Dewleta Tirk dev ji ya ku dizane bernade. Di derbarê Kurdan da tenê polîtîkayek wê heye ku ew jî tune kirina Kurdan, bidawîkirina hebûna wan e. Ger nekaribe vê bike, wê demê teslîmgirtina wan, şikandina îradeya wan, parçekirina rêxistinbûna wan armanc dike. Zimanê wan, çanda wan înkar dike û wê tune dike. Hişmendîya wan a neteweyî têk dibe.
Dewleta Tirk hebûna xwe li ser înkara Kurdan ava kirîye; dewleta xwe ya neteweyî li ser qirkirina Ermenan, Kurdan, Rûman, Pontusan damezirandîye. Her wiha li hemberî civakên bawerîyên cihê û hemû komên ku ji bawerîya Sunnî ya selefî derdikevin, heman polîtîkaya qirkirinê bi israr domandîye. Ev karaktera dewleta Tirk di dîroka wî da qet neguherîye. Ji bo ku gelên Tirk û Tirkîyeyê, kedkaran bixe bin bandora xwe, dewleta xwe ya nîjadperest û paşverû li ser pîyan bigre, her tim gotinên “milet, ol, dewlet” bikar anîye û “dijminên hundir”, “dijminên derve” çêkirîye. Dewleta Tirk ev retorîk ji bo berdewamîya hebûna dewletê kirîye wekî amûreka polîtîk a neçar.
Dewleta Tirk ji ya ku dizane, ji bawerîya xwe qet dev jê bernedaye, bernade jî. Em ji vê yekê ne şaş in. Lê belê, hin kes hene ku polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser dijminatîya Kurdan ên eşkere têne dîtin, dibînin lê di tênegihîştinê da israr dikin. Her çendî gotinên me niha ne ji wan ra be jî, dîsa girîng e ku hin rastîyan careka din bînin bîra mirovan.
Dewleta Tirk mîna Osmanîyan, dema ku di tengasîyê da dimîne, biratîya bi Kurdan ra tîne bîra xwe. Dîktatorîya Kemalîst û yên ku li pey wê hatin jî heman rê baz dane meşandin û didin meşandin jî. Osmanî jî dema di tengasîyê da diman, neçar diman ku mîrektî û otonomî bidin Kurdan. Ev hem ji ber pergala rêveberîyê ya Osmanîyan a li ser mîrektîyan bû, hem jî ji ber berxwedanên mezin ên Kurdan bû. Mustafa Kemal jî ji bo ku damezirandina Komara Tirk misoger bike, berîya Peymana Lozanê ji Kurdan ra gelek soz dabû, di nav da otonomî jî hebû. Ger Kemalîstan Kurd neanîbana alîyê xwe, ji Osmanîyan kevirek jî nedima di destê wan da (ew kevirê ku îro nadin Kurdan, bi saya Kurdan bi dest xistine).
Dewleta Tirk li ser birdozîyeka Turanî, olperest, mezhebî hatîye avakirin. Ev mayaya birdozî ya dewleta Tirk bi qasî piçekê jî neguherîye. Ev karakterê dewleta Tirk e ku heta roja îro bêyî guhertin hatîye. Ger ev rastî bi awayekî rast neyê tespîtkirin, têgihîştina roja me ya niha zehmet dibe. Ji ber vê yekê mirov xwe dispêrin manevrayên dewleta Tirk, bawerî pê tînin, pê bawer dikin. Pirsgirêka me ne ew e ku em bi hêza xwe bawer bikin an nekin. Bêguman em ê bi hêza xwe bawer bikin û bi saya vê hêzê em ê dewleta Tirk a faşîst têk bibin û Kurdistana azad ava bikin; ev cuda ye. Mebest ew e ku mirov bawer dikin ku dewleta Tirk a mêtkingehkar bi rastî dikare di stratejîya hebûna xwe da guhertinekê bike. Tê fikirîn ku koalîsyona AKP-MHP ya nîjadperest û selefî ya qatil û serokên wan ên faşîst Erdogan û Bahçelî dikarin vê yekê bikin. Bi rastî Bahçelî gelek caran bi eşkereyî got: “Pirsgirêka Tirkîyeyê ya hebûnê heye.” Ev pirsgirêka hebûnê ji ku tê? Cîhan di nav pêvajoyeka dabeşkirina nû da ye ji alîyê dewletên emperyalîst ve û hemû ji bo şerekî nû yê dabeşkirinê xwe amade dikin. Ji ber ku dewleta Tirk dikare texmîn bike ka çi dikare were serê wî, di panîkê da ye. Nevîyên Kemal ên ku Sendroma Osmanî dijîn, ji bo ku pirsgirêka hebûnê derbas bikin, dîsa neçar man ku xwe biavêjin Kurdan, li derîyê Kurdan (Îmralî)bixin.
Lê bêyî tiştekî di dest da çûyîna ber derîyê Kurdan jî nabe. Divê tiştek di çenteyê da hebe. Lê mixabin çenteyê wan nayê vekirin. Erdoganê bazirgan ji bo ku çente tijî xuya bike, kîsên ka dixîne navê. Yaverê wî yê faşîst Bahçelî jî bi navê Ocalan hewl dide Kurdan razî bike û bi comerdî diaxive. Lê çente qet nayê vekirin. Bahçelî, ku peywira firotina berhemên sexte girtîye ser xwe, her carê kûrsîya meclîsê dike qada bazarê.
Lê dema ku ew bawer bikin ku êdî ne hewce ye Kurdan razî bikin, ku pirsgirêka hebûnê ji holê rabûye, ku êdî hewcedarîya wan bi Kurdan nîne, wê demê çente wê bê vekirin. Wê were dîtin ku çenteyê wan mîna her carê tijî ye. Berevajî ya ku tê bawerkirin, di çenteya mêtingehkarîya Tirk da ev hene; nîjadperestî, înkar, qirkirin, teslîmîyet, planên tasfîyeyê, xapandin, fêlbazî, derew, dagirkerî, şer…
Dewleta Tirk wisa dike ku wê tiştekî nû ji çenteyê derxîne; lê ji ber ku nikare û naxwaze derxîne, “pêvajo” dirêj dibe û dirêj dibe. Lê heta kengî? Ji ber vê yekê yên ku li kerameta faşîst Bahçelî digerin, li dîwarê şaşîtîyê dikevin. Bahçelî yê ku êdî nikare zikr û fikrê xwe veşêre, ji cihê ku lê mabû dest bi tehdîtkirina Kurdan dike: “Li Sûrîyeyê YPG/PYD ya ku xwe di bin navê SDG da vedişêre, hê jî li gorî peymana 10ê Adara 2025ê tevnegerîyaye, têkilî û çalakîyên wê yên ku ewlekarîya Şamê û welatê me tehdîd dikin bê navber didomîne, ev şaşîyeka dîrokî ye… Divê ev şaşî tavilê were sererastkirin.” “Planên xirakirina yekîtî û yekbûna di navbera Tirk û Kurd da ya ku nayê şikestin, lêpirsîn û şêlandin, teşebus û hewldanên wan ên nifaqê têk diçe. Îradeya neteweyî bi piştgirî û xwedîderketineka mezin li pişt “Tirkîyeya bê teror” cihê xwe girtîye û pozîsyoneka neberpirs cih digire.” Bahçelî hemû rastîya Erdogan û dewleta Tirk eşkere dike. Çenteyê ku dibin Îmralî bi gotinên Bahçelî û zêdetirê wê tijî ye. Jîyanê ev rastî gelek caran erê kirîye û wê erê kirinê jî bidomîne.
Yên ku hinekî ji rewşê haydar dibin, rewşa wan Bakirhan dîyar dike: “Ger em bi rastî dixwazin pêş ve biçin, em ê rêbazên ku li cîhanê hatine ceribandin bişopînin û bi dîyalogê çareser bikin, an em ê bi tiştên ji berkirî yên di bagaja xwe da bimeşin?” “Çareserîya pirsgirêkan ne bi gefên operasyonê, lê bi dîyalogê li ser bingeha maf û hiqûqê pêkan e. Bêyî garantîyên berbiçav, tenê gotina ‘teslîm bibin’ ne bi edaletê ra, ne jî bi aştîyê ra li hev dike.”Wekî ku Bakirhan dîyar dike, di bagaja dewleta Tirk da ji bilî teslîmgirtina Kurdan tiştekî din qet tunebûye. Cudahî tenê di wê yekê da ye, ka ev çawa dikare were kirin.
Wekî mînak, em Rojava bigirin dest. Çima dewleta Tirk naxwaze Kurd li Rojava destkeftî bi dest bixin? Wekî ku me li jor bi kurtî got, dewleteka ku li ser înkar, red û qirkirina Kurdan hatîye avakirin, gelo dikare ji birdozîya xwe ya damezirandinê xilas bibe? Ev tenê bi şoreşeka demokratîk a li Tirkîyeyê an jî di şertên ku burjuvazî nema dikare bi sîyaseta înkar û tunekirina Kurdan desthilatdarîya xwe bidomîne, an jî nikare bibe hêzeka herêmî, dikare bi çareserîyeka burjuva ya pirsa neteweyî razî bibe. Niha bingeheka maddî ya vê yekê tune.
Ji ber vê yekê dewleta Tirk, wekî ku Bakirhan dîyar kir, bi jiberkirinên di bagaja xwe da tevdigere û wê berdewam bike.Dewleta Tirk ji bo şikandina îradeya Kurdan û teslîmgirtina wan hemû derfetan bikar tîne. Li Rojava, çeteyên faşîst ên girêdayî HTŞ ya selefî li dijî Kurdan dişîne.
Bi hemû hêza xwe dixebite ku Kurd ne li Rojava ne jî li cihekî din tu destkeftî bi dest nexin. Ji bo têkbirina şoreşa Rojava, bi El Nusra ceriband, nebû; bi DAÎŞê ceriband, nebû; bi artêşa xwe ceriband, dîsa nebû. Niha jî bi HTŞ û çeteyên faşîst ên li Sûrîyeyê kom bûne, bi hin eşîrên Ereb ra êrîşên nû amade dike. Teslîmîyetê û xwe tasfîyekirinê li Kurdan ferz dike.
Dewleta Tirk a mêtingehkar ji ber nîjadperestî, faşîstî û kapîtalîstbûna xwe nikare asta ku Kurd gihîştine têbigihîje. Balyozê DYE yê Tirkîyeyê û nûnerê taybet ê Sûrîyeyê Tom Barrack jî dema dest bi kar kir, bi tundî li dijî Kurdan derket. Şoreşa Rojava tehdîd kir û got divê Kurd bi HTŞ ra entegre bibin (vê wekî teslîmîyetê fêmbikin). Mîna serokên dewleta Tirk a faşîst, wî jî got “yek gel, yek dewlet, yek artêş, yek Sûrîye” û gef li Kurd, Dûrzî û Elewîyan xwar. Zêde dem derbas nebû ku Barrack neçar ma dev ji gotinên xwe berde û çend roj şûnde zimanê xwe guherand: “Ne federasyon, lê tiştek di binê wê da, ku destûrê dide her kesî yekitîya xwe, çanda xwe, zimanê xwe biparêze û tehdîda Îslamîzmê tune be.”
Dewleta Tirk û DYE teslîmîyetê li Kurdan ferz dikin, lê Kurd wê xwe teslîmî kê bikin? Kurd wê xwe teslîmî dewleta Tirk a nîjadperest, Turanî, şerîetparêz a selefî û serokên wê bikin? An teslîmî HTŞ ya ji DAÎŞ û derûdorên wê hatî çêkirin bibin? An teslîmî dîktatorîya molayên Îranê bibin? An teslîmî despotîzma Iraqê bibin?
Çi haydar bin, çi nebin, çi razî bin, çi nebin, Kurd êdî ne Kurdên berê ne. Gelek heye ku bi hişmendî, îrade, rêxistinbûn, artêş, hevbend, hogir û hevrêyên xwe, xwe bi rê ve dibe;. Înkara vê gelê, tasfîyekirin, teslîmgirtin, tunekirin, ji duayeka nebe ra âmin gotin e. Ya ku wê têk biçe, tasfîye bibe, dewleta Tirk a gemarî, rizîyayî, genî ya ku hebûna wê bi berjewendîyên çend burjuvayan ve girêdayî ye.











Bir Yorum Bırak