ROJHAT RÛZGAR
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, ev 13 sal in jîyanek di nav şer û wêranîyê da dijîn. Êşên gelekî mezin hatin jîyîn ku bi gotinê nayên vegotin. Cihên jîyanê hatin wêrankirin. Bi hezaran malbat, bi sed hezaran mirov ji vê zilmê bandor bûn.
Li pey pratîkên mêtingehkar ên rejîma BAASê, êrîşên dagirkerîyê yên çeteyên îslamî yên polîtîk û dewleta Tirk hatin. Dewleta Tirk a mêtingehkar li hember destkeftîyên gelê Kurd dest bi êrişên qirkirinê û tunekirinê kir.
Ji bo gelan, di navbera êrişkaran da ferqek zêde tunebû. Ji ber ku mêtingehkar û çeteyên wan, armanc kirin ku hemû gelên ku hebûna wan qebûl nedikirin, tune bikin. Ji bo vê yekê, komkujîyên girseyî, serdegirtin, bombebaranên ji erd û asîman, revandin û îdamkirin û êrişên dagirkerîyê yên rasterast pêk anîn. Di vê pêvajoya şer da bajar hatin rûxandin. Bi hezaran mirov jîyana xwe ji dest dan. Bi milyonan mirov ji qadên şer revîyan û mehkûmî jîyanek penaberîyê bûn.
Şoreşa Rojava ya ku gelê Kurd ji bo parastina axa xwe destpê kir, bi tevlêbûna gelên din ên herêmê ra bû destpêka jîyanek nû. Gelan bi destên hev girtin û pergala Rêveberîya Xweser ava kirin. Û jîyanek wekhev û azad, ku ew bixwe biryarên pêşeroja xwe bidin, ava kirin. Ev pergala ku li ser bingeha wekhevîya tam a gelan hatîye avakirin, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn ezmûnek girîng afirand. Şoreşa Rojava, ji hemû gelên herêmê ra nîşan da, ka azadî çawa dikare were bidestxistin.
Li giştî Sûrîyê hîn şer xilas nebûye. Şerê navxweyî yê bi salan, ji bo gelên herêmê ezmûnek girîng jî derxist holê. Ji destpêka şoreşê heta îro, yek ji tiştên herî girîng ên ku qedera gelan dîyar kirîye, rêxistinên xweparastinê bûn. Di nav vê kaos û polîtîkayên êrişkar da, gelan bi qasî ku karîbûn xwe biparêzin, ew qasî karîbûn bi jîyanê ve girêdayî bimînin. Xweparastin, bi gotineka din, ji bo gelên me bû yek ji mercên jîyanê. Ger hişmendîya xweparastinê hebe û rêxistineka li gorî vê hişmendîyê hatibe avakirin, gelan karîbûn xwe biparêzin. Ger xweparastin tunebû, gel an rastî komkujîyên mezin hatin an jî neçar man ku axa xwe biterikînin.
Ji ber ku hêzên emperyalîst û dewletên herêmî yên mêtingehkar, hebûna gelan, mafên wan ên jîyanê û pêşeroja wan tune hesibandin. Ji bo wan, êş û zehmetîyên gelan qet ne girîng bûn. Tenê divîya bû ku tiştên diqewimin li gorî berjewendîyên wan bin. Ka li Şengalê, Kobanê, Tartusê an Swêydayê çend hezar mirov bêmal man, çend hezar mirov hatin kuştin, çend sed hezar mirov axa xwe terikandin, çend hezar jin hatin revandin û li bazarê hatin firotin, çend hezar mirov di gorên komî da hatin avêtin, an jî çend hezar mirov bi birçîbûn û mirinê ra rû bi rû man, ji bo wan qet ne girîng bû. Ew, wê qasê ji mirovatîya xwe derketibûn ku li ser maseyê biryar li ser navê gelan digirtin, sînor ji nû ve xêz dikirin û di navbera xwe da parve dikirin.
Gelê me (gelên me), qedera xwe bi destê xwe girt. An mirineka nemirovane, an jî jîyaneka bi rûmet ku bi berxwedanê tê bidestxistin. Ji bo me, tu vebijarkeka din tunebû. Xweparastin şert bû. Xweparastin dihat wateya ji bo çek û hemû hewcedarîyan rêxistinkirina gel.
Di destpêkê da; divîyabû gel xwe birêxistin bike û bi şêwazek artêşê cihên jîyana xwe biparêze. Ji bo parastina mafê jîyanê, rêyeka din tunebû. An dê te bikujin, an wê tu mal, ax û pêşeroja xwe biterikînî û biçî cihekî ku tu xerîb î. An jî dê tu ji bo azadîya jîyan û welatê xwe berxwedanê bikî. Dema ku dijmin ji bo te tune bike hat ser te, çek hilgirtin û afirandina berxwedaneka qehremanî vebijarka tenê bû.
Ger azadî bedelek bixwaze, divê tu amade bî wê bedelê bidî. Şerkirina ji bo hebûn û tunebûnê ev bû.
Ji bo vê yekê, di destpêkê da tabûrên gel ên ji mirovên ji her temenî, hatin avakirin. Li derdora bajaran xendek hatin kolandin. Paşê yekîneyên leşkerî yên profesyoneltir hatin avakirin. Qadên perwerdeya leşkerî û akademî hatin damezrandin. Ciwanên jin û mêr, ji bo şer kirinê derketin pêş. Her ku gel bû artêş, jîyan li ser axa şoreşê ewletir bû. Bi tevlêbûna şer a jinan û avakirina rêxistinên xweparastinê yên jinan, artêşeka şoreşê ya ku dikare pêşeroja hemû gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî ya jinan biguherîne, derket holê. Hêzên Sûrîya Demokratîk, ku YPG û YPJ bingeha wê ya sereke ne, gihaşt hêzeka ku ne tenê gelên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, lê hemû gelên bindest ên Sûrîyê dikarin rizgar bikin. Di bajaran da rêxistinên wekî Asayîş û HPC hatin avakirin û her wiha yekîneyên jinan ên van rêxistinan hatin damezrandin.
Ev hemû bi hewldana gel a mezinkirina xweparastinê ve girêdayî bûn. Di nav sînorên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê da her ku ewlehî hat misogerkirin, sazîyên girêdayî Rêveberîya Xweser jî bi lez, berhemdar û bi bandor rêbazeka xebatê ya birêkûpêk ava kirin. Şoreşê dest bi avêtiina gavên ku wê di qada civakî da xurt bike, kir. Gelê ku xwedî hişmendîya xweparastinê ye, di heman demê da di gelek qadên wekî perwerde, hilberîn, tenduristî, piştgirîya gel û rêveberîya civakî da şêwazeka kolektîf derxist holê. Gelên ku duh dagirkeran hewl dida wan bi hev bide şkandin, îro destên hev girtin û jîyaneka hevpar ava kirin. Û îro, ji bo gelên din ên ku li bajarên din ên Sûrîyê di bin metirsîya komkujîyê da dijîn, bûn mînak.
Çeteyên HTŞê ên ku bi piştgirîya emperyalîstan ketin Şamê, hebûn û daxwazên gelên herêmê nepejirandin. Li herêma peravê, gelê Elewî yê bêçek rastî êrîşeka qirkirinê hat. Bi hezaran Elewî hatin kuştin, laşên wan ên bêcan li kêlekên rê hatin avêtin, hatin şewitandin. Emperyalîstan û dewletên dagirker, rêberê HTŞê Colanî bicesaret kirin. Wan jî bi lez li Súweydayê dest bi êrîşeka qirkirinê ya nû li ser gelê me yê Dûrzî kir.
Lê belê, vê carê bi rastîya geleka rêxistinkirî ra rû bi rû man. Gelê me yê Dûrzî axa xwe neterikand û bi bedela canê xwe li ber xwe da. Bi berxwedana xwe ya bi çek, gelê me yê Dûrzî ji tunebûnê xelas bû. Careka din nîşan da ku xweparastin ji bo gelên Rojhilata Navîn çiqas girîng e. Ger gelek dikare xwe wekî artêşekê rêxistin bike, tenê wê demê dikare xwe û axa xwe biparêze. Ger hêzeka rêxistinkirî û bi çek tune be, metirsîya komkujîyê heye. Yekane rêya parastina ji êrîşên ku dixwazin artêşa me ya şoreşê QSD û pergala me ya Rêveberîya Xweser tasfîye bikin, xurtkirina rêxistinên xweparastinê yên gelan e. Ji bo parastina azadîya xwe û bidestxistina wekhevîya tam a mafên gelan, divê em zêdetir xwe rêxistin bikin. Ji bo parastina şoreşa Rojava, divê em berxwedana gelê bi çek mezin bikin. Jîyîn Berxwedan e! (Berxwedan jîyan e!)









Bir Yorum Bırak