SÎMAW ROJ
Di payizekê da rûyên tarî, destên qirêj ji bo ku hebûna gelê Kurd, jinên Kurd tune bikin êriş kirin.
Di payizekê da, wan destan dixwestin bajarekî bi wêrankirinê ji nexşeyê rakin.
Di payizekê da, zihnîyeta zilamperest a ku jinan ji xwezaya wan qut dike, wan kole dike; bi tecawîzên xwe, qirkirinên xwe, êrişên herî hovane carekq din jina ku “qels” didît hedef girt.
Û dîsa di wê payizê da, li cihê ku tarî dixwest serdest bibe, bi berxwedanê ra hêvî ji nû ve jidayik bû.
Û dîsa di wê payizê da, li dîroka bindestan berxwedanek nû hate nivîsandin.
Û dîsa di wê payizê da, jinên ku zincîrên koletîyê şikandin bi dirûşma “Jin, Jîyan, Azadî” ber bi enîya pêşîya şerê azadîyê ve meşîyan. Her tişt di 15ê Îlona 2014an da dest pê kir.
DAÎŞa ku wekî “rêxistina herî tirsnak a cîhanê” dihat binavkirin, bi çekên giran ji sê alîyan ve êrişî Kobanê kir — û bê hemdê xwe destpêka dawîya xwe amade kir.
DAÎŞa cîhadîst a ku di destpêka salên 2000î da li Iraqê, bi destê dewletên emperyalîst hate avakirin, bi piştgirîya dewleta faşîst a Tirk xurt bû, di 3ê Tebaxa 2014an da êrişî Şengalê kir; gelê Êzidî qirkir, bi hezaran jin esîr girtin û li bazarên koleyan firotin.
Ev zihnîyet a ku bi navê olê “nixumandinê” ferman dide û di heman demê da laşê jinan wekî ganimeta şer dibîne, mirovahîyê xist çala herî tarî. DAÎŞ … Ji Şengalê heta Musulê, ji wir heta Kobanê li erdnîgarîyek berfireh qirkirin pêk anî.
Û dewletên emperyalîst ên ku xwe xwedîyê cîhanê dibînin — mîna kor, ker û lalan— li hemberî vê hovîtîyê bêdeng man.
Lê di wê bêdengîyê da, li bajarekî biçûk — Kobanê ya ku heta wê rojê navê wê kesî nedizanî — rûmeta mirovahîyê rabû ser pîyan.
Kobanê ne tenê bajarek bû; bû sembola berxwedan û rûmetê ya ku di dilê gelên bindest, jinan, şoreşgeran da deng vedide. Di kêlîya ku hêvîya herkesî xelas bû, çend kolanên dawî mabûn û hemû bajar di bin tarîtîya DAÎŞê da bû, di wê kêlîyê da jî hêvîya şerkeran bi hêz rawestîya bû. Nûçeya ku dewleta dagirker û mêtingehkar a Tirk û serokê wê yê faşîst Erdogan ku bi gotina “wa ket, dê bikeve” li benda “serkeftinê” bûn, nekarîn bigrin.
Ev pêvajo bû qêrîna ku îradeya berxwedanê ya Kurdistanê nayê şikandin, nayê tune kirin; Amed bi Kobanê, Urmîye bi Amedî, Rojava bi Bakur ra heman ruhê radikin.
Piştî êrişan li Rojava seferberî hate ragihandin. Ji bo şerê rûmet û azadîyê yê Kobanê banga erkê hate kirin.
Şoreşgerên enternasyonalîst ji welatên cuda, ji zimanên cuda; sosyalîst, anarşîst, welatparêzên sosyalîst ber bi Pirsûsê ve hatin û ber bi sînorên çêkirî yên di navbera axa Rojava û Bakurê Kurdistanê da herikîn.
Bi sedan kes tevî astengîyan sînor derbas kirin û gihîştin Kobanê, hinekan kesên ku li wî sînorî ketî li ser milê xwe hilgirtin.
Ev berxwedana ku her ku diçû mezin dibû, bû şerekî destanî yê 134 rojan. Wekî ku di helbestê da hatîye gotin:
“Di nav wan da kî tune bûn? Rewşenbîrên por dirêj, komonîstên (bi înad)serhişk…”
“Ji meznahîya yekbûyîneka wisa ku bi kesî nebûye qismeta lerizî Kobanê (Madrid) , bi coş bi yek devî piste pist kir: ‘Ji bo şerê bi me ra, mirina bi me ra hatine!’ Pirsgirêka wan a ziman tune bû; hev ji destên ku cîhan afirandine nas dikirin. ‘No Pasaran’ ji bo wan ne sir bû û bi kîjan zimanî bê dayîn jî fermanên ‘Êrîşê!’ fam dikirin…”
Ev berxwedana ku 134 rojan bi hûrgulî hate hûnandin, hem îradeya azadîyê ya gelê Kurd hem jî azm û berxwedana bindestan xurt kir.
Û di dawîyê da, di 26ê Rêbendana 2015an da, şerker û gelê Kobanê yê ku li hemberî tarîtîyê teslîm nebû, DAÎŞ danî ser çokan û bajar azad kir.
Ew roj ne tenê rizgarkirina bajarekî bû; bû jidayikbûna ji nû ve ya jinan, gelan, mirovahîyê.
Serkeftin bû ya gelê Kurd yê ku berxweda, şer kir, bedel da. Serkeftin a komûnîstan, welatparêzan, şoreşgerên enternasyonalîst yên ku li hemberî tarîtîya DAÎŞ bêdengî wekî exlaqî û vicdanî red kirin, bû. Serkeftin a Sarya bû ya ku heta fîşekên xwe yên dawî û dilopên xwîna xwe yên dawî cihê xwe terk nekir û got “heke pêwîst be em ê şehîd jî bibin”, a Arîn bû ya ku laşê xwe li dijmin kir sîper, a Paramaz, Alişêr, Gelhat û bi hezaran qehremanên me yên ku bi nivîsandina li vir navê wan naqede ye.
1ê Mijdarê, ruhê berxwedana Kobanê, hevgirtina enternasyonal û roja têkoşîna azadîyê wekî di dîrokê da hate nivîsandin.
Wê rojê jinan bi dirûşma “Jin, Jîyan, Azadî” dengê xwe li ezmanan belav kirin.
Ew dengê ku li Kobanê bilind bû, li Amedê, Şengalê, Qamişlo, Mehabad, Silêmanîyê deng veda. Ruhê berxwedana Kobanê ne ji bîranînan ne jî ji rûpelên dîrokê nayê jêkirin.
Ji ber ku ew ruhê berxwedanê li dilê gelan hatîye nivîsandin.
Nîşan da ku gava em yek in, rêxistinî ne, têkoşîn dikin, hêvîya xwe winda nakin, bawer dikin, serkeftin çawa dikare were bidest xistin.
DAÎŞ li wir yekemîn têkçûna xwe stand û paşveçûn li wir dest pê kir.
Îro her hêza ku dixwaze wê tarîtîya faşîzmê ji nû ve zindî bike, zihnîyeta dijminê gel û jinê — bi navê HTŞ be an bi maskeyên din bê — wê bi wê îradeya berxwedanê ra rû bi rû bimîne.
Gelê Kurd, jin û ciwanên wî; îro ji her demê bêhtir rêxistinî, bêhtir biryardar, bêhtir hişyar in.
Ji ber ku Kobanê ne tenê nîşan da ku çawa dikare zafer were standin, di heman demê da nîşan da ku gel çawa dikare ji nû ve jidayik bibe.
Di rojekî zivistanê da DAÎŞ, di şerê ku bi pêşengîya jinên ku herî qels didît û herî jê ditirsîya da, yekemîn têkçûna giran û ku qet ji bîr nake stand.
Û em, ji wê payizê heta îro, her tim bi bîr tînin;
Di payizekê da li hemberî êrişên hêzên tarî, yên ku bi laşên xwe berxwedanê xweş kirin, bajarek azad kirin; yên ku azadî ji gelan û jinan ra anîn bi bîr tînin…






Bir Yorum Bırak