Diren Şafak
DYE, Îsraîl, Fransa, Tirkîye û Şam demeke dirêj e şoreşa Rojava dorpêç dikin û dixwazin bi zorê bixin peymana paşverû ya bi Şamê re. Ev yek herî dawî, di dema gotûbêjên Parîsê da, di êrîşa li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefîyê da hate dîtin. Bi erêkirina DYE û Îsraîlê û bi çeteyên Tirkîye-Şamê ra êrîş li ser du taxên Kurdan hat kirin. Kurd û komeneteweyên cuda ji Şêxmeqsûd û Eşrefîyê hatin derxistin.
Demeke dirêj e di navbera hêzên şoreşa Rojava û HTŞ ya selefî da gotûbêj dihatin kirin. Car caran rawestibin jî, gotûbêj berdewam kirin. Gotûbêja herî dawî divîya di 6ê Çile da bûya. Li ser vê bingehê heyeta Rojava û Şamê li hev civîyan. Gotûbêj di hawaya erênî da pêş ve diçû û hêzên navneteweyî pêşnîyar kirin ku ev pêşketin ji raya giştî ra bê ragihandin. Lê dema civîn di hawaya erênî da pêş ve diçû, pêşketineke cuda qewimî. Em vê yekê ji endamê Fermandarîya Giştî ya QSDê Sîpan Hemo bibihîzin: “Rayedarekî dewleteke din (Hakan Fîdan n.m.) ket hundir. Dît ku civîn bi awayekî erênî diçe, berpirsê îstîxbaratê û Wezîrê Parastinê girt û derket derve. Gava vegerîyan gotin: ‘Di vê qonaxê da tu daxuyanî nayê dayîn. Em vê yekê bihêlin ji bo 7 an 8ê Çile’.”
Di bin çavdêrîya DYE da di 4ê Çile da rayedarên Îsraîl, Şam, Îngilîstan, Fransa û Tirkîye li hev civîyan. Gotûbêja bingehîn di navbera Îsraîl û Şamê da pêk hat. DYE û Îngilîstan weke hakem tevlî bûn. Dewleta Tirk jî weke parêzvanê Şamê û ji bo parastina cihên ku li Sûrîyeyê dagir kirîye tê da bû.
Di gotûbêjên Parîsê da hat gotin:“Her du alî, di bin çavdêrîya DYE da, ji bo parvekirina îstîxbaratê, kêmkirina tundîya leşkerî, têkilîyên dîplomatîk û îmkanên bazirganî bi lez û berdewam koordînasyona hêsantir bike, biryar dan ku mekanîzmayeke entegrasyona hevpar – yekîneyeke ragihandinê ya taybet – ava bikin. Ev mekanîzma wê weke platformeke ku her cûre nakokî bi lez bêne nirxandin û ji bo pêşîgirtina li têgihiştinên çewt kar bike.”
Piştî vê peymanê, Başûrê Sûrîyeyê û Girên Golanê ji Îsraîlê ra hatin hiştin. Li alîyê rojavayê Bakurê Sûrîyeyê ji dewleta mêtingehkar a faşîst a Tirk ra qadên nû weke para hişbûnê hatin dayîn. Bi vî awayî Şêxmeqsûd û Eşrefîyê ji dewleta faşîst a Tirk û çeteyan ra hatin pêşkêşkirin. Di encama vê yekê da çeteyên HTŞ û artêşa dagirker a Tirk di 6ê Çile da dest bi êrîşa li ser van du taxên Kurdan kirin. Belavkirina civînê ji alîyê Hakan Fîdan û temsilkarê Şamê Şeybanî ve emcamê peymana civîna Parîsê ye. Hêza ku ji vir girtin êrîşa li ser taxên Kurdan ên li Helebê ji wan ra hêsan kir. Niha zelaltir tê fêmkirin. Şeybanî, tevî ku di heyêtê da tune bû, çima bi Hakan Fîdan ra ket nav civînê. Çima bi Ebû Qesra ra civîneke cuda kir? Şeybanî got: “Ev civîn li vir qedîya. Em ê di 7-8ê Çile da ji nû ve civînê bikin.” Îro tê fêmkirin ku li civîna Parîsê pazarên qirêj hatine kirin. Emperyalîst û dewletên paşverû yên herêmê li gorî berjewendîyên xwe hevparîyek ava kirine.
HTŞ ya ku çeteyan di nav xwe da kom dike, bi piştgirîya leşkerî ya dewleta mêtingehkar a Tirk ra, di 6ê Çile da dest bi êrîşa li ser taxên Eşrefîyê û Şêxmeqsûd kir. Sedem û hêceta êrîşê dîsa naskirî bû. “Di van taxan da QSD hene. Çekên giran hene. Ji vir li ser sivîlan êrîş hatine kirin hwd.” Bi temamî rêbaza Hakan Fîdan sepandin. Lê piştî peymana 1ê Nîsanê hêzên QSD û çekên giran ji van her du taxan hatin derxistin. Tenê hêzên Asayîşê yên ku ewlehîya gel misoger dikin li wir man.
Li hember garana qirkeran a bi deh hezaran kesan, hêzên şoreşger ên ku destan nivîsandin û çalakîyên fedayî pêk anîn, bi rojan berxwedan kirin. Kolan bi kolan û mevzî bi mevzî berxwedan kirin û cihên xwe parastin. Li hember tank, SÎHA û çeteyên dewleta faşîst a Tirk rawestîyan. Navenda çeteyan Şam û dewleta mêtingehkar a Tirk dixwazin vê yekê weke fersendê bi kar bînin û şerê li ser hemû axên şoreşê belav bikin.
Her du tax li hember çeteyan ber xwe dan. Bi çekên sivik ên di destê wan da û bi bedenên xwe li dijî dagirkeran destan nivîsandin. Şehîd Zîyad Heleb û yên ku çalakîyên fedayî pêk anîn rêya ku bê meşandin nîşan dan. Tasfîyekirina şoreşê û êrîşên çeteyên dagirker dikarin ji vê xeta berxwedanê bêne şikandin.
Kî Sûrîye Parçe Kirîye, Bı Îsraîlê Ra Hevkarî Kirîye Û Şer Gur Kirîye?
Dewleta mêtingehkar a Tirk û Şam bi yek devê diaxivin. “QSD peymana 10ê Adarê pêk naîne. QSD bi Îsraîlê ra hevkarî dike. QSD çek bernade. Bi Şamê ra entegrasyon nake” bi vê yekê li ser QSD propagandaya qirêj dimeşînin. Ev propaganda ya derew ji bo veşartina kiryarên xwe ye. Yên ku bi Îsraîlê ra peyman kirine, dewleta faşîst a Tirk û hêzên selefî yên Şamê ne. Yên ku Başûrê Sûrîyeyê û Girên Golanê dan Îsraîlê ev in. Yên ku razî bûn ku Başûrê Sûrîyeyê bê leşker bimîne û leşkerên Şamê wan deran vala bikin ev in. Yên ku Sûrîyeyê dixin nav şerê navxweyî dîsa ev in. Yên ku peymanan pêk naînin, civînan belav dikin û li ser gel êrîş dikin jî çeteyên Şamê û dewleta Tirk a faşîst in. Wê demê divê neyê pirsîn? Kî bi Îsraîlê ra li hev kir? Kî civîn û biryarên hatine girtin ên peymanên 10ê Adar û 1ê Nîsanê nake?
Ji bo veşartina hevparî û kiryarên xwe yên kirî, rêveberîya xweser û QSDê dikin hêcet. Ji bo tasfîyekirina destkeftî û rêxistinbûna Kurdan bi hev ra tev digerin. Ev yek herî dawî di bûyerên Şêxmeqsûd û Eşrefîyê da hate dîtin.
Êrîşên dewleta faşîst a Tirk û çeteyên Şamê yên li Şêxmeqsûd û Eşrefîyê ji bo şoreşa Rojava rewşeke nû ye. Çeteyên ku hatine Şamê, her gavê ku li hundir desthilatdarîyê bi dest dixin û li qada navneteweyî têne naskirin û rewabûnê digirin, êrîşên xwe yên li ser gelên me zêde dikin. Dûh, çeteyên ku li dijî Dûrzîyan û Elewîyan qirkirin kirin, îro li dijî Kurdan êrîş dikin. Tiştên ku diqewimin bi Şêxmeqsûd û Eşrefîyê sînordar namînin. Ji niha ve çeteyan li herêmên Dêr Hafir û Dera Zorê kombûna leşkerî dikin. Cihên ku li rojavayê Firatê mane jî ji bo ji destê rêveberîya xweser bistînin êrîş dikin.
Di bin pêşengîya emperyalîzma DYE da li Rojhilata Navîn hevkêşeyekê nû tê avakirin. Di vê hevkêşeyê da ji Îsraîl û dewleta mêtingehkar a Tirk ra rolê hêza lêdanê hatîye dayîn. HTŞ ya selefî ya li Şamê bi temamî di bin kontrola DYE, Îsraîl û dewleta Tirk a faşist da tevdigere. Di vê rewşê da, li hember gelên din ên li Sûrîyeyê dijîn tundî wê berdewam bike. Emperyalîst, bi HTŞ ya selefî ya ku anîne Şamê ra berdewamîyê dixwazin. Emperyalîst duh jî îro jî Kurd wek sîyasî nas nekirine, têkilîya xwe her tim bi qada leşkerî sînordar kirine. Mafên kolektîf ên neteweyî yên Kurdan qebûl nekirine û nakin. Avahîyeke ku di forma dewlet an statûya xweser da be, yanî Kurdê rêxistinbûyî qet qebûl nakin. Gava karê wan hebe, Kurd têne bîra wan.
Ji bo hêzên şoreşê ji bilî berxwedanê tu rê nemaye. Dîplomasî, peyman, entegrasyon hwd. yek ji van jî şoreşê li ser pîyan nagirin. Ya ku şoreşê li ser pîyan digire, hêza rêxistinbûyî ya gel û biryardarîya hêzên şoreşê ya parastina destkeftîyan e. Ger em vê bi ser bixin, tenê wê demê em dikarin şoreşê biparêzin. Divê em rûyê xwe bidin gelên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê û wan bikin hêzeke li dora şoreşê, vê girîngîyeke mezintir bi dest xistîye.






Bir Yorum Bırak