Warê pîroz ê gelê me yê Êzîdî Şengal; di dirêjahîya dîrokê da ji alîyê împaratorî, mîrekî û eşîran ve bi dehan caran rastî êrîşan hatîye. Her çendî bawerîya Êzîdîyan wekî “jirêderketî” hatibe îlankirin û ev bibe hincet ji bo qetilkirina gelê Şengalê jî yek ji sedemên sereke ya van qirkirinan hakimîyeta stratejîk a Çîyayê Şengalê ya li ser herêmê bû. Gelê me yê Êzîdî yê ku li hemberî hemû polîtîkayên bişaftin û tunekirinê yên dewletên herêmî ji bo berjewendîyên xwe pêk dianîn ber xwe da, li hemberê hemû êrîşên qirker yên ji Osmanîyan heta îro, nasnameya xwe ya neteweyî û bawerîya xwe parast.
Kurdên Êzîdî Yên Ji Osmanîyan Heta Îro Berxwedidin
Gelê me yê Êzîdî, ku gelek caran rastî zordarîya Osmanîyan hat, piştî damezrandina dewleta Iraqê jî ji qirkirin û zordarîyan xelas nebû. Di dema rejîma Sedam Huseyn da, di navbera salên 1968 û 2003an da, li dijî Kurdan polîtîkaya Erebkirinê û guhertina demografîk hate meşandin. Di encamê da, gelek bajarên Kurdan bi demê ra bûn Erebkirî. Demografîya bajarên wekî Kerkûk, Dîyala, Mûsil û Selaheddînê hate guhertin.
Dîktatorîya Seddam, di sala 2003an da bi êrîşa dagirkerîya DYE yê hate rûxandin. Hikûmeta kukla ya Iraqê ya ku ji alîyê DYEyê ve hate avakirin, li gorî berjewendîyên emperyalîstan destûrek çêkir. Benda 140an a destûra sala 2005an, armanc dikir ku statûya herêmên “nakok” yên wekî Kerkûk, Mûsil, Şengal û Selaheddînê were dîyarkirin, polîtîkayên kevn ên guhertina demografîya herêmên Kurdan werin rakirin, gel vegere warên xwe û bi rêya referandûmê îradeya xwe dîyar bike. Herwiha, polîtîkayên bişaftin û Erebkirinê yên li herêmên Kurdan di navbera salên 1968 û 2003an da hatibûn pêk anîn bi dawî bibin, mafên neteweyî yên Kurdan bên parastin û naskirin. Tevî hin destkeftîyên Kurdan jî, li cihên niş tecîhê Kurdan polîtîkaya guhertina demografîk di berjewendîya Erebkirinê da dom kir. Dewleta Iraqê û emperyalîzma DYEê ji bo Kurdan çareserîyeka rastîn neafirandin. Şengal jî di çarçoveya “herêmên nakok” da ma û ji bo berjewendîya Êzîdîyan çareserîyek nehat pêşxistin. Li van “herêmên bi nîqaş” ne referandûm û ne jî serjimêrîya nifûsê hate kirin. Li ser pirsgirêkan pirsgirêkên nû zêde bûn û heta îro hatin.
Gelê Şengalê, piştî hilweşîna dîktatorîya Seddam jî rastî qirkirinan hat. Di 14ê Tebaxa 2007an da, bi êrîşeka hevpar a MÎT û Muhaberatê, 700 Êzîdî hatin qetilkirin. Bi destê El Qaîdeyê, bajarokên Tilazer û Sîba Şêx Hızır hatin armanckirin. Li hember van êrîşan, dewleta Iraqê bêdeng ma. PDKê ev êrîş wekî hincet bi kar anî û bi navê “parastina Êzîdîyan” peşmerge şand Şengalê, bi awayekî fiîlî Şengal xist bin kontrola xwe.
Qirkirina Bi Hevkarîya DAÎŞ, Tirkîye, Iraq Û PDKê: Fermana 74emîn
Hîn birînên qirkirina sala 2007an nehatibûn derman kirin, vê carê çeteyên DAÎŞê êrîşî Şengalê kirin. Di 3yê Tebaxa 2014an da, Êzîdî bi Fermana 74emîn ra rû bi rû man. Ev ferman ji yên berê wêranker û girantir bû. Di demeka kurt da, hemû gelê navenda Şengalê û gundan neçar man ax û malên xwe biterikînin. DAÎŞê, Êzîdîyên ji her temenî ku kete destê wan, bi hovîtî qetil kirin. Jin revandin, êşkence û tecawuz li wan kirin, di bazarên koleyan da firotin. Di destpêkê da ti dewlet li hember van êrîşên DAÎŞê bertek nîşan neda. Hikûmeta Barzanî jî gelê Şengalê neparast. Gelê me yê Êzîdî bi mirinê ra tenê hate hiştin. Di êrîşa yekem a çeteyan da, artêşa Iraqê cihên xwe terikand û revîya, çekên giran ji DAÎŞê ra hişt. PDKê ya ku bi gotina “em ê we biparêzin” çekên gel berhev kiribû, bêyî fîşekekê biteqîne ji Şengalê revîya. Bi vî awayî Şengal bi hêsanî hate dagirkirin.
Du meh berî dagirkirina Şengalê, di Hezîrana 2014an da, li paytexta Urdunê, Ammanê civînek bi beşdarîya MÎT, DAÎŞ û Parastinê hate kirin. Îstîxbaratên dewletên herêmê jî beşdarî vê civînê bûn. Di vê civînê da, ji bo ji alîyê DAÎŞê ve dagirkirina Mûsil û navçeyên wê rê hate vekirin. Ji ber vê yekê, DAÎŞê di nava 6 saetan da bêyî astengî Mûsil dagir kir. Ev bazara qirêj ne tenê bi Mûsilê sînordar ma. Çeteyên DAÎŞê, bi daxwaza dewleta Tirk û erêkirina bêdeng a PDKê, berê xwe dan Şengalê.
Çeteyên DAÎŞê, di heman demê da li dijî Şoreşa Rojava jî ji her alî ve êrîş kirin. Çeteyên ku piştgirîya dewleta Tirk a dagirker û PDKê wergirtin, bi dagirkirina Şengalê dixwestin Şoreşa Rojava dorpêç bikin. MÎTê, ji bo têkbirina Şoreşa Rojava, her cure lîstikên qirêj da destpêkirin, sînor vekir û piştgirîya kadroyan, çek û lojîstîk da çeteyên DAÎŞê.
Tevî piştgirîya Tirkîye, PDK, Iraq û Urdunê, çeteyên DAÎŞê ne li Şengalê ne jî li Rojava negihîştin armancên xwe yên qirêj. Li Şengalê, YPG, YPJ, MLKP û hêzên HPGê alîkarîya gel kirin. Piştî têkoşîneka dijwar, bi bedelên şehîdan, Şengal ji çeteyan hate paqijkirin. Şoreşa Rojava berfireh bû. Çete li Rojava jî têk çûn.
Piştî Mijdara 2015an, Meclîsa Avakirinê ya Êzîdîyên Şengalê xweserî ragihand û hêzên parastinê YBŞ û YJŞê damezrand. Rêveberîya Xweser a Şengalê, dest bi ji nû ve avakirina Şengalê ya wêrankirî kir. Gelê me yê ji ber şer koçber bibû, bi rêjeyeka girîng vegerîya malên xwe. Di dema ku gelê Şengalê dest bi derman kirina birînên xwe û xwesazkirinê kir, PDKê dîsa rûyê xwe yê dijmin nîşan da. Li dijî hêzên HPG û YBŞê êrîş kir. Şehîd hatin dayîn.
Dewleta Tirk, ku têkçûna çeteyan qebûl nekir, YBŞ/YJŞ û Rêveberîya Xweser hedef nîşan da. Bi dehan caran êrîşên hewayî kir. Fermandar û şervanên YBŞê, rêveberên Rêveberîya Xweser û gelê me di van êrîşan da şehîd ketin. Dewleta Tirk a mêtingehkar, bi gotina “Em nahêlin Şengal bibe Qendîla duyemîn,” êrîşên xwe domand û didomîne.
Hikûmetên Iraqê û Hewlêrê, di 9ê Cotmeha 2020an da “Peymana Bexdayê” çêkirin û daxwaz kirin ku Rêveberîya Xweser û hêzên YBŞ/YJŞê werin belavkirin û ji Şengalê werin derxistin. Qeymeqamek û hêzeka leşkerî ya girêdayî wan şandin. Ev peyman ji alîyê DYE û dewleta Tirk ve jî hate piştgirîkirin.
Dewleta Tirk a mêtingehkar û faşîst hebûna gelê Kurd û yekbûna axa wî hê jî wekî gefa herî mezin dibîne. Şengal jî parçeyekî Kurdistana ku ji înkar û qirkirinan bi zêdeyî para xwe wergirtî ye. Emperyalîstan, li gorî berjewendîyên xwe, welatê me di navbera (Fars-)Tirk û Erebên mêtingehkar da parve kirine û kirine mêtingeh. Niha jî, bi bişaftin û endezyarîya demografîk, şer û qirkirinan, ji welatê me kevaştin û gelê me ji axa xwe ya bi hezaran salan koçber kirin. Biryara dawî ya hikûmeta Iraqê bi temamî xizmeta vê sîyasetê dike. Bêyî ku şertên vegerê yên ewle ji bo gelê me werin afirandin, girtina kampan û tomarkirina niştecîhên kampan li herêmên ew lê ne, endezyarîya demografîk e. Ev domandina Fermana 74an e.
Rastîya ku welatê me di navbera çar dewletên mêtingehkar da hatîye parvekirin li alîyekê, li Başûr û (de facto) Rojava ya ku piçekê ji dagirkerîya mêtingehkar hatîye rizgarkirin jî; Efrîn, Serêkanîyê, Kerkûk, Mûsil û Şengal ji alîyê emperyalîstan ve ji bo mêtingehkaran tên bexşandin. Şengal parçeyekî Kurdistanê ye. Mîna ku her parçeyekî Kurdistanê xwedî mafê dîyarkirina çarenûsa xwe ye, Şengal jî xwedî mafê dîyarkirina çarenûsa xwe ye û dixwaze vê mafê bi parastina xweserîya xwe bi kar bîne. Tu “çareserî” yê ku li ser bingeha mêtingehkarî li Şengalê were ferzkirin, dê bi ser nekeve. Welatparêzên sosyalîst, wekî duh îro jî ji bo azadkirina Şengalê û hemû Kurdistanê, ji bo meşa ber bi sosyalîzmê ve têkoşîna xwe didomînin. Di vê çarçoveyê da, divê hemû hêzên sosyalîst, şoreşger û demokratîk ên li derveyî Kurdistanê û proleteryaya neteweyên serdest, bi berpirsîyarîya hevgirtinê ya bi welatê me û gelê me yê mêtingehkirî ra tevbigerin. Yek ji erkên yekîtî û hevgirtina bi proleteryaya Kurdistanê ra, parastina Şengalê û gelê me yê Êzîdî; li dijî burjuwazîya welatên xwe, bi daxwaza dawîanîna polîtîkayên endezyarîya demografîk, koçberkirin û tunekirinê ketina nav tevgerê ye.






Bir Yorum Bırak