16 /09/2025
Bijî Têkoşîna me ya Jin Jîyan Azadî!
Şoreşa me ya jinê bi bedelên mezin dimeşe. Her rêya ku ber bi şoreşê ve diçe, bi derbaskirina astengîyên mezin û zehmetîyan pêş dikeve; lê şoreşa jinê, bi bedelên du qat mezintir û zehmetîyên girantir dimeşe. Her şoreş, di nav rastîya maddî ya civakî da ku jê derketîye, ya heyî derbas dike, wê diguherîne û ya nû diafirîne, di heman demê da hejandinên mezin û guherînên radîkal jî derdixe holê.
Em di salvegera serhildana ku weke “Jin Jîyan Azadî” di dîrokê da cihê xwe girt ya 16ê Îlona 2022an da ne, ku li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û li Îranê belav bû. Ev serhildan li Rojhilat bi pêşengîya jinên Kurd dest pê kir û li Îranê gelek netewe û gelên weke Belûc, Ereb, Fars, komên civakî, karker, kedkar, xwendekar, sendîkavan, rewşenbîr, ekolojîst, mamoste û hwd. beşdar bûn û derbeyeka xurt li rejîma melayan xist. Ê ku agirê serhildanê pê xist kuştina xwişka me Jîna bû. Di şexsê Jîna Emînî da, em hemû xwişkên ku tevlî serhildanê bûn û ji alîyê rejîma melayan ve hatin kuştin, bi rêzdarî û evînê bi bîr tînin.
Li hemberî polîtîkayên mêtingehkarî, zilamperest û kapîtalîst ên rejîma melayan a Îranê, gelên Rojhilat û Îranê heta sala 2022an gelek caran li kolanan deng û çalakîyên xwe ji bo maf û azadîyên xwe kirin yek. Hêrsa ku di nav gelên bindest da, li dijî burjuvazîya paşverû ya zilamperest a Îranê kom dibû, di dawîyê da di 16ê Îlonê da bû lehî. Ev lehîya hêrsê ya ku mîna sûlaveka mezin belav bû, ne bi darvekirin, ne bi êşkence û kuştinên girseyî yên li kolanan, ne jî bi terora binçavkirinê hat astengkirin.
Serhildana ku jin, ciwan, karker û kedkaran li dijî rejîma melayan bilind kirin, weke serhildana herî dirêj a dîroka Îranê hate tomarkirin. Di rojên serhildanê da bi sedan kes hatin kuştin, bi deh hezaran kes hatin binçavkirin û di bin lêpirsînên bi êşkence da derbas bûn. Êrîşên êşkenceya zayendî yên li ser jinên binçavkirî, nîşana dijminatîya rejîma melayan a li hember jinan bû. Bêguman “ev êş ne bê sedem hatin kişandin.” Heta mizgînîya wê roja mezin were, hêrsa gelan, bindestan û jinan wê bi berhevkirinê zêde bibe. Heta ku ew çirûska ku wê hêrsê bişewitîne derkeve holê.
Ji Çîyayên Ercîyesê Heta Çîyayên Kurdistanê Jîyaneka Domdar
Ji Kurdistanê heta Tirkîyeyê, ji Efxanistanê heta Nepalê, şoreşa jinê bi bedelên mezin dimeşe. Sê hevrêyên me yên xwedî xewnên mezin; Endama Fermandarîya Navenda YJA Starê Emîne Ercîyês (Nazlî Taşpinar), şervanên YJA Starê Zîn Zagros û Ekîn Amara Toldar, di êrîşên dewleta Tirk a mêtingehkar û dagirker da li Garê nemir bûn. Em soz didin ku wan di têkoşîna azadî û wekhevîyê da bidin jîyîn.
Jîyana hevrê Emîne, ku ji binê çîyayê Ercîyêsê dest pê kir û heta çîyayên Kurdistanê berdewam kir, careka din girêdana bêqutbûn a têkoşîna wekhevî, xwişk û biratîya gelan nîşan dide. Wê zarûrîyeta yekkirina çarenûsa zayenda xwe bi çarenûsa neteweya bindest ra dît û jîyana xwe ji bo vê têkoşînê terxan kir. Wê jî dizanî ku “heta neteweya bindest azad nebe, proleteryaya neteweya serdest jî azad nabe.”
Em di nav bingeha têkoşîna yekgirtî da bûn xwedî rûmeta naskirina hevrê Emîne. Weka ku di nirxandinên HPG û Fermandarîya YJA Starê da piştî şehadeta wê hate dîyarkirin, wê di nasnameya jina azad da xwe bi awayekî pir alî afirandîye; di şoreşa jinê da carna bûye hunermend, carna şervan, carna jî fermandar. Di jîyana xwe ya 24 salan a şoreşgerî da gelek erk û berpirsîyarî girtîye ser milê xwe û bûye yek ji wan kesan ku têkoşîna azadîya jinê bi awayekî pêşeng rakirîye. Serê hemû hevrêyên têkoşînê, gelê me yê Kurd û gelên Tirkîyeyê sax be!
Çi bextewarî ye ku me bi hevrêyeka wisa ra, mil bi mil, ji bo serkeftina şoreşa jinê û azadîya gelê Kurd şer kir, têkoşîn kir. Ala têkoşîna wan, di destên me yên ku peyrewên wan da ye. Em di çar parçeyên Kurdistanê da, şehîdên têkoşîna azadî û wekhevîya jinan bi rêzdarî, evîn û minetdarî bi bîr tînin û soza dilsozîya bi bîranînên wan ra bilind dikin.










Bir Yorum Bırak