Beşa 4emîn
Tirkîye Û Îsraîl Jendirmeyên DYE yên Li Rojhilata Navîn İn
Hûn dizanin ku Îsraîl jî dixwaze bibe hêzeka herêmî. Dewleta Tirk jî xwedî armancên bi heman rengî ye. Ma hûn îhtîmala rûbirûbûn an şerekî dibînin?
Îsraîl û Tirkîye bêguman li herêmê xwedî armancên berfirehbûna emperyal in. Di vî warî da dibe ku hin mijarên dijberîyê derkevin holê. Ev mijarên dijberîyê ne îdeolojîk in. Ango dewleta Tirk a Misilman li hember dewleta Îsraîl a Sîyonîst helwesteka îdeolojîk digire, lê ev qet ne mijareka şer û pevçûnê ye. Ev tenê amûreka ji bo hilberîna razîbûna civakî ye. Ji bo Filistînê dengê herî zêde derdikeve yê Erdoğan e. Lê bendergehên wî ji Îsraîlê ra vekirî ne. Gaza ku ji Azerbaycanê tê bi rêya Tirkîyeyê digihêje Îsraîlê. Di 15ê Tîrmeha 2025an da, li paytexta Kolombîyayê Bogotayê Konferansa Rewşa Lezgîn hate lidarxistin. Dewleta Tirk got, “Hin xalên di Daxûyanîya Hevbeş a ku di dawîya civînê da hate weşandin, ji hêla erkên me yên hiqûqî yên navneteweyî ve hewcedarî bi hemahengîya nav sazîyan heye,” û peyman îmze nekir. Lê belê xala bingehîn a peymana 6 xalî rawestandina her cure bazirganîya çekan bi Îsraîlê ra bû. Ango ew qas durû ye. Ji alîyê din ve, Tirkîye û Îsraîl jendirmeyên DYEyê li Rojhilata Navîn in. Dewleta Tirk her çendî xwedî derfetên pêşxistina stratejîyên serbixwe be jî, di dawîyê da girêdayî DYEyê ye. DYE jî hemû planên xwe yên li Rojhilata Navîn li ser ewlehîya Îsraîlê ava kirîye. Ji vê perspektîfê ve, ez bawer nakim ku pevçûnek di asta şer da çêbibe. Mijara Qibrisê gelek caran tê rojevê. Îsraîl têkilîyên xwe hem bi Qibrisa Başûr a Rûmî hem jî bi Yewnanistanê ra xurt dike. Ew hewl dide ku serwerîya xwe li ser Deryaya Spî fireh bike. Ji alîyê Tirkîyeyê ve armanca dagirkirina Qibrisa Bakur ew bû ku di rêya derbasbûnê ya Deryaya Spî da xwedî gotin be û di heman demê da di dirêjahîya demê da derfeta vekirina derîyê Bakurê Afrîkayê bi dest bixe. Niha liv û tevgera Îsraîlê li Deryaya Spî tê wateya sînordarkirina qadên serwerîya Tirkîyeyê, lê di heman demê da tê wateya ji başûr ve dorpêçkirina Tirkîyeyê. Ji ber vê yekê, ev têkoşîna hegemonyayê li ser Deryaya Spî dibe ku bibe pevçûnek. Lê nayê fikirîn ku ev di demeka nêzîk da bibe mijarek an jî bi xetek rasterast biqewime.
Em Tufana El Aqsa Rewa Dibînin
Îsraîla Sîyonîst, mîna dewleta Tirk, li Xezeyê li dijî gelê Filistînê komkujî dike, qirkirinê dimeşîne. Hûn wekî komunîstên Kurd bertekên li hember van komkujîyan têrker dibînin?
Bêguman em wan têrker nabînin. Li Bakur û Rojava hin xebat hatin meşandin. Me hewl da ku ev yek bibe rojeva gelan, lê mixabin ev yek têrê nake. Bi taybetî li Rojava li hember Hamasê bertekeka xurt heye. Nemaze di dema dagirkirina Efrînê da helwesta piştgirî ya Hamasê ji bo vê dagirkerîyê di bîra gel da maye. Bêguman helwesta me ya îdeolojîk a li hember Hamasê jî tê zanîn. Lê belê me li hember dagirkerîya Îsraîlê piştgirîya Tufana El Aqsa ya ku tê da şoreşgerên Filistînî jî cih digirin, kir. Em vê çalakî û berxwedanê wekî têkoşîna li dijî dagirkerîyê dibînin û rewa dihesibînin.
Ji alîyê din ve, di navbera salan da têkilîyên di navbera rêxistinên şoreşger ên Filistînê û gelê Kurd da jî pir qels bûne. Bêguman Leyla Xalid di nava gelên me da xwedî cihekî taybet e. Lê mixabin têkilîyeka pêşketî tune. Di vê demê da helwesta PKKê jî bandorek li ser gelê me kir. Bêguman di bin van şertan da jî me dikaribû pratîkeka pêşketîtir derxistiba holê. Em ji ber qelsîya pratîka xwe ya wek gel gelê me rexnedayîn didin. Wekî kirdeyên şoreşger ên Rojhilata Navîn, em bi teqezî girîngîya avakirina rêbertîyeka şoreşger a yekgirtî dibînin. Divê em bi girêdana vê armancê têkilîyan pêş bixin.
Di Pozîsyona Me Da Jî Tu Guherîn Tune
Daxûyanîya partîya we ya piştî Kongreya 12emîn a PKKê gelekî bû rojev. Hat gotin ku we xwe ji hemû zeminên hevbendîyê bi PKKê ra vekişandîye. Hûn wekî welatparêzên sosyalîst li hember van daxuyanîyên provokatîf û nirxandinan dixwazin çi bêjin? Ma we wekî ku tê îdiakirin bi tevgera neteweyî ra hemû têkilîyên xwe qut kirin, zeminê hevbendîyê rakirin?
Di vê demê da partîya me di vî warî da du daxuyanîyên bingehîn weşand. Yek ji wan di 2ê Adarê û ya din jî 22ê Gulanê da ye. Ez dixwazim careka din tekez bikim. PKKê bi rastî bi fedakarî û qehremanîyeka mezin têkoşînek meşand. Ez dixwazim hevrê Nûrettîn Sofî û Koçero Urfa yên ku nêzîkî vê demê şehadeta wan hate ragihandin bi hurmet bibîr bînim. Wekî ku di daxuyanîyên Rêxistina me ya Kurdistanê û Komîteya Navendî ya Partîyê da jî hate gotin, tevkarîyên hevrê Nûrettîn Sofî di hebûna me ya li Rojava da pir girîng in. Em ê vê yekê tu carî ji bîr nekin.
Bêguman di pêvajoyên şer da car caran agirbest, aştîyên demkî çêdibin. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, Lenîn bi Almanyayê ra Peymana Brest-Lîtovskê îmze kiribû. Ev peyman bi rastî şertên giran dihewand. Şoreşgerên sosyalîst, ji ber vê peymanê Lenîn bi casûsîya Almanan tawanbar kirin. Lê Lenîn di destpêka şoreşê da, li hember rastîya geleka ji şer westîyayî, neçar ma vê peymanê îmze bike. Mîna vê, pir mînakên din jî dikarin werin dayîn. Manewrayên taktîkî û stratejik ên ku di şertên şênber ên analîza şênber daxwaz dikin da mijara têkoşîna şoreşger û polîtîkayê ne. Lê veguhestina vê yekê bo qada teorîk, mijara taktîk û stratejîyê di heman demê da bilindkirina çarçoveya nû ya bername û teorîyê tiştekî din e. Em ji ezmûnê jî dizanin ku li Yekîtîya Sovyetê bernameya “bi kapîtalîzmê ra di nava aştîyê da bi hev ra jîyan” tam jî qada rexneyê ye me ye û a ku serdema paşveçûnên di sosyalîzmê da ye. Ev dem di heman demê da serdema burokratîzebûn, cudabûna çînî, û kapîtalîstbûnê ye jî… Ango di şertên ku nakokîyên antogonîst ên wekî çînî û zayendî, pirsgirêka neteweyî ya ku di bingeha wekhevîya tam a mafan da nehatîye çareserkirin, pênasekirina têkoşîna çekdarî û têkoşîna şoreşger a wêranker wekî rastîyeka paşerojê û nûkirina teorîya “di aştîyê da bi hev ra jîyan” bêguman me rexne kir. Binêrin, di salên 90-91an da partî û rêxistinên antî-faşîst û şoreşger ên ku di heman rê yê da çûn, nekarîn rêbertîya tu têkoşîneka watedar bikin, di têkoşîna çîn, netewe û zayendê da tu bandora wan nema. Têkoşîn ew qas tund e ku rêxistinên ku nikarin bigihîjin vê asta tundîyê nikarin hebûneka sîyasî ya bi rastî derxînin holê. Li erdingarîya me ev wisa ye, lê ma li cîhanê cuda ye? Na. Li her derê rewş wekhev e. Di şertên alozîya hebûnî ya kapîtalîzmê da, derfeta veguherîna dewletan li ser bingeha reformên demokratîk nemaye. Bêguman ezmûneka mezin a têkoşînê û asta rêxistinbûnê ya PKKê heye. Lê ev ast girêdayî têkoşîna gerîlla hatîye bidestxistin. Û tenê bi girêdana wê dikare were parastin.
Ango daxûyanî û helwestên partîya me yên di 2ê Adarê û 22ê Gulanê da van tiştan vedibêjin. Lê di her du daxuyanîyên me da di heman demê da têkilîyên me bi rêxistin an jî platformên ku PKK dê bi awayekî nû xwe îfade bike jî têne pênasekirin. Û li wir tê gotin ku em ê di têkoşîna ji bo mafên kolektîf ên neteweya Kurd, demokrasî û azadîyê da li kêleka hev bin, mîna berê di hevrêtîya sengerê da israr bikin. Ev yek jî bi awayekî zelal û eşkere têne gotin. Ango wekî ku tê îdiakirin, me rêyên xwe ji hev cuda nekirine. Li wir di heman demê da girîngîya civakîkirina aştîya bi rûmet, mezinkirina têkoşîna ji bo maf û azadîyên demokratîk, û bûyîna kirdeyê çalak ê vê pêvajoyê tê teqezkirin, û hêzên partîya me yên Tirkîye û Kurdistanê têne vexwendin ji bo vê erkê. Rêxistina me ya Kurdistanê di vê demê da di daxuyanîyên xwe da bang kirîye ku Şoreşa Rojava bi her awayî bê parastin, li Bakur polîtîkaya aştîya bi rûmet, adil û demokratîk bê meşandin. Di qada pratîkê da, bi hêza xwe, em parçeyekî vê pêvajoyê ne û xwe di heman demê da ji Şoreşa Rojava, têkoşîna parastina hemû mafên li Bakur hatine bidestxistin berpirsîyar dibînin. Di pozîsyona me da jî tu guherîn tune. Bi awayekî eşkere, dostên ku rexneyên me wekî cûdabûna rêyan dibînin em tenê dikarin rexne bikin. Lê di heman demê da em haydar in ku emperyalîst û dewleta Tirk a faşîst û mêtingehkar gelek hewl didin ku ev yek wisa be. Bi derbasbûnê, dixwazim anekdotekê jî parve bikim: yên ku ji nav refên me yên ku revîyan û ketin çala îxanetê, MÎT, cendirme û emnî hewl didin ku bi wan bidin gotin ku “di navbera MLKP û PKKê da pirsgirêk heye.” Em dizanin ku ew vê yekê pir dixwazin. Lê careka din em tekez dikin ku cihê me yê rawestanê dîyar e. Em şopdarên kevneşopîyeka ku nirxên şoreşger bilind digire ne. Ji bo derfeta herî biçûk a ku ji bo berjewendîya gelê me be, em ê heta dawîyê têbikoşin. Bêguman di vî warî da, em dibînin û dizanin ku bi Tevgera Apogerî ra jî gelek rêya me heye ku em bi hev ra bimeşin. Rexneyên me ji niha û şûnde jî wê hebin. Çawa ku mafê PKKê an Tevgera Apogerî heye ku rexneyan bike, mafê me yê rexnekirinê jî heye. Em vê yekê wekî ciddîyeta şoreşger û berpirsîyarî dibînin. Em rexneyên li hember me jî guhdarî dikin. Di vî warî da hêvîya me ew e ku rexne li ser bingeha rastîya dîyardeyeka şênber bimîne.
Li Dora Rojava Bibin Yek
Di dawîyê da hûn dixwazin çi lê zêde bikin?
Dixwazim vê bêjim: êrîşên li ser Şoreşa me ya Rojava di rojevê da ne. Ez bang li hemû karkerên cîhanê, kedkaran, gelên bindest û jinan dikim ku bi Şoreşa Rojava ra di nav hevgirtinê da bin, li dora Rojava bibin yek.
Bêguman di heman demê da ez bangî hevgirtin û têkoşîna ji bo gelê Filistînê jî dubare dikim.
Di dawîyê de;
Careka din tekez dikim ku îdeolojî çeka herî mezin e. Di têkoşîna antî-mêtingehkar, antî-kapîtalîst û azadîya zayendî da, îdeolojîkbûn cihekî stratejik digire. Erka yekem a vê serdemê ev e. Herwiha dixwazim tekez bikim yê ku dikare serwerîya teknîkî û teknolojîk a dijmin derbas bike mirovê îdeolojîkbûyî, polîtîzebûyî û rêxistinkirî ye. Di şertên ku helwestên îdeolojîk têne şîlokirin, fikrên post-modern têne popûlerîzekirin û tasfîyegerî di modayê da ye, biryardarîya îdeolojîk pir girîng e. Bi taybetî kadroyên rêber ên Rêxistina me ya Kurdistanê Bayram Namaz û Zekî Gurbuz û hemû hevrêyên ku di xeta şoreşgerîyê da şer kirin û şehîd ketin, bi hezkirin û bêrîkirineka mezin bibîr tînim û dîyar dikim ku em li ser şopa wan in. 10ê Îlonê bi taybetî li komunîstên Kurdistanê, hemû mîlîtanên partîya me, gelê me, hevrêyên me yên li zindanan, pîroz dikim.










Bir Yorum Bırak