DİREN ŞAFAK
Şoreşa Cotmehê ji bo proleteryaya cîhanê û gelên bindest gelek ders û ezmûn hiştine. Burjuvazî û qelemşorên wê nekarîn van dersan ji holê rakin. Îro gelên bindest hewcedarê Cotmehên nû ne.
Şoreşa Cotmehê, di zindana gelan a Rûsyayê de, li ser bingeha “mafê cudabûna netewan û wekheviya tam a hemû neteweyan” pirsgirêka neteweyî çareser dike. Ji gelên cîhanê re dibe mînak. Di sînorên Sovyetê de, civakên herî biçûk jî mafên xwe bi dest dixin. Daxwazên neteweyî yên Kurdên ku di sînorên Sovyetê de dijîn û ne zêde bi nifûs in jî tên cîbicîkirin. Şoreşa Cotmehê bandoreka erênî li ser pêvajoya netewbûna Kurdan dike û beşdarî pêşketina têkoşîna wan a neteweyî dibe.
Di pêvajoya şoreşê de, helwestên Kurdan cuda bûn. Gundiyên Kurd ên feqîr ên li Qafqasan dijîn beşdarî şoreşê dibin. Li dijî zordariya Qeysertîyê ji bo axê serî hildidin. Gundiyên Kurd ên kedkar, di serdema Şerê Parvekirina Emperyalîst a Yekem de, bi gotina “em axê dixwazin, em ê heta kengî kole bimînin” dengê xwe bilind dikin. Berxwedana van gundiyên Kurd ên feqîr di rêya şoreşê de bûye gaveka girîng. Xebatên şoreşgerî yên li Qafqasan hatin meşandin, hişt ku Kurdên feqîr tevlî Partiya Bolşevîk bibin. Xebatên Bolşevîk ên di nav gundiyên Kurd de, di şexsê Erebê Şemo de encamên xwe dîtin. Erebê Şemo, ku di artêşa Çarî de wekî tercûman dixebitî, şahidî êrîşên li ser gelê Kurd dike. Bolşevîkan nas dike û erkên girîng digire ser xwe. Beriya Şoreşa Sibatê dibe endamê partiyê. Erebê Şemo derbarê vê serdemê de wiha dibêje: “Di destpêkê de min cudahiya di navbera Partiya Bolşevîk û partiyên din de nizanibû. Min ji dil dixwest ku hemû partiyên serhildêr û azadîxwaz bibin yek û ji bo dozeka hevpar bixebitin. Bidawîkirina zordariyê, bidawîkirin şerê, naskirina mafên hemû neteweyên mezin û biçûk, rizgarkirina feqîr û karkeran ji serdestiya dewlemendan û kapîtalîstan; min ev ramanên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir.”
Di salên şerê navxweyî de, şervanê Kurd ên di herêmên cuda de li hemberî dij-şoreşgeran bi awayekî çalak beşdarî têkoşînê dibe, piştre Partiya Bolşevîk Erebê Şemo ji bo herêmên Kurdan erkdar dike. Di Sibata 1924an de, partî li Ermenîstanê erk dide Erebê Şemo. Erebê Şemo derbarê vê serdemê de wiha dibêje: “Partiya Komûnîst a Ermenîstanê ez bi rêxistinkirina komeneteweyan erkdar kirim. Wê rojê rûpelek nû di jiyana min de vebû. Min di têkoşîna li dijî xwînmijên mîrên Kurd, axayan, Taşnakan û begên wan de cihê xwe girt. Ev têkoşîn, têkoşîna hilweşandina serdestiya wan û avakirina Sovyetên gundî, karker û fabrîkayan bû. Bi kelecaneke mezin, min çiya, deşt û zozanên welatê xwe dîtin.”
Mîr û axayên Kurd ên ku naxwazin têkoşîna şoreşgerî qebûl bikin, dixwazin pergala xwe ya paşverû bidomînin. Taşnakan û dewlemendên Kurd bi hev re tevdigerin da ku Şoreşa Cotmehê li herêmê bi ser nekeve û zordariya li ser gundiyên Kurd ên feqîr bidome. Li dijî vê astengîya paşverû, Partiya Bolşevîk xebateka xurt destpê dike û di demeka kurt de encamên vê xebatê digire. Em vê yekê ji vegotinên Erebê Şemo dibînin: “Di nav salekê de, me ji feqîr û karkeran rêxistineke bi hêz ava kir. Di sala 1925an de hemû mafên siyasî yên mîran hatin standin. Feqîran ev kes di rêxistinên xwe de qebûl nedikirin. Di navbera me de şerekî dijwar çêbû… Di sala 1925an de li hemû herêmên bicîhbûna koçeran Sovyet hatin hilbijartin. Bi vî awayî me dawî li zulm, neheqî û zordariya mîr, axa û şêxên Kurd anî. Belê, tenê desthilata Sovyetê ji Kurdên feqîr ên li deşt, zozan, gelî û zinaran re bextewarî, aramî, azadî û pêşketin anî.” Desthilata Sovyetê, wekî ji bo gelên din, ji bo Kurdan jî derfetên azadî û wekheviyê dide. Her çend şoreş pêk hatibe jî, têkoşîna desthilatê bi dawî nabe. Li herêmên Kurd lê dijîn, Sovyet tên avakirin. Gundiyên dewlemend ên Kurd naxwazin îmtiyazên xwe winda bikin û li dijî desthilata Sovyetê rêxistin dibin. Ew bi Kurdên kedkar re wiha propagandayê dikin: “Hûn şaş in, Bolşevîktî zêde dirêj nake. Zû yan dereng hûn ê dîsa bikevin bin qamçiya me, wê demê em ê nîşanî we bidin.” An jî, “Hûn difikirin ku ev pergala we wê bidome? Hûn ê bibînin, dawiyê Îngilîz û Taşnak wê çermê we û ciwanên we yên komûnîst bigurînin.”
Avakirina sosyalîzmê têkoşîneka mezin dixwaze. Kulak û gundiyên dewlemend ji bo astengkirina şoreşê her rêbazê bi kar tînin, lê nikarin avakirina sosyalîzmê asteng bikin. Hemû gelên di Sovyetan de bi coşeka mezin beşdarî şoreşê dibin. Kurd jî di vê şoreşê de cihê xwe digirin. Kurdên koçer dest bi jiyana niştecîh dikin û di saziyên şoreşê de xwe birêxistin dikin. Jiyana niştecîh, li Tirkiye û Îranê bac, asîmîlasyon û zordarî bû, lê li Sovyetan jiyana kolektîf û modern bû.
“…Ji bo veguhestina eşîrên Kurd li jiyana niştecîh gelek xebat hatin kirin. Lê gerek li Tirkiyeyê gerek li Îranê, di serdema M. Kemal û Şah Riza Pehlevî de, rêbazên ku hatin bikaranîn ji aliyê Kurdan ve bi dilxweşî nehatin qebûlkirin. Li Yekîtiya Sovyetê rewş cuda bû. Li Sovyetan ev pirsgirêk ne tenê wekî pirsgirêkeka leşkerî û siyasî, lê wekî pirsgirêkeka aborî jî hate dîtin. Ji koçeran re ax û av hat dayîn. Ji bo zêdekirina berhema axê, pisporên çandiniyê alîkariya wan kirin. Ji bo veguhestina koçeran bo jiyana niştecîh, hêza çors nehat bikaranîn. Ev veguhestin gav bi gav hat kirin.” Wekî gelên din ên di bin desthilata Sovyetê de, Kurdên Qafqasan jî bi tecrubeyê fêr bûn ku azadî û bextewariya rastîn çi ye. Di desthilata Sovyetê de, li gundên Kurdan êdî têkiliyên baviksalarî, serdestiya mîr û axayan di dîrokê de hatibûn binaxkirin. Li herêmên Kurdan avakirina sosyalîst destpê kir û di demeke kurt de encam hatin bidestxistin.
“Êdî mulkiyeta kolektîf hebû û gundî dê bibûna endamên kolxozan. Li şûna saban û Erebêyên kevn, traktor û makîneya çandinîyê hatin bikaranîn. Li ser axa kolxozan, çandinî bi van amûrên modern destpê kir. Asta jiyana gundiyên Kurd bi awayekî berbiçav dest bi bilindbûnê kir.” “Ermenîstana Sovyet ji bo Kurdan gundên nû ava kirin. Li şûna çadir û axûran, avahiyên sêqatî yên bi pencereyên fireh bilind bûn. Gundiyên feqîr, cîwelek û gundiyên navîn kolxozên xwe ava kirin û bûn xwedî mal û milk… Di nav Kurdan de gelek pispor derketin. Hemû endamên kolxozan in. Hemû ciwan di partiya komûnîst de ne û di dibistanan de dixwînin. Li hemû gundan elektrîk, av, dibistan, nexweşxane û mizgeft hene… Niha li herêmên koçeran jiyana kolektîf a nû didome. Li şûna ku Kurdên Elegezê bibin xulamê mîr, axa û şêxan, xwîna hev birijînin an bibin amûrê zordariyê, îro di nava aştiyê de ji bo pêşketina Yekîtiya Sovyetê û cîhanê, ji bo rizgariya 12 mîlyon Kurdan, bêwestan, roj û şev dixebitin.”
(Erebê Şemo)
Di rojên beriya Şoreşa Cotmehê de, li Rûsyayê gelek partî hebûn. Armanc û hedefên wan ne yek bûn. Hemû partî li ser pirsgirêka neteweyî û pirsgirêkên şoreşê heman ramanê nediparêzin. Ev cudahî bi demê re zelal bû. Polîtîkayên têkildar her tim bûne mijara nîqaşê. Îro jî, emperyalîst, nûnerên burjuvaziyê, dijberên şoreşê û helwestên burjuvazîya biçûk polîtîkayên Şoreşa Cotmehê yên li hemberî Kurdan rexne dikin. Di Şoreşa Cotmehê de, gelek gavên şoreşgerî ji bo Kurdan hatin avêtin. Dema mijar maf û xizmet bû, ji gelên din cudatir muamele nehat kirin. Nêzîkatîya ku bi Rûs, Ermenî, Azerî, Tirkmen û gelên din ra çawa be, bi Kurdên Qafqasan re jî wisa bû. Destûr nehat dayîn ku di navbera gelan de cudahî, cihêkarî û îmtiyaz çêbibin.
Bi saya derfetên şoreşê, Kurdan jiyaneka rehet jiyan. Ji bandorên paşverû û feodal bi saya şoreşê rizgar bûn. Her Kurdekî ku di têkoşînê de cih girt, wekî mirovên azad ji bo şoreşê xebitî. Îro jî ji tecrubeyên serdema Sovyetê gelek aliyên erênî hene ku em dikarin jê fêr bibin. Erka me ew e ku van tecrubeyan ji parzûna şoreşgerî derbas bikin û di rêxistinkirin û bidestxistina girseyên Şoreşa Rojava de bi kar bînin.
*Hemû jêgirtin ji pirtûka Hüseyin Can a bi navê “Di Yekîtîya Sovyetên Sosyalîst da Kurd” hatine girtin.






Bir Yorum Bırak