Ji Rêxistina Kurdistanê ya MLKPê Armanc Şoreş, pêvajoya sîyasî ji malpera me ra nirxand. Em nirxandinên di derheqê pêvajoya ku li kurdistanê dimeşe, rewşa şoreşa Rojava û xeterîyên li ser şoreşê, pêvajoya hevdîtinên îmralîyê û komîsyona meclîsê, şoreşa jinan a Rojava û parastina şoreşê da, di çar beşan da pêşkeşî we dikin.
Beşa 1emîn
Berî her tiştî, ez destpêkirina jîyana weşanê ya malpera Kurdistanazad.com pîroz dikim. Ez bi dilgermî silav li vê destpêkê dikim ku di qada çapemenî-weşanê da xwedî armanca temsîlkirina têkoşîna azadîya Kurdistanê ye. Hûn dibêjin ku hûn ji bo azadîya Kurdistanê ketine rê; ez di vê rêyê da ji we ra serkeftinên mezin dixwazim. Ez bawer im ku hûn ê bibin kursîya şoreşger a hemû gelên bindest. Ez bi taybetî spas dikim ku hûn derfetê didin me ku em ramanên xwe parve bikin. Ez careka din Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn û Egîd Roj ên ku dengê berxwedana Tişrînê gihandin cîhanê bi bîr tînim. Li Kurdistanê di çapemenîyê da xebatkarbûn, tê wateya li xwe kirina kirasê ji agir. Ez we, xebatkarên çapemenîyê yên ku ji dest dayîna agir natirsin jî ji ber wêrekîya we pîroz dikim.
Dewleta Tirk a burjuva û serokên wê yên faşîst, Erdoğan û klîka Bahçelî, dikarin pirsgirêka neteweyî ya Kurd çareser bikin, gelo dikarin Tirkîyê demokratîk bikin? Dikarin çi gavî bavêjin, çiqas dikarin sînorên xwe derbas bikin?
Ji bo bersivdana vê pirsê, divê em biçin ser pêvajoya damezrandina dewleta Tirk. Wekî ku hûn dizanin, piştî Şerê Parvekirina Yekemîn a Emperyalîst, Împaratorîya Osmanî hilweşîya. Ereb û beşeka girîng a Trakyayê veqetîyan. Gelek cihên mayî jî ji hêla emperyalîstan ve hatin dagirkirin. Bi pêşengîya yek ji fermandarên Kuvayi Millîye Mustafa Kemal şerekî rizgarîya neteweyî dest pê kir. Mustafa Kemal dizanibû ku bêyî hevbendîya bi Kurdan ra, ew ê nikaribe dagirkeran derxîne. Li ser bingeha parastina qadên xweser ên Kurdan ên ji serdema Osmanî ve heyî û di Destûra Bingehîn a nû da misogerkirina mafên kolektîf, lihevkirinek hate çêkirin. Ev hevbendî di Destûra Bingehîn a 1921an da wekî xweserî hate îfadekirin. Lê ev rewşeka demkî bû. Netew-dewletbûna nû navendîbûneka hişk û serwerîyeka tam ferz dikir. Bi Destûra 1924an ra xweserî hate rakirin. Kurdên ku li dijî vê yekê berxwedan kirin, rastî qetlîaman hatin. Înkar û bişaftin dest pê kir. Yek netew, yek ziman, yek dewlet, yek al bû îdeolojîya fermî ya Komara Tirkîyê ya nû hatibû damezrandin. Dewleta Tirk, xisleta xwa ya faşîst û ya mêtingehkar heta îro xurt kir û domand.
Şoreşa Rojava, Serhildana Hezîranê, berxwedanên xweserîyê, di navbera tevgerên şoreşger û pêşverû yên Tirkîye û Kurdistanê da bingeheka nû ya hevbendîyê û derfetên şoreşa yekbûyî, rêbertîya yekbûyî bi xwe ra anî, vê yekê dewleta Tirk a mêtingehkar tirsand. Wekî ku bi pêla ji binî ve tê ra rû bi rû ma. Divîyabû desthilatdarîya xwe ji nû ve xurt bike. Tevgera Fethullah Gulen hate tasfîyekirin. MHP bû hevparê vê pêvajoya nû ya desthilatdarîyê. Dîktatorîya faşîst ber bi dîktatorîya yek zilamî ve “teng” bû. Tevgereka mezin a tasfîyeyê dest pê kir. Wekî tê zanîn, hevserokên HDPê, parlamenter, şaredar hatin girtin. Rêxistinên girseyî yên demokratîk hatin girtin. Televîzyon û radyo hatin bêdengkirin. Bi hezaran mirov hatin binçavkirin, hatin depsorîkirin, ketin zindanê. Êrîşên leşkerî yên li ser QPMyê gihîştin asta dagirkerîyê. Efrîn, Girê Spî û Serêkanîyê hatin dagirkirin. Bi dehan kadroyên pêşeng ên şoreşger, komunîst, welatparêz hatin sûîqestkirin. Li Bakurê Kurdistanê li her derê kalekol hatin çêkirin. Ekokujîyeka mezin hate kirin. Çavkanîyên xav ên Bakurê Kurdistanê careka din rastî êrîşa mêtingehên Tirk hat. Şirketên Cengiz, Kalyon ên ku ji desthilatdarîyê sûd werdigirin, li her derê Kurdistanê dest bi dagirkirinê kirin. Rêxistina patronan MÜSİAD bi civîna “Tirkîyeya bê teror”ê, derfetên aborî yên vê pêvajoyê ji bo pergala sermayedarîya mêtingehkar nîqaş kir. Plana girêdana bazarên kapîtalîst ên Başûrê Kurdistanê û Iraqê bi bazarên “ji terorê paqijkirî” yên Bakur û Tirkîyê ra hate çêkirin. Polîtîkayên tunekirin, înkar û bişaftinê yên leşkerî, aborî û çandî xistin merîyetê. Rola wê ya di plana veguherîna îdeolojîk da wekî lingê aborî hate dîyarkirin.
Heman dewleta Tirk, li qada muxalefeta burjuva, ji 19ê Adarê û pê ve li dijî CHPê ya ku partîya damezrîner a Komara faşîst e, êrîşeka tam ya dorpêçkirin, tasfîyekirin û teslîmgirtinê da destpê kirin.
Kodên Damezrandina Dewleta Tirk Neguherîne
Ango em behsa dewleta Tirk a wisa dikin. Kodên damezrandina dewleta Tirk neguherîne. Dîroka dewleta Tirk dîroka derbeyên leşkerî ye. Her derbeyê xwezaya faşîst a dewleta Tirk hîn zêdetir kûr kirîye, konsepta wê ya îdeolojîk bi awayê herî paşverû û mîlîtarîst xurt kirîye. Dewleta Tirk di dîrokê da tu carî nebûye demokratîk. Ji bo destkeftîyên ku bi têkoşînên mezin hatine bidestxistin, her carê ji nû ve şer kirin pêwîst bûye. Konsera Şivan Perwer, behskirina Kurdan, qalkirina qetlîama Dersimê ya di salên destpêkê yên desthilatdarîya AKPê da, ne xwesteka guhertineka stratejîk bû, di demeka kurt da eşkere bû ku ev ji bo di pêvajoya nû ya desthilatdarîyê da wext qezenckirin û lêgerîna hevbendîyê bû. Li dijî têkoşîna neteweyî ya Kurd û Kurdistanê êrîşên herî mezin di serdema desthilatdarîya AKPê da hatin jîyîn.
Belê, çi bû ku Bahçelî yê faşîst ku heta duh bi kindirê di destê xwe da digerîya, di Cotmehê da got, “Eger PKK xwe fesih bike, bila Öcalan bê meclîsê biaxive, mafê hêvîyê jî tê da were dayîn”? Devlet Bahçelî bi aqilê dewletê axivî. Wî dît ku pêşbazîya di navbera bloka emperyalîst a DYE û Çînê da tund bûye, DYE di Rojhilata Navîn da serwerîya pêngavê destê xwe da girtîye, bi taybetî li Sûrîyê derfeta ji nakokîyên di navbera Rûsya-DYE da sûd wergirtinê kêm bûye, qada bandora leşkerî û sîyasî ya Îsraîlê berfireh dibe. Eşkere bû ku Esad wê here. Ji alîyê din ve, derfeta hilberandina razîbûna civakî ya desthilatdarîya faşîst a AKP-MHP teng bû. Nakokîyên di navbera dewlet û gel da kûr bûn. Ji bo parastina desthilatdarîyê, lêgerîna hevbendîyeka nû dest pê kir. CHP di hilbijartinên dawî da serkeftineka girîng bi dest xistibû û hêza ku bi rêya parlamentoyê hikûmetê ava bike bi dest xistibû. Di van mercan da, nedikarî li ser esasên ku bi xwe dixwaze bi CHPê ra hevbendî çêke. CHPê hêz qezenc kiribû û gihaştibû pozîsyoneka ku nedikarî bibe piştgira desthilatdarîyê. Hem ji bo xurtkirina enîya hundir hem jî ya derve, hêza herî guncav tevgera neteweyî ya Kurd, PKK bû. Armanc ew bû ku bi vî awayî hem di warê aborî hem jî sîyasî da bi qezenc derkeve.
PKKê bi salan li dijî artêşa duyemîn a herî mezin a NATOyê şer kir, berxwedan kir, lê di şer da rewşeka têkneçûnê çêbû. PKKê, tevî berxwedana xwe ya qehremanî, dît ku nikare rewşa heyî bi awayekî stratejîk biguherîne. Li hember êrîşên qirker ên Îsraîlê yên li ser Xezeyê, bêdengîya dewletên burjuva û nebûna hêza têkoşîna gelan ku vê yekê rawestîne, êrîşên barbar ên Îsraîlê hema hema rewa kir. Êrîşa Îsraîlê ya hovane, qatil û qirker ji êrîşên dewleta Tirk yên li ser Kurdistanê ra wekî perspektîfekê ye. PKKê jî ev dît. Em dikarin Banga Devlet Bahçelî û bersiva Öcalan a vê bangê di rewşek wisa da terîf bikin . Yanî dewleta Tirk ne bi gotina “pirsgirêka me ya Kurd heye, divê em vê çareser bikin” gav avêt. Dewleta Tirk got, “pirsgirêka me ya ‘terorê’ heye, em vê yekê bi rêkûpêk bikin.” Ango xala destpêkê ne çareserkirina pirsgirêka Kurd an jî demokrasîyê ye. Di pêvajoya muzakereyê ya sala 2013-14an da jî hate dîtin ku nîyeta çareserkirina pirsgirêka Kurd a desthilatdarîya AKPê tune ye. Îro jî di heman xalê da ne. Îro konjonktur cuda ye. Di xeyala AKPê ya “sedsala duyemîn a Komarê” da çareserkirina pirsgirêka Kurd tune, lê hilweşandina hişmendîya neteweyî ya Kurdan, tasfîyekirina têkoşîna çekdarî, entegrekirina ferdî ya Kurdan bi pergala mêtingehkar ve heye.
Rizîn Û Pûçbûn Wê Zêdetir Bibe
Em dîsa vegerin ser pirsa we. Dewleta Tirk a faşîst û mêtingehkar dikare pirsgirêka neteweyî ya Kurd di asta herî paşverû da li ser bingeheka burjuva çareser bike. Eşkere bûye ku lêgerîna çareserîyê di rêveberî, kontrol û çarçoveya lu dewletê dîyar kirî da ye. Komîsyonek di bin banê meclîsê da hate damezrandin. Lê meclîs bixwe nîqaşbar e. Di rejîma serektîya faşîst da, erkên zagondanînê, rêvebirinê û dadwerîyê di destên Erdoğan û şirîkên wî da kom bûye. Dibe ku ji bilî salên damezrandina dewleta Tirk, meclîs tu carî ewqas bêbandor û bêdesthilat nebûye. Lê dîsa jî gavek e ku pirsgirêka neteweyî ya Kurd di bin banê meclîsê da tê axaftin. Lê tê dîtin ku dewleta Tirk a mêtingehkar, tew li ser bingeheka burjuva jî, nikare bigihîje çareserîya pirsgirêka neteweyî. Bi damezrandina komîsyonê, maseya muzakereya Îmralîyê yek lingê xwe bir meclîsê. Ev der tam sifra guran e. Hem li Îmralîyê hem jî li maseya muzakereyê ya di bin banê meclîsê da, hêza yekane ya ku destê Kurdan xurt dike, rêxistinbûn û biryardarîya li kolanan e. Lê di heman demê da, bêguman divê gelên Tirkîyê bi her cure çalakîyê li kêleka gelê Kurd cih bigirin. Careke din ez dixwazim binî xêz bikim ku heta neteweya Kurd azad nebe, zext û kedxwarîya li ser gelên Tirkîyê wê hîn zêdetir kûr bibe, rizîn û pûçbûn wê zêdetir bibe.
Dîktatorîya faşîst bi salan e bi şer, dagirkirin û tirsên “mayîndetîyê” hewl dide gelên Tirkîyê teslîm bigire. Şovenîzm di navbera gelan da wekî lavlavkeka jehrî ye. Mercên niha dikarin wekî jehrkûjekî li dijî vê jehra şovenîzmê rol bilîzin. Divê hemû pêşverû, şoreşger, demokrat û sosyalîstên şoreşger vê yekê baş binirxînin. Bêguman rûniştina li ser masê ne bi mercên wekhev e. Lê divê ev jî bê zanîn ku ev ne tenê rewşeka bi Kurdan ve girêdayî ye. Ev di heman demê da pirsgirêk û sînorek a gel û kirde ya gelên Tirkîyê ye. Niha divê êrîş li vê sînorê bê kirin. Ev di heman demê da erdekî dîrokî ye. Em ji vir careka din bang li gelên Tirkîyê, jin, ciwan û şoreşgeran, komunîstan dikin ku ji bo vê erkê tevbigerin.
Belê, pirsgirêkên neteweyî ji jor ve li ser bingeheka burjuva dikarin werin çareserkirin. Lê hêza çekdarî, tecrube, zanîn û hişmendîya netewî û demokrasîyê ya tevgera neteweyî ya Kurd, asta rêxistinbûna gel, dewleta Tirk a mêtingehkar ditirsîne. Lê tirs bi vê yekê sînordar nîne. Şoreşeka ku li Rojava dest pê kirîye û di serî da Ereb, bi gelên herêmê ra hevbendîyên demokratîk û wekhevîparêz pêşxistîye, di warê wekhevîya zayendî ya civakî da di şerê navbera zayendan da “aştîyeka” taktîkî pêk anîye û jin kirîye hevparê desthilatdarîyê, li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê belav bûye, heye. Kirdeyê pêşeng ê vê şoreşê Kurdistanîyên çar perçeyan in. Lê di nav vê yekê da cihê Bakurê cuda ye. Di hemû pêvajoya şoreşê da Bakur li kêleka Rojava bûye, di heman demê da ciwan, jin, kal-pîr û bi giştî beşên herî pêşverû yên gel di nav şoreşê da cih girtine. Di şer, rêxistinbûn û sîyasete da tecrubeyeka mezin bi dest xistine. Rastîyeka gel û kirde ya ku ji dibistaneka wisa ya şoreşê derbasbûyî heye. Ji ber vê yekê, li ser bingeheka burjuva jî pêşveçûn pir dijwar xuya dike.
Belê, bila em bibêjin ku pirsgirêka Kurd li ser bingeheka burjuva tê çareserkirin. Gelo ev tê wateya ku dewleta Tirk a faşîst dê bibe demokratîk? Na, di navbera çareserîya burjuva ya pirsgirêka Kurd û demokrasîyê da têkilîyeka dîyalektîk a wisa tune. Mînak, Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê ya li ser bingeheka burjuva hatibû avakirin, Iraq demokratîk nekir.
Lê divê ev jî bê binxêzkirin ku; hem hema li her bajarê Tirkîyê Kurd dijîn. Stenbol wek bajarekî Kurdan e. Her wiha, di teşegirtina tevgera şoreşger a Kurdistan û Tirkîyê da nirxên hevpar cihê girîng digirin. Bi taybetî di 15 salên dawî da, têkilîya di navbera PKK û tevgera şoreşger, komunîst a Tirkîyê da asoya şoreşa yekbûyî vekir û xurt kir. Ango ne çareserîya burjuva ya pirsgirêka neteweyî, lê ev zemin bixwe divê ji bo li Tirkîyê mezinkirina têkoşîna azadî, wekhevî û edaletê, paşvebirina damarê şoven û netewperest were bikaranîn.
Di navbera Devlet Bahçelî û AKPê da cûdahîyek tê dîtin. Gelo ev dabeşkirineka rolan a bi zanebûn e, an di navbera xuyang û rastîyê da lihevhatinek heye, em vê yekê nizanin. Lê bila em farz bikin ku cûdahîyek hebe jî, ev ne di asta nakokîyê da ye .
Dewleta Tirk Ditirse!
Li meclîsê komîsyonek hate damezrandin. Armanca komîsyona ku dewleta Tirk damezrandîye çi ye? Ev komîsyon dikare kîjan rolê bilîze?
Hema piştî 27ê Sibatê, di 1ê Adarê da PKK li gorî banga Öcalan agirbest ragihand. Di 12ê Gulanê da jî PKK dîyar kir ku rola xwe lîstîye, Kurd ji zemîna înkarê ber bi zemîna hebûnê kişandîye, têkoşîna çekdarî temam bûye. Di van mercan da, wan ragihand ku xwe fesih dikin û wê li ser bingeha sîyaseta demokratîk têkoşînê bimeşînin. Di 11ê Tîrmehê da jî, bi pêşengîya heval Bese Hozat û Behzat Çarçel, komeka mîlîtan û kadroyên pêşeng ên PKKê çekên xwe şewitandin û biryardarîya xwe ya di vê pêvajoyê da nîşan dan. PKKê xwe fesih kir, komeka mîlîtanan çekên xwe şewitandin, lê ji alîyê din ve, di PKKê da belavbûn, panîk, an rewşeka “vegerîna malê” derneket holê. Ya yekem, ev rêxistinbûn dewleta Tirk ditirsîne. Asta rêxistinbûna gelê Kurd û bêbawerîya kûr a gelên Tirkîyê li hember dîktatorîya faşîst a AKP-MHPê, li cihê ku abori ketîye binî, dadweri bûye şivika rasterast a desthilatdarîyê dîktatorîyê ditirsîne. Ango hêz û kapasîteya tevgera kolektîf a gelê Kurd dewleta Tirk ditirsîne. Ji alîyê din ve, “teror” hem di sîyaseta navxweyî hem jî ya derve da ji bo dîzaynkirin, teslîmgirtin û di sîyaseta berfirehbûnê da wekî amûrek pir bikêrhatî ye. Di hiberandina razîbûna civakî ya desthilatdarîyên faşîst da netewperestî bi giştî roleka girîng dilîze. Dewleta Tirk jî ji damezrandina xwe ve, li ser bingeha netewperestî û umetparêzî yek kirina gelên Tirkîyê wekî şêwaza xwe ya sîyasî qebûl kirîye. Bi vî awayî, ji alozîya xwe ya avahîsazîyê sûd wergirtîye û bi rêvebirina alozîyê derfetê xwe nûkirinê bi dest xistîye. Yanî heta niha ya ku ji “terorê” sûd wergirtîye, di esasê da dewlet bixwe ye.
Serokê komîsyonê Numan Kurtulmuş, erkê komîsyonê wekî “ji belaya terorê rizgarbûn” pênase dike. Ango hê jî Kurd, ji ber ku Kurd in, ji ber têkoşîna ji bo mafên xwe yên neteweyî, terorîst in. Xala destpêkê ya komîsyonê ev e. Ango aqil, pratîk û şêwaza mêtingehkar a dewletê neguherîye. Pir eşkere ye ku rûniştina li maseyê ya di encama zexta rewşê da bê xwestek û îradeyeka bingehîn e. Ango rewş ne di asta “xweşbînîya bipîvan” da ye, lê di asta “kêmbînîya bi zanebûn û bi mebest” da ye.
Pir eşkere ye ku dewleta Tirk a mêtingehkar û faşîst bi rêya komîsyonê dixwaze wext qezenc bike. Bi tehdîda operasyonên leşkerî yên nû yên li ser Rojava, maseyê ji bo xwe wekî qozek, ji bo Kurdan jî wekî singûyek bikar tîne. Lê niha komîsyonek heye. Û li vê maseyê heyetek ku Kurdan temsîl dike jî heye. Di qonaxa ku em tê da ne, ji bo xurtkirina destê heyetê ku wekî nûnerên gelê Kurd di komîsyonê da cih digire, ji bo zêdekirina hêza muzakereyê, divê têkoşîna neteweyî, demokratîk û kolektîf a gelê Kurd were mezinkirin. Îro ji her demê zêdetir têkoşîneka biryardar, bi ruhê serhildanê ya kolanan pêwîst e. Divê di serenavên rakirina cerdevantîyê, eşkerekirina faîlên windakirîyên di binçavkirinê da, darizandina îşkencekaran, rakirina TMK (Zagona Têkoşîna bi Terorê ra), perwerdehîya bi zimanê zikmakî, duzimanbûna sazîyên dewletê, rawestandina ekokujîyê, bidawîkirina êrîşên li ser goristanên şehîdan, bidawîkirina êrîşên dagirkirinê yên li ser Rojava û QPMyê, vekişîna ji erdên dagirkirî û cezakirina hemû sûcdaran, da têkoşîneka bibiryar bê meşandin. Mînak, di dema berxwedanên xweserîyê da, desthilatdarîya faşîst a AKPê li hember Kurdan bi konsepteka şerê topyekûn tevgerîyaye. Gelo dê ji yên ku mirov zindî di bodruman da şewitandin, yên ku cenaze bi rojan li kolanan an di sarincan da hiştin hesab bê pirsîn? Gelo wê tecawizkar ên wekî Musa Orhan bêne cezakirin? Gelo wê ji polîs û hêzên taybet ên ku zarokan li erdê kaş dikin, destê wan dişkînin hesab bê pirsîn? Gelê me ji mêtingehkaran ewqas zêde êş kişandîye û ewqas zêde jan jîyaye… Bila em Zîlan û Dersimê bihêlin, Roboskî ya ku hîn duh qewimî wekî rastîyeka zindî di hiş û dilê me da ye. Mînak, gunehê li erdê kaşkirina laşê Ekin Van yê tazî li ser kî ye? Di daneyên dadgehê da heye ku berîya qetlîama Pirsûsê ya ku 33 sosyalîst, şoreşger, anarşîst û SGDFî hatin qetilkirin, agahîyên îstîxbaratî ya MÎTê hebûn. Wê demê çima ev qetlîam nehate astengkirin? Eşkere ye ku nehatîye xwestin, hatîye teşwîqkirin û organîzekirin. Lê gelo dewleta Tirk wê hesabê van sûcên xwe bide?
Bêguman gelek êşên gelê me hene ku hesabê wan wê bê pirsîn. Tevî vê yekê, gelê me bi aştîyeka adil û rûmetdar ra ye. Paşeroja xwe ji bîr nake, ji bo fedakarîyê amade ye. Gelê me rûmetdar e. Aştîyeka bêrûmet qet qebûl nake. Karker û kedkarên Tirkîyê jî divê ji bo çareserîya demokratîk a pirsgirêka Kurd, avakirina xwişk û biratîya li ser bingeha wekhevîyê tevbigerin. Divê têkoşîna wekhevî û azadîyê mezin bikin. Ji bendewarîya ji komîsyonê zêdetir, divê zext û zora gel li ser komîsyonê bê rêxistinkirin. Careka din ez dixwazim binxêz bikim ku li pişt, bin û ser her maseyan têkoşînên mezin hene. Lê hem bi giştî gelê Kurd û bi taybetî karker û kedkarên wî, hem jî karker û kedkarên Tirkîyê, bi du baskan li ser komîsyonê çêkirina zext û dorpêçê pir girîng e. Taybetmendîya herî xeternak a vê serdemê ew e ku cihê têkoşînê tenê bi dîplomasîyê were dagirtin. Bendewarî û erkên ku her pêkhate li komîsyonê bar dike bêguman cuda ne. Ji bo neteweya Kurd, karker û kedkaran, komîsyon yek ji amûrên têkoşîn û muzakereyê ye ji bo naskirina mafên neteweyî ye. Lê ne ya yekane ye.










Bir Yorum Bırak