Balyozê Tirkîyeyê û Nûnerê Taybet ê Sûrîyeyê ya DYEê ya emperyalîst Tom Barrack, bi tundî gef li Kurdan xwar û di sûda HTŞê da axivî û got ku QSD peymana ku di 10ê Adarê da bi Şamê ra çêkirîye bi cih neanîye û ev peyman dereng xistîye. Dîyar e ku ew di nava metirsîyê da ne ku erkê dane HTŞa faşîst û serokê wê Colanî bi lez bê bicih anîn.
Tom Barrack gefên xwe berdewam dike: “Dûrzî dixwazin axa Dûrzîyan hebe. Elewî dixwazin axa Elewîyan hebe. Kurd jî Kurdistan çêbe.” Gelo Kurd, Kurdistanê nexwazin, dê çi bixwazin? Ev daxuyanî jî berevajîkirine ye. Cîhan hemû dizane ku bi kêmanî Kurdên welatparêz ên Rojava dewlet nexwestine. Bifikirin ku Kurdan dewlet xwestibe, ev rewşeka pir ecêb e? Niha dewletên bi çend sed hezar kesî hene û bi nifûsa xwe ya 50 mîlyonî, Kurd bêdewlet in. Esas Kurdan dewlet nexwestibana dê ew biba rewşek ecêb.
Dûrzî û Elewî ên ku ji alîyê çeteyên faşîst ên girêdayî dewleta Tirk û HTŞê ve rastî qirkirinê hatine, bi xwezayî desthilatdarîya nû ya li Şamê a berhevkirî nas nakin. Lê Tom Barrack di berjewendîyên emperyalîst ên DYEê da diaxive: “Ez ji wî bawer dikim. Ez bawer im ku armancên wî yên îro bi armancên me ra hevaheng in.” Kî ye evê ku wî bawerî pê anîye? Colanî û HTŞa wî ya ku ji bo hilweşandina dîktatorîya BAAS a Sûrîyê ya ku alîgirê Rûsya û Îranê bû, deh salan li Idlîbê perwerde û çekdarkirin? Ma Balyozê berê yê DYEê yê Şamê Robert Ford negot ku Colanî “birêveberîya înîsîyatîfa sazîyeka sivîl a navenda wî li Îngilîstanê ye ji sîyasetê ra hatîye qezenckirin”? Colanî ji bo desthilatdarîyê sozên ewlehîyê dane Îsraîlê, serî li ber DYEê tewandîye û li Şamê bi cih bûye. Ew li Sûrîyeyê bûye “qiloçberan” û tetikkêşê nû ya emperyalîzma DYEê. Piştî ku Colanî erka xwe ya li dijî Îran û Rûsyayê bi cih anî, niha dor hatîye ku “yekitîya navxweyî” temam bike.
Tom Barrack, ku wekî berdevkê Colanî diaxive, hem erka nû ya Colanî bi bîr dixe û hem jî li Kurdan gefan dixwe: “Divê em hemû li hev bikin û bigihêjin vê encamê: Yek netew, yek gel, yek artêş, yek Sûrîye.” Kurd vê zimanê baş nas dikin. Ev gotinên Tom Barrack, ne tiştekî ji bilî zûgotinoka dewleta Tirk a faşîst, înkarker, dagirker û mêtingehkar e.
Çi ye yê ku DYEê ya emperyalîst û dewleta Tirk di nijadperestî û dijminatîya Kurdan da dike yek? Çima li hember daxwazên Kurdan wekî mûmyayê dimînin? Çima di hilweşandina dîktatorîya BAAS a Sûrîyeyê da bûne hevpar? Ji ber ku sermayeya yekdestdar a navenda wî DYE ye, ji nû ve parvekirina cîhanê û Rojhilata Navîn dixwaze. Yek ji astengên li pêş wê jî Sûrîye bû. Rûsya û Çîn a ku di şerê parvekirinê da dijberên herî mezin ên DYEê ne, Îran a ku ji bo wî astengîyek e, hevbendên herî xurt ên Sûrîyeyê bûn. Her çendî Sûrîye bi xwe di warê çavkanîyên xav da ne xwedî rewşeka girîng be jî, di warê rêyên veguhestinê, bazirganî, petrol ü gaza xwezayî da cihê wê yê stratejîk destê DYEê û hevalbendên wê qels dike. Pêwîst bû ev astengî bê rakirin. Yê ku vê bike jî, HTŞa ku bi navê demokrasî, medenîyet û çanda burjuvazîyê ve jê tê bawerkirin û hêvî jê tê kirin a di rastîyê da dijminê jinan û qirker e. Wan rêyên xwe, sûcdarîya xwe û berjewendîyên xwe bi HTŞê ya ku ji El Qaîde û DAÎŞê hatîye komkirin û avakirin, ya ku Êzidî, Kurd, Elewî, Dûrzî û Xiristîyanên ku serî li ber wê netewandine bi hovîtî qir kirine, kirine yek. Bi gotinên faşîst gef li Rojava û Rêveberîya Xweser a demokratîk, gelperwer û azadîxwaz a jinê ya li navenda dîktatorîyên Rojhilata Navîn dixwin. Ew dixwazin Kurd ji destkeftîyên xwe vegerin û teslîm bibin.
Dewleta Tirk li çar parçeyên Kurdistanê, ji bo tunekirina hebûn û destkeftîyên Kurdan her cure rêbaz ceriband. Hevparîya wê ya bi DAÎŞê ra li ser dijminatîya Kurdan bû. Ne ji xistina Kobanê ne jî ji holê rakirina şoreşa Rojava paşve gav avêt. Niha jî HTŞ ji bo wê derfeteka bêhempa pêşkêş dike. Lê rewş ne ew qas hêsan e. Kurdan rêxistinbûna xwe ya civakî û leşkerî xurt kirin; di nav Dûrzî, Elewî û Erebên sekuler û demokrat da piştgirîyek mezin bi dest xistin û hevbendî ava kirin.
Berjewendîyên DYE ya emperyalîst û dewleta Tirk a mêtingehkar dixwazin HTŞ li Şamê bimîne. Ew dixwazin Kurd jî li ber cîhadîstên HTŞê serî bitewînin. Ev jî nebû. Walîyê mêtingehan ê DYEyê Tom Barrack li hember rastîya Kurdan neçar ma ku paşve gav bavêje û got: “Ne federasyon lê modelekî rêveberîyê yê nêzî wê pêwîst e.” Dema DYEyê dît ku Kurd bi hêsanî nayên teslîmgirtin, vê rewşê dewleta Tirk tirsand. Serekê faşîst Erdoğan got, “Ger şûr ji kalanê derkeve, hewceyî ne bi qelem û bi gotinê dimîne,” û bi vê yekê dijminatîya Kurdan careka din tesdîq kir. Ma we ne digot hûn bi Kurdan ra bira ne? Em ji damezirandina komarê ve we nas dikin û dizanin. Hûn ne bira dixwazin, hûn Kurdên kole dixwazin. Wezîrê Dadê yê serdema CHPê Mahmut Esat Bozkurt di sala 1930î da gotibû: “Tirk, yekane xwedîyê vî welatî ye, yekane efendîyê wê ye. Yên ku ne ji nijada paqij a Tirk in, di vî welatî da tenê mafekî wan heye: mafê xizmetkarî û kolebûnê.” Serekê faşîst ku li Kurdan kolebûnê ferz dike, dibêje wê şûr ji kalanê derxe, û şerxwaz Hakan Fidan jî gefê dixwe: “Ger hûn ber bi dabeşkirin û bêîstîkrarîyê ve biçin, em ê vê yekê wekî gefeka rasterast li ser ewlehîya xwe ya neteweyî bibînin û destwerdanê bikin.”
Gelo di dîroka sedsalî ya dewleta Tirk da tiştekî di sîyaseta wê ya li hember Kurdan da hatîye guhertin heye? Tune! Di çil salên dawî da, ji çekên kîmyewî bigire heta her cure rêbazên şer, tiştek nema ku neceribandîye. Pêvajo destpêkir, qedand; mase danî, hilweşand. Tu rêbazek bi ser neket.
Baş e, Kurd çi dixwazin ku emperyalîst û dagirker ew qas êrîş dikin?
Kurd azadîyê dixwazin. Ew dixwazin hebûna wan a neteweyî bê naskirin û bi ewlehî bê parastin, wekhevîya tam a mafan dixwazin. Ji bo vê yekê, ew dixwazin çarenûsa xwe bi destên xwe bigirin. Ew dixwazin mafên xwe yên kolektîf ên neteweyî bi azadî bi kar bînin. Zimanê xwe bi azadî biaxivin, bixwînin, binivîsin, perwerdehîyê pê bikin, çanda xwe biparêzin û pêş bixin. Ew dixwazin xwedî li xweza û qadên jîyana xwe derkevin, talan û wêrankirina wê asteng bikin. Bi Kurdî bifikirin û bi Kurdî bijîn. Ev hemû li dijî berjewendîyên emperyalîst ên DYEê û dewleta Tirk a dagirker in. Ev dijberî tenê bi bidawîkirina her cure dagirkerîyê û avakirina Kurdistana Azad a yekgirtî û sosyalîst dikare ji holê bê rakirin.







Bir Yorum Bırak