Ji Rêxistina MLKP ya Kurdistanê Armanc Şoreş, di hevpeyvîna taybet a ku daye malpera me da, pêşketinên rojane yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn, pêvajoyên hevdîtinê yên di navbera dewleta Tirk û serokê tevgera neteweyî ya demokratîk a Kurd Abdullah Öcalan da û rojeva yekîtîya neteweyî ya di nav Kurdan da nirxand. Di hevpeyvînê da, her wiha nêrînên xwe yên li ser qirkirinên li ser Kurd û Elewîyan, destkeftîyên Şoreşa Cotmehê û nîqaşên li ser sosyalîzmê parve kir.
Şoreş, ku li ser pirsgirêkên teorîk û sîyasî yên têkoşîna azadîya jinê jî rawestîya, perspektîfa “Qatilê Kastîk” a Öcalan bi dest girt û têkilîya vê bi têkoşîna azadîya jinê, mulkîyeta taybet û çînîbûnê ra nirxand. Her wiha, nirxandinên wê yên li ser tundîya li dijî jinan di nav têkilîya pergala kapîtalîst a zilamperest da kirî, em ji xwendevanên xwe ra pêşkêş dikin.
BEŞA 1emîn
Bi nêrîna ku hebûna kolektîf a Kurdan qebûl nake, Kurdan weke welatîyên wekhev nabîne û dixwaze wan bike Tirk, pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin.
- Ji Cotmeha 2024an ve, di navbera PKKê ku Abdullah Öcalan ku serokê tevgera neteweyî ya demokratîk a Kurd weke muzakerevanê sereke ye û dewleta Tirk da “hevdîtin-pêvajo-muzakere”yên berdewam ji ku derê gihîşt ku derê? Hûn di nêzîkatîya dewleta Tirk a li hember pirsgirêka Kurd da guherînekê dibînin? Çareserîya pirsgirêka neteweyî ya Kurd bi vê xetê pêkan e?
Berfanbarê ji gelek qirkiran ra şahidî kirîye. Ez, yên ku di van qirkirinan da jîyana xwe ji dest dane, bi hurmet bi bîr tînim. Yek ji wan Mereş e. Mereş, bajarê ku Tirk, Kurd, Tirkmen, Elewî û Sunnî bi hev ra dijîn, yek ji bajarên sînor ê Bakurê Kurdistanê ye ku bi Tirkîyeyê ve girêdayî ye. Bajarê ku nakokîya Elewî-Sunnî, Kurd-Tirk lê kûr tê jîyankirin e. Piştî salên 70î bi bilindbûna tevgera gel û bi pêşketina rêxistinbûna şoreşger balê dikişîne ser xwe. Rêya derbasbûna çîyayên Tirkîye û çîyayên Kurdistanê ye. Bi şertên xwe yên civakî û erdnîgarî, ji bo têkoşîna çekdarî xwedî dînamîkeke pir girîng e. Ji bo tevgera şoreşger a Tirkîyeyê, cihê ku di qevastina şoreşgeri ya71ê da rolek listîye. Yek ji rêgehên ku derfetên şoreşa yekbûyî tê da şênberbûyî ye. Û wateya qirkirina Mereşê jî li vir tê dayîn. Fikra şoreşa yekbûyî berî ku bibe hêz, hate xwestin ku bê têkbirin. Mirovên ku di vê qirkirinê da jîyana xwe ji dest dane, bi hurmet bi bîr tînim. Rûyê Mereşê, bi taybetî yê karker û kedkarên Kurd û Elewî, her tim li alîyê şoreşgeran bûye. Di nav xwe da bi sedan welatparêz, şoreşger û komunîst mezin kirîye. Berfîn Nurhak jî yek ji wan e. Em dixwazin xemgînîya xwe ya kûr a ji şehadeta vê hevrêya hêja ya ku li Şengalê ji bo hêzên MLKPê jî fermandari kirîye, parve bikin.
Kurdistan di heman demê da dîroka qirkirinan e
Roboskî, cihê ku gelê Kurd sînorên mêtingehkar derbas kirîye û Kurdistana yekbûyî di çalakîya xwe da şênerkirî ye. Li hember koçberî, talan, valakirina gundan, qirkirin û îşkenceyê berxwedaye. Bi nirxên xwe yên neteweyî yên Kurd, bi axa xwe û berxwedanê ve girêdayî ye. Di çavê dewleta mêtingehkar a Tirk da “terorîst” e. Û qirkirina wî farz e. Weke gelek qirkirinên Kurdan, bûye armanca talîmata “bêyî zarok û kal cuda bikin, lêxin”. Dayîka Taybet ya ku cenazeya wê bi rojan li nav kolanê hate hiştin, nîşan dide ku Kurd bi çi dijminatîyê, bêwijdanî û nefret a nijadperest têne hedefgirtin. Li Cizîr û Silopîyayê bi sedan kes ji bo parastina xweserîya xwe hatin qirkirin. Ger em van hemûyan ji bîr bikin, bila nefret a gelê me li ser me be!
Di 19ê Berfanbarê da li zindanên Tirkîyeyê di êrîşên bi navê “vegera malê” da bi dehan şoreşger hatin qirkirin. Bi dehan şoreşger seqet hatin hiştin. Ev qirkirin berî û piştî xwe ra êrîşa tasfîyekirinê ya li hember tevgera şoreşger a Tirkîyeyê ye. Lê li zindanan, di tîpên bîran da berxwedan û têkoşîn berdewam e. Dil û aqilê me bi wan ra ye. Dixwazim bi navbeynkarîya we, silav û evîna xwe ji wan ra dişînim.
Dilsozîya bi şehîdan re
Yılmaz Selçuk ê ku ji beşa şoreşger a terxankirî ya partîya me, di Berfanbarê da li qadên MSAyê nemir bûyî, Sibel Bulut li Kobanê yekem şehîda jin a partîya me di şoreşa me ya Rojava da, hevrê Yeliz Erbay û Şirin Öter ji bo bersiva qirkirina Pîrsûsê û berxwedana xweserîyê ji Tirkîyeyê ve çalakîyên êrîşa çekdarî ya li dijî dijmin rêxistin kirine, plan kirine û pêk anîne û di amadekarîya çalakîyekê da nemir bûne, hevrê İsmet Şahin ê ku di 24ê Berfanbara 2015an da di hemleya Tişrînê da nemir bûyî bi bîr tînim û dilsozîya xwe bi têkoşîna wan ra dîyar dikim.
Ji bo bersiva pirse, ger em ji zemîna qirkirin, bi zorê biat girtin, înkar a ku min li jor dîyar kir binêrin, a yekem ev zemin guherîye? An jî nexşerêya rê ya ber bi guherînê ve heye? Di dewleta mêtingehkar a faşîst a Tirk da nîşaneyeke guherînê heye? Ji bo dubarekirinê em li rewşê binêrin.
PKKê, Kongreya xwe ya 12emîn pêk anî û ragihand ku xwe fesih kirîye. Piştî Kongreya xwe ya 8emîn a ku guherînên herî berfireh di nêrînên xwe yên bernameyî da kirîye, ragihand ku xwe li ser konsepta bernameya demokratîk a nû ya ku wê jî derbas kirîye bi cih dike. Ragihand ku di têkoşîna demokrasîyê da li ser bingeha “qanûnîbûnê” weke rê û amûr wê bisekine û biryardarîya xwe ya bidawîkirina têkoşîna çekdarî dîyar kir. Ragihand ku gerîla ji Bakur, Zap û Metîna vekişîyaye. Ji 1ê Adarê ve agirbest ragihand.
Tu Gaveke Şênber Nehatîye Avêtin
Dewleta Tirk jî bi awayekî fermî dîyar nekir lê em li wê alîyê jî rewşa agirbestê ya fiîlî dibînin. Tecrîda mutleq a Îmralîyê bi hin awayan hate şikandin. Îmkanên ku nêrîn û nirxandinên Abdullah Öcalan bigihêje rêxistina xwe û gel bi hin awayan çêbûn. Ji bo tevgera neteweyî ya demokratîk a Kurd propaganda ya “civaka demokratîk û aştîyê” bike qad hate vekirin. Li TBMMê Komîsyonek Meclîsê hate avakirin. Ji Komîsyonê heyeta ku vekilên AKP-MHP û DEMê tê da hene bi Öcalan ra hevdîtin kir. Ev bû yekem hevdîtina sîyasî ya fermî ya bi Öcalan re. Û di dawîyê da her partîyê “rapora çareserîyê” derxist holê. Di raporên bloka desthilatdarîya faşîst a mêtingehkar da tê dîtin ku mijar ne pirsgirêka Kurd e, avakirina “bingehek hiqûqî” ji tasfîyekirina PKK ya ku weke îfadeya vê pirsgirêkê hebûna xwe pêk anîye ye. Wezîrê Dadê yê Tirk Tunç, têgeha hiqûqa aştîyê an derbasbûnê jî qebûl nake. Mantîqa guherînên hiqûqî yên di raporên wan da, ger hebe jî weke zagonên tasfîyeyê dîyar dike. Piştî salekê em gihîştine vir. AKP, gavên ku di warê zimanê dayikê da hatine avêtin weke delîlên çareserkirina pirsgirêka Kurd nîşan dide. Lê em dibînin ku axaftina Dayikên Aştîyê bi Kurdî li meclîsê qedexe ye, di retorîka “zimanê nenas” da guherînek tune. Kurdî nikare bibe zimanê fermî. Ji bo şaredarîyên duzimanî qeyûm tayîn kir û qeyûm li cihê xwe ne. Girtîyên ku 30 sal di zindanan da mane ji ber ku rêxistinbûyî ne û poşman nabin, berdana wan tê taloqkirin. Li goristanan jî li cenazeyên gerîlayan tehemul nakin. Dayikek çar caran neçar dibe kurê xwe veşêre. Ev ne mînakên taybet in.Avakirina qalekolan berdewam e. Li gorî polîtîkayên mêtingehkar ên kapîtalîst daristan têne tune kirin. Di polîtîkaya mêtingehkar da di demeke nêz da guherînek di ser avê da ku hewcedarîya mirov ya bingehîn e nayê dîtin. Dema bixwaze destwerdanê li herikîna ava Dîcle û Firatê dike.
Ji alîyê din ve, ji bo ku Kurd sîyasî, îdarî û leşkerî statûyekê bi dest nexin, hemû kozên xwe dixe merîyetê. Ji bo tasfîyekirina avahîya xweser a demokratîk a li Rojava bi awayekî dijwar xebatê dike. Başûrê Kurdistanê yê ku îdeolojîk, sîyasî û aborî burjuva kapîtalîst e jî qebûl nake. Hîn jî sendroma Başûrê Kurdistanê ji ser xwe neavêtîye. Hatina Mesûd Barzanî ya Şirnexê û pêşwazîya wî ji alîyê gel ve weke serokekî Kurd, ew aciz kirine. Devlet Bahçelî, ji Abdullah Öcalan ra “serokê damezrîner” dibêje. Ger wisa be, çima PKKê xwe fesih kirîye jî hîn rêxistina terorê ye û Öcalan jî terorîst e! Bi rastî, ger em li raporên ku hevdîtin û axaftinên bi mehan şênber kirine binêrin, em dibînin ka çi guherîye an neguhertîye. Di pozîsyonên MHP, AKP û CHPê yên salekê berî da, ne di esasê da ne jî di teşeyê da guherînek nayê dîtin.
Mafên Kolektîf ên Neteweyî yên Demokratîk ên Gelê Kurd Nayên Qebûlkirin
Esasê pirsgirêka Kurd çi ye? Dagirkirin û ilhakkirina Kurdistanê ye. Mêtingehkirina wê ye. Înkara hebûna Kurdan e. Gava Kurd li ser hebûnê israr dikin, polîtîkayên qirkirinê ketine merîyetê, di heman demê da pêvajoyeke bişaftinger a pir berfireh hatîye xebitandin. Lê belê, dîsa jî rastîya Kurd parçe nebûye, ji polîtîkayên tasfîyeyê encam negirtine. Kurdan hebûna xwe parastîye. Bi vî awayî, li ba dewletên mêtingehkar û dagirker bûye “pirsgirêk”. Gava yekem a çareserîya pirsgirêka Kurd, weke neteweyekê qebûlkirina hebûna Kurdan e. Afirandina mercên ku ji bo dîyarkirina çarenûsa xwe biryar bidin e. Bêyî misogerkirina wekhevîya mafên tam, pirsgirêka neteweyî ya Kurd nayê hesibandin ku çareser bûye. Perwerdeya bi zimanê dayikê, qebûlkirina şerta xweserîyê di rêveberîyên herêmî da, rakirina TMKê, berdana girtîyên sîyasî, peydakirina azadîya gotin-çalakî-rêxistinbûnê, ji bo çareserîya pirsgirêka neteweyî ya Kurd ji alîyê vekirina derîyekî demokratîk ve girîng e.Lê em dibînin ku dewleta mêtingehkar a Tirk van gavan navêje. Tevgera neteweyî ya demokratîk a Kurd li ser masê dihêle ji bo dem qezenc bike û ji bo gava herî biçûk jî şertan dixe pêş û teslimîyetê ferz dike.
Li Rojava Teslimîyet û Jihevketin Tê Ferzkirin
Li Rojava, li Rêveberîya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê tehemul nakin, bi awayekî berdewam gefên şer, lîstikên şerê psîkolojîk û bi pratîkê ji rêya devşirmeyên hevkar hewl dide ku di hundir da jihevketinê çêbike. Ji bo astengkirina avabûna Sûrîyeyeke ne navendî, hemû rêyan diceribîne. Plana ku QSDê ji nasnameya xwe ya sîyasî cuda bike, rêveberîya xweser ji hêzê bixe û paşî tasfîye bike di merîyetê da ye. Emperyalîzma DYE tu carî Rêveberîya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê bi sîyasî muhatab negirt. Têkilîyên xwe di asta leşkerî da hişt. Niha dixwaze vê astê bi artêşa HTŞê ra yek bike. QSDê ku ji taybetmendîya bûyîna artêşa rêveberîya xweser bê taybetmendîkirin, bi awayekî girêdayî artêşa HTŞê tê xwestin. Li vir jî teslimîyet û jihevketin tê ferzkirin.Tê dîtin ku Rojava ji bo tevgera neteweyî ya demokratîk a Kurd jî ji bo dewleta mêtingehkar a Tirk jî xeta sor bûyîna xwe didomîne. Ji bo parastina destkeftîyên ku li Rojava bi hezar kedê hatine avakirin, biryardarîya berxwedan û têkoşînê berdewam e.
Ger Masê Hatîye Avakirin Di Saya Berxwedana Jin, Ciwan û Gelê Kurd Da Ye
Bi nêrîna ku hebûna kolektîf a Kurdan qebûl nake, Kurdan weke welatîyên wekhev nabîne û dixwaze wan bike Tirk, pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin. Çarçoveya sereke ya axaftina Erdogan a sala borî li Ahlatê, bi navê biratîya hezar salî, di esasê da “Tirkîye û herêm a bê teror” e. Em dibînin ku armanca dewleta Tirk û tahkîmkirina wê ya ku bi stratejîya “ewlehî û bekaya dewleta Tirk” ve girêdayî ye, bi heman awayî tê parastin.Ger dewleta Tirk îro bi vî awayî an wî awayî maseyek ava kirîye, ev encama têkoşînên mezin ên gelê Kurd, ciwan û jinan e. Di nav gelê me da ji AKP-MHPê ra bawerîyek tune. Rastîya Kurd û Kurdistanê wê bi pîvana rêxistinbûn û biryardarîya têkoşînê ya gelê me pêkan bibe. Bêyî ku bikevin tu dudilîyê an bêhêvîtîyê, divê ev têkoşîn bê domandin.
- Di dîrokê da nêzîkatîya tevgerên komunîst a li hember pirsgirêka neteweyî çawa bû; Şoreşa Cotmehê ya bi pêşengîya Lenîn û ezmûna Yekîtîya Sovyetê di vê mijarê da çi mînakên şênber pêşkêş kirin?
Bêguman, mêzekirina li dîrokê ku nêzîkatîya tevgerên komunîst a li hember pirsgirêka neteweyî çawa bûye, xalek girîng e. Di vê çarçoveyê da, pêdivî bi referanseke taybet ji Şoreşa Cotmehê ya bi pêşengîya Lenîn ra heye.
Abdullah Öcalan û yên ku bi navê tevgera neteweyî ya demokratîk a Kurd diaxivin, dinivîsin, nîqaş dikin, ji bo îsbatkirina nûbûna paradigma nû, li hember hemû tiştên ku heta niha di navenda şoreş û sosyalîzmê da ji bo mirovahîyê hatîye berhevkirin, topbaranek vekirine. Gotineke ku gelek caran tê gotin heye: “Roj bi herîyê nayê nixumandin”. Şoreşa Cotmehê û rastî li cihê xwe ne.
Lê berî wê, pêdivî bi behskirina Kongreya Navneteweyî ya Sosyalîst a Londrayê ya 1896an da ku ji bo tevgera komunîst nêzîkatîya li hember pirsgirêka neteweyî bûye prensîb, heye. Di vê kongreyê da biryara “hemû netewe xwedî mafê dîyarkirina çarenûsa xwe ya tam in… dîyar dike” hate girtin. Ev perspektîfa tevgera komunîst a navneteweyî, li Qeyserîya Rûsyayê ya ku zindana gelan bû û ji nifûsa wê ya zêdetirî 100 milyonan, nîvê wê ji gelên bindest-mêtingeh pêk dihat, bersiv dît. Yekem, di Kongreya 2yemîn a Partîya Karker a Sosyal Demokrat a Rûs (PKSDR) ya 1903an da û paşê di demên nûavakirinê da di konferansa partîyê ya ku Bolşevîkan di 1913an da li dar xist da, ev nêzîkatî di asta prensîbê da hate pejirandin.
Sosyalîzma Sovyetê Ji Bo Gelên Bindest Ronîkirina Rê Didomîne
Piştî şoreşê, Komara Federatîf a Sosyalîst a Sovyet a Rûsyayê (RSSFC) ya ku hate avakirin, di 1922an da bû Yekîtîya Komarên Sovyetên Sosyalîst (YKSS) ya ku 15 komarên yekîtî û bi dehan herêmên xweser ên neteweyî ên civakên neteweyî yên mezin û biçûk tê da tên temsîlkirin hene. YKSS, yekem dewleta banî ya federatîf a neteweyan a bi xisleta sosyalîst a dîrokê bû. Hem di Destûra 1924an da hem jî di ya 1936an da, mafê ji yekîtîyê veqetîna azad a her komara yekîtîyê hate misogerkirin. (Heta ku di nîqaşên tasnîfa Destûra 1936an da, ji bo pêşnîyarên ku ev madde êdî ne hewce ye û divê bê rakirin, Stalin li dij derket û ev madde hate parastin.) Şer û serkeftina mezin a li dijî faşîzma Hitler, bi hêza yekîtîya bi biryar û dilxwaz a karker û kedkarên ji her neteweyê, hate bi dest xistin. Bi dem a Kruşçev ra, bi polîtîkaya “bi kapîtalîzmê ra jîyana aştîyane” û bi rêya aborî ra, ketin pêvajoya restorasyona kapîtalîst û piştî vê demê nakokîyên neteweyî hatin dîtin.
Ev nakokî, ne weke ku tê îdîakirin ji berê ve, lê bûne berhema di sosyalîzmê da vegera paşve û restorasyona kapîtalîst. Bi heman awayî nirxandina hemû sosyalîzma sedsala 20î nêzîkatîyeke bi qest e. Û ev qest, ne dilsozîya bi armanca sosyalîzmê ve, lê îfadeya girêdana bi kapîtalîzmê ve ye. Bêguman, nirxandina rexneker a sosyalîzma jîyayî di warê pirsgirêka neteweyî da jî divê bê kirin. Lê divê ev nebe înkar, Kruşçev û Lenîn di heman xetê da neyên nirxandin. Her wiha wekhevkirina Stalin bi Hitler ra û yekkirina herduyan di têgeha dîktator da jî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ev, ne bi rexnenebûna van kesan ve girêdayî ye. Yên ku ji bilî jîyana di heman demê da tu şibandina wan a îdeolojîk û sîyasî tune, bi çi armancê têne wekhev kirin.
Li hemû cîhanê 9ê Gulanê weke roja serkeftinê ya têkoşîna antî-faşîst tê pîrozkirin. Û di fermandarîya vê serkeftinê da Stalin heye. Her wiha em dixwazin bi bîr bixin ku heta duh berxwedana Kobanê bi referansa berxwedana Stalingradê hate bi bîr anîn. Li ser têkilîya dîrokî ya berxwedanê li dijî dagirkerî û faşîzmê hate rawestandin. Û ev têkilî pir li cih e.
Û her wiha dixwazim vê jî dîyar bikim ku bi gotina “Serokekî Kurd nikare Marksîzmê derbas bike?” rexneyên ber bi derbaskirina Marksîzmê ve, tê gotin ku yê kut ê rexnekirin ne nêrînin, lê nasnameya neteweyî ya yê ku van nêrînan dîyar dike tê rexnekirin. Bi eşkere, em hemû nêzîkatîyên şoven, netewperest û quretî red dikin û rexne dikin. Lê li vir kêmkirina rexnê bi gotina “ji ber ku Kurd dibêjin” û ji vir ve jî danîn di çarçoveya netewperesta şoven û oportûnîst da û veguherandina mijarê bi zemîna yên ku bi navê neteweya bindest û neteweya serdest diaxivin ber bi salvoyeke berevajî ve, ne rast e.






Bir Yorum Bırak