ZINAR BEHRAREŞ
Beşa 1emîn
Nakokîya sîyasî ya di nav malbata Talabanî da, têkoşîna desthilatdarîyê, bi operasyona li dijî hêzên Lahur Şex Cengî yên di nav “amadekarîya derbeyê” da û pêvçûna bi hêzan ra derbasî qonaxeka nû bû. “Amadekarîya derbeyê” ku di şeva 22ê Tebaxê da li bajêr bû sedema hewayeka şerê navxweyî, bi zû welidandina bi zorê hat vala derxistin.
Nakokîya sîyasî û pevçûna taxtê ya berê, bi vê bûyerê ra hem di nav YNKê da hem jî di nav eşîra Talabanî û hin hêzên berê yên di nav vê partîyê da bûn, bû xalekî şikestinê ya nû.
Yektatîya YNKê
YNK wekî partîyeke sîwan-yekîtîyê hate damezrandin û ji destpêkê ve bû qada têkoşîna hêzê. YNK wekî partîyeka Başûrê Kurdistanê ku ji gelek partîyên çep-sosyalîst ên Kurd, eşîr û rewşenbîran pêk tê, di sala 1976an da hate damezrandin. Piştî Peymana Cezayîrê, li dijî sîyaseta teslîmîyetê ya eşîra Mele Mistefa Barzanî, rêveberên wê demê yên PDKê Celal Talabanî û Îbrahîm Ehmed (ku bi nasnameya rewşenbîrî ya Kurd jî dihat naskirin) YNK damezrandin. Bi bandora gotinên çep-sosyalîst, ji alîyekî ve partî û rêxistinên din ên qels bi lez di bin sîwana Yekîtîyê da kom kirin, ji alîyê din ve jî ji rewşenbîrên karker û kedkaran piştgirîyeka berfireh wergirtin. Heta ku statuya Başûrê Kurdistanê hate bidestxistin, YNKê hem li dijî polîtîkayên netew-eşîretî yên teng ên PDK- malbata Barzanî û hem jî li dijî polîtîkayên mêtingehkar ên rejîma Baas- Seddam têkoşîneka sîyasî û leşkerî ya bi bandor meşand. Ji Başûrê Kurdistanê di derxistina rejîma mêtingehkar a Baas da, Peşmergeyên Yekîtîyê roleka dîyarker lîstin. Her wiha, serhildana bi navê Raperîn ku navê xwe da wê herêmê, di herêma di bin kontrola YNKê da û bi rêberîya Yekîtîyê dest pê kir. Di vî warî da, Raperîn wekî destpêka şoreşa Başûr tê qebûlkirin. Em bi bîr bixin ku YNK û serokê wê Celal Talabanî di destpêkê da xwe wekî Maoîst didîtin û di têkoşîna gerîla da jî ev rêbaz şopandin.
Pratîka Birakujî
Bê guman yek ji pratîkên neyînî yên wê demê, têkoşîna hegemonyaya sîyasî-ideolojîk ya di navbera PDK û YNKê da veguherî pêvçûnên leşkerî. Ev pevçûn hema hema bûn “çalakîyên rûtîn” ên van partîyan.
Pevçûnên birakujîyê yên di dîroka Kurdistanê da wekî rûpelek reş tên binavkirin, bûn sedema mirina bi hezaran Peşmerge û welatparêzên Kurd ên ji her du alîyan. Her çendî aktorên sîyasî vê rewşê û wêrankirina wê bi têrkerî nedîtibin jî, birakujî di nav gelê Kurd ê Başûr da travmayên kûr çêkir. Nêzîkatîya gel a li hember birakujî û ya aktorên sîyasî her tim cuda bû. Gel di vî warî da bêtir hestîyar û hesas bû, lê kesayetîyên sîyasî û partîyan ev rewş wekî tiştekî normal qebûl kirin û heta wekî şêwazekî sîyasetê dîtin. Ev rewş ew qas normal bû ku di nav partîyan da û di navbera partîyan da, ev çeka qirêj wekî amûrekî pêşbazîya sîyasî hate bikaranîn.
Di pratîka birakujî da, eşîr û çanda malbatî roleka girîng lîstin û bandor li pratîkên partîyên sîyasî kirin. Di têkoşîna netewî ya Kurd û bi taybetî di pratîka Başûrê Kurdistanê da, di têkoşîna sîyasî-ideolojîk da bikaranîna şêwazên leşkerî çanda malbat-eşîr roleka dîyarker lîstîye. Polîtîkayên pêşbazîya sîyasî ya di nav partîyan da û di navbera partîyan da jî vê beralî kirîye. Amadekarîya derbeyê ya di vê demê da jî ji vê paşxaneya dîrokî, çanda eşîr-malbatî û polîtîkayên birakujî yên bûye kevneşopîya partîyên Başûr cuda nayê nirxandin.
Pevçûna di 22ê Tebaxê da, qonaxeke nû ya têkoşîna sîyasî ya taxtê ya ku ji berê ve di nav kom û klikên di nav YNKê da berdewam dikir, bû. Ev têkoşînên taxtê û tasfîyeyên navxweyî di nav YNKê da bi awayekî “kêm dijwarî” berdewam dikir. Lê piştî bidestxistina statuya Başûr, ev têkoşîna taxtê ya di nav eşîr-malbatê da cara yekem bi vî rengî veguherî pevçûneka tund. Her çendî berê ji bo tirsandina kesên tasfîyekirî hin kuştinên takekesî hatibin kirin jî, di têkoşîna nav partî-eşîr-malbatê da bikaranîna çekên giran û bajêr veguherandina qada şerê navxweyî, di dîroka Başûr da pratîkeka bê mînak bû.
Rêberîya Hevsengkar a Mam Celal
Ji bo têgihiştina vê pêvajoyê, divê mirina Mam Celal weke xalekî krîtîk were dîtin. Rola Mam Celal wekî “rêberê yekkirinê” di YNKê da, di yekkirina komên sîyasî yên cuda, eşîr-malbat û rewşenbîrên Kurd di doza hevpar a Kurdî da dîyarker bû. Wî her tim di nav YNKê ya ku wekî rêxistineka sîwan bû da girîngî da hevsengîya hêzê. Her çendî Mam Celal carinan bi pragmatîzmê hate tawanbarkirin jî, ev tenê alîyekî mijarê ye. Alîyê din ê ku zêde nehatî nîqaşkirin ev e ku YNK ne tenê partî ye, lê yekîtîyeka ji gelek kom, klik, eşîr û malbatan pêk tê ye. Bi vî awayî, YNK koalîsyoneka berfireh e ku ji çîn-tabaka, eşîr û malbatên cuda pêk tê. Li Başûr, navê YNKê nayê bikaranîn; “Yekîtî” tê bikaranîn. Bi rastî, ev awayê rêxistinbûnê jî xwedî taybetmendîyeka yekta ye. Serkeftina rêberîya Mam Celal ev bû ku ev kesên xwedî berjewendîyên cuda di bin yek sîwanê da kom kir û têkilîyên hêzê yên di nav partîyê da li gorî vê yekê saz kir.
Ev rewş heta bidestxistina statuya Başûr pirsgirêkeka cidî dernexistibû holê lê bi bidestxistina statuya netewî ra, di parastina van hevsengîyan da zehmetîyên cidî dest pê kirin, ev jî berîya mirina Mam Celal dest pê kir. Di nav têkilîyên berîya şoreşê û piştî şoreşê da cudahîyên neçarî çêbûn. Lê tevî van cudahîyan, pejirandina rêberîya Mam Celal a hevsengkar di YNKê da berdewam kir. Tevî vê pozîsyona hevsengkar a Mam Celal, Noşîrvan Mistefa, ku serokatîya komeke girîng a di nav YNKê da dikir, ji YNKê veqetîya û wekî Tevgera Goran rêya xwe domand.
Di YNKê da Valatîya Rêberîyê Û Çareserîya Demkî
Piştî mirina Mam Celal, di YNKê da alozîyek-pirsgirêkeka rêberîyê derket holê. Her kom, eşîr û malbatê dest pê kir ku mafê rêberîyê yê xwe bi awayekî zelal dîyar bike. Hin kesan hêza xwe ya komê, hinan bandora eşîra xwe, hinan jî taybetmendîyên xwe yên rewşenbîrî ji bo rêberîyê dan pêş. Di dawîyê da, bandora malbata Talabanî di YNKê da dîyarker bû. Di navbera 2018 û 2021’an da, brazîyê Mam Celal, Lahur Şex Cengî hate rêberîya YNKê. Lê hem di nav eşîr-malbatê da hem jî di nav hêzên YNKê da, nerazîbûn berdewam kir.
Li vir divê em li ser du dîyardeyên bingehîn rawestin. Ya yekem, PDK û YNK wekî aktorên sereke yên têkoşîna rizgarîya netewî ya Başûr, partîyên Kurd ên xwedî xeteka netewperestîya burjuva ne. Her çendî di nav YNKê da hêzên çep-sosyalîst hebin jî, xeta sîyasî ya Yekîtîyê bi giranî netewperestîya burjuva bû. Ev yek ji bo PDKê hîn bêtir derbasdar e, ku xwedî netewperestîyeka burjuva ya bi têkilîyên feodal e.
Di her du partîyan da jî hebûna serokên eşîran û giranîya wan a sîyasî di cihekî dîyarker da ye. Ji ber ku berjewendîyên çînî û pêşbazîya sîyasî di têkoşîna desthilatdarîyê da rêberî dike, ne tiştekî ecêb e ku kom, eşîr û malbat berjewendîyên xwe di ser her tiştî ra bigirin. Her yek ji wan li pey wê yekê ye ku bi hêzê, ango bi bandorbûna li ser desthilatdarîyê, dewlemendîyên aborî yên herêma xwe kontrol bike. Yên ku hêza wan ji desthilatdaran ra têr nake, di nav partîyê da û li derveyî wê da bi kesên din ra di nav lêgerîna hevbendîyê da ne. Di sîyaseta Başûr da, PDK her tim di têkilîyên navxweyî yên YNKê da, ango di têkbirina hevsengîya wê ya navxweyî da, xwedî roleka taybet bû. Tevgera Goran bi piştgirîya PDKê destpê kir. Her wiha, her tim di nav YNKê da hevsengîya eşîran tevilhev kirîye. Çi di nav YNKê da çi jî li derveyî wê, hemû tevger û alozîyên li Silêmanîyê derketine, bi awayekî rasterast an nerasterast bi piştgirîya PDKê bûne.
“Plana amadekirina derbeyê” ya Lahur Şex Cengî di ya 22ê Tebaxê da, bi welidandina mecburî ya zû hat têkbirin, encama van têkilî û nakokîyên ku me li jor behs kirin bû. Lahur Şex Cengî, di dema rêberîya xwe ya YNKê da, bi tasfîyekirina kadroyên di bin bandora malbata Celal Talabanî da, fitîla alozîyeka ku dê di pêşerojê da biteqe kişand. Bi taybetî, wî di fermandarîyên stratejîk ên Peşmerge da kesên nêzî xwe danîn da ku di rewşeka alîzyê da van hêzan kontrol bike. Her wiha, wî serokatîya rêxistina îstixbaratê ya YNKê Zanyarî jî da kesên nêzî xwe. Ev têr nekir, wî birayê xwe Polad Şex Cengî, tevî ku navê wî di gelek karên qirêj da derbas bû, kir berpirsê Zanyarî.
Ev bûyerên ku navenda wan da malbatên Celal Talabanî û birayê wî Şex Cengî Talabanî hebûn, piştî demekê veguherî têkoşîneka desthilatdarîyê ya berbiçav.
Malbata Şex Cengî di warê sîyasî da bêtir bandorker bû, lê giranîya manewî hê jî di destê malbata Celal Talabanî da bû. Lahur Şex Cengî, ku di nav YNKê da li ser navê malbata Şex Cengî têkoşîna rêberîyê dimeşand, wekî kesekî bi bandor derket pêş. Bi taybetî, têkoşîna wî ya li dijî DAÎŞê û helwesta wî ya piştgirîya ji Rojava ra, di nav gel da jî naskirin û piştgirî ji wî ra anî. Bi ji xwebawerîya vê piştgirîyê dayê wî piştî Mam Celal bêyî ku hevsengîyên nav YNKê binirxîne, xwest rêberîya xwe ya tekez bihêz bike.
Piştî Mam Celal, tevî ku ji bo rêberîya YNKê amadebûneke têrker a malbata Celal Talabanî tunebû jî, bandora wê ya manewî di nav Yekîtî û gel da dîyarker ma. Du kurên Mam Celal, Bafîl û Qubad, li Îngilîstanê xwendibûn û mezin bûbûn. Di sîyaseta Başûr û Rojhilata Navîn da bê ezmûneka pratîkî ya têrker bûn, vê jî di vê qonaxê da di têkoşîna rêberîyê-desthilatdarîyê da dezavantajek û valahîyek çêkir.
Di vê qonaxa têkoşîna rêberîyê ya YNKê da, ku her du alî jî xwedî avantaj û dezavantajan bûn, çareserîya demkî “modela hevserokatîyê” bû. Ev model, ku di cîhanê da mînaka yekem bû û wekî şêwazeka rêveberîyê “pergala hevserokatîyê” jî berovajî dikir di dîrokê da cih girt ji ber ku bi du mêran hate sazkirin.
Ev çareserîya demkî û şêwazê rêveberîyê zû nîşan da ku pirsgirêkan çareser nake. Bafîl Talabanî, ku ji bo malbata Mam Celal dest bi xebatên rêberîyê kir, bi taybetî bi bandora bavê xwe û bapîrê xwe Îbrahîm Ehmed, di nav YNKê da giranîyeka dîyarker çêkir. Bi taybetî, xaltîka wî Şanaz Îbrahîm Ehmed, ku di Komîteya Navendî ya YNKê da xwedî cihekî bi bandor bû û di nav Kurdan da rêzdar bû, di vê qonaxê da bi hewldan, piştgirî û ezmûna xwe roleka dîyarker lîst. Îbrahîm Ehmed û zarokên wî(dayîka Bafil û Qubad, Xêro Îbrahîm Ehmed û xaltîka wan Şehnaz Îbrahîm Ehmed), ku ji kevneşopîyeka sosyalîst tê, li Başûrê Kurdistanê, bi taybetî li Silêmanîyê, di nav jinên rewşenbîr, nivîskar û hunermend da xwedî bandoreka kûr û berdewam bûn. Hê jî Şanaz Îbrahîm di nav YNKê û sîyaseta Başûr da bi bandor e û rola wê di guherîna vê pêvajoyê da dîyarker bû.






Bir Yorum Bırak