Komîteya Navendî (KN) ya MLKPê bi boneya Meha Şehîdan a Mijdarê bi serenavê “Şehîdên me rêberên me ne! Rêya yekane şoreşe! Bijî sosyalîzm!” daxuyanîyek weşand. Daxuyanîya ku bal dikşîne ku kapîtalîzma emperyalîst mirovahîyê û xwezayê ber bi karesatê ve dibe wiha ye,
“Hûn dibînin ku kurewîbûna emperyalîst a kapîtalîzmê mirovahî û ekolojîyê ber bi karesateka bê telafî ve dikişîne. Dewletên herî bi hêz ên sîstemê yên aborî û leşkerî – di serî da DYE, Îngilîstan û Almanyayê, ji Japonya heta Rûsya û Çînê – bi lezê ne wekhev be jî ji bo şerê parvekirina nû ya emperyalîst amade dikin. Dewletên mîna Tirkîyeyê yên bi zincîra kûrewîbûna emperyalîst ve girêdayî, di hesaba ku kîjan bloka emperyalîst da cih bigirin wê bêtir qezenc bikin da ne.”
Di berdewamîya daxuyanîyê da, bal hat kişandin li ser êrîşên faşîst ên qirker ên li Xezayê li dijî gelê Filistînê ji alîyê Îsraîla di bin parastina NATOyê da;
“Êrîşa faşîst-qirker, mêtingehkar a Îsraîlê ya li ser Xezayê ya bi piştgirîya Trump û NATOyê, bêbextîya emperyalîstan û hevkarên wan a ku dinyayê bi xwîn û agir tije dikin careka din nîşan da. Xeza ji serî heta binî bû goristana zarokan. Ne tenê berxwedan, xwestin fikir, îrade û cesareta berxwedanê jî tune bikin û ji bo vê nexweşxane jî di nav da her der bombebaran kirin û bi deh hezaran Filistînî qetil kirin.
Gelê Filistînê li hemberî komkujîya qirker û birçîbûnê serî netewand. Bersiva “Xeza vala bikin an na em ê tu kesî sax nehêlin” bi berxwedanî dan. Karker û ciwanên cîhanê ji çar alîyên dinyayê ji bo piştgirîya berxwedanê seferber bûn. Li Emerîkayêli gel xwepêşandanên mezin suîqastên sîyasî, li Ewropayê qedexe, girtin û bi terora zindankirinê bêbandor kirin; li her derê cîhanê çalekîyên ku hêrsa li hemberî emperyalîstên piştgirê Îsraîlê belavî mîlyonan dikin, rêveberîya Trumpê faşîst neçar hiştin ku rewşê ji nû ve binirxînin.
Plana Îsraîlê ya ji bo Xezayê, ya ku bi piştgirîya Emerîkayê Filistînîyan hemûyan dersînordike, hate guhertin. Trump, Sîsî, Erdogan û yên din bi şanoyeka bêbext a bi navê “merasîma îmzekirinê” li Misirê, sûcên şer ên qirker ên Îsraîlê paqij kirin. Li ser laşên 50 hezar Filistînîyên ku duh hatibûn qetilkirin, şahîya îmzekirinê lidar xistin. Ragihandin ku Xeza wê kî birêve bibe Trump biryar bide û ev wekî qencîyeka mezin pêşkêş kirin. Dema Îsraîl bê sînor çekdar dibe û ne tenê li Filistînê, li Lubnanê, Îranê, Yemenê, Sûrîye û Qatarê jî bi balafirên şer û dronên suîkastê êrîş dike, bêçekkirina partîyên şoreşger ên Filistîn û Lubnanê û rêxistinên neteweyî yên burjuva yên dijî sîyonîzma dagirker a Îsraîlê û Emerîkayê wek şert danîn.
Dixwazin di şerê di navbera xwînmêj û kedkar, dewlemend û xizan, zordar û bindestan da, bi bombeyên ji bo qirkirina komî yên bi hezaran cure, çekên her cure xwe tijî bikin û karker, jin, ciwan, kedkar, LGBTI+, xizan, gelên bindest bi destên tazî şer bikin!”
Daxuyanîya ku bal dikşîne li ser xisleta zilamperest a pergala kapîtalîzma emperyalîst, anî ser ziman ku gelên ku bi Şoreşa Cotmehê rizgar bûn di şerê parvekirina emperyalîst a 2emîn da faşîzm têk birine û bal kişand ku bi milyonan gelê Sovyetê xwe feda kirîye.
“Halê cîhana ku kurewîbûna emperyalîst a kapîtalîzmê û rejîmên curbecur ên burjuva serdest in, serwerîya mêr lê hukum dike, ev e.
Jîyaneka wiha, cîhaneka wiha ne qedera me ye. Heke em bibin yek, rêxistin bibin, têbikoşin, em dikarin jîyaneka nû û cîhaneka nû ava bikin. Di vê mijarê da tecrubeyên me yên xurt û dewlemend hene, serkeftinên me yên mezin hene ku nayên jêbirin.
Ji bîr nekin ku Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi Şoreşa Oktoberê û desthilata karker a sosyalîst hate guhertin, rê li ber azadîya neteweyî ya welatên mêtingeh vekir.
Ji bîr nekin ku şerê cîhanê yê 2emîn jî bi Yekîtîya Komarên Sovyet ên Sosyalîst hate rawestandin û ji kolekirina faşîzmê cîhan parast. Di vê têkoşînê da ji Rûs heta Azerî, ji Qirxiz heta Çerkes, ji Gurcî heta Tirkmen, ji Ukraynî heta Tacik, ji Ermenî heta Ozbek, ji Qazax heta Kurdan, bi dehan gel û civakên neteweyî 21 milyon karker, ciwan, gundî, ronakbîr, hunermend, zanistvanên Sovyetê canê xwe feda kirin.
Îro ji bo pêşîgirtina şerê parvekirina emperyalîst ê 3emîn, heke neyê rawestandin jî, ji bo yek bi yek di welatan da şoreşê rêxistin bikin, desthilatên burjuva hilweşînin û şer rawestînin, ji bilî rêxistinkirina karkeran û bindestan û bilindkirina têkoşînê tu rê û derfetek din tune. Bêguman ev dê fedakarîyên mezin bixwaze. Pejirandina mirinê, heke rewş hewce bike, nîşandana hêza feda kirina jîyanê, lûtkeya çalakîya fedakarîyê ye”.
Daxuyanîya ku vedibêje ku MLKPê ji avabûna xwe û şûnda bi heman hişmendî û çalakîyê wek yekîneya fedayê hebûna xwe domandîye,
“Partîya me, wekî pêşeng û hêza rêxistinkirî ya çîna karker, wekî tabûra fedayî ya şoreşê, ji damezrandina xwe heta îro di têkoşîna ji bo azadîya karkeran û bindestan, ji bo jîyana bi rûmet û bextewar da fedakarîyên pêwîst bê teredut hilgirtin ser milê xwe. Hem endam û berendamên wê yên şoreşgerên profesyonel, hem jî alîgir û sempatîzanên wê ji bo berdewami û pêşketina şerê şoreşgerî fedakarîyên curbecur û pir bi qîmet kirin.
Bi dehan Komûnîstên ku di nav da hevrêyên ji Komîteya Navendî, ji rêxistina Kurdistanê, ji komîteyên bajaran kadro, ji Fermandarîya Navendî ya FESKê, ji müfrezeyên sor ên FESKê û yekîneyên çîya yên FESKê fermandar, rêveberên ciwanan, kadroyên rêxistina jinan, endamên komîte û hucreyên ku berpirsîyarên curbecur digirin û hevrêyên alîgir, hêza gihîştina lûtkeya fedakarîyê nîşan dan. Di çalakîyeka azad da, di serhildanekê da, di mîtîngê da, di berxwedana zindanan da, di îşkencexanê da, di pêvçûnên kolanan ên çekdarî da, di baregehên dorpêçkirî da, di rojîya mirinê da, di enîyên şer da, di serê çîyayan da û di amadekarên şer da li hember mirinê bê dudilî meşîyan.
MLKP ji damezrandina xwe heta îro bi îdealên nemiran ve girêdayî ma. Ji bo serkeftina şoreşa me ya yekbûyî û sosyalîzmê şerê xwe domand. Nav, bîranîn, ked û tevkarîyên wan ji nifşên nû ra ragihand. Di demên herî zehmet da meşa bi rêberîya nemiran esas girt. Neçû bin bandora legalîzm, parlamenterîzm, dogmatîzma di awayên rêxistin û têkoşînê da, ne jî teslîmê cereyanên tasfîyekar yên burjuvazîya cîhanê bû. Bersiva êrîşên şikandina îradeyê yên rejîma şefê faşîst bi berxwedan û têkoşînê da.
Di demeka ku burjuvazîya emperyalîst û hevkarên wê amadekarên şerê parvekirina emperyalîst ê 3emîn zêde dikin û ji bo vemirandina agirên şoreşê yên cîhanê dest bi hevkarîyeka hişk kirine; di Kurdistan, Tirkîye, Filistîn, Lubnan, Iraq, Sûrîyeyê da lez dane planên bêçekkirina partîyên şoreşger û rêxistinên neteweyî yên burjuva yên dijî Emerîka û Îsraîlê, di demeke wiha da li dora îdeal û bîranînên nemiran bi hişkî girêdan, bi her buhayê berxwedan û şer kirin yekane bijarteka şoreşgerî ye.”
Daxuyanîya ku komunîstê Ermenî Paramaz û hevrêyên wî, rêberê şoreşger ên 71an, şoreşgerên ji her nivşê yên ji tevgera azadîya Kurdistan, têkoşîna azadî û sosyalîsmê da şehîd ketine bi bîr tîne wiha berdewam dike:
“Paramaz û hevalên wî yên ku dema ji bo armancên sîyasî, civakî û neteweyî yên pêşverû rêxistin bûn û têkoşîn meşandin, li ser sêdarên ku saltanata Osmanî ava kiribûn bi mirinê henek kirin,
Rêberê damezrîner ê TKPê, Mustafa Suphi û panzdeh hevalên wî yên di enîyên şer ên Şoreşa Cotmehê da ked dane,
Rêberên qutbûna 1971an Mahir, Deniz û Îbrahim; ji Sinan Cemgil heta Hüseyin Cevahir, ji Ulaş Bardakçı heta Cihan Alptekin, ji Nîyazi Yıldızhan heta Ali Haydar Yıldız, ji Sinan Kazım Özüdoğru heta Ömer Ayna, hemû hevrêyên ku bi xwîna xwe raperîna 1971an mezin kirin,
Ji Sakine Cansız heta Mahsum Korkmaz, ji Nergiz Gülmez heta Süleyman Cihan, ji Yeter Güzel heta Cafer Cangöz, ji Sabahat Karataş heta Sinan Kukul, ji Lale Çolak heta Osman Yaşar Yoldaşcan, ji Serap Kolukırık heta Talat Türkoğlu, ji Sibel Sürücü heta Murat Ördekçi, ji Tamer Arda heta Ahmet Saner, ji Hatice Yürekli heta Ümit Altıntaş, ji Seyit Konuk heta Cevat Saim Çelen, ji İlker Akman heta Yüksel Eriş, ji Yusuf Metin heta İmran Aydın, ji Mine Bademci heta Mustafa Özenç, ji Cemalettin Yalçın heta Ömer Yazgan, ji Aynur Sertbudak heta Necdet Adalı, ji Kenan Budak heta Mehmet Latifeci, ji Ulaş Bayraktaroğlu heta Göze Altunöz, ji Necla Baksi heta Hüseyin Şen, bi hezaran qehremanên nemir ên piştî 1974an,
Di şexsê hevrêyên rêber û kadroyên bingehîn ên ku partîya me amade kirin ji İrfan Çelik heta Adil Can, ji Yaşar Okçuoğlu heta Hayrabet Honca, Yücel Hazar, Hüseyin Toraman û Ali Ekber Bahadır da nemirên pêvajoya 1974–1994an,
Di şexsê Bayram Namaz, Yeliz Erbay, Hasan Ocak, Ayşe Deniz Karacagil, Şengül Boran, Cebrail Günebakan, İvana Hofmann, Okan Altunöz da partîzanên nemir ên 31 salan şer, em bi hezkirin, bi dilsozîya bi îdealên şoreşger, bi sipasdarî silav dikin.
Gelê me yê Tirk û Kurd, ji civakên neteweyî yên curbecur, ji bawerîya Elewî, ji Misulmanên antîkapîtalîst karker, ciwan, jin, xizan, bêkar, kedkarên dewletê, teqawît, esnafên biçûk, gundîyên kedkar, ronakbîr, hunermend, LGBTI+, ji bo rizgarîya ji îstîsmara kapîtalîst, bêedaletîya burjuva, zordarîya faşîst, desthilatdarîya mêr, zordestîya mêtingehkar, nîjadperestî û şovenîzmê û ji wêrankirina ekolojîk; em bang dikin ku wekî beşek ji têkoşîna avakirina bendavan li hemberî amadekarên şerê cîhanê yê 3emîn ê emperyalîst, nemiran bibîr bînin.
Navên nemiran, bîranînên wan, jîyana wan a tijî têkoşîn fêr bibin, parvebikin. Ala şoreşê ya ku wan bi rûmet, bi bawerî û heskirina girseyên karker-kedkar hilgirtibûn, bi destên nû bilind bikin. Ji bo serkeftina şoreşê bibin yek, rêxistin bibin, şer bikin!” Bi soza dilsozîya şehîdan û serkeftinê bidawî bû.






Bir Yorum Bırak