirt, di şeva 22ê Tebaxê da bi Lahur ra di nav pêvendîyê da bû. Dema Lahur bi tena serê xwe serokê YNKê bû, Azhî Amîn wekî kesekî herî nêzî wî di karê herî krîtîk ê Peşmerge da hate danîn. Piştî ku Bafîl Talabanî YNK kontrol kir, Azhî Amîn digel berpirsên din ên îstixbaratê û hêzên leşkerî ber bi Hewlêr-PDKê ve revîya. PDKê Azhî Amîn di Konseya Ewlekarîya Kurdistanê da bi peywireka girîng xist bin parastina xwe, hem ji YNKê ra got “ez agahîyên we yên leşkerî dizanim”, hem jî Azhî Amîn parast. Lê piştî ku yek ji kesên nêzî Lahur berî di sazîya Asayîşê ya YNKê da bi bandor bû, li Hewlêrê di otomobîla xwe da hate teqandin, PDKê kesên ku dê li dijî YNKê bikar bîne bi awayekî fermî an nîşankirî parast. Bi rîya Azhî Amîn, eşkere bû ku bi taybetî Mesrûr Barzanî di vê karê da cih digire. Bûyereka din a girîng di 15ê Tebaxê da, di vekirina Balyozxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê da qewimî. Deh roj berîya têkbirina “amadekarîya derbeyê”, rojnamevanan ji Bafîl Talabanî pirsî “te çima Şahsuwar Abdulwahîd da binçavkirin?”, Bafîl bersiv da: “Vê pirsê ji min nekin, ji Mesrûr Barzanî bipirsin. Ew dizane çima hatîye binçavkirin.” Bi vê bersivê, wî ji malbata Barzanî ra peyama “ez dizanim hûn li dijî min çi dikin” şand.
Lê berîya vê qonaxê, Bafîl Talabanî ji Lahur Şex Cengî xwestibû ku “dev ji têkilîyên bi van kesan ra berde”. Tevî vê bangê, Lahur di rêya xwe da israr kir, û ev yek bû sedema pevçûna çekdarî û têkbirina “plana amadekirina derbeyê”.
Piştî ku bersiva erênî ji banga Bafîl nehat, li gorî madeya 56an a Qanûna Cezayê ya Iraqê, bi sûcê “ewlekari xistina xetereyê û têkbirina aramîyê”, fermana girtina fermî ya Lahur Şex Cengî hate derxistin. Lahur Şex Cengî ragihand ku ew ê biryara dadgehê nas neke û teslîm nebe. Wî bi du birayên xwe, xwişka xwe û ekîba xwe ya mîlîs a çekdar ra Otêla Lalezarê, ku aîdî wan bû, kir navenda pevçûna çekdarî. Wî bi dîmenekî bang li gel û hêzên Peşmerge kir ku piştgirîyê bidin wî. Ji bilî pevçûna çekdarî ya li navenda Otêla Lalezarê ya li bajêr, du dron jî êrîşî mala Bafîl Talabanî ya li Dabeşanê kirin. Yek ji van dronan hate xistin, ya din li mala Talabanîyan li Dabeşanê ket.
Peşmerge, Asayîş, yekîneyên komando yên taybet û tîmên dij-terorê yên girêdayî YNK-Talabanî, bi hêzeka leşkerî ya mezin û çekên giran Otêla Lalezarê û derdora wê dorpêç kirin û rewşeka şerê navxweyî derket holê. Bikaranîna tank û topan bajêr û qada jîyana sivîl anî ber felaketê. Pevçûnên ku di saet 03:30ê şevê da dest pê kirin, piştî çar saetan, bi teslîmbûna Lahur Şex Cengî û ekîba wî bi dawî bûn. Di pevçûnan da çar kesan jîyana xwe ji dest dan, zêdetirî 200 kesên çekdar ên girêdayî Lahur hatin binçavkirin, û jîyana rojane li Silêmanîyê asayî bû. Lê bi zihnîyeta heyî, asayîbûna sîyaseta di navbera alîyan da zehmet xuya dike. Pevçûn û alozîyên nû, hem di nav YNKê da û li derveyî wê li Silêmanîyê, hem jî di nav PDK- malbata Barzanî (Neçîrvan-Mesûd Barzanî) da li Hewlêrê neçar xuya dikin.






Bir Yorum Bırak