CLARA SILAV
Ez xumxuma ava çeman,
Ez çerx û govend û sema,
Tîn im di nêv kat û lema,
Jîn im, hebûn im, tevger im.
Rojhilata Navîn ji dîrokê heta îro di şerên parvekirinê da cihekî stratejîk digire. Dîroka Şoreşa Rojava ev çardeh sal in bi şerên domdar, wêrankirin, dagirkerî û li hemberî van berxwedanan derbas bû. Bi bedelên giran şoreş bi dest ket. Îro jî di nav şerên mezin da têkoşîna hebûnê didomîne. Ji alîyekî ve dorpêçkirina dewletên emperyalîst, ji alîyekî din ve gefên çeteyên dewleta cîhadîst a HTŞ’ê, ji alîyekî din jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker didomin, di heman demê da şerekî mezin ê îdeolojîk tê meşandin. Di her pêvajoyên krîtîk da mijara yekem a ku tê nîqaşkirin destkeftîyên jinan e, lê jinên şoreşê bi biryar in ku van rojên bi neynokên xwe bi dest xistine biparêzin. Jin, bi taybetî YPJ di serî da, ji bo parastina hêzên xwe yên xweparastinê, hevserokatî, kota û wekî din mafên temsîlîyetê û azadîya jîyanê bi domdarî têdikoşin.
Di şert û mercên ku tundîya mêran zêde dibe, zextên civakî yên paşverû û eşîrî jinan ber bi xwekuştinê ve dibin, zewaca bi temenê piçûk û pergala hewîtîyê wekî penceşêrê belav dibe da, parastina şoreşa jinan ji bo têkoşîna jinan xwedî girîngîyeka jîyanî ye. Jin herî zêde bi vê hişmendîyê ne: Ger şoreşa jinan winda bibe, şoreş winda dibe. Bi vê hişmendîyê xebatên rêxistinbûnê û parastina şoreşê didomin.
Jinên ku ji piratîkên, çeteyên cîhadîst ên paşverû yên HTŞê yên bi êrîşên li ser jinên Elewî û Dûrzî, bi tacîz, tecawiz, revandin û firotina di bazara koleyan da, encamên girtine, bi hişmendîya ku destkeftîyên şoreşa jinan û şoreş bi xwe di bin gef û metirsîyeke çawa da ne, hewl didin rêxistinbûna xwe mezin bikin.
Pêkhateya komunîst a şoreşa jinên Rojava, JKŞê bi hêzeka mutevazî lê bi biryar, şoreşê di enîyên herî pêş da diparêze. Bi dirûşma “Em ji bo parastina şoreşa jinan rêxistinbûna xwe mezin dikin”, Jinên Komunîst ên Şoreşger Konferansa xwe ya 1emîn li dar xistin û banga xwedîderketina destkeftîyên jinan û rêxistinbûnê kirin. Bi beşdarîya jinên Kurd, Ereb, Ermenî û Elewî, ji bo Sûrîyeya Demokratîk û Kurdistana Azad îradeya xwe danîn holê.
Ji Şamê heta Helebê, ji herêmên peravê heta Kobanê, jinên ji herêm û beşên cuda hatin ba hev. Di axaftina destpêkê da behsa êrîşên çeteyên HTŞê yên girêdayî rejîma cîhadîst a piştî rejîma Baasê hate kirin. Li hemberî polîtîkayên revandin, tecawiz û kuştina jinan û şerên dagirkerîyê, dengê “Em hene!” bilind bû.
“Em hene” gotineke efsûnî bû. Îtîraz û berxwedaneka xurt tê da bû. Ji bo paşerojê ji jinan ra hêvî û bawerî dida; digot, “Hûn ne bi tenê ne, em hene.” Di bin vê dirûşmê da jin yek bi yek axivîn. Jinên koçber ên Efrîn, Şehba û Serêkanîyê têkoşînên xwe yên bi salan vegotin. Hîwaya Efrînî got, “58an roj me berxweda.” Bi şanazîyeke mezin ev gotin di devê wê da bû. “Û em ê vegerin…” Veger bi bawerîyeka mezin ji devê wê derket. Ji salonê deng bilind bûn: “Em ê tekez vegerin!”
Di nav delegeyên konferansê da şahidên zindî yên komkujîyên vê dawîyê hebûn. Jinên Elewî yên ji herêmên peravê yên Sûrîyê, çawa ji komkujîyên çeteyên cîhadîst ên HTŞê revîyane vegotin. Yek ji wan xwendekareka zanîngehê bû. Wê bi azwerîyeka mezin a têkoşînê got ku çete bi zorê çarşef li xwendekaran dikin û ew ê tu carî vê qebûl neke. Jineka din a Elewî, dema behsa nêzîkên xwe yên ku ji komkujîyê nerevîyane kir, hêsirên xwe negirt.
Dagirkerî, şerên parvekirinê, dorpêçkirinên emperyalîst û koçberîya bi zorê ya ji van deran, tundîya li ser jinan e. Jin di van pêvajoyan da bi awayên herî giran ên tundîyê ra rû bi rû dimînin. Tecawiz, revandin, gefên jîyanê li alîyekî; ji axa xwe qutkirin jî li alîyekî din birînan di jinan da vedike. Û li cihê ku ev rastî tê ziman, çareya yekane berxwedan e. Çepik û dirûşm, ji bo delegêya ku hêsirên xwe negirt û axaftina xwe nîvco hişt, salon hejandin. “Bijî berxwedana jinan!” Gotina “Pîştgirî, ziravtîya bindestan e” careke din hate bîra min.
Di konferansê da rapora çalakîyên du salan a JKŞê hate pêşkêşkirin. Ya herî zêde bal kişand, li Suveydayê jinên komunîst ên li dijî çeteyên cîhadîst derketin kolanan, di heman demê da li dijî sîyonîzma Îsraîlê dirûşma “Bijî Filistîna azad!” bilind kiribûn. Ji alîyekî ve li ser mijarên aktuel ên tevgera jinan a cîhanê, wek mafê kûrtajê rawestîyan, ji alîyekî din ve tabûrên parastina jinan ava kiribûn û di mêzengan da li dijî çeteyên polîtîk ên Îslamî yên paşverû û dewleta Tirk a dagirker bajarên xwe parastibûn.
Jinên komunîst ên ku ji roja yekem ve di çalakîyên Tişrînê da cih girtine, ji bo xuyabûna keda malê gelek gav avêtibûn. Xwedîderketina li QSD û YPJê, girêdana bi nemiran ra, di xeta çalakîyên hevpar da hate parastin. Ji alîyekî ve welatê şoreşê bi şert û mercên bêyî qeyd û bend parastin, ji alîyekî din ve hewldana gihandina şoreşê bo sosyalîzmê hebû.
Konferansa 1emîn a JKŞê, ji bo hewcedarîya herî dîyar a vê serdemê, yanî rêxistinbûnê, bersiveka mezin bû. Îradeya jinan a ji bo xwedîderketina pergalên rêxistinî, di enîya jinên komunîst da jî encamên xwe dît. Hilbijartinên meclîsa giştî ya ku hate pêşneyarakirin bi coşeka mezin pêk hat. Min di wê gavê da fêm kir ku konferans bûye çavkanîyeka xwebawerîyê.
Di navberan da, dema me xwarin dixwar an çay vedixwar, min bi gelek jinan ra sohbet kir. Gelek jin ne di wê fikrê da bûn ku bibin namzet. Îradeya ku konferansê danî holê ew jî hembêz kir û bihêz kir ku gavên mezin biavêjin. Di nav wan da yên ku cara yekem di jîyana xwe da li ser kûrsîyekê axivîn hebûn. Jinên ciwan, xwendekar, bijîşk, teknîsyenên tenduristîyê, terzî, nobedar, aşpêj, şofêr, karkerên konfeksîyonê, pale, kedkarên malê… Jinên ji beşên cuda bûne wekî cûrbecûrîya rengan.
Şoreşa Rojava di demên dijwar ra derbas dibe. Di vê demê da her gava ku jin ji bo rêxistinbûnê û parastina şoreşê diavêjin xwedî girîngîyeka mezin e. Beşek ji axa wan dagirkirî ye, beşek her roj di bin gefa vê yekê da dijî, lê îradeya jinan a ji bo parastina şoreşê wateyeka dîrokî digire. Hem di jîyana her delegêyekê da, hem jî wekî tevgera ku şoreşên herêma Rojhilata Navîn di bernameya xwe da digire, di jîyana komunîstên Rojavayî da xalek werçerxê hate derbaskirin. Rojên bê, ji bo komunîstên Rojavayî yên ku têkoşîna çînî û welatparêzîyê bi hev ra dimeşînin û parastina xeta şoreşa jinan didin pêş, rojên dijwar lê serkeftî mizgîn dide.






Bir Yorum Bırak