ROJHAT RÜZGAR
Emerîka û emperyalîstên rojavayî li Sûrîyê di nav amadekarîyên avakirina dewleteka nû da ne. Rejîma BAASê ya ku di bin hegemonya sîyasî ya Rûsyayê da, di çarçoveya eksena şîî ya Îranê da hebûna xwe nîşan dida hilweşîya û dewleta kevn hat rûxandin. Li şûna wê, kevirên dewleteka nû ku guhê xwe dide efendîyên xwe yên emperyalîst yek bi yek tên danîn.
Ew li pey avakirina Sûrîyeka ku bi Erebistana Siûdî, Mîrektîyên Yekbûyî yên Ereb, Qatar û Tirkîyeyê ra di warê aborî-civakî da têkilîyên baş danîye, piştgirîya xwe ji Hamasê qut kirîye, li ser planên berfirehbûna herêmî ya Îsraîlê metirsî çênake û li herêmê xizmeta hebûn û berjewendîyên Emerîkayê bike, ne. Şert e ku rêveberîya nû ya Şamê Sunnî be. Girîng e ku bi xeta “îslama nerm” a ku Emerîka ji bo welatên Rojhilata Navîn dixwaze, lihevhatî be. Têkilîya bi hêzên selefî-cihadî yên wekî DAÎŞ û El Qaîdeyê ra zêde ne girîng e. Ne hêzeka ku rasterast ew pejirandî be têrker e. Rêveberîya nû ya Şamê divê dewleteka burjuvazî ya li gor cîhana kapîtalîst be, li dijî planên herêmî yên emperyalîstan dengekê dernexe û ji bo vê yekê bi IMFê ra peymanê îmze bike. Divê bi dîmenên destdanê li Rîyad, Enqere, Parîs û New Yorkê peyamên lihevkirinê bide.
Lê belê, hewldana wan a bi kravatkirina serokê HTŞê El Colanî yê ku ji Idlîbê derxistin û anîn Şamê, bi ser neket. Hewldana ji çeteyên cihadî yên ku jîyana xwe bi serjêkirinê derbas kirine avakirina îslamgirek burjuva ya li gor daxwazên emperyalîstên rojavayî, encamên bilez neda.
Niha alternatîfeka din heye? Li herêma Derayê koma Ahmed El Awde heye, lê hêza wan pir sînordar e. Hebûna wan li herêma Dera ya ku Îsraîl pêşve diçe heye û zexta HTŞê ya “tevlî artêşê bibin” wan qels dihêle. Herwiha di paşerojê da têkilîyên wan bi Rûsyayê ra jî hebûn. Eşîrên Ereb ên li Derazorê belav in, têkilîyên wan bi Erebistana Siûdî ra xurt in, lê qabilîyeta rêvebirina dewletekê nîşan nadin. Çeteyên ku herêmên dagirkirî yên Cerablus-Azezê digirin, bi temamî di bin kontrola dewleta Tirk da ne. Ango, di demeka kurt da alternatîfeka din xuya nake.
Di van mercan da, Emerîkaya di bin rêveberîya Trump da, ji bo Sûrîyê ya ku ji qada bandora sîyasî ya Rûsyayê derxistîye, polîtîkaya xwe ya nû li ser HTŞê ava dike. Trump bi El Colanî ra hevdîtin kir û destê wî şidand. Tê zanîn ku serokê faşîst Erdogan jî bi rêya telekonferansê beşdarî vê hevdîtina ku di xwedî maltîya Erebistana Siûdî da pêk hat, bû. Thomas Barrack, wekî şefê herêmê yê Emerîkayê, di navbera Enqere û Şamê da sidê radihêlîne. Ji Umanê heta Parîsê, heyetên HTŞê digerîne û trafîka dîplomasîyê rasterast birêve dibe. Emerîka, bi serdanên wezîrên derve, endamên senatoyê û fermandarê nû yê Centcomê, Şamê qet vala nahêle. Bi vî awayî, hemû gavên ku HTŞ ji bo hikûmeta nû diavêje, di bin kontrolê da digire.
Di hişê Trump da, Wêneyeka hikûmeta nû ya Şamê ku bi sermayeya Erebistana Siûdî û Qatarê tê piştgirî kirin, di bin çavdêrî û kontrola Îsraîlê da ye û dewleta Tirk jî di asteka dîyarkirî da roleka beralîker digire, xuya dike.
Dewleta Kevin, Vîzyona Nû
Lê belê, HTŞya El Colanî nikare amûreka dewletî ya nû ava bike, ji ber ku kadroyeka bi vî rengî tune ye û qabilîyeta sazûmanîbûnê qels e. Wê demê formûla “dewleta kevn, vîzyona nû” derdikeve holê. Bi kesên Sunnî yên ku di paşerojê da di asta wezîran da cih girtine, têkilîyên kontrolkirî hatin danîn û sazîyên dewletê yên bi şêweya kevn dîsa hatin çalakirin. Ango, ew difikirin ku cilûbergê “îslama sîyasî” li dewleta kevin bikin, pirsgirêk wisa çareser bibe.
Çeteyên li qadê di bin fermandarîya nasnameya Muhammed El Colanî da ne, yên bi navên “komên kontrolkirina wan zehmet” an jî “hêzên eşîran” komkujî û kuştinên kolanan pêk tînin. Bi serdegirtinan malên gel talan dikin, jinan direvînin û li bazarê difiroşin, wan dikin koleyên zayendî(seks ê).
Nasnameya Ahmed El Şara ya ku cilûbergên fermî li xwe kirîye, bi vîzyoneka nû tevlî hevdîtinên navneteweyî dibe, di bernameyên televîzyonê da derdikeve. Dawî jî ji bo civîna Neteweyên Yekbûyî vîzeya ketina Emerîkayê jê ra hat dayîn. Lê belê, dîktatorê nû yê Sûrîyê El Colanî, tişteka nu ya ku kaosa sîyasî û şerê navxweyî yê bi salan berdewam dike çareser bike dernexistîye holê. Bi xeta xwe ya yekalî, dubarekirina rejîma Esed dîsa derdixe ser dikê.
Çeteyên HTŞê, bi feraseta xwe ya selefî-cihadî, destûreka demkî amade kirine û li gelên Sûrîyê ferz dikin. Ji bo parlamentoyê ku ji sê paran yekê wê rasterast ji hêla El Colanî ve tê tayînkirin, amadekarîyên hilbijartinê tê kirin. Mafên kolektîf ên hemû netew û bawerîyan, bi taybetî Kurd, Elewî, Dûrzî û Xiristîyan, têne înkarkirin. Ew îdia dikin ku Rêveberîya Xweser û QSDê peymana 10ê Adarê binpê kirine. Ji alîyekî ve jî behsa xwesteka entegrasyonê dikin. Netewperestîya Erebî derdixin pêş. Bi sermayeya Erebistana Siûdî û Qatarê, li Derazor, Reqa û Tebqayê dixwazin eşîran bixapînin û di nav gelê Ereb da rêxistineka paşverû pêş bixin. Di esasê xwe da, dixwazin bingeha Rêveberîya Xweser a ku li ser hevbendîya Kurd-Ereb û mafên wekhev ên hemû gelan ava bûye, xera bikin. Dixwazin dîsa dengê çekan ên ku demekê rawestîyabûn yên li xetên sînor ên Rojava, zindî bikin. Bi “êrîşên DAÎŞê” dixwazin aramîya bajarên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê têk bibin.
Rola Piştevanîyê ya Dewleta Tirk
Bi destpêka serdema nû ya di 27ê Mijdarê da destpêkirî, emperyalîstên rojavayî yên wekî Emerîka, Îsraîl, Îngilîstan û Fransayê û dewletên Erebî, li ser hikûmeta nû ya Şamê hegemonyayek bi dest xistin. Bandora sîyasî ya Tirkîyê jî bi qasî wan heye. Ji ber ku bi salan di hevdîtinên Astanayê da bi Rûsya û Îranê ra, wekî piştevanê HTŞê beşdar bû. Hê jî gelek komên çete bi rasterast mûçeyên xwe ji dewleta Tirk digirin. Ew van çeteyan wekî hêza şer a paramîlîter li derveyî Sûrîyê; li Lîbya, Başûrê Kurdistan û Azerbeycanê digerînin.
Şoreşa Rojava, ku ji bo neteweya Kurd destkeftîyeka pir girîng e, ji bo dewleta Tirk wekî “pirsgirêka hebûnê” tê dîtin. Ji ber ku taybetmendîya şoreşa Rojava ya demokratîk, gelparêz û azadixwaz a jinê, pergala Rêveberîya Xweser a ku li ser wekhevîya tam a gelan hatîye avakirin, ji bo hemû Rojhilata Navîn û gelên bindest ên herêmê rêyek rizgarî û azadîyê ye. Berdewamîya Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bi vê taybetmendîyê, ji bo mêtingehkaran xetereyeka mezin e.
Li alîyê dewleta Tirk, ji ber hevdîtinên ku li Emman, Parîs û Bakûyê bi beşdarîya HTŞê hatine kirin, tirsa windakirina kontrolê heye. Dewleta Tirk a mêtingehkar nikare bi maseya Sûrîyê ya nû ya ku cihê wê tê da tune ye razî bibe. Di tirse ku ji hevdîtinan peymanek ku di kîjan astê da jî be xweserîyek tê pejirandin derkeve. Ev nerehetî, bi nerehetîya ji têkilîyên aborî yên ku di bin sozên fînansekirina bêsînor a Erebistana Siûdî da pêş dikevin, yek dibe û dikare bê gotin ku xewa Qesrê direvîne. Ji ber ku di qadê da di asta xwestî da ne dîyarker e, herwiha ji alîyê bazirganî ve jî tiştek bi dest nakeve. Bi perçeyeka biçûk a pastayê jî razî nabe.
Ji ber vê yekê, dewleta Tirk a dagirker, bandora xwe ya ku heta niha bi çeteyan li qadê bi dest xistîye, ji bo astengkirina encamên maseya Sûrîyê ya ku bi zorê tê da cih digire, bikar tîne. Daxûyanîyên vê dawîyê yên Devlet Bahçelî û Tayyip Erdogan divê bi vî rengî bêne xwendin. Wezîrê Berpirsê Êrîşên Derve Hakan Fidan jî vê dawîyê bi gefxwarinê got ku “hêzên şoreşa Rojava wekî tehdîd dibînin, ger peymana 10ê Adarê ya di navbera Şam û QSDê da pêk neyê, êrîşeka leşkerî vebijarkek e.” Ev daxuyanî bi hevdîtinên navneteweyî yên HTŞê ra hevdem in û balkêş in. Lê belê, niha nikare were gotin ku van îtîrazan bandoreka ku rêça bûyeran biguherîne çêkirine.
Dewleta Tirk a dagirker di her firsendê da nerehetîya xwe ya ji xwesteka Sûrîyeka demokratîk a ku Rêveberîya Xweser li ser bingehên nenavendîbûnê esas digire, dîyar dike. Rejîma serektîya faşîst, bi zikrkirina tasfîyekirina QSDê û Rêveberîya Xweser, dixwaze gelê Kurd bike bin serwerîya hikûmeta nû ya Şamê. Ew bi tu çareserîyeka sîyasî ya ku hebûna kolektîf a neteweya Kurd di destûrê da misoger bike razî nabe. Li hemberî nîqaşên modela federalîzmê an xwesertîyeka di asteka cuda da, wek ku hesasî pê ra hebe îtîraz dike. Ji ber vê yekê, bi artêşa Sûrîyê ra têkilî û baregehên leşkerî ava dike da ku bandora xwe li qadê xurt bike, çeteyên HTŞê teşwîqî tevgerê dike. Her cûre hewldanên ku zemîna ji nû ve xebitandina çekan çêbike, diceribîne. Bi çeteyên Suleyman Şah û Sultan Murat ên di bin kontrola xwe da, li xetên sînor tevgerên leşkerî zêde dike. Li xeta Deyr Hafir û herêma Bendava Tişrînê êrîş li dijî hêzên QSDê tên kirin. Li xeta Derazorê, êrîşên DAÎŞê û hin eşîrên Ereb ên ku ji destpêkê ve li dijî şoreşê ne, domdar dike, û hewl dide QSDê li vê herêmê di pozîsyona parastinê ya domdar da bihêle.
Şoreşa Rojava di bin metirsîyeka mezin da ye. Digel gefên şer û dagirkerîyê yên dewleta Tirk, em di serdemeka ku hebûn û taybetmendîya Rêveberîya Xweser bi awayekî vekirî tê nîqaşkirin da ne. Hevbendîya Tirk-Kurd-Ereb a ku serekê faşîst Erdogan behs dike, tasfîyekirina pergala Rêveberîya Xweser û teslîmgirtina rasterast a Kurdan esas digire. Ya mayînde dijminatîya dewleta Tirk a li hemberî Kurdan e. Komkujîya li hember Elewîyan li herêma sahilê, hewldana qirkirinê li hember Dûrzîyên li Sûweydayê, nîşan dide ku kevirên dewleta nû ya Sûrîyê bi xwîna gelên ji netew û bawerîyên cuda tên danîn. Dîroka HTŞê têrê heye ku metirsîya li hember gelên herêma Rêveberîya Xweser bê dîtin.
Ruhê Berxwedana Tişrînê
Perçebûna bi şerê navxweyî yê ku 13 salên xwe li dû xwe hişt,nahêle ku li Sûrîyê kevir bi cih bibin. Ji ber ku li Sûrîyê guhertineka rastîn bi civînên navneteweyî nayê peydakirin. Wêneya heyî ya dînamîkên navxweyî yên Sûrîyê dîyar e. Çek hatine kişandin, herêmên di bin kontrolê da bi nuqteyên ewlehîyê hatine dorpêçkirin. Derbasbûna komekê bo alîyê din ne gengaz e. Ango Sûrîye di rewşeka pirparçeyî da ye. Ev wêne heta ku çareserîyeka adil û demokratîk a ku cihêrengîya gelên Sûrîyê li ber çavan bigire û li ser wekhevîya tam a mafan be, nayê guhertin. Rêveberîya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, bi sazûmanîya xwe ya birêxistinkirî û hêzên xweparastinê, hêz û ezmûneka ku dikare pêşengîya avakirina Sûrîyeka demokratîk bike derxistîye holê.
Di vê dawîyê da, konferans û civînên ku di navbera gelên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê da hatin lidarxistin, yekitîya çarenûsa gelên herêmê xurt kir. Konferansa Helwesta Hevpar û civînên şêwirmendîyê yên li bajaran, ji bo yekitîya azad, wekhev û dilxwaz a gelan roleka girîng lîst.
Di serdema êrîşên ku meha Mijdarê dest pê kirin da dewleta Tirk a dagirker derfetek ji bo fetisandina şoreşa Rojava bi dest xist. Lê belê, ruhê berxwedanê yê ku artêşa şoreşê bi piştgirîya xurt a gel li Tişrîn û Qarakozaqê nîşan da, roleka dîrokî ya pir girîng lîst. Ger dijminên şoreşê li Tişrînê nehatibana rawestandin, bi taybetî Kurd û hemû gelên herêmê dê bi komkujîyan ra rû bi rû bimana û hemû herêma Rêveberîya Xweser dê bihata tasfîyekirin. Lê ev bi ser neket. Bi wateya xwe ya rastî, şerekî hebûn-nebûnê hate biserxistin. Gelê me yê Dûrzî yê ku li Sûweydayê bi xetereya komkujîyê ra rû bi rû mabû, bi berxwedaneka bi heman rengî, planên çeteyên HTŞê têk bir.
Şerên nû li ber derî ne, hêzên şoreşê divê ji vê ra amade bin. Parastina artêşa şoreşê QSDê, helwesta birêxistinkirî ya gelên me yên ku li dora hêzên xweparastinê kom bûne, misogerîya paşeroja Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ye. Xurtkirina artêşa gel a ku hêzeka mezin derxistîye holê, zêdekirina hêza destwerdanê ya vîna gelan, mifteya çareserîyê ya vê serdemê ye. Ger rojekê Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê statûyê bi dest bixe û Sûrîyeka demokratîk bê avakirin, ev tenê bi tevgera gelên me ya bi ruhê seferberîyeka tam pêkan e.









Bir Yorum Bırak