Hevrê Baran Serhat, ku rêberekî xetê bû, li her cihê ku çûbû, li ser her kesê ku têkilî pê ra danîbû, şopek hiştibû. Dema ku hûn li ç îyayên Kurdistanê digerin, hûn dikarin wî li ser darekê, li ser şiverêyekê bibînin. Li rêyên tozavî yên Şengalê, hûn dikarin bi kesekî ku bi hurmet bi bîranîna wî ve girêdayî ye, rast bên… Heke hûn li axa şoreşa Rojava bin, bêyî bîranîna wî rojê we derbas nabe. Ji ber ku bi teqez hûn ê bi yekî ji wan mirovên bedew ên ku ew nas kirine ra rû bi rû bibin. Gava hûn dest bi guhdarîkirina wan kesan dikin ku wî vedibêjin, hûn ê bibînin ku vegotvan jî bi qasî qehremanê çîrokê mirovên bedew in. Îcar hevalê Boutros, ku di nav gelê me da bi navê Ebû Enter tê naskirin, yek ji wan mirovên bedew bû. Yek ji qehremanên dilnizm ê romanan yên ku di kolanên me da diger îyan bû. Niha şanaz îya naskirina wî bi xemgîn îya wendakirina wî ra tevilhev dibe…
Ebû Enter, kurê wêrek ê gelê Sûryanî, yê ji gelên herî kevnar ên Kurdistanê, ji nûnerê wê yê şoreşa Rojava û mîlîtanê biryardar ê refên Komûnîst ên Şoreşger bû. Ew xwedî ruhê şoreşgerî yê bawermend, zindîtîya ciwant îyê, bîra bindestan û zanyar îya geryarekî bû. Ber îya şoreşê, di j îyana xwe da (ji bo leşkerî û karkir îyê) hin welatên herêmê dîtibû, rejîma BAASê ji nêz ve nas kiribû û hurmeta her kesî, tew mirovên rejîma riz îyayî, qezenc kiribû. Wî şoreşa Rojava zû bi zû pejirandibû û bi tevahî malbata xwe ra tevlî refên şoreşê bibû. Wî ji destpêkê ve xwe wekî komûnîstekî bi nav kiribû, bi vê hişmend îyê j îyabû û di nav şoreşê da tevlî tu part îyekê nebûbû. Li cihê ku Ebû Enter lê bû, edalet û dadmendî hebû. Li cihê ku Ebû Enter lê bû, rexneyên herî tund û herî bi hevrêtî hebûn. Wî di kesayet îya xwe da şexs îyeteka şoreşgerî ava kiribû û ev kesayetî, gava bi Komûnîstan, bi Baran Serhat ra gihaş hev , di refên Komûnîstên Rojava da wekî mîlîtanekî biryardar derketibû holê.
Hevalê Boutros, di damezrandina saz îyên cihêreng û komûnên civaka Sûryanî da pêşengî kiribû. Di daw îyê da, wî berpirsyar îya Saz îya Parastina Emlak a Sûryan îyan, ku bîra civaka Sûryanî û mafê hebûna wê li van axan diparêze, girtibû ser xwe. Bawer îya bi wî, cidd îyeta wî ya di karê wî da û girîng îya ku wî dida mirovan, mîna keleheka bihêz bû. Tevî temenê xwe, berpirsyar îyên giran û nexweş îyên xwe, wî bi dikaneka beqal-manavê ya dilnizm bi rê ve dibir. Ev dikan, wekî saz îyeka şoreşê ya alternatîf bû: cihê ku belengazên taxê bê tirs dikaribûn zikê xwe têr bikin, ji bêkaran ra kar dihat dîtin, zarokan bîsîkletên xwe lê emanet dikirin. Her wiha, mirov dikare bibêje ev dikan dadgeheka şoreşê bû. Her kengî pirsgirêkek derketiba, her kengî li kesekî neheqî hatiba kirin, ev yek digihîşt guhê hevrê Boutros. Hevrê Boutros, bi hûrbîn îya dadgerekî dad dikir, bi hişê şoreşgerekî biryar dida. Ger li karker an belengazekî zilm hatiba kirin, ger li kesekî neheqî hatiba kirin, xwe nedigirt. Ji al îyekî ve diçû der îyê zordar, ji al îyê din ve jî saz îyên şoreşê ji bo karên xwe bikin dixebitand. Her çûyîna we, çîrokeka wî ya ku bêje hebû. Ger demeka we hebûya, we dikaribû dîroka Rojava heta Cigerxwîn ji vê vebêjgerê dîrokê bibihîzin, Baran Serhat, Doktor Ferhat û gelek qehremanên şoreşê. Wî bi şanaz îyek mezin wesîqeya şehadeta şehîdê Serêkanîyê Demhat Günebakan, ku malbata wî ya li axa şoreşê bû, wergirtibû.
Kesayet îya wî ya komûnîst a şoreşger, ruhê wî yê ciwan li her derê xuya bû. Li Efrînê, li Serêkanîyê, ew yek ji wan bû ku sînga xwe li hemberî dagirkeran kir çeper. Di erkên parastin û pêşvebirina şoreşê da, di hemû çalak îyan da amade bû, we dikaribû ew tevlî ala TKŞê li her derê bidîta. Di yek ji çalak îyên eşkerekirina polîtîkayên durû yên emperyalîstan da, wî rê li ciwanan vekiribû; kevirê yekem avêtibû hêlîna sîxûrên emperyalîzmê. Ev yek bi şanaz îyek ji dil û bi şah îyeka zarokane vedigot. Paşê dîsa dest bi vegotina hevrê Baran dikir… Gelek tişt ji vê qehremanê romana şoreşger wekî mîras ji me ra ma, gelek tiştên ku bêne gotin… Lê belê, ew hevalekî wisa bû ku divê bi qasî ku tê vegotin, bi hezkirin bi bîranîna wî ve girêdayî bin, û helwesta wî ya biryardar û zelal wekî mînak bê girtin. Soz be, Ebû Enter, dê hevrêyên te tekoşîna ku te bi bawerî hildigirt, bighînin serkeftinê.








Bir Yorum Bırak