Metîn Botan
Şoreşa Rojava du rewş eşkere kirin. Yekemîn, serdem a şoreşan bi dawî nebûye û bindest dikarin çarenûsa xwe bi destê xwe bigirin; duyemîn jî, têkoşîna azadîya neteweyî ya demokratîk a gelê Kurd di bin navê Şoreşa Rojava û Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê da gihîşt avahîyeke şênber.
Kurdan ev çawa bi dest xistin? Li Rojhilata Navîn li dijî hovîtîya DAÎŞê, li ser bingeha bernameyeke neteweyî demokratîk, gelperest û azadiperesta jinê, bi şêwaza şerê fedayî ya pir mezin, bi piştgirî û hevgirtina gelên bindest ên li Tirkîyeyê, şoreşger û gelên cîhanê ra berxwedanek ava kirin. Vê berxwedanê, planên bi hevkarîya dewleta faşîst a Tirk û DAÎŞê dagirkirina dilê şoreşa Rojava Kobanê û tunekirina şoreşê têk birin. Ne tenê têk birin, di dîroka neteweyî ya Kurd da bû yek ji sembolên berxwedana neteweyî ya Kurdan. Li çar alîyê cîhanê hişmendî û yekîtîya neteweyî ya Kurd ava kir. Berxwedana Kobanê ne tenê destpêka dawîya DAÎŞê bû, lê di heman demê da têkçûna dewleta Tirk a faşîst bû. Serkeftina Kobanê ya Kurdan rastîyeke ku dewleta Tirk qebûl nake û tu carî ji bîr nake.
Dewleta Tirk li ser qirkirin û tunekirina civakên neteweyî û bawerî ava bûye. Gelên ku herî zêde rastî qirkirin û tunekirinê hatine bi taybetî Ermenî û Kurd in. Îro gava li hovîtîya DAÎŞ, HTŞ, SMO û şaxên wan tê mêzekirin, dîrok û îroya dewleta Tirk dîtin ne zehmet e. Dijminatîya li Kurdan di dewlet û civakê da hîn rastîya xwe diparêze. Piştgirîya şovenîzmê ya di nav karker û kedkarên Tirk da jî ji vê dîrokîbûnê tê. Kurd, tevî ku li Rojhilata Navîn civakeke sekuler û azadîya jinê ava kirine û têkoşîneke civakî pêş xistine jî, Kemalîstên ku îdîa dikin sekuler in li dora çeteyên HTŞê li dijî Kurdan dibin yek.
Şoreşeke ku weke şoreşa Rojava ya ku li qada navneteweyî hezkirin û sempatîya gelên bindest û jinan bi dest xistîye pêk anîna Kurdan, dewleta Tirk careke din xistîye alozîyeke hebûnî. Dewleta Tirk, ji bo Kurd maf bi dest nexin, gavê ku hebûna xwe bi dawî bike jî bê dudilî dikare biavêje, ewqasî dijminê Kurdan e.
Kurdan li Rojava çarenûsa xwe bi destê xwe girtin û piştgirî û sempatîya gelên bindest û jinan bi dest xistine ev ne tenê şoreşa Rojava mayînde dike, li parçeyên din ên Kurdistanê jî destkeftîyên mayînde peyda dike. Ev têr nake, di asta herêmî da jî rê li ber şoreşên gelperest, demokratîk û jinperest vedike. Ev rastî ji bo dewleta Tirk tu carî ne rewşeke qebûlkirinê ye û ji bo bidawîkirina vê yekê planeke stratejîk tê xebitandin.
Dewleta mêtingehkar a faşîst a Tirk, piştî têkçûna Kobanê, bi her fersendê hewl dide tola vê yekê bigire û “îtîbara” xwe ya winda bûyî vegerîne. Li Tişrîn û Qereqozakê ev ceribandin lê bi ser neket. Êrîşa li Şêxmeqsûd û Eşrefîyê ji alîyekî tolhilanîna têkçûna Kobanê ye, ji alîyê din ve jî tunekirina destkeftîyên Kurdan ên ku dewleta Tirk ji mayîndebûna wan ditirse ye.
Dewleta Tirk hemû derfetên xwe yên leşkerî û sîyasî dan çeteyên faşîst ên cîhadîst ên HTŞê yên bermahîya DAİŞ û El-Nusra; bi hev ra êrîş li Şêxmeqsûd û Eşrefîyê kirin. Têkçûna DAÎŞê li Kobanê, Dera Zor, Reqqa û Minbicê li hember şervanên jin ên Kurd û teslimbûna wan di hişmendîya zilamperest, faşîst û rezîl a mêr da trawmayekê çêkirîye.
Dewleta Tirk, çi awayî têkilîyê bi Kurdan ra çêbike jî, di navenda polîtîkayên xwe yên li dijî Kurdan da tunekirin û îmha heye. Êrîş û qirkirina dewleta Tirk û HTŞê li Helebê ne dawî ye, destpêka nû ya şerê li dijî Kurdan e. Dewleta dijminê Kurd, ne li Bakur ne li Rojava, bi tu awayî mafê kolektîf û mayînde yê Kurdan qebûl nake û ji bo vê yekê her cure rê û rêbaz duh jî îro jî tê xebitandin. Ger Kurd kevirkê jî biavêjin dewleta Tirk ev sedema şer, dagirkerî û qirkirinê ye. Ji bo dewleta Tirk êrîş bike û qirkirinê bike, kevir jî ne hewceye. Wezîrê qirkirîner ê dijminê Kurd Hakan Fîdan çi gotibû? “Em ji hember du mûşekan biavêjin dest bi şer bikin.” Rewşa dewleta Tirk bi rastî ev e. Hebûna Kurdan bi xwe ji bo dewleta Tirk xetereke hebûnî ye. Ji ber vê yekê divê bên tunekirin. Ev polîtîka di bingeha xwe da tu carî neguherîye.
Dewleta Tirk ji bo armancên xwe yên herêmî bi dest bixe xwe neçar dibîne Kurdan biçewisîne. Ji ber ku Kurd bi hişmendîya civakî û neteweyî û rêxistinbûna xwe bûne astengîya herî mezin a li pêş planên dewleta Tirk. Divê ev asteng bi çi awayî be bê tunekirin.
Yek ji dijminên herî mezin ê gelê Kurd, şoreşger û komunîstan, Devlet Bahçelîyê faşîst îro ji bo hebûna dewleta Tirk pesnê Öcalan dide. Bawer bin ku gava dewleta Tirk bifikire pirsgirêka hebûnê çareser bûye, yekem tiştê ku ev qatilê faşîst bike dîsa li meydanan bi kindir bigere.
Xetereya li benda şoreşa Rojava li ber çavan e. Stratejîya parçekirin û tunekirina şoreşê tê xebitandin. Pêşengîya vê jî dewleta Tirk a dijminê Kurdan dike. Piştî êrîşa Helebê, dor li axên din ên şoreşê ye. Û em niha fêr dibin ku HTŞ ya faşîst a ku xulamê DYE ye û hevkarê dewleta Tirk e, herêma Dêr Hafir weke qada leşkerî ragihandîye. Ev ragihandina şerê li dijî Kurdan e. Piştî vê, Tişrîn, Dera Zor û Reqqa û di dawîyê da plana tunekirina temamîya şoreşa Rojava wê dest pê bike. Ger dewleta Tirk şoreşa Rojava biçewisîne, li Bakur wê pêvajoyeke wêranker, qetilker û qirkirîner a mezin li benda Kurdan be. Gelê Kurd divê vê rastîyê bibîne.
Ger em werin emperyalîstan. Dixwazin pergaleke nû ya cîhanê ava bikin û serokatîya vê jî emperyalîzma DYE dike. Di vê pergala nû ya cîhanê da her tişt bê destur e. Ne pêdivî bi hiqûq, ne bi qaîde, ne bi peymanê heye. Hêza kî digihîje, mafê xwe dibîne ku her tiştî bike. Hiqûqa burjuva ya navneteweyî û rêxistinên wê jixwe gelek berê hatibûn avêtin çopê; niha Trumpê faşîst ê ku dişibe Hitler vê yekê bi bêsînor û bêyî xwarkirinê dike.
DYE bi temamî ji bo gor berjewendîyên xwe li Sûrîyeyê bi cih bibe, bi Kurdan ra ittîfaqeke demkî û taktîk ava kir. Hemû ev qas e. Gava tiştê ku dixwaze bi dest bixe, vê ittîfaqê bi Kurdan ra tavilê di avêtina çopê da wê bê dudilî be. Êrîşa Helebê nîşan da ku ev îmkan çiqas nêz e. Li Parîsê di bin pêşengîya DYE da Îsraîl û HTŞ civîyan û gihîştin peymanekê. Êrîşên li Şêxmeqsûd û Eşrefîyê piştî vê civînê dest pê kirin. Wezareta Derve ya Hikûmeta Veguherîn a Sûrîyeyê di daxuyanîya xwe da “ji bo piştgirîya aramîya Sûrîyeyê û nîşandana hezkirina xwe ya ji yekparebûna ax û serwerîya wê ra, ji DYE, Keytîya Siûdî Erebistanê, Dewleta Qatar, Komara Tirkîyeyê, Keyanîya Yekbûyî û birêz Mesûd Barzanî ra spas û qedrînîya xwe ya kûr” ragihand. Balyozê Enqereyê û Nûnerê Taybet ê Sûrîyeyê Tom Barrack, êdî weke wezîrê derve yê HTŞ ya faşîst dixebite. Emperyalîstên DYE û YE bi Colanî ra dimeşin, Colanî jî di xulamtîya DYE da biryardar e. Dayîna Girên Golanê ji Îsraîlê ra pîvana vê xulamtîyê nîşan dide.
Emperyalîstên DYE, piştî ku bi temamî piştrast bibin ku HTŞ ji bo Îsraîl û wan ne xeter e (niha hinek dudilî ji ber pêkhateyên HTŞê hene), wê Kurdan ji bîr bike. Ji bo emperyalîzma DYE li Rojhilata Navîn û cîhanê bi reqîbên xwe ra reqabet bike, ne Kurd, lê hevkarên mezintir pêwîstin. Dewleta Tirk a endamê NATOyê yek ji amûrên herî baş ên emperyalîzma DYE ye. Bawerî bi emperyalîzma DYE girêdan di vê wateyê da dibe sedema xeletîyên mezin. DYE jî weke dewleta Tirk, gava bifikire armancên xwe yên stratejîk bi dest xistîye û êdî pêdivî bi Kurdan nemaye, tiştên li benda Kurdan in ne zehmet bê texmînkirin.
Emperyalîst amadekarîya şerekî nû yê parvekirina cîhanê dikin û di heman demê da provayên vê şerî dikin. Heta Kurd yekîtîya xwe ya neteweyî misoger nekin, derfetên bi destxistina azadîya xwe pir kêm e û tenê li mucîzeyan dimîne. Pêşeroja şoreşa Rojava bi şoreşên nû, serkeftin û serfirazîyên ku karker-kedkar, civakên neteweyî yên bindest û têkoşîna azadîya jinê bi dest dixin ve girêdayî ye. Gelê Kurd, karker, kedkar, civakên neteweyî yên bindest û jin divê bi awayekî pir bihêz xwedî li serhildana ku niha li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tê jîyîn derkevin û weke serkeftin û destkeftîyên xwe bibînin. Ya ku planên emperyalîst û hemû dîktatorîyên faşîst ên paşverû yên herêmî têk bibe, ev yekîtî û hevgirtin e.






Bir Yorum Bırak