Li Dijî Kapitalîzm, Faşîzm, Mêtingehkarî, Serdestîya Mêr û Ekokujîyê;
Kurdistana Azad
Kurdistan: Welatê me yê ku bi sedsalan ji hêla împaratorî û dîktatorîyên mêtingehkar ve hatîye talankirin, wêrankirin, dagirkirin, kirine qada şer, bi dizîn û bi komkujîyên bêhejmar ra rû bi rû maye. Ji hêla emperyalîstan û dîktatorîyên mêtingehkar (Îran, Sûrîye, Iraq, Tirkîye) ve bû çar parçe. Ax, ziman, çand û bawerîyên me hatin parçekirin, tên parçekirin û dixwazin wan tune bikin.
Wek ku li her cihê ku li dijî emperyalîzm, mêtingehkarî, kapitalîzm û zilamperestîyê berxwedan didome, li welatê me û li ser gelê me jî planên wêranker û tuneker di merîyetê da ne. Neteweya Kurd û gelên Kurdistanê heta niha, tevî hemû komkujî, bişaftin, tunekirin û înkara ku ji hêla emperyalîstan û dîktatorîyên mêtingehkar ve hatine kirin jî ziman, çand, nasname û hebûna xwe parast, diparêze û wê biparêze! Şerê ji bo Kurdistana Azad, Yekbûyî û Sosyalîst, armanca hebûna me welatparêzên sosyalîst e. kurdistanazad.com, wekî çeperekî nû yê berxwedanê ya welatparêzên sosyalîst, dest bi weşana xwe dike.
Emperyalîst û hevkarên wan ên li herêmê yên mêtingehkar, sîyonîst û hêzên herêmî; li rex artêş û çekên xwe yên mezin, bi demagojî û manîpûlasyonê, dixwazin fikrên şoreşa çekdarî û rizgarîya neteweyî biperçiqînin, şoreşa jinan tune bikin, hêvîya şoreş û sosyalîzmê bişkînin. Vê di çarçoveya amadekarîyên şerê parvekirina emperyalîst a sêyemîn da dikin û dixwazin şoreşên nû yên Cotmehê asteng bikin. Ji bo vê yekê, di vemirandina agirên şoreş û berxwedanên çekdarî yên li seranserê cîhanê da dibin yek. Di vê yekê da bi platformên medyayê yên cuda, karker-kedkar, jin, ciwan û beşên herî berfireh ên bindest manîpûle dikin û li rex xwe rêz dikin.
Li Bakur û Tirkîyeyê ji alîyekî ve lêgerînên “çareserîyê” yên burjuva didomin, ji alîyê din ve êrîşên nîjadperest ên herî bêrûmet li dijî gel, ziman û çanda me didomin û şovenîzma Tirk a serdest tê xurtkirin. Welatê me, ku li hemberî talana mêtingehkar, înkar û tunekirina sed salî teslim nebûye, vê carê jî bi qirkirina jîngehê û endezyarîya demografîk ra rû bi rû ye.
Di dema ku van dikin da, hêvîyên “aştîyê” ji gelê me ra têne firotin, li karker-kedkar, jin û ciwanên Tirkîyeyê ra jî tirsên parçebûnê, bêavî û bêkarebeyî yê têne bar kirin. Lê tirsa rastîn, tirsa burjuvazîya Tirk e ku bi şkestina nîrê mêtingehkarîya li Kurdistanê wê qezencên xwe winda bike. kurdistanazad.com, di dema ku li hember gelê Bakurê Kurdistanê erkê xwe yê nîşandana rûyê rastî yê mêtingehkarîyê heta dawî pêk tîne da , dê direwên burjuvazîya Tirk ji karker-kedkar, jin û ciwanên Tirkîyeyê ra eşkere bike. Ew dê ji gelên Tirkîyeyê ra bibêje ku êrîşên li ser Kurdistanê li Bakur, Başûr û Rojava têne kirin, li dijî berjewendîyên wan in û rêya yekane ya rizgarîyê, Şoreşa Yekbûyî ya ku li ser bingeha wekhevîya tam a neteweyên Tirk û Kurd, avakirina Komarên Gel ên Tirkîye û Kurdistanê dike armanc, e.
Şoreşa me ya Rojava, ku bi hezaran nemir, deh hezaran gazî û berxwedanên destanî zincîrên mêtingehkar şikand, hê jî di hedefa armancên parvekirina herêmî ya emperyalîstan, xeyalên berfirehbûna dewleta Tirk a mêtingehkar û dagirker û daxwazên dagirkirinê yên çeteyên faşîst ên HTŞ-DAÎŞê da ye. Ew dixwazin şoreşa me ya ku bi bawerî û piştgirîya gelên me li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê belav bûye bifetisînin û nehêlin ku ew li seranserê axa Sûrîyê belav bibe. Ji bo vê yekê, hevbendîyeka şovenîst-mêtingehkar a Ereb û Tirk tê avakirin. Li ser axa Sûrîye û Rojavayê Kurdistanê, ku tê da netew, civakên neteweyî û bawerîyên cuda dijîn, bi destê çeteyên HTŞê “Komara Ereb” (cîhadîst)ji nû ve tê avakirin. Dixwazin şoreşa Jinan a Rojava ya ku li hemberî tarîya DAÎŞê serkeftîn bi destxist, were tesfîyekirin, hemû destkeftîyên azadî û wekhevîya jinan bên tunekirin. Li hemberî vê yekê, kurdistanazad.com wê ji gelên Sûrîye û Rojhilata Navîn û jinan ra bibêje ku divê rêya rizgarîyê ya Rojava wekî mînak bê girtin; wê piştgirî bide daxwazên federasyonê yên gelên Dûrzî û Elewî, wê bibe aldara şoreşa jinan. Ew dê bibe dengê welatparêzên sosyalîst ên ku ji bo li seranserê Sûrîyê belavbûn û ber bi sosyalîzmê ve birina şoreşê ked didin, di parastin û avakirina şoreşa Rojava da cih digirin.
Li Îrana ku burjuvazîya Fars bi dîktatorîya melayan birêve dibe; Rojhilatê Kurdistanê, Rojavayê Belûcistanê û civakên neteweyî yên din û jin, bi her cure zordarî û tundîya mêtingehkar û zilamperestîyê ra rû bi rû ne, tê xwestin ku bi vîncên îdamê bên teslîmgirtin. Dixwazin şoreş û berxwedana ku bi pêşengîya jinên Kurd bilind dibe bifetisînin. Gelên me yên Fars, Azerî û Kurd ên Şîî, gelên Îranê, li hemberî Îsraîlê bi xeta dijminatîya olî têne rêzkirin.
kurdistanazad.com, dê bi taybetî ji gelê me ra û ji hemû netew, civakên neteweyî û bawerîyên cuda yên di bin nîrê mêtingehkar ya dîktatorîya melayan da ne ra bibêje ku ev şer ne şerê wan e; ew ji bo xeyalên bûyîna hêza herêmî ya burjuvazîyê têne qurbanîkirin.
Gelê me yê Başûr, ku dîroka wî ya netewbûnê bi berxwedana li dijî mêtingehkarîya Iraq, Îran û Îngilîzan derbas bûye û di sala 2005an da federasyona xwe ava kirîye, ji bakur ve bi dagirkirin û polîtîkayên vegirtina aborî û mêtingehkarî yên Tirk ra û ji başûr ve jî bi polîtîkayên mêtingehkar ên Iraqê ra rû bi rû ye. Hikûmeta hevkar a PDKê, ji bo parastina berjewendîyên xwe yên çînî, ji hevkarîya bi dewlet û burjuvazîya Tirk û Ereb paşde namîne.
kurdistanazad.com, wê li dijî serdestîya mêran a kapîtalîst, dagirker û mêtingehkar û her wiha li dijî hevkaran wekî çepereka berxwedanê berpirsîyarîya xwe bigire ser xwe, wê ji hemû gelên Kurdistanê ra li dijî xeta hevkar a PDKê û şaxên wî hişmendîyê belav bike.
kurdistanazad.com, li dijî şer û dagirkerîyên ku li her perçeyên Kurdistanê têne kirin, gelê me, gelên cîhanê, şoreşger, sosyalîst û komunîstan vedixwîne piştgirîyê û wê bi hemû beşên bindest û zilmdîtî yên li her quncikê cîhanê ra di nav piştgirîyê da be.
Medyaya burjuva ya dij-şoreşger, ji bo xapandina gelên me û hemû bindestan û girêdana wan bi xwe ra, nûçegihanîyeka li ser derew, xapandin û manîpûlasyonê dike. kurdistanazad.com, li dijî vê propagandaya qirêj, ji gelê me û hemû bindestan ra wê rastî û heqîqetê bi perspektîfa welatparêzîya sosyalîst ragihîne, derew û fêlbazîyên wan eşkere bike.
kurdistanazad.com, li dijî kes, kom, partî û hwd. yên ku xwe wekî çep, sosyalîst, demokrat, pêşverû, gelperwer dîyar dikin, lê ji alîyekî din ve li pişt dewletên neteweyî yên paşverû, faşîst, nîjadperest, şerîatî, mêtingehkar û dagirker disekinin, wê têbikoşe.
Îdeologên burjuvazîyê, wekî ku îdia dikin, ne bêalî ne. Ew li alîyê kapîtalîzmê, berdewamîya çerxa talanê, milkîyeta taybet, mêtingehkarî, serdestîya mêr, dewletên faşîst, paşverû û despotîk ên ku pergala talan û zordarîyê diparêzin, dagirkerî û şerên paşverû û neheq in. Em jî ji alîyê bindest, kedkar, zilmdîtîyan in.
Li her perçeyên Kurdistanê çerxa kapîtalîzmê dixebite. Hemû karker û kedkarên Kurdistanê di nav vê çerxê da roj bi roj xizan dibin. Ji bo ku karker, kedkar, bindest, jin, LGBTI+, xweza û hemû zindî di xwezayîya xwe da û bi hevdu ra di ahengîyekê da bijîn, em ê ji bo avakirina Kurdistana azad, serbixwe û sosyalîst gotina xwe bibêjin.
Armanca me ew e ku ji bo serkeftin û serfirazîya têkoşîna azadîyê ya gelê me ya bi rûmet û heq, em bi teori û pratîk, bi sîyasetê tevkarîyê bikin.
Gelê me, gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn, karker, kedkar, jin, li dijî pergala talan û zordarîyê ya ku li ser wan tê ferzkirin berxwedanê dikin. Em jî, wekî kedkarên kurdistanazad.com, wê li rex û di nav vê berxwedanê da bin. Ev berxwedan berxwedana me ye jî. Ragihandina heqîqet û rewayîya vê berxwedanê ji cîhanê ra, mezinkirina enîya berxwedanê, firehkirina derfetên şoreş û sosyalîzmê yek ji erkên me yên bingehîn e.
Li Kurdistanê û li her quncikê cîhanê, nakokîyên çînî yên bê lihevhatin bi tundî pêş dikevin. Ev jî şerê di navbera zordar-bindest, dewlemend-hejar, talanker-kedkar, burjuvazî-proletarya, dewlet-gel da neçar dike. Cîhan bi lez ber bi şerekî di navbera emperyalîstan ve diçe. Lê ji alîyekî din ve, îmkan û derfetên şoreşên proleter jî zêde dibin. Ji bo ku gelê me û hemû beşên bindest bi amadekarî bikevin vê pevçûnê û serkeftinê bi dest bixin, em ê jî bibin çeperek.










Bir Yorum Bırak