Beşa 3emîn
Nakokiya Zayendî Kûr Dibe!
DAÎŞê li Şengalê jin di bazarê de firotin, tecawiz kir, revandin û her cure sûc kirin. HTŞê jî heman tişt li jinên Elewî û Drûzî kirin. Sedemên vê polîtîkaya dijminatiya jinan çi ne, û li hemberî vê xetek têkoşînê yê çawa divê were meşandin?
Tiştên ku DAÎŞê li Şengal, Reqa, Lazkiye, Hama û Efrînê bi taybetî li jinan kirine, eşkere ne. Ev ne rewşeka ajoyî ye. Ev polîtîkayek e, ev zîhniyetek e. Û bêguman xwedî zemînek îdeolojîk a paşverû û baviksalarî ye. Ev ne tenê polîtîkaya DAÎŞê û çavkaniya wê El Qaîdeyê ya di dema şer û dagirkeriyê de ye. Li Efxanîstanê jî sepandinên Talîbanê hîna jî polîtîkaya ku jinan wek kole dibîne, jinan bêkêr dike, di bin burqayê de jinan bê nasname dihêle ye. Stratejî, bi teslimgirtina jinan teslîmgirtina civakê ye. Avakirina desthilatdariya zilam, di asta kolekirina jinan de tê dîtin. Ez dixwazim vê yekê jî bi taybetî destnîşan bikim ku DAÎŞ partiyeka paşverû, faşîst û îslamîst a siyasî ye. Lê ev êrîşkarî li hemberî jinan ne tenê ji îslama siyasî tê. Na, ew sembola jiyana maddî û zîhniyeta civakî ya zilamperestîyê ye. Mînak, di dema şerê Bosna-Hersekê de jî bi hezaran jin rastî tecawizê hatin, li navenda “şaristaniyê” ya Ewropayê jin di bazarê de hatin firotin. Bila şaş neyê famkirin, bêguman di dijminatiya jinan de DAÎŞ û HTŞ xwedî giraniyên xwe yên taybet in. Û bi awayekî şênber li Sûriyê, Rojava, Şengal û Efxanîstanê jî di hedefa têkoşîna azadiya jinan da ne.
Ji aliyê din ve, li seranserê cîhanê tê dîtin ku nakokiya zayendî kûr dibe û li hemberî vê yekê dewlet û partiyên burjuva û faşîst bi qanûnên nû hewl didin jinan di bin serdestiya mêran de bigirin. Mînak, li Tirkiyê sala malbatê tê ragihandin, dixwazin biryarê bidin ka jin çawa biwelidînin, qanûnên mîrasê yên sedsalî dixwazin ji nû ve saz bikin. Bi durûtiyê malbatê pîroz dikin.
Her wiha li seranserê cîhanê êrîşên li dijî LGBTÎ+an jî zêde dibin, ji ber ku ew wekî rola hilweşîner a sazûmana malbata biyolojîk têne dîtin. Li Îngilîstanê jinên trans wek jin nayên qebûlkirin. Ango jin û LGBTI+ dikarin bibin heybera ehlaqa xerabûyî ya burjuvaziyê, lê nikarin bibin kirde yên ku ji bo xwe biryarê bidin.
Wekî komunîstên Kurdistanê, erka me ya yekem bêguman li hemberî êrîşên leşkerî, siyasî û îdeolojîk ên serdestiya mêran parastina şoreşa jinê ya Rojava ye, ku mînakeka herî pêşketî ya sazûmanbûna hişmendiya zayendî ye. Her wiha, ger şoreşa me ya jinan bi şoreşên nû yên jinan ra zêde nebe, nikare pêş bikeve. Wê demê erka me ya yekem a din jî belavkirina şoreşa me ya jinan li seranserê Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Ji aliyê din ve, civakeka wekhevîxwaz û azadîxwaz tenê bi sosyalîzmê mimkun e. Ji ber vê yekê, armanca şoreşa me ya jinan avakirina sosyalîzmê ye. Tenê wê demê jin dikarin bêhnekê bistînin. Bêyî sosyalîzmê rizgariya jinan ne mimkun e. Civakeka wekhevîxwaz a zayendî tenê di sosyalîzmê de dikare bigihîje şert û mercên xwe yên maddî yên civakî.Di vê demê de, girîng e ku li her deverê xweparastina jinan mezin bibe…
Di vê demê de, girîng e ku li her deverê xweparastina jinan mezin bibe, artêşbûna jinan zêde bibe, asta rêxistinbûna jinan bilind bibe, têkoşîna yekgirtî ya jinan li hemberî faşîzmê û mêtingehkarîyê were rêxistinkirin. Ez jinên Belûc ên ku bi rojan li hemberî êrîşên dewleta Pakistanê yên windakirin û girtinê çalakiyên rûniştinê dimeşînin silav dikim. Ez jinên ku bi serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” têkoşîneka bêhempa nîşan dane û bi mirinê berxwedane, jinên Kurd, Faris, Belûc, Tirkmen û Azerî yên ku mînakên herî xweş ên têkoşîna yekgirtî nîşan dane, silav dikim. Ez dixwazim diyar bikim ku em ji berxwedana bi rûmet a jinên ku li zindanên Îranê, bi taybetî li zindana Evînê, berxwedanê didomînin, hêz digirin.
Hogirê Yekane Û Kevnar Ê Bindestan, Bindest İn!
Dîktatoriya BAASê ji aliyê emperyalîzma DYE û hevkarên wî ve hate hilweşandin. Planên emperyalîstan, ên Tirkiyeyê, ên Rûsyayê û dewletên din ên herêmê çi ne? Di van planan de ji bo demokratîkkirina herêmê cih heye?
Bi hilweşandina rejîma BAASê ya ku di warê hevsengiya hêzên li Rojhilata Navîn xwedî roleka stratejîk bû, “Hîlala Şîî” ya ku piştî sala 1980î hatibû avakirin, derbeyeka stratejîk xwar. Stratejiya şer a DYE-Îsraîlê ya ji bo ji derve ber bi navendê ve dorpêçkirina Îranê pêş ket. Hizbullah derbe xwar. Kadroya fermandariyê bi awayekê giran derbe xwar. Hasan Nasrullah hate qetilkirin. Ev derbên ku li Hizbullah a ku bi salan bi kapasîteya şer, tecrubeya xwe û dîsîplîna xwe li Sûriyeyê roleka girîng leyîstibû hatin xistin, bandoreka giran li Sûriyeyê kir. Sûriye ji hêzeka girîng bêpar ma. Baldariya Rûsyayê li ser Ukraynayê ye, Îran hate tengavkirin… Di van şertan de Esad nikarîbû li ber xwe bide. Wî rêveberiya xweser nas nekir û pê ra têkilî ava nekir. Ew bi awayekî hetikî reviya. Hîlala Şîî ji nîvê xwe ve hate şikandin. Bi salan ra Sûriye qels bûbû, di eksena Şîî de zincîreka qels bû, lê dîsa jî bi Hizbullahê li Lubnanê û bi benderên xwe yên ber bi Deryaya Spî ve girêdana wê hebû. Bi şikandina vê zincîrê re, di avahiya siyasî ya giştî ya Rojhilata Navîn de pêvajoya guherîna stratejîk ket qonaxeka nû. Di heman demê de vê di pêşbaziya di navbera emperyalîstan de destê DYEê xurt kir. Ji 8ê Kanûnê ve, yanî bi radestkirina Şamê ji HTŞê re, qonaxeka nû dest pê kir. Xurtbûna destê DYEê di heman demê de tê wateya ku dewleta Siyonîst a Îsraîlê xwe di pozîsyoneka nû de bi cih kir. Dagirkeriya Filistînê ya Îsraîla Siyonîst û faşîst gihîşt asta qiranînê. Xeze hate rûxandin. Tiştê ku Hitler li kampên Auschwitzê li dijî Cihûyan kir, niha Îsraîla Siyonîst li dijî gelê Filistînê dike. Îsraîl li Girên Golanê, ku çavkaniyên avê yên herî girîng ên Sûriyeyê lê ne û di heman demê de ji hêla leşkerî ve jî stratejîk e, bi cih bû. Ev dever cihekî wisa ye ku dikare Sûriyeyê ji hewayê jî kontrol bike.
Yên ku HTŞ li Şamê bi cih kirin, Tirkiye, Erebistana Siûdî û Qatar ên ku bi pêşengîya DYE, Îngilîstan û Fransa yê tevgerîyan e. Bi rastî, ti rêveberiyeka Sûriyeyê tune. HTŞ bi temamî girêdayî emperyalîzma rojavayî ye. Û bûye îhtîyada stratejiya wan. Helbet Tirkiye, Erebistana Siûdî û Qatar, li gorî derfetên xwe yên dîrokî, erdnîgarî, siyasî, aborî û leşkerî, di çarçoveya girêdana Sûriyeyê bi emperyalîzma rojavayî ve da, li pey berjewendiyên xwe ne. Dewleta Tirk a faşîst û mêtingehkar di heman demê de wekî erkeke yekemîn astengkirina destkeftîyên Rojava û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hem li Sûriyeyê hem jî di qada navneteweyî de, dide pêş xwe. Ew bi temamî li dijî avakirina Sûriyeyekî nenavendî û li ser bingeha xweseriya siyasî ye. Li vir, her destkeftîyeka li ser mafên kolektîf ên Kurdan ji bo xwe wekî pirsgirêka hebûn-nebûnê dibîne. Ji bo domandina hebûna xwe ya mêtingehkar û înkarker li parça herî mezin a Kurdistanê, ku di warê hişmendî û rêxistinbûnê de herî pêşketî ye, nikare li Sûriyeyê tehemula tu destkeftîyên gelê Kurd bike. Gotinên “biratiya hezar salan” rastiya xwe di têkiliya bi Rojava û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re diyar dike. Ez dixwazim careka din vê yekê binxêz bikim.
Derbarê planên emperyalîstan de gelek tişt hatine gotin. Hê jî dê bên gotin, di encamê de, di amadekariyên emperyalîstan yên ji bo Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de, wê lêgerîna îtifaqên stratejîk û taktîkî, polîtîkayên îzolekirinê, bi manevrayên taktîkî û lêdana hêza stratejîk, berdewam bike.
Ger bal were dayîn, li her derê cîhanê, lê bi taybetî li Rojhilata Navîn a ku hê hevsengiyên siyasî bi cih nebûne, li dijî rêxistinên berxwedana çekdarî yên wekî PKK, Hizbullah û Hamasê êrîş û dorpêçeka emperyalîst a yekgirtî heye. Çekberdana PKKê bi vê konjonktura siyasî re têkildar e.Ji bo gelên herêmê, bindestan, karkeran, kedkaran û jinan, ji nakokî û pevçûnên di navbera emperyalîstan de tu feydeyeka xweber nayê hêvîkirin. Ev yek bi xwezaya pergala mêtingehkar û îstismarê re nakok e. Lê belê pêşengên şoreşger, welatparêz û komunîst ên herêmê dikarin ji vê pêşbaziya mezin a di navbera emperyalîstan de bi awayekî nerasterast sûd werbigirin. Li Rusyaya ku alîyekê şerê parvekirina emperyalîst a yekemîn bu, tevgera şoreşger a bi pêşengîya Lenîn, ev pêvajo li hember qeyserîya Rusyayê vegerandibû derfeta zerkeftina têkoşîna şoreşgerî û desthilatdarîya Sovyetên karker-kedkaran ava kiribû.
Di Şerê 2emîn a Parvekirina Emperyalîst de, serkeftina ku di bin serokatiya Yekîtiya Sovyetê de li hemberî faşîzmê hate bidestxistin, ji bo têkoşîna gelên demokratîk ên antî-faşîst û serkeftina wan bûye derfetek. Nimûneyên herî pêşketî yên têkoşîna yekgirtî û enternasyonal di vê serdemê de derketine holê.
Ango, nakokiyên ku di vê pêvajoya restorasyona nû ya emperyalîstan ya li herêma me da derketine holê û dê derkevin, bêguman divê bibin mijara stratejî û taktîka şoreşgerî. Hêzên şoreşger ên herêmê divê vê pêvajoyê teqez ji aliyê derfetên têkoşîna yekgirtî ve binirxînin. Rojava ji bo vê mînakeka pir girîng e. Şoreşa ku wekî şoreşa Rojava destpêkirî, ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bûye û niha ji bo hemû gelên bindest ên Sûriyê û baweriyên wan bûye hêviyek û navendeka hevbendiyê. Ev hevbendî teqez divê ber bi gelên Filistînê û Libnanê ve jî fireh bibe. Şerê burjuvaziyê ji bo wekhevî û azadiyê berî 200 salan bû. Îro ala wekhevî û azadiyê di destê bindestan û gelên bindest de ye. Îro burjuvazî nûnertiya hovîtiyê dike. Bi rastî, tiştê ku em li Xezeyê dibînin, helwest û tevgerek burjuvazî ya bêpergal e. Ger di vê dinyayê de hîna mirov bi birçîbûnê tên terbiyekirin, ev encama xwezaya lanetî ya kapîtalîzmê ye. Hogirê yekane û kevnar ê bindestan, bindest in.










Bir Yorum Bırak