ŞOREŞ NEVAL
Dema ku doza Kurd û Kurdistanê dibe mijara gotinê, di beşên dîyarker ên dîrokê da komunîstên ku rolên pêşeng lîstîne, an hatine ji bîr kirin an jî ji alîyê rêxistin û partîyên ku têdikoşin ve tune hatine hesibandin. Divê ji ber vê yekê be ku, weke ezber tê gotin ku “komunîstên Kudistanê li dijî doza Kurd û Kurdistanê bêeleqe mane”. Ev rewş alîyekî “rastîyê” be jî, di wateya modern da, di mijara meşandina têkoşîna rizgarîya neteweyî da û ji bo avakirina partî û rêxistinên wê, komunîstan her tim bi awayekî ku mîr, şêx û pêşengtî û rêxistînîya eşîran derbas dike, rolên pêşeng lîstine. Dema ku em li dîroka partî û rêxistinên ku li çar parçeyê Kurdistanê hatine avakirin binêrin, em dikarin bi hêsanî vê rastîyê bibînin. Lê zêdetirî ku em yek bi yek hemû mînakan bigirin dest, em dixwazin li dîroka PDKê ya ku bi eşîr û malbata Berzanî tê nasîn binêrin û di pêvajoya avabûna PDKê da rola ku komunîstên Kurd lîstîne lêkolîn bikin. Yek ji van komunîstan Hemze Ebdûlah e. Em Vegotina têkoşîna welatparêzekî sosyalîst a heyama xwe ku navê wî hatîye ji bîr kirin, ji bo ku ev rastî û kesayetê dîrokî bê zanîn vegotina jîyana wî weke erkeka girîng a têkoşîna me ye îro dibînin. Ev şexsîyetê dîrokî, Hemze Ebdûlahê komunîst ku yek ji damêzrênêrên PDKê bû.
Hemze Ebdûlah kurdekî Bakurî yê ku, li navçeya Mîksê (Bahçesaray) ya Wanê ji dayik bûye ye. Hemze Ebdûlahê ku zaroktîya xwe bi çanda Kurd şêwe girtîye, li bajarê Stembolê perwedeya zanîngehê dibîne. Di pêvajoya perwerdeya zanîngehê da nêrînên çep-sosyalîst nas dike. Hemze Ebdûleh piştî perwedeya zanîngehê demekê mamostetî dike û piştî demekê derbasî bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê dibe. Di nava rewşenbîrên wê heyamê da weke “Hemze Ebdûlahê Miksî” tê nasîn. Di 1940an da, di nava Têkoşîna Rizgarîya Neteweyî da Ibrahîm Ehmedê Sileymanîyeyî yê ku yek ji rewşenbîrên girîng ê sosyalîst bû, nas dike. Ev her du rewşenbîrên Kurd ên ji du parçeyê Kurdistanê (Bakur û Başûr) ku noxteya wan a hevbeş kurdbûn û sosyalîstbûn e ji bo tevlîbûna pêvajoya avabûna Komara Mahabadê ya Kurd bi hev ra derbasî Rojhilata Kurdistanê dibin.
Dema ku piştî hilweşîna Mehebadê Mele Mistefa Berzanî û pênç sed peşmergeyên xwe ji bo penaberîyê berê xwe dide Sowyetan, Hemze Ebdûlah dizivire Başûrê Kurdistanê û li vir tevlî tevgera Hîva dibe. Di wê demê da tevgera Hîva ji ber nakokîyên di nava xwe da, dibe du parçe û weke “Rizgarî” û “Şoreş” dizivire du tevgerên cuda yên sîyasî. Hemze Ebdûlah bi hewldaneka mezin her du tevgeran dike yek û bi navê “Partîya Demokrat a Kurd” partîyekî nû ava dike. Ev partî şêweya yekemîn a PDKê ya îro ye. Yekemîn kongreya PDKê di dîroka 16ê Tebaxa 1946an da tê lidarxistin.
PDKê ya ku, mala Berzanî dîroka xwe dispêrin wê û li ser wê çîrokên lêhengtîyê dihonin jî bi xwe ava nekirin. Di wê pêvajoyê da, Mele Mistefa Berzanîyê ku rêberê eşîra-malbata Berzanî yê wê demê ye, li Sowyetan li mişextîyê ye. Û dîsa wekî ku mala Berzanî îdîa dikin ku PDKê li Mahabadê an jî herêmeka Rojhilatê Kurdistanê nehat avakirin, li Başûrê Kurdistanê hate avakirin. Rêberê PDKê û rêberê wê ne mala Berzanî ye. Rêber û avakerê wê, rewşenbîrê sosyalîst ê Kurd û mirovê dozê Hemze Ebdûlah Miksîyê ku heta îro ji alîyê Mala Berzanî ve mafa wî hatîye xwarin e. Yanê damezrana PDKê ya îro piştî hilweşîna Komara Mahabadê ya Kurd pêk hat. PDKê ne ji hêla Berzanîyan ve, berevajî di serî da Hemze Ebdûlah, Ibrahîm Ehmed û sosyalîst-komunîstên wê pêvajoyê ve hate damezrandin.
Di destpêkê da navê partîyê “Partîya Demokratî ya Kurd” bû. Di sala 1953an da navê partîyê weke “Partîya Demokratî Kurdistan” tê guhertin. Di vê pêvajoya ku gotina mijarê ye da, Berzanî li Rûsyayê (SSCB)li mişextîyê ye, tu têkilîya wan bi rêveberîya PDKê ya ku hatîye avakirin ra nîn e. Wê demê ji Mele Mistefa Berzanî ne agahî tê girtin, ne jî cihê wî tê zanîn.
Cudatîyên ku di dema damezrandina wê da hebûn, bû sedem ku di nava PDKê da baskên cuda çêbibin. Hemze Ebdûlaha Miksî di nav partîyê da xwedî nêrînên komunîst bû û weke sîyasî û bîrdozîyî nêzî Partîyê Komunîst ê Iraqê bû. Ibrahîm Ehmet jî teva parastina nêrînên sosyalîst, di nava PDKê da hîna zêdetir nûnertîya “baskê neteweyî” dikir. Di wê demê da Mele Mistefa Berzanî jî dizivire Başûrê Kurdistanê. Mele Mistefa Berzanîyê ku bi sûdgirtina ji nakokîyên di nava PDKê da hewldana bidestxistina partîyê dida li benda hatina şertên guncaw bû.
Hikûmetê Iraqê, di sala 1948an da, li dijî Partîyê Komunîst ê Iraqê dest bi êrîşeka ragirtinê ya berfireh kir. PDKê jî ji van ragirtinan para xwe girt. Derveyî Hemze Ebdulah Miksî, Ibrahîm Ehmed jî di nav da esasa avanîya navendî ya PDKê hatibûn ragirtin û hatibûn xistin zindanan. Hinek ji wan, ji ber xeterîya hatin girtinê derbasî parçeyên din ên Kurdistanê bûbûn, hinek ji wan jî derketibûn derveyî Kurdistanê. Ibrahîm Ehmedê ku hatibû ragirtin du salan di hepsê da dimîne.
Hemze Ebdûlahê ku di êrîşên 1948an da li derve ma, di encama operasyon û zextên ku berdewam dikir di sala 1950an da tê girtin. Bi vî avayî avanîya navendî ya PDKê bi giştî tê teswîye kirin. Lê ji bona ku Hemze Ebdûlah ne welatîyê Iraqê bû piştî demekê tê berdan. Hemze Ebdûlahê ku di encama êrîşên ku berdewam dikir da ji nû ve hat girtin vê carê ji alîyê dewleta Iraqê ve radestî dewleta Tirk tê kirin. Hemze Ebdûlahê ku mêjî û dilê xwe di doza Kurdistanê da bû, rêyekê dibîne ji destê dewleta Tirk direve û dîsa dizivire Başûrê Kurdistanê. Ebdûlah Miksî li bajarê Musulê yê ku hejmara Kurdan lê gelekî zêdebû bi awayekî qaçax-îlegal dest bi jîyînê dike û rêbertîya têkoşîna rizgarîya Kurdistanê didomîne.
Di vê navberê da, nêrîna du xetên ku di destpêka damezrana partîyê da hebûn tevî pêkhatina şertan şêweyeka nû digire. Di kongreya yekemîn a damezrêner a PDKê ya ku di 16ê Tebaxa 1946an da hatibû lidarxistin da Hemze Ebdûlah Miksî weke sekrêtêrê giştî hatibû hilbijartin. Lê di kongreya duyemîn a ku dîsa li Bexdayê tê lidarxistin da Ibrahîm Ehmedê ku ji hepsê nû derketibû weke sekrêtêrê giştî tê hilbijartin. Ji ber nêrînên wî yên ku xwe dispart destpêkê Hemze Ebdûlah vê biryarê red dike û di nava partîyê da “Baskê Pêşverû” ava dike.
Di kongreya sêyemîn ku di çileya 1953an da li bajarê Kerkûkê hat lidarxistin da, PDKê doktrîn û bernameyeka çep bi fermî pejirand. PDKê ji raya giştî ra îlan kir ku ew partîyekî “Marksîst Lenînîst”e. Di daxuyanîya xwe da îlan kir ku dê di heman demê da têkoşîna çekdarî bimeşîne û xwesteka xwe ya “di nava Komara Iraqê da avakirina pergaleka federal” anî ser ziman.
Ji rêberên PDKê Hemze Ebdûlah û Ibrahîm Ehmed, ligel hemû gotarên hevbeş ên çep, di nava partîyê da nûnertîya du xetên cuda dikirin. Lê ligel ev hemû nêrînên cuda di navbera salên 1946-1958an da di mijara rêxistinbûna îlegel-veşartî û berfirehkirina bingeha girseya partîyê da, serkeftineka berbiçav tê dîtin. Bi taybetî li bajarên Iraq û Başûrê Kurdistanê di nava rêwşenbîr, ciwan, karmend, bazirgan-dikandar, artêş û polîsan da rêxistinbûneka berfireh tê derxistin holê. Lê nefsa serkeftina vê rêxistinbûnê, mixabin li gundan nayê bidestxistin. Li gundan hîna têkilîyên eşîrtî serwer in û lewma malbata Berzanî bibandor e. Di nava partîyê da alîyê herî lawaz û binakok, tunebûna yekîtîya xetekê ye. Heta ku Mele Mistefa Berzanî ji Sowyetan vegerîya Başûrê Kurdistanê, vê “pêşketina binakok” a di nava PDKê da berdewam kir.
Nakokîyên di navbera Hemze Ebdûlah û Ibrahîm Ehmed da bi kêrî Mele Mistefa Berzanî hat. Ji bo ku nakokîya navbera her du rêberan çaresar bike Mele Mistefa Berzanî tê hilbijartin. Mele Mistefa Berzenîyê ku ji berê da ev nakokî gur dikir, bi bikaranîna têkilîyên eşîrtî di dawîyê da derfeta ku li bendê bû bi dest xist. Çareserîya ku hatibû dîtin, ji bo yekîtîya partîyê berdana seroktî û sekrêtêrîyê ya Hemze Ebdulah û Ibrahîm Ehmed bû. Mele Mistefa Berzanîyê ku ji bo çaresarîya pirsgêrêkê weke serokê PDKê hate hilbijartin, bi vê rêyê partî bi dest xist. Di encamê da du rewşenbîrên sosyalîst ku damezrênêrên PDKê bûn mecbûr dimînin ku ji nav partîyê derkevin.
Zextên Mele Mistefa Berzanî yên li dijî Hemze Ebdûlah û Ibrahîm Ehmedê ku di heyama xwe da xeta welatparêzîya sosyalîst temsîl dikirin berdewam kir. Ibrahîm Ehmed û Celal Telebanîyê ku wê demê hîn parêzerekî ciwan bû, bi talîmata Mele Mistefa Berzanî di kampa Botî ya ku nêzî bajarê Ranyayê bû, di hepsê da dimînin. Her du jî piştre Yekîtîya Welatparêzên Kurdistanê (YNK) ava dikin. Piranîya şoreşgerên wekî Ibrahîm Ehmed, Celal Telebanî û Elî Eskerîyê ku teva koma xwe, tevlî pêvajoya damezrana YNKê dibin, şoreşgerên xwedî nêrîna çep-sosyalîst in. Elî Eskerî, ji alîyê hêzên peşmerge yên ku berpirsîyarê wan Mele Mistefa Berzanî bû û ji alîyê eşîrên hevkar ên PDKê yên Bakur-Başûr ve tevî 400 peşmergeyên YNKê tê qetilkirin.
Hemze Ebdûlah jî ji ber ewlehîyê bi rêyên veşartî diçe Bexdayê. Demekê li wir dimîne. Lê ji ber êrîş û zextên zêde yên li ser Kurdan û komunîstên Iraqê dîsa mecbûr dimîne dizivire Başûrê Kurdistanê. Ligel ku ji ber zextên Mele Mistefa Berzanî ewlehîya jîyana wî tunebe jî, dîsa jî ji ber tevkarîyên xwe yên têkoşîna rizgarîya Kurdistanê, gelê Kurd Hemze Ebdûlah bi hurmet pêşwazî dikir û xwedî li wî derdiketin.
Rastîya wê demê ya gelê Kurd û têkilîyên eşîrtî ku wesfa têkoşîna rizgarîya neteweyî ya li Başûr dîyar dikir, rêxistinbûna ku şêweya xwe ji vê rastîyê digirt, aliyê herî lawaz ê têkilîya Hemze Ebdûlah a bi girseya rêxistinkirî ya Kurd ra bû. Ew di nava rewşnbîrên Iraqê da xwedî bandoreka mezin bû, lê divê pêparîya ji têkilîyên eşîrtî yên ku karibe girseyeyan bixe têvgerê, rastîya wî ya bûyîna komunîstekî Bakurî, weke dîyardeyeka civakî-sosyolojîk ku di têkoşîna rêbertîyê ya Hemze Ebdûlah da weke paşwendîya (dezavantaj) herî girîng bê destnîşankirin.
PDKê ji alîyê du rewşenbîrên sosyalîst ên Kurd ku xwedî nêrînên cuda bûn hate avakirin. Lê ji ber van nakokîyan bi lezûbez zivirîya partîyekî eşîrê û li dijî dijber-muxalîfan neçîreka berdewam dest pê kir. PDKêyîyên ku di bin serokatîya Mele Mistefa Berzanî da bûn li her derê li Hemze Ebdûlah digerîyan. Hemze Ebdûlahê ku di alîyekî da mecbûr bû ku ewlehîya canê xwe dabîn bike, di alîyê din da dixwast doza xwe berdewam bike. Hemze Ebdûlah weke çaresarîya dawî serî li rêberê tesewûfê ya Herake Hekaneyê ku ji aliyê Şêx Ebdûrahman Şedaleyê ve hatibû avakirin da. Divê ji ber rastîya têkoşîn û rastîya gelê Kurd be ku, ewlehîya komunîstekî ku emrê xwe nezirî rizgarîya Kurdistanê kiribû Kurdên bawermend ên misilman dabîn kir. Hemze Ebdûlah çar salan di bin parastina wan da jîyan kir û di van şertan da tevkarîyên xwe pêşkeşî doza Kurd kir. Hemze Ebdûlah tevî guhertina şertan, diçeSileymanîyeya ku bajarê jîyana rewşenbîrî, fikrên doza Kurd-çep û sosyalîst lê serdest in û ew di bin kontrola YNKê da bû. Li vir tevkarîya xwe ya doza Kurd û Kurdistanê berdewam dike. Hemze Ebdûlahê ku tu carî dev ji ji fikrên xwe yên komunîst û têkoşîna rizgarîya Kurd berneda heta dawîya emrê xwe bû hedefa PDKê û Berzanîyan. Mixabin Hemze Ebdûlahê ku komunîstekî dilê xwe ji bo doza wekhevî û azadîya gelê xwe û bindestan lê dida û ji ber vê jîyana xwe nezirî gelê xwe û bindestan kir îro ji alîyê gelê Kurd ve nayê naskirin.
Hemze Ebdûlahê ku ligel têkoşîna bîrdozî û sîyasî, bi tevkarîya xwe ya nezerî û rewşenbîrî jî tevkarîyên mezin pêşkeşî doza Kurdistanê kir, di tevahî dirêjahîya jîyana xwe da her tim di nava hilberana fikrî da bû. Mixabin ên ku kedên wî yên di nava têkoşînê da destesar kirin, dest danîn ser berhemên ku nivîsandin û nehiştin ku ew berhemên wî bigihêje gelê Kurd. Hemze Ebdûlah Miksîyê ku heta dawî girêdayî têkoşîna azadîyê ya gelê Kurd û doza komunîzmê dimîne di sala 1998an da li Başûrê Kurdistanê hilma xwe ya dawî dide. Gora hevrê Hemze Ebdûlah Miksîyê ku li Sileymanîyê jîyana xwe ji dest dide li Sîteka ku dikeve Rojhilatê bajêr e. Em bi xemgînîya dereng naskirina wî, li ber bîranîn û mîrasê ku wî ji me ra hiştîye bi rêzdarî û minet bejna xwe ditewînin.







Bir Yorum Bırak