HAYDAR BAHADIR
HTŞ berî ku bigihîje desthilatê jî li dijî Elewîyan qirkirin pêk anîbûn. Niha jî van qirkirinên xwe bi awayekî dewletî û bi piştgirîya emperyalîstan didomîne. HTŞ; ji kevneşopîya cîhadîst-selefî tê, ji bermahîyên DAÎŞ, El-Qaîde, El-Nusra, Ceyş el hûr yên ku di dîroka mirovahîyê da ji rêxistinên herî hov û barbar in, avabûnek nijadperest, dijminê jinan, qirker, dijminê bawerî û gelan û di xizmeta emperyalîstan da ye.
HTŞ ya Nijadperest û Dijminê Jinan
Kadroyên damezrîner ên HTŞ li Şengalê, Serêkanîyê, Hesekê, Efrînê, Girê Spî li dijî gelê Kurd, Elewî, Ermenî, Sûryanî, Asûrî û hemû civakên neteweyî û bawerîyan, sîyaseteke qirkirinê ya hovane û bêrehm meşand. Bi taybetî jî dijminatîya jinê bû taybetmendîya wê ya sereke. Li Şengalê û li her dera dagirkirî di serî da jinên Êzidî, her cure zilm û êşkence li jinan kir. HTŞ ya selefî-cihadîst a ku jinê weke xenîmeta şer dibîne, li gorî mîrateya xwe ya dîrokî tevgerîya. Bazarên koleyan ava kir, jin di qefesan da teşhîr kir, bi zincîran girêda, tecawiz kir, bi kurtasî hemû rêbazên herî nemerdane û qirêj li dijî jinan bi kar anî.
Hevkarên Qirker ên HTŞê
Careke din em rastîyekê bi bîr bixin. Emperyalîstên Emerîka û Îngilîstanê bi sedan salan e li her quncikê cîhanê gel û bawerîyan bi şûr, bi top, bi her cure çekan qir dikin. Li Japonyayê jî bombeya atomê bi kar anîn û qirkirin pêk anîn. Ev taybetmendî îro jî neguherîye. Em tenê li dîroka nêzîk binêrin; di dagirkirina Iraqê da bi pêşengîya emperyalîzma Emerîkayê 500 hezar zarok – erê we rast xwend – 500.000 zarok hatin qetilkirin. Emerîka li Emerîkaya Navîn û Başûr bi mîlyonan şoreşger, komunîst, sosyalîst, antîfaşîst û antîemperyalîst qetil kir. Hejmara darbeyan, çalakîyên kontra, suîqest, qirkirin û komkujîyan bêhesabe. Herwiha li Vîetnam, Ka mboçya, Laos, Fîlîpîn, Endonezya, Koreya Bakur, Efxanistan, Srî Lanka, Hindistan û li her quncikê Afrîkayê bi mîlyonan mirov bi destê van herduyan hatin kuştin.
Kodên qirkirina ku HTŞ îro li dijî Elewî, Xiristîyan, Dûrzî û Kurdan dike, bi kodên Emerîkayê yek in. Îro jî ev qirkirin bi pêşengîya DYE ya emperyalîst, di bin himayeya wî da, ji alîyê hemû hêzên ku ketine xizmeta sîstema kapîtalîst ve têne kirin. Sûdan û Nîjerya nimûneyên herî şênber in. HTŞ ya ku bûye xulamê emperyalîstan û ji wan ra xizmet dike, bi hêvîya ku parek ji wê ra jî bikeve, qirkirina Elewîyan dike.
Em rastîyekê din jî bi bîr bixin. DYE ya emperyalîst piştgirîya herî mezin daye faşîzma Hîtler a ku li dijî Sovyetê şer kir, ew fînanse kir, çek da û hişt êrîş bike. Gava Almanyaya faşîst a Hîtler li hemberî Sovyetê têk çû, yekem kesê ku alîkarîya faşîstên Alman kir dîsa Emerîka bû. Emerîkayê efserên Nazî yên ku li dijî gelên Yekîtîya Komarên Sovyet ên Sosyalîst sûc kiribûn ji darizandinê xelas kir, anî Emerîkayê, hem parast hem jî xiste xizmeta leşkerî û pîşesazîya xwe. Piştî şer jî Emerîkayê ji bo yekdestên Alman dîsa li ser pîyan bin her cure piştgirî da.
Bi bîr xistinekê din: Dîktator Saddam dijminê herî mezin ê Kurdan bû. Dîsa jî emperyalîstan ew li dijî Îranê da şerkirin. Di sala 1988an da li Helebceyê Saddam bi çekên kîmyevî di carekê da 5 hezar Kurd qetil kirin. Binihêrin kî çekên kîmyevî dida Saddam? Almanya! Erê, ew Almanya ya ku Emerîkayê parastibû û li dijî Sovyetê bi kar anîbû. Niha jî heman Emerîka li hemberî qirkirina Elewî, Dûrzî, Ermenî, Kurd-Êzidî û Xiristîyanan a ku HTŞ dike dengê xwe nake. Ma em komunîst matmayî man? Na bê guman! Heta sîstema kapîtalîst hebe, berjewendîyên sermaye çi hewce bike wê dike. Heger berjewendîyên wê qetilkirina mîlyonan mirov hewce bike, dîsa wê bike û niha jî dike. Bawerîya berevajî vê yek jî eger ne safbûna sîyasî be, korîtîya îdeolojîk û ji bo bindestan xetereyeke mezin e.
HTŞ û Dîroka Qirker ya Dewleta Tirk
Kadroên Îttîhat û Terakkîyê bi îdeolojîya nijadperest, yekperest, Turanî, ol û mezhebperest li ser qirkirina Ermenî, Suryanî, Rûm û Pontusê dewleta Tirk a “nû” ava kirin. Yekem karê vê dewleta nijadperest û Turanî ku ava kirin, qirkirinê ji cihê xwe berdewam kirin û Kurd bi komkujîyeke mezin ra rû bi rû hiştin. Kadroên damezrîner ên dewleta Sûrîyeya “nû” jî ji kadroyên DAÎŞ, El-Qaîde, El-Nusra û hwd. yên ku dijminatîya wan a mirovahîyê hatîye tesbîtkirin pêk tê. Li gorî pêwîstîya îdeolojîya xwe ya nijadperest, yekperest, ol-mezhebperest, dijminê jinan û selefî-cihadîst, niha Elewîyan qirdikin.
Bi bîrxistineka din: Di dema ku Îttîhat û terakî hewl dida Împaratorîya Osmanî bidomînin û paşê bûn damezrînerên dewleta Tirk, piştgirîya hemû sîyasetên wan ên qirkirinê kî kir? Almanya! Berjewendîyên emperyalîzma Alman wê demê hewce dikir ku bikeve Rojhilata Navîn û bigihîje deryayên germ. Ji bo mezin bibe, di dabeşkirina cîhanê da cih bigire û bi emperyalîstên din ra pêşbazîyê bike, pêwîst bû bi Osmanîyan ve girêdayî be. Burjuvazîya Tirk a nijadperest, Turanî, yekperest û ol-mezhebperest li Ermenî, Rûm û Pontusan qirkirin kirîye xema kî ye? Bes e ku Almanya bigihîje deryayên germ û li herêmên petrolê bi cih bibe.
Dewleta Tirk dixwaze ji Sûrîyeya parvekirî parekê bigire. Ji bo bingeha dewleta xwe ya faşîst a li ser nijadperestî, yekperestî û mezhebperestîyê neyê hejandin, bi taybetî ji bo Kurd mafê hebûna bi nasnameya xwe ya neteweyî nestînin her tiştî dike. HTŞ niha dema “Sûrîyeya nû” ava dike, çima dewleta Tirk bi awayekî fiilî piştgirî dide qirkirina Elewîyan û çima Emerîka û Ewropa dengê xwe nake, famkirin ne zor e. Sûrîyeka yekperest hem ji bo dewleta Tirk hem jî ji bo emperyalîstan çêtir xuya dike. Divê em vê rastîyê qet ji bîr nekin.
Qewlikê Sexte ya HTŞê: Bermahîyên Esed
HTŞ ya selefî-cihadîst û serekê wê yê faşîst Colanî, bi piştgirîya emperyalîstan li “Sûrîyeya nû” rûdine û mîna ku ji efendîyên xwe fêr bûye, ji bo burjuvazîya xwe ava bike li dijî hemû civakên neteweyî û bawerîyan qirkirinê dike. Qirkirina Elewîyan ya HTŞ alîyekî wê ji bo avakirina burjuvazîya “Sûrîyeya nû” ye. Sermaye ji ezmanan ranakeve. Divê dest deynin ser. Li vir jî ol û faşîzm ji alîyê çeteya HTŞ ve ji bo li cem xwe girtina girseyan û weke hêza şer tê bi kar anîn. Ev qirkirin ji bo avabûna burjuvazîya nû xizmet dike. HTŞ gavên burjuvazîya Tirk dişopîne.
HTŞ û serekê wê yê faşîst Colanî ji bo qirkirina Elewîyan propaganda dikin, qawlikê ku em jê ra ne xerîb in bi kar tînin. Mîna ku kesên di bin zordarîya dîktatorîya BAASê da ne Elewî bûn, Elewî û BAASîyan wekhev dikin û Elewîyan weke “bermahîyên Esed” nîşan didin û dikin hedef. Bingeha wan a ku ji alîyê îdeolojîk ve hatîye şekilkirin û nijadperest, jin dijmin û faşîst, ji vê yekê razî ye. Hem zîhnîyeta wan a qirêj li gorî vê ye, hem jî dixwazin ji hemû îmkanên desthilatê sûd werbigirin û dizanin ku ji van qirkirinan para wan jî dê bikeve.
Dewleta ku wê”nû” bê avakirin, dixwazin li ser civakeke yekperest, nijadperest, neteweperest û ol-mezhebperest ava bibe. Ji ber vê yekê li Sûrîyê nakokî, pevçûn, qirkirin, şer, dijminatîya jinê wê bidome. Ne îdeolojîya wan, ne bernameya wan, ne jî rastîya hebûna wan ji bo gelên Sûrîyê ne wekhevî, ne azadî, ne jî jîyana li ser bingeheke demokratîk û dilxwazî pêşkêş dike û wê neke. Nakokî lihevnekerin, cudabûna çînî kûrtir dibe, dijminatîya jinê belav dibe, dijminatîya ol û bawerîyan zêde dibe. Projeya emperyalîstan, dîktatorîyên herêmî û hevalbend û xulamên wan tu carî nikare mayînde be. Heta kapîtalîzm hebe, ji bo gelan, kedkaran, karkeran, jinan û xwezayê aştî û aramîya mayînde nayê.
Çareserî: Têkoşîna bi armanca avakirina cîhaneke antîkapîtalîst, antîemperyalîst, antîmêtingehkar, bêçîn, bêsinor û bêzayend e. Bi vê perspektîfê divê li Sûrîyê hemû bindest; karker, kedkar, jin û xwezaparez li dora hev kom bibin û Sûrîyeya demokratîk û Kurdistana azad a sosyalîst ava bikin. Rêya yekane ya ku hemû bindest bi rastî bigihîjin azadîyê, sepandina sosyalîzma zanistî ya li ser bingeha îdeolojîya Marksîzm-Lenînîzmê ye.






Bir Yorum Bırak