BEŞA 2emîn
PDK ji dewleta Tirk ra nabêje ku ji herêmên dagirkirî derkeve
- Di demên dawî da di têkilîyên di navbera Rêveberîya Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojavayê Kurdistanê da zêdebûnek tê dîtin. Konferansên Qamişlo û Dihokê, serdanên hevdu û destpêkirina dîyalogê di vê çarçoveyê da divê çawa bêne nirxandin? Ma ev geşedan nîşan didin ku yekîtîya neteweyî ya Kurd şênber bihêz dibe û derfetên bi destxistina mafên kolektîf ên neteweyî yên gelê Kurd zêde dibin?
Di 25ê Gulanê da li Qamişlo konferansa hate lidarxistin, rêxistinkirina çûyîna Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed ji bo Konferansa Dihokê û zêdebûna dîyalogê, li ser rûyê erdê wêneyek tevgerê çêdike. Lê belê, li ser van daneyan jî zehmet e ku bê gotin têkilî bi rastî ber bi alîyê erênî ve diçin.
Di konferansa Qamişlo û di daxuyanîya encamê da îmzeya ENKSê tê dîtin; ev îmze di heman demê da weke helwesta PDKê jî tê xwendin. Lê belê, ji vir wêdetir, helwesteke sîyasî ya pêşketîtir an nêzîkatîyeke şênber hîn nayê dîtin. Li vir pîvana herî girîng ew e ku PDK ji bo vekişîna dewleta Tirk ji herêmên dagirkirî yên Başûrê Kurdistanê çi dike. Di vê mijarê da jî tu pêşketinek tune.
Weke tê zanîn, dewleta Tirk bi salan e vê dagirkerîyê bi hebûna PKKê ra rave dike. Di qonaxeke ku PKK fesihkirina xwe ragihandîye û hêzên xwe ji Bakur û sînorê Bakur vekişandîye, divêyabû ku PDK bi awayekî herî bihêz vê yekê bixe rojevê ku dewleta Tirk jî vegere baregehên xwe. Lê belê ev helwest nayê dîtin. Bi heman awayî, di vekirina derîyê sînor ê Semalka yê bi Rojava ra ji bûyîna keysê derxistin û vekirina wî bi awayekî fermî û domdar da jî tu pêşketinek nayê dîtin.
Bi dagirkirina Efrînê ra gelê me yê Efrînî yê ku ji axa xwe hatîye sirgûnkirin, ji bo ku bi awayekî ewle vegere welatê xwe, nayê dîtin ku têkoşîneke ku li ser dewleta Tirk û HTŞê zextekê çêbike hatîye meşandin. Ango, di hin gavan da erênîbûnek tê dîtin lê di têkilîyên şênber da pêşketineke wisa em nabînin.
Bêguman, peydakirina yekîtîya neteweyî ya Kurd rojane(aktûel) ye. Ji bo bi destxistina statûyê ya gelê Kurd avakirina vê yekîtîyê pir girîng e. Lê belê, divê em binxêza vê rastîyê jî bikin: Di nav neteweya Kurd da cudabûna çînî her diçe kûr dibe. Têkilî, ji aidîyeta neteweyî ber bi zemîna hevkarî ya çînî ve diçe. Bêguman, dê helwestên cuda yên beşên cuda yên burjuvazîya neteweyî hebin. Mînak, di vê “dem”ê da helwesta YNKê û helwesta PDKê nayên wekhevkirin û ev dê di warê taktîkan da xwedî cih û wate be. Lê belê, em yên ku ji xeta welatparêzîya sosyalîst ve ji bo çareserîya pirsgirêka neteweyî têkoşînê didin, bi vê ra yekîtîya karker û kedkarên ji gel û bawerîyên cuda yên li Kurdistanê, ji bo çareserîya kedkar a pirsgirêka neteweyî hewce û mecbûrî dibînin.
- DYE ya emperyalist dixwaze ji nû ve teşe bide cîhan û Rojhilata Navîn. Tê dîtin ku yek ji astengîyên herî mezin ên li pêş vê, navendên berxwedanê ne. Pergala kapîtalîst a emperyalîst hemû navendên berxwedanê û bi taybetî rêxistin û partîyên ku têkoşîna çekdarî dimeşînin armanc dike û dixwaze tasfîye bike. Li ser vê mijarê hûn dixwazin çi bibêjin?
Alozîya Kapîtalîzmê Kûr Dibe Şer Zêde Dibe û Dewlet Mafyatîk Dibin
Geşedan bi heman awayî berdewam dikin. Dewletên kapîtalîst û emperyalîst di nav xwe da jî di nav reqabeteke mezin û hilweşîner da ne. Welatên Yekîtîya Ewropayê ji bo avakirina yekîneyeke leşkerî ya ji derveyî NATOyê û rexmê NATOyê dixebitin. DYE, ji bo serî tewandina Venezuelayê ya ku çavê xwe avêtîye madenên hêja û bîrên wê yên petrolê, şer daye ber xwe. Îro di têkoşîna hegemonîyê ya cîhanê da bi hêza bi zorê derbaskirina astengîyan derketîye pêş. Li hemû cîhanê mijara hilberînê, zanist, medya hema bêje bi temamî bi şer ve girêdayî ye. Kapîtalîzm cîhana kesên ku keysa kî li kê were ye. Lê belê, dîsa jî bi hiqûqa burjuva têkilîyên bi hevdu ra di asta herî kêm da dihatin dîyarkirin. Lê niha ev kirana bi navê hiqûqa burjuva hate rakirin. Û li pişt wê rêxistina mafyatîk a kapîtalîzma hov derket holê. Ji alîyê din ve kapîtalîzma hov a zilamperest û ji alîyekê ve jî xizanîya kûr, li gorî daneyên fermî 107 milyon mirov mirov bi zorê ji cihên xwe hatine derxistin, hilweşîna ekolojîk, li hemû cîhanê bikaranîna madeyên hişbirê daketîye heta 5 salî û bûye girseyî, gihîştina xirabûna civakî ya asta rizînê. Cîhana kapîtalîst û emperyalîstan cîhaneke wisa ye.
Berxwedan û Têkoşîna Çekdarî Girîngtir Dibe
Îro bi taybetî li Rojhilata Navîn û li her derê êrîşeke mezin a tasfîyekirinê li ser navendên berxwedanê yên li dijî dizayna kapîtalîst û emperyalîst a heyî, rêxistinên şoreşger, komunîst û pêşverû heye. Mînakên Hamas, Hizbullah, li Hindistanê êrîşên li dijî gerîlayên Partîya Komunîst a Hindistanê, êrîşên li dijî Partîya Komunîst a Maoîst a Fîlîpînan berdewam in. Ev, vegotina konsepta îdeolojîk, sîyasî û leşkerî ya kapîtalîst û emperyalîstan e. Di cîhanê da alozîya îdeolojîk û aborî ya kûr, derfetên vê yên şoreşger ên ku bi kirdeya şoreşger ra bibin yek weke xeter dibînin û mînakên êrîşên ji bo girtina pêşîya vê tên dîtin. Burjuvazî dixwaze serwerîya bikaranîna çekan di destê xwe da bihêle.
Lê belê tevî hemû êrîşên wan berxwedan didome. Hejmara kesên ku îro têkoşîna neqanûnî û çekdarî ji her demê zêdetir hewce dibînin zêde dibe. Li cihên cuda yên cîhanê komên çekdar ên xweser derdikevin holê. Nameya ku ciwanê Amerîkî Elias Rodriguez, ku ji bo piştgirîya berxwedana Filistînê du dîplomatên Îsraîlî kuştibûn, paş xwe hiştîyr, tiştê hewce dîyar dike. Ango ne dema têkoşîna neqanûnî derbas bûye ne jî dema têkoşîna çekdarî. Têkoşîna neqanûnî mecbûrîyet a çalakîya azad û hilweşîner e. Û yek ji hêmanên wê yên din jî têkoşîna çekdarî ye. Di serî da ji ciwanan û bi taybetî ji jinên ciwan ra bang dikim, li her qadê ku hûn tê da nebi awayekî veşartî rêxistin bibin. Derfetên gihîştina hemû cureyên çekan binirxînin. Xweparastina xwe bigirin. Di têkoşîna rûmet û azadîyê da cihê xwe bigirin. Li Kurdistanê li hember polîtîkayên mêtingehkar ên ku bi îstîsmara kapîtalîst ve girêdayî ne, mêtingehkarîya çandî û êrîşên xirabkirinê; li cihên kar, li dibistanan, li taxan rêxistin bibin, çekdar bibin. Xwe û civaka xwe biparêzin.
- Rojhilata Navîn, bi hêzên emperyalîst û dîktatorîyên herêmî ve weke qadeke parvekirinê hatîye guhertin. Sînor ji nû ve têne xêzkirin, desthilatdarî têne hilweşandin û serûbinbûneke kûr tê jîyankirin. Di vê pêvajoyê da gelê Kurd divê çi helwestê bigire? Ji bo welatparêzên sosyalîst pêşeroja Kurdistan û Rojhilata Navîn çawa tê nirxandin?
Rojhilata Navîn, herêmeke ku gel û civakên bawerîyên cuda bi hev ra lê dijîn. Ji alîyê nifûsê ve gelê herî zêde Ereb in. Li Misirê bi pêşengîya Nasir û bi beşdarîya Sûrîyeyê jî Komara Ereb a Yekbûyî ya ku li dijî emperyalîzma rojavayî hate xwestin ku bê avakirin, di 1961an da belav bû. Netewperestîya Ereb a ku ji jor ve hate xwestin ku bê pêşxistin, negirt. Dibe ku tevî hemû kêmasîyên xwe, tiştê ku herî zêde Ereb kirine yek têkoşîna Filistînê ya li dijî Îsraîlê ye ku di berxwedana dawî da jî tê dîtin ku çiqas paş ve çûye. Îslam weke aidîyeta herî yekgirtî tê dîtin ku em dibînin ku ew jî tê derbaskirin. Dewletkirina olê, veguherîna wê bi destê dewletê ve bûye amûrek a zordestîyê ya ji bo peydakirina razîbûna civakî, nikare tûjbûna nakokîya çînî bigire, hêza wê ya yekgirtî bi awayekî girîng paş ve dikişîne. Bêguman, ji bo rêxistinên îslamî yên sîyasî yên radîkal jî pêdivî bi analîzeke cuda heye. Lê li Rojhilata Navîn jî nakokîya çînî kûr dibe. Şertên jîyana mirovî her diçe kêm dibin. Weke ku li her derê cîhanê xizanîyeke kûr heye. Rojeva karker û kedkarên ji netewe û bawerîyên cuda sade dibe. Xizanî, feqîrî, weke alîyên nakokîya ked-sermaye derfetên enîbûnê zêde dibin. Nakokîya zayendî kûr dibe.
Emperyalîzma DYE Dijminê Herî Mezîn ê Gel û Bindestan e
Îran, Lubnan, Filistîn, Yemen di hedefa êrîşên emperyalîzma DYE û sîyonîzma Îsraîlê da ne. Li Iraqê, di hedefa ferzkirina ji bilî avahîya çekdarî ya fermî tu hêzeke çekdar nemine da Heşdî Şebî ya ku nêzî Îranê ye heye. Mijara bi temamî dorpêçkirina Îranê û serî tewandina wê ji emperyalîzma rojavayî ra hîn neqedîyaye. Li Kurdistanê lê bi taybetî li Rojava di nav gel da ji emperyalîzma DYEyê hêvîyeke bilind heye. Di şerê Efrîn û Serêkanîyê da encamên vê çawa bûn hate dîtin. Têkilîya ku emperyalîzma DYE û Îsraîla sîyonîst bi Kurdan ra ava kirine amûrek e. Ya ku DAÎŞ perwerde kir, çek da û berda ser Kurdan, ev DYE ye. DYE yê ku HTŞ anî Şamê û rewa kir e. Piştgirê herî mezin ê şerê qirêj ê ku dewleta Tirk bi salan e dimeşîne DYE ye. Yê ku li çîyayên Kurdistanê dronên xwe ji bo keşf û îstîxbaratê dixe tevgerê Îsraîl e. Ji van navendên sereke yên kapîtalîzma hov û êrîşkarîya emperyalîst hêvî, xeyalekê xav e.Qirkirina li Xazeyê li ber çavan e. Li wir jî hemû tişt bi teslîmgirtin û radestbûna Hamasê ve girêdayî ye. Tevî peymanan jî bombekirina Xazeyê berdewam e. Li Lubnanê kampên penaberan têne lêdan. Helwesta Hamasê ya Îsraîl û DYE çi be, helwesta dewleta mêtingehkar a Tirk a li hember gelê Kurd, tevgera neteweyî ya demokratîk, Rêveberîya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê jî wisa ye. Ji ber vê yekê, divê ajîtasyon û propaganda ji bo pêşxistina hişmendîya antî-emperyalîst bê domandin. Sucên emperyalîzma DYE û bi taybetî sîyonîzma Îsraîlê divê bi berdewamî bêne eşkerekirin.
Parastina avahîya xweser a demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê û xeta çeperkirina ji bo gelên Kurdistan û herêmê pir girîng e. Tam di demeke wisa da, ji bo parastina avahîya xweser a demokratîk divê li çar parçeyên Kurdistanê û herêmê xebateke bihêz bê meşandin.
Li Sûrîyeyê pêşxistina têkoşîna yekbûyî ya gelên Ermenî, Asûrî, Sûryanî, Dûrzî, Elewî, Êzîdî, Xiristîyan yek ji erkên girîng ên li pêş me ye. Pêşxistina têkilîyên li ser bingeha bawerîya di nav gelan da û bilindkirina hevgirtinê girîng e.
- Di ketina saleke nû da li ser mijar û rojevên têkoşîna azadîya jinê hûn dixwazin çi bibêjin? Têkilîya mulkîyeta taybet û têkoşîna azadîya jinê gelek tê nîqaşkirin. Bêyî armanckirina mulkîyeta taybet, çînan, pergala kapîtalîst û bi vê ra û encama vê zilamperestî û pergala kapîtalîst, têkoşîna azadîya jinê dikare pêşketineke encamdigir nîşan bide?
Ji bo Azadîya Jinê Têkoşîneke Antîkapîtalîst, Antîemperyalîst û Rêxistinbûn Pêwîst e
Ev nîqaş an jî helwesta di têkoşîna azadîya jinê da ne nû ye. Di navbera tevgera jinên komunîst û tevgera jinên demokratîk, femînîst da xeta veqetînê ya herî bingehîn ev der e. Di pênaseya kok a zilamperestîyê da bi hin kirdeyan ra, di avakirina mercên maddî yên civakî yên ji bo avêtina zilamperestîyê di çopê dîrokê da bi hin kirdeyan ra bêguman cudahîyên me hene.
Nakokîya di navbera zayenda bindest û pergala sermayeya zilamperest a kapîtalîst da nakokîyeke antogonîst e. Di pêvajoya kûrewîbûna emperyalîst da em bi asta herî pêşketî ya ku pergala sermayê û zilamperestî hema bêje di heman astê da cih digirin ra rû bi rû ne. Pergala zilamperest a kapîtalîst serdest û rêxistinbûyî ye. Ji bo jin û zayendên bindest heman tişt nayê gotin. Mercên heyberî yên rêxistinbûnê hene lê veguherandina vê heyberîyê wek rêxistinbûneke şênber, girêdana bi armancên şênber ve hewcedarîyeke pir dijwar e. Beşên herî hişmend, herî biryar û herî fedakar ên têkoşîna azadîya jinê, ger di asta rêxistinbûnê da ku li hember asta herî paşverû, herî faşîst, nijadperest û mêtingehkar a zilamperestîyê dernekevin, nikarin binesazîya zayendperest a civakî û sazîyên joravahîyê yên li ser vê ava bûne hilweşînin. Ev, bi mecbûrî têkoşîneke antîkapîtalîst, enternasyonalîst û kirdeyeke rêxistinbûyî ya girêdayî vê dike hewcehî. Lê mijara bingehîn, di derxistinkirina îradeya jinê ya yekbûyî bi wan ên ku bi heman îdîayê ne ra tê xetimandin. Ji alîyê din ve, yekîtîyên têkoşînê yên ji bo yek bi yek mafan û demkî jî hewcedarîyeke pir dijwar e. Li cihê weke Rojhilata Navîn ku formên herî paşverû yên zilamperestîyê serdest in, ev hîn hewce ye. Jin jîyan azadî derketineke girîng bû û bandorên wê hîn berdewam dikin. Lê belê, têkoşîn û ezmûna li vir, di qada têkoşîna yekbûyî da şênber nebûye, mixabin. Ev, ji bo têkoşîna azadîya jinê qelsîyeke girîng e. An jî şoreşa jinê ya Rojava nikare taybetmendîyên nû li tevgera jinê, li hêza wê ya dehfdar, coşa veguherînê zêde bike, ev jî mijareke ku divê tevgera jinê li ser kûr bibe ye. Ev hemû di heman demê da nîşanî erkên li pêş me didin. Û bêguman em jî muhatabê van erkan in.
Çavkanîya Tundî û Talana Li Dijî Jinê Mulkîyeta Taybet e, Çînî ye
Di demên dawî da Tevgera Jinên Kurd, ji perspektîfên Abdullah Öcalan dest pê kirîye pergala kapîtalîst a zilamperest weke “Qatilê kastîk” dîyar dike. Rastîyek e ku zilamperestî li hember zayendên bindest kastekê çêdike. An jî di wateya herî berfireh da ji pêvajoya derketina ji civaka komunal ve di çarçoveya tunekirin û înkarkirinê da “qatil” bûyîna wê jî rastîyek e. An jî zilamperestî bi ketina nav hemû têkilîyên civakî, civakê ji hundir xirab dike, ev jî rastîyek e.
Hewldana “dîtina nexuyakirina tundîyê” bêguman girîng e. Lê çavkanîya tundîyê jî tê veşartin û gava li ser lêpirsîna ferasetê û guherîna ferasetê ya ji maddeya xwe cuda kûr dibe, tundîya pênaseyê bi armanceke şênber a ku tundîya çalakîyê veguherîne ve nayê girêdan. Guherîna ferasete li pêş guherîna maddeyê digire. Bêguman, li ser pênaseya qatilê kastîk kûrbûn û pêşxistina wê tê dîtin. Lê belê, dîsa jî wek min di çarçoveya ku li jor bi çend hevokan dîyar kir da ev nîqaş tê kirin.
Ev pênase, têkilîyên zilamperestîyê yên mulkîyet, sermaye û çînê ra nade. Di vê wateyê da di sînorên analîzê li ser bingeha zayenda bîyolojîk tê kişandin. Bi mayîna di vê sînorê da, avakirina xetekê têkoşînê ya temam li dijî nûvekirina xwe ya zilamperestîyê di formên kapîtalîst, mêtingehkar, faşîst da ne pêkan dibe.
Ji bo “avahîya kastîk” pênaseya “efendîyê mutleq, xwedîtîya mutleq” û “mulkirina jin û zarokan” tê dayîn. Lê “avahîya kastîk” vê hêzê ji ku digire? Ji bo me li vir tu nepenî tune. Em dizanin ku çima û çawa mulkîyeta komunal veguherîye mulkîyeta taybet û ev çawa bi demê ra veguherîye pergaleke sermayeya baviksalarî. Bêguman, lêkolînên antropolojîk ên nû dane yên nû derdixin holê, cîhana zanîna me dewlemend dibe û dane yên nû bi dest dixe. Di çarçoveya mijarê da em dikarin vê dîyar bikin ku lêkolînên heta niha, di çarçoveya dîrok û cih da asoya me fireh kirine, lê tu vedîtineke nû ya ku hemû tiştên ku em dizanin li ser pêvajoya mirovbûna mirov û derbasbûna ji dabeşkirina kar a civakî ve bo dabeşkirina kar a mecbûrî, avakirina organîzmayên bi zor û dewletê têk bibe, li gorî zanîna me tune.
Azadbûna Jinê Bi Hilweşandina Pergala Kapîtalîst û Dewleta Wê Pêkan Dibe
Li ser pênaseyên mulkîyet, çîn, desthilatdarî, dewlet û heta partîyê rexneyên “anakronîk, dogmatîk, tengkirina bi çînê, ne civakîbûn” têne kirin ji alîyê Öcalan û tevgera jinên demokratîk a Kurd ve. Û weke mînak Rojava tê nîşandan. Em li rastîya Rojava binêrin. Şoreşa jinê ya Rojava, bi hilweşîna dîktatorîya Esad, bi têkoşîna li dijî çeteyên ku bi piştgirîya dewleta Tirk û emperyalîzma DYE hatine avakirin û bi avakirina serwerîyeke nû zemîn bi dest xist. Li Rojava dewletek bi qanûndanîn, rêvebirin, dadwerî, artêş û hêza polîs heye. Û ev dewlet demokratîk û azadiparêza jinê ye. Civakperest e. Li ser bingeha komîn û meclîsan nêrîn û pratîka ku jin û gel têxe nav karê rêvebirinê heye. Lê belê dîsa jî dewlet e. Û ev pir ne xerab e. Berhema mecbûrîyet a şênber a şertên şênber e.
Bi çend hevokan dixwazim li ser muzakereyê ya li dijî zilamperestîyê tiştekî bibêjim. A. Öcalan, di peyama xwe ya ji tevgera jinên demokratîk a Kurd ra dîyar kiribû. Encama ku tevgera neteweyî ya demokratîk a Kurd weke rê û rêbaza têkoşînê, muzakere hilbijartîye, sîtava vê di têkoşîna azadîya jinê ya tevgera neteweyî ya demokratîk a Kurd da jî bûye “li dijî serdestîya mêr muzakere”.
Bêguman, ji bo mafên jin û LGBTÎ+yan têkoşîn wê bê kirin. Kûrtaj, nafaka, keda lênêrînê, mafên jinên kedkarên malê yên sîgorta, tenduristî hwd., qanûnîkirina pergala hevserokatîyê, ji bo jinan pergala hiqûqî ya cudakarî ya erênî di gelek mijar û rojevê da divê têkoşîn bê kirin. Ev têkoşîn di hin deman da dikare bê birin ser masê ya muzakereyê. Em vê red nakin. Lê di têkoşîna li dijî pergala sermayeya zilamperest û dewleta mêtingehkar da armanc ne rûniştina alîyê dijber li ser masê ye, hilweşandina wî ye. Gihîştina sosyalîzma ku jin xwe azad bike tenê bi hilweşandina pergala kapîtalîst û mêtingehkar a heyî û dewleta ku vegotina wê ye pêkan e. Her wiha divê bê gotin ku ev ne ji ber ku em wisa dixwazin an “jiberkirinên xwe dubare dikin” wisa ye. Ji ber ku bi rêyeke din azadîya jinê nayê bi destxistin wisa ye.
Sala 2025an Bû Sala Têkoşîna Jinan
Sala 2025an; qirkirina jinan, veguherîna laşê jinê bi metaya bazirganîya seksê, koletîya jinên ku bi zorê ji cihên xwe hatine derxistin, xizanîya kûr, tundîya mêr a yekane, êrîşên nijadperest û heteroseksîst û qirkirina jinan bi zêdebûn berdewam kirîye, bû. Li Sûdanê bi hezaran jin neçar mane koletîya sekse bikin. Li Sûrîyeyê hêza DAÎŞê ya bi exlaq û hişmendîya xwe desthilatdarbûyî, bi taybetî li ser jinên Elewî û Dûrzî qirkirinên girseyî pêk anîye.
Bêguman, li dijî tundîya dewleta mêr têkoşîneke pir hêja tê meşandin. Têkoşîna ku nahêle qirkirina Rojîn Kabaiş bê nixumandin, bi taybetî ya jinên ciwan girîng e. Xebatên ku berxwedana jinê ya li dijî faşîzmê derdixin pêş hatin kirin. An jî têkoşînên ku rewşa jinê ya xizanîya kûr eşkere dikin… bêguman girîng in.
Li Iraqê, li Başûrê Kurdistanê di hişmendîya zayendî û rêxistinbûnê da pêşketinek heye. Li qadên Rêveberîya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê li dijî destûra HTŞê ya ku jinê înkar dike û qirkirinên jinan, têkoşîneke bihêz heye. Di hebûna YPJê da ya ku ji bo cîhana zilamperest mewzîyeke pir girîng e, israr û biryardarî berdewam e. Di nav jinên Dûrzî yên Sûweydayê da perwerdeyên xweparastinê zêde dibin. Ev bêguman astên girîng derdixin holê.
Lê divê bigihêjin girseyên jin ên zêdetir, bi rê û rêbazên cuda rêxistin bikin, ji “azadîya ji xwe re” derkevin, xwestek û daxwaza azadîyê civakî bikin, têkilîya şoreşger û sosyalîst a ku bawerî û xwebawerîyê bide jinan ava bikin. Heta ku li cihê ku jinek êşê dikişîne, ew êş bigirin û di têkoşîna li dijî zilamperestîyê da veguherînin çeka herî bihêz, di lêgerîn, acizî û çalakîya wê da nebin, di azadî, pêşengtî û çalakîyê da wê kêm bimînin.
Jinan bi hezaran salan gelek tişt winda kirine. Lê niha dema bi destxistina ji bo jin û hemû mirovahîyê ye. Û vê jî jin wê bi ser bixin. Ji vê cîhana hov, xirab û rizîyayî rizgarî, bi pêşengîya jinên bindest wê pêk bê.
Li vir êrîşa nijadperest, şoven û zayendperest a li ser Leyla Zana şermezar dikim. Ev ne êrîşeke biserê xwe ye, vegotina dewleta mêtingehkar û faşîst a Tirk e. Silav ji hemû jinên berxwedêr, şerker û têkoşer re. Sala nû ya hemû gelê me pîroz be.
* https://sendika.org/2025/05/israil-buyukelciligi-eylemini-yapan-elias-rodriguezin-manifestosu-726879






Bir Yorum Bırak