ROJHAT RÜZGAR
Lingekê polîtîkaya emperyalîst a DYEê li ser tunekirina hemû navendên şoreşê yên li Rojhilata Navîn û cîhanê hatiye avakirin. Li hember hêzên têkoşer çekberdan û teslîmgirtinê ferz dike. Bi têkiliyên dîplomatîk an jî bi piştgirîdana rasterast a êrîşan, zorê dide tasfiyeya rêxistinî û îdeolojîk.
DYE, mîna ku li Başûrê Kurdistanê kir, bi hebûna Kurd a ku piştî rizgariya neteweyî bi kapîtalîzmê re hevkarî kiriye, pir bi aramî ye. Heta ji vê pir memnûn e. Sedema bingehîn a ku DYE û hevkarên wê yên rojavayî li Kurdistaneka serbixwe germ nanêrin, ew e ku hêzên ku niha vê armanc dikin bi giranî hêzên Kurd ên şoreşger-demokratîk in. Ango li şûna serxwebûna bi eslê demokratîk, di nav sînorên xwesertîyê de girtin, ji bo emperyalîstan vebijarka herî baş e.
DYE, ji destpêkê ve şoreşa Rojava û sekna pêşengên wê ya îdeolojîk qebûl nekir. Hebûna hêzên şoreşger û komunîst wekî pirsgirêk dît. Têkiliyên dîplomatîk ên bi DYEê re her tim wekî “hûrandina îdeolojîk” bûn. DYE, bi hêzên şoreşa Rojava re muhatabiya siyasî qebûl nekir. Têkiliyên xwe wekî hevbendiya taktîkî ya leşkerî ya li hember DAIŞê rave kir. Di vê serdemê de li axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bû, bingehên ku hebûna xwe ya li Rojhilata Navîn xurt bike ava kir. Hewl da Rêveberiya Xweser a ku di xeta gelparêz, demokratîk û azadixwaza jinê de hebûna xwe didomîne û QSD ji hev veqetîne, ferza cihêbûna îdeolojîk bike. Ji bo QSD ji artêşeka siyasî bûyînê derxîne hewl da. Heta îro Rêveberiya Xweser xeta xwe ya demokratîk a lihevhatî parast. Ji ber ku îro heke statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê nîqaşkirin, ev helwest encama wê ye.
Lê plana tasfiyekirina şoreşa Rojava her tim di kar de bû. Tiştê ku divê neyê jibîrkirin ev e; plana tasfiyekirina navendên berxwedanê di serî da ya DYE ye.
Hevdîtina Qesra Spî
Serokê DYEê ya emperyalîst Donald Trump; Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fidan û serokê HTŞê Muhammed El Colanî li hember xwe da rûniştin û dosya Sûriyê vekir. Bi nûnerên Tirkiye û Sûriyê re bi hev re mijar nirxandin û direktîf dan.
Di wêneya ku li Qesra Spî hatiye kişandin de, bi rêz: Nûnerê Taybet ê DYEê yê Sûriyê Thomas Barrack, Cîgirê Serokê DYEê J.D. Vance, serokê HTŞê El Colanî û Wezîrê Karên Derve yê wî Şeybanî û li tenişta wî kursiyek din tê dîtin. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fidan bi zanebûn neketiye kadrajê! Lê divê bê zanîn ku ew kursiya vala ji bo kê hatiye danîn jî tê fêmkirin.
Bi talîmata Trump, Şeybanî, Hakan Fidan û Wezîrê Karên Derve yê DYEê Marco Rubio jî hevdîtineke sêalî kirin û mekanîzmayên şopandin û bicîhkirina pêvajoyê nirxandin.
Di hevdîtina bi serokatiya Trump de; misogerkirina ewlehiya Îsraîla dagirker, tevlîbûna HTŞê ya cîhadîst a koalîsyona li hember DAIŞê, rakirina demkî ya cezayan a bi navê Qanûna Sezar ji bo şeş mehan, derbasbûna qonaxa bicîhkirinê ya Peymana 10ê Adarê ya di navbera HTŞ û QSDê de û tevlîbûna QSDê ya artêşa Sûriyê mijarên sereke bûn.
Di hevdîtinê de, direktîfên li gorî plana DYEê hatin danîn. Biryarên ku bi temamî hatine girtin hêj bi temamî nehatine ragihandin. Lê nûnerên Şam û Enqereyê ji Qesra Spî bi “erê”ya dilxwaz an bêdil bi mutabakatê veqetiyan.
Tevlîbûna HTŞê ya koalîsyona li hember DAIŞê, di destpêkê de gavên şênber ji bo belavkirina çeteyên cîhadîst ên li Sûriyê komkirî pêwîst dike. Piştî ku El Colanî bi deriyê piştê ket Qesra Spî, bi Hakan Fidan re rûyên wan kêtî bû. El Colanî bi dilxweşiya dîplomatîk a sexte, Hakan Fidan bi gotinên nerazî û bêhêvî derket.
Gotinên Berdevkê AKPê Ömer Çelik ên li ser çekberdanê “Rêbaza li Sûriyê dikare cuda be” û agahdarkirina Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlum Ebdi ji aliyê nûnerê taybet ê Trump, Barrack ve, xuya dike ku di çarçoveya Peymana 10ê Adarê de zelaliyek çêbûye. Endamê Konseya Hevserokatiya PYDê Salih Müslim jî piştî hevdîtinê got: “Êdî em dikarin bibêjin ku Tirkiye Peymana 10ê Adarê qebûl kir. Bi vê peymanê gelek pirsgirêk wê çareser bibin.”
Hevdîtinên HTŞ-QSDê Û Sûrîyeya Nû
Nûnerên Rêveberiya Xweser, di hevdîtinên li Şamê bi çeteya HTŞê re, ji bo avahiyeke Sûriyê ya nenavendî û parastina rêveberiya xweser bi israreka lihevhatî bûn. Dewleta Tirk a mêtingehkar a ku hebûna xwe li ser dijminatiya Kurdan ava kiriye, ji vê pir aciz e. Siyaseta dewleta Tirk a “Kurd ti tiştekî bi dest nexin” demekê hevdîtinên di navbera HTŞ û Rêveberiya Xweser de xetimandibû. Di dawiyê de ferzkirina radestkirina beşa bakurê Fıratê ya Dêrazorê jî ji HTŞê re, hevdîtin xetimand û wekî hincetek ji bo êrîşeka nû ya li ser Rojavayê hate xwestin.
Dewleta Tirk a dagirker, li Tişrînê nikarî hêzên berxwedanê derbas bike, bi daxwaza DYEê jî neçar ma agirbestê qebûl bike. Bêdengbûna çekan, wekî hilweşîna siyaseta Sûriyê wateyek digirt. Ji ber vê yekê pêşî li herêma Sahilê ya Elewiyan, paşê li bajarê Dûrzî yê Siweyda û li taxa Şêxmeqsûd a Kurdan a li Helebê, paşê hêdî hêdî li xeta Dêr Hafir û Tişrînê êrîş dan destpêkirin. Lê konsepteka ku şer ji nû ve bide destpêkirin nakarîn pêş bixin.
DYE ya ku Rûsya bêbandor kir û Îran bi temamî ji axa Sûriyê derxist, berevajî dewleta Tirk, niha li Sûriyê hewceyê şerekî germ nîne. Lê tenê ji bo niha.
Nûnerê berê yê DYEê yê Sûriyê James Jeffrey ev polîtîka wiha tarîf kiribû: “Bêbandorkirina Îranê bi hemû hêmanên pergala hêzê ya Rojhilata Navîn re” û “derxistina wê ji merîyetê, bi vê yekê Rojhilata Navîn a ku bi giranî ji tundîya navdewletî û îdeolojîk paqij bûye, refah û îstîqrara giştî zêde bûye.”
Ango niha hêzên şerker divê demekê rawestin, ji bo avakirina dewleteka Sûriyê ya nû ya li gorî emperyalîzma DYEê, aktorên siyasî bikevin merîyetê. Ev pêvajo çiqas dirêj bibe, niha ne pirsgirêka DYEê ye.
Demekê ye El Colanî bi DYE, Îngilîstan, Îsraîl, Siûdî Erebîstan û welatên cuda re dicive, ji bo ku HTŞê li Şamê bigire, ji bo her daxwaza aborî, siyasî got “erê”. Ji bo ewlehiya Îsraîlê soza pirsgirêk dernexistinê da. Tayyip Erdoğan, Hakan Fidan an jî Îbrahim Kalın ê ku bûye hamiyê HTŞê, di van rewşan de tavilê dikevin merîyetê û El Colanî ji sozên dayî an vedikişe an jî dihêle di nîvî de.
Dewleta Tirk a ku li masêya Sûriyê wek berê ji xwe ra cih nabîne, ji bo her mijarekê ku mafê gotina dawîn lê nîne di nîvî de bihêle, mercan zor dike. Di şeş mehên dawî de piştî gelek hevdîtinan di van hewldanan de bû. Hewldanên dewleta Tirk ên ku bi hêza xwe ya li ser çeteyên qadê bi dest bixe û pêvajoyê bi rê ve bibe, heta Qesra Spî ya ku Trump aliyan anî cem hev bû. Di dawiyê de Trump, Colanî û Fidan li hember xwe da rûniştandin û pirsî “Hûn çima li hember plana DYEê pirsgirêk derdixin?”. Vê destwerdana Trump, şiyana dewleta Tirk a faşîst a dagirker a “ji navberan sûd wergirtin û polîtîka kirin” teng kir.
Ev hemû, nayên wateya ku serokê HTŞê El Colanî rexmê dewleta Tirk gav bavêje. Ew di pozîsyoneke ku şîret û telkînên serokê faşîst Erdoğan digire da ne. Lê rastiyeke ku tayên dosya Sûriyê di destê DYEê de ne. Niha hem dewleta Tirk hem jî çeteya HTŞ di navberekê li gorî vê rastiyê, tasfiyekirina destkeftiyên Kurd wekî armanceka stratejîk, ji bo planên ku dem bi dem ji nû ve zor bidin, li benda firsendê ne.
Gotina Dawî Ya Gelan E
Qebûlkirina hebûna fiilî ya Rêveberiya Xweser a li rojhilatê Fıratê, berdewamiya saziyên Rêveberiya Xweser û tevlîbûna QSDê ya artêşa Sûriyê, ji bo destkeftiyên neteweyî yên Kurd mijarên têkoşînê yên herî girîng ên serdema pêş me ne. Ne DYE, ne Tirkiye, ne jî hêzeke din naxwaze ku şoreşa Rojavayê ji vê pêvajoyê bi hêz û bi destkeftiyan derkeve. Ji bilî Rêveberiya Xweser, di ajandaya tu kesî de fikra avakirina Sûriyekî demokratîk nîne.
Di hemû hevdîtinan de aliyê Rêveberiya Xweser tê zextkirin ku taviz bide, tê ferzkirin ku xwesertîya siyasî ya heyî ya Rojava bê rakirin, tê xwestin ku QSD ji rastiya ku artêşeka siyasî ya parastina hebûna şoreşa Rojava dûr bixin.
Xwesertîyeka îdarî ya ku tenê bi hilbijartinên walîtiyê û xurtkirina rêveberiyên herêmî tê sînorkirin, li ber pêşketina şoreşê ya bi rêveberiya xwe asteng e. Xwesertîya îdarî bu tena xwe, ji bo pêşketin û parastina şoreşê dê rêveberîyê pir asteng bike.
Îro taybetmendiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku ew kiriye yekitiyeka wekhev, azad û dilxwaz a hemû gelên herêmê, bi serkeftina gelan a xwerêveberiyê bi xwesertîya siyasî derket holê. Her awayekî ku zagonderxistin, rêvebirin û dadwerî radestî navendê bike, bi rastî redkirina daxwaza xwesertîya neteweya Kurd e.
Di plana DYEê ya Rojhilata Navîn a ku av tê sekinandin de, li ber destkeftiyên neteweyî yên Kurd gelek xefik hene. Pêşeroja şoreşê li Rojava, bi xwedîderketina gelên ku bi salan bi qehremaniyên mezin ew rakirine ser piyan û têkoşîna ji bo Sûriyekê demokratîk ve girêdayî ye.






Bir Yorum Bırak