Beşa 2emîn
Ji dîrokê heta îro gelek rêyên çareserîyê yên cuda ji bo pirsgirêka neteweyî hatine ceribandin. Di van demên dawî da, birêz Abdullah Öcalan tespîtek kirîye ku “netew-dewleta cuda, federasyon, xweserîya îdarî û çareserîyên kulturîst (çandî) nikarin bersiva sosyolojîya civaka dîrokî bidin.” Gelo bi taybetî li Bakurê Kurdistanê şansa bicihanînê ya vê paradîgmaya ku Öcalan pêş xistîye heye?
Di qonaxa kûrewîbûna emperyalîzmê da, tevgera sermayeyê li cîhanê zêde bûye û ji bo sermaye û pêvajoya hilberînê, cîhan bûye bazarek yekgirtî. Di salên 2000î da, nîqaşeka populer hebû ku dewletên neteweyî êdî cihê xwe ji hêza şirketên pirneteweyî ra hiştine. Bê guman, di navbera yekbûna cîhanê wekî bazarek ji bo sermayeyê û hebûna dewletên neteweyî da nakokîyek heye. Erê, sermaye dixwaze hemû astengîyên li pêşîya xwe rake. Lê di heman demê da, hewcehîya sermayeyê bi dewletê (dewleta kapîtalîst) jî ye. Ji ber ku dewlet di heman demê da hêzeka civakî ya berfireh yek dike, sermayeyê diparêze, ji bo sermayeyê şer dike û di rakirina astengîyên li pêşîya wê da sparteka herî bingehîn e, yanî bikêrhatî ye. Şirketên pirneteweyî û hêzên girêdayî wan nikarin vê rolê bilîzin. Ji bo sermayeyê, dewletên neteweyî hê jî fonksîyona xwe winda nekirine.Di şertên krîza hebûnî ya kapîtalîzmê da, ji bo perçiqandina tevgerên civakî, hewcedari bi rejîmên herî paşverû heye. Bingeha herî xurt a faşîzmê netewperestî û nîjadperestî ye. Li Ewropa û Asyayê, partîyên faşîst di nava bilindbûnê da ne. Ji alîyekî ve, rast e ku dewletên neteweyî temenê xwe temam kirine. Ger em behsa krîza hebûnî ya kapîtalîzmê û aktuelîya sosyalîzmê bikin ku divê em bikin. Ev tê wê wateyê ku dem hatîye ku dewlet bê derbaskirin.
Lê belê, ev pêvajo tenê bi şoreşê dikare dest pê bike. Û ji wir bi rêya sosyalîzmê, di heman demê da ji dewletê ber bi bêdewletîyê ve gav bê avêtin. Heta wê demê, dewlet wê hebûna xwe bidomîne. Koka dewletê di milkê taybet da ye. Milkê taybet veguherîyaye sermaye yê. Ango, heta ku pergala sermayeyê hebe, ji daxwaz û xwestekan cuda, dewlet wê hebe. Dibe ku em bêjin dewlet heye, lê gelo dewletên neteweyî temenê xwe temam kirine. Na, ev jî ne tezeka derbasdar e. Ya herî girîng, mêtingehkarîya kapîtalîst û mêtingehkarîya darayî di dome. Dewleta Tirk, dewletên Ereb, dewleta Yewnanî, dewleta Azerî, dewleta Ermenî hene. Li bazara yekgirtî ya cîhanê û şirketên pirneteweyî mêze kirin û gotina ku dewletên neteweyî hatine derbaskirin ne rast e. Wekî ku min got, ev nakokîyek e. Lê kapîtalîzm bi xwe jixwe komeka nakokîyan e.
Dewleta neteweyî nebûye dîrok. Mafê hemû neteweyan ku li ser bingeha wekhevîya tam a mafan xwe bi awayekî azad biafirînin, mafê neteweyan ku çarenûsa xwe dîyar bikin, pirsgirêkeka rojane û mijareka têkoşînê ya rojane ye. Hemû netew ne xwedî mafên wekhev in. Pirsgirêka Kurd çawa dikare bi rîya entegrasyona pozîtîf û demokratîk a neteweya Kurd bi dewleta Tirk ra were çareserkirin? Niha, entegrasyon bi awayekî veguherîna her dû alîyan tê ravekirin. Baş e, ev veguherîn wê çawa be? Mînak, wê dewleta Tirk veguhere û bi neteweya Kurd ra li ser asteka wekhevîya tam a mafan bibe yek? Ango, wê neteweya Tirk û neteweya Kurd wekî du neteweyên xwedî mafên wekhev bêne pênasekirin?
Ji hezar salan ve behsa xwişk û biratîya Tirk û Kurd tê kirin, lê tê gotin ku çar madeyên destûrê yên destpêkê, maddeyên 42 û 66, xetên sor in û nayên destwerdan. Ev qanûn çarçoveya destûrî ya mêtingehkarîya înkarker çêdikin.
Ger tê xwestin ku nasname an çandek bi zorê bê tunekirin, ji alîyê kesên ku rastî êrîşê tên ve parastina nasnameya xwe mafek e. Ev ne teriqînek e, lê têkoşîna hebûnê ye. Bê guman, têkoşîna çandî û nasnameyî tenê jî têrê nake. Divê ev têkoşîn bi perspektîfa ku çand û nasname bi awayekî wekhev, azad û dadmend bi hev ra bijîn bê girêdan. Tenê bi vê perspektîfê dikare bingeheka hebûnê ya yekgirtî bê bidestxistin. Lê ji bo ku ev têkoşîn rewa be, tevdebûnî jî ne zarûrî ye.
Dîsa dixwazim bêjim ku têkoşîna neteweyî ne têkoşîneka kevnar e. Têkoşîna li dijî qirkirina çandî ne têkoşîneka kevnar e. Ji ber vê yekê, em nikarin bi vê nêrînê razî bibin. Li cihê ku mêtingehkarî hukum dike û bi înkarê xwe diafirîne, wekî teriqînê dîtina têkoşîna neteweyî û çandî, ji bilî bêçekkirina bindestan û xurtkirina pozîsyona dewleta neteweyî ya serdest, roleka din nîne.
Sedsal e tê xwestin ku bi komkujî, înkar û bişaftineka hişk hebûna neteweyî ya Kurd bê tunekirin. Lê Kurdan ne tenê bi berxwedaneka mirinî hebûna xwe parastine, di heman demê da bi dîroka xwe ra xwe ji nû ve avakirine. Di vê yekê da rola têkoşîna PKKê û gerîlla pir girîng e, dîyarker e û nayê înkarkirin.
Dewleta Tirk, hê jî avahîya xweser a Rojava wekî metirsîyekê dibîne. Ji bo ku Kurd li Rojava xwesertî bidest nexin, her rêyê diceribîne, bi berdewamî gefan dixwe. Yê ku bi Rojava ra wiha têkilîyê datîne, wê têkilîya wî bi Bakur ra çawa be? Dewleta Tirk a mêtingehkar Kurdê kole dixwaze. Kurdek ku li hember wê serî bitewîne dixwaze. Di van şertan da, entegrasyona demokratîk çawa dikare pêk were. Ji bo kê demokrasî. Bi eşkereyî, derîyek demokrasîyê ji Kurdan ra nehatîye vekirin. Berevajî vê, dewleteka Tirk heye ku hewl dide li ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ya Xweserîya Demokratîk a ku
Kurdan bi bedelên mezin bidest xistîye,bi pelişîne. Li hember van hemû rastîyên ku diqewimin, şertên bicihanîna paradîgmaya “aşitî û civaka demokratîk” hema hema tune ne.
Dîsa dubare dikim, bi Kurdan ra têkilîyeka li ser bingeha dadmendî,aşitî, rûmet û demokrasîyê nayê danîn. Di vê kêlîya sedsala 21emîn da, ji bo demokrasîyê şoreşek pêwîst e. Em di kêlîyeka dîrokî da ne ku azadîya neteweyî bi şerta rizgarîya civakî ve girêdayî ye.
Federasyona Demokratîk a Rojhilata Navîn
Di bernameya we da, modela çareserîyê ya Federasyona Demokratîk a Rojhilata Navîn çawa tê pêşnîyarkirin? Pirsa neteweyî ya Kurd di vê modelê da li ku derê ye?
Pêvajoya parçekirina Kurdistanê di sedsala 20emîn da jî berdewam kirîye û bi peymana Sykes-Picot û paşê bi peymana Lozanê, Kurdistan bû çar parçe. Rastîyeka taybet a Kurdan e ku piştî Medan, neteweya Kurd a ku nebû xwedî amûreka serwerîyê ya wekî dewlet ê, bi parçebûn û dabeşbûyînê ra jî hebûna xwe domandîye. Li hember polîtîkayên bişaftinê yên dijwar û înkarê, gelê Kurd bi berxwedanên mezin xwe parastîye û li hember êrîşên qirker jî her car xwe ji nû ve avakirîye. Di dîroka cîhanê da, piştî ku dewlet bûye parçeyek dîrokê, çend gelên bêdewlet û parçekirî karîne bi awayekî kolektîf li ser pîyan bimînin? Ev divê bi awayekî cuda bê analîzkirin.
Ji bo vegerê li ser pirsa we, em çareserîya pirsgirêkên neteweyî bi perspektîfa federasyonên demokratîk û sosyalîst ên herêmî ve girêdayî digirin dest. Ev, nade der ku her perçeyek Kurdistanê dikare bi xeta xwe ya taybetî bimeşe û heke mercên guncav derkevin azadîya xwe jî ragihîne. An jî mafê yekbûna her çar perçeyên Kurdistanê jî di nav da dihewîne. Bê guman, çareserîya burjuva ya pirsa Kurd jî mimkun e. Başûrê Kurdistanê ev rê girtîye. Lê belê, çareserîya ku em pêşbîn dikin, çareserîya kedkaran e. Armancek me heye ku ji alîyekî ve em bi neteweya serdest ra wekhevîya tam a mafan peyda bikin û di heman demê da bi karker û kedkarên neteweya serdest ra tevlî têkoşîna azadîya civakî bibin û avakirina yekîtîya komarên karker û gelên kedkar pêk bînin.
Di şertên emperyalîzmê da, serxwebûna tam tenê bi hilweşandina kapîtalîzmê û serkeftina sosyalîzmê pêkan e. Çareserîya pirsgirêka neteweyî bi hemû çavkanîyên wê ra di sosyalîzmê da ye. Helwesta me ya sîyasî xwedî karaktereka welatparêzîya sosyalîst e. Em bawer dikin ku karker û kedkarên Kurd ji bo mafên xwe yên neteweyî têbikoşin û vê yekê bi têkoşîna li dijî kapîtalîzmê ra yek bikin, bi vî awayî dikarin azadîya xwe ya neteweyî bi awayekî rastîn bidest bixin. Çareserîya nakokîyên netewe, zayend û çînê di çarçoveya têkoşîna rizgarîya civakî da mimkun e. Ango welatparêzîya me xwedî xisleteka çînî ya kedkar e. Û di asoya xwe da sosyalîzm heye. Di her çar perçeyên Kurdistanê da, armanca me bi hişmendîya welatparêzî, karker û kedkaran di xetek sîyasî ya serbixwe da rêxistin kirin e.
Cudahîya ji Pergala Konfederal
Azadîya Kurdistanê bi azadîya gelên Rojhilata Navîn ra rasterast girêdayî ye. Mînak, li şoreşa Rojava binêrin. Heke Rojava ber bi Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ve fireh nebûya, nikarîbû bijîya. Îro jî, heke nikaribe ber bi Sûrîye û Rojhilata Navîn ve fireh bibe, nikare hebûna xwe bidomîne. Heman rê li Bakurê Kurdistanê jî derbasdar e.
Rêya ku ber bi Federasyona Demokratîk a Rojhilata Navîn ve diçe, ji hilweşandina dewletên dagirker û mêtingehkar bi şoreşên demokratîk ên gelan û cihgirtina desthilatên şoreşgerî ra derbas dibe. Cudahîya ji pergala konfederal ev e ku ne avakirina ji jêr ber bi jor ve, lê bi rêya şoreşgerî hilweşandina desthilatên heyî û cihgirtina komarên gelan û bi awayê federasyonê rêxistinkirina wan e. Ji hêla herêmîbûn û yekbûnê ve, ew dişibin hev, lê di konfederasyonê da hilweşandin nîne, guhertin û reformkirina ji jêr ve heye. Armanc veguherîn e. Federasyona herêmî ya komarên gelan jî hilweşandina desthilatên heyî wekî şerteka sereke dibîne. Mînak, dema ku ber bi sosyalîzmê ve birina şoreşa Rojava tê armanc girtin, ev ne tenê bi destwerdana têkilîyên milkdarîyê li hundirê Rojava, lê di heman demê da armanca ber bi Sûrîyê ve firehkirina şoreşê jî dihewîne.
Dewleta Tirk bi xwe spartina HTŞê hewl dide li Sûrîyê bibe hêzek, şoreşa Rojava û Rêveberîya Xweser a ku yek ji destkeftîyên gelê Kurd e, biperçiqîne û tasfîye bike. Ji alîyekî din ve, bi rêxistinkirina eşîrên Ereb, hewl dide hevbendîya Kurd-Ereb xera bike. Gelo dikare bigihêje armanca xwe?
Li pratîka HTŞê ya nêzî 8 mehan binêrin. Di destpêka meha Adarê da, êrîşên komkujî li dijî Elewîyan dest pê kirin. Bi hezaran Elewî hatin kuştin, jin hatin revandin û li bazarên Idlibê hatin firotin, bi hezaran kes ji ber vê zilmê bûn penaber. Di êrîşên Tîrmehê yên li dijî Suveydayê da, li gorî daneyên SOHRê, 1683 kesan jîyana xwe ji dest dan. HTŞê, ku ji helwest û daxuyanîyên Balyozê DYEyê yê li Enqereyê û Nûnerê Taybet ê Sûrîyê Tom Barrack hêz girtîye, êrîş kirîye da ku li Suveydayê serwerîyê peyda bike, lê bi ser neketîye. Li Sûrîyê, tew Ereb jî, tu kes bi HTŞê ne bawer e. Di van rojên dawî da, li Hesekê civîneka ku hemû bawerî û gelên Sûrîyê temsîl dike hate lidarxistin. Bawerîya Rêveberîya Xweser ya li cem hemû gelan careka din ji cîhanê ra hate ragihandin. Konferansa Helwesta Hevpar a Hesekê rastîyeka wisa derxist holê ku HTŞ û belkî jî bêtir dewleta Tirk tirsandîye. Wekî tê zanîn, Hakan Fidan bi lez û bez çû Şamê û beşdarbûna HTŞê ya civîna Parîsê asteng kir. Ji alîyekî ve, tirsa Konferansa Hesekê heye, ji alîyekî din ve, dewleta Tirk nikare tehemul bike ku HTŞ û Rêveberîya Xweser di heman astê da cih bigirin ku ev yek rewayetê bide Rêveberîya Xweser. Dewleta Tirk a dagirker û mêtingehkar, ji ber ku dît ku wê li ser HTŞê însîyatîfê winda bike, civîna Parîsê asteng kir.
Dewleta Tirk bi zorê dixwaze Rêveberîya Xweser û QSDê tavilê bi HTŞê ra bêne entegrekirin. Heke ev nebe, gefa operasyona leşkerî dixwe. Peymanên ku bi HTŞê ra ji bo parastin, perwerdekirin û çekdarkirina artêşê hatine îmzekirin, pratîka dewleta Tirk careka din teyît dike.Gelo hevbendîya Kurd-Ereb dikare bê xera kirin? Di rojên destpêkê yên revina rejîma Esed da, di nav Erebên Sunnî da hinekî lerzîn çêbû. Li herêmên Reqqa û Dêrazorê, bi awayekî pir sînordar jî be, hate dîtin ku gel ketîye bin bandora provokasyonan. Lê hem di dema derbasbûyî da pratîka HTŞê bawerî neda, hem jî Erebên di bin Rêveberîya Xweser da tu zordarî nedîtine, li herêmên xwe tevlî desthilata rêveberîyê bûne. Ji derfetên aborî para xwe wergirtine. Li ser bingeha têkilîyên demokratîk û wekhev, dostanîyeka rastîn hate avakirin. Ango Rêveberîya Xweser heta niha bawerî daye gelê Ereb û gelên din. Di vê halê da, bi hebûna HTŞê di xeta sereke ya hevbendîya Kurd-Ereb da ti nîşaneyên lerzînê xuya nakin. Lê bi taybetî MÎT ji bo vê yekê bi awayekî taybetî dixebite. Ji bo provokasyon û manîpulasyonê, her rêyê diceribîne. Rêveberîya Xweser ji hêla îdeolojîk, sîyasî, rêxistinî, leşkerî û aborî ve xurt e, xwedî tecrube ye. Ezmûna jîyana bi hev ra û di aştîyê da hate afirandin. Ev yek bi du SÎHA, hinek tank û mûşekan nayê hilweşandin. Lê dîsa jî, li hember Rêveberîya Xweser mîrasgirên Împaratorîya Osmanî hene. Gotineka heye ku dibêje, “Di Osmanîyan da lîstik qet naqedin.” Ango, xeter qet nayê piçûkxistin. Pêwîst e rêxistinbûneka xurtir, têkilîyên zindî, nûjenbûna di teknîk û taktîkên leşkerî da û wekî hêzeka dîsîplînkirî xurtkirina serwerîyê hewce ye.










Bir Yorum Bırak