HAYDAR BAHADIR
Gelên Îranê careke din serîhildan. Jin, ciwan, karker û kedkar, xizan, birçî, gelên bindest û bawerîyên bindest agirê serhildanê yê ku qet venemirî careke din vêxistin. Diktatorîya melayan a faşîst a rizîyayî, xirabûyî û ji bilî bazirganîya dîn tiştekî din di destê wê da nemaye, vê carê di parastina desthilatdarîya xwe da zehmetîyê dikişîne.
Zêdetirî çil salan e rejîma melayan a faşîst ji gelên Îranê ra ji bilî zordarîyê, mirinê, îdamê, qirkirinê û komkujîyê tiştekî din pêşkêş nekirîye, niha ew tiştê çandîye diçine. Bi dehan sal e bi navê dîn her cure zordarî û zorbalî li gelên Îranê kirin. Li dijî jinan îdam, qamçî, îşkenceya zayendî û her cure bêbextîyê kirin. Her kesê ku li dijî diktatorîya melayan ji bo kedê û azadîyê berxwedan da, avêtin zindanan, îşkence lê kirin, bi vîncê daliqandin. Lê dîsa jî nikarîbûn teslîm bigirin. Li hember her zordarîyê bi hêztir, li hember her qirkirinê bi girseyîtir, piştî her îdamê bi fedayîtir serîhildan, serîhildan û dîsa serîhildan. Bi hezaran caran ji dibistana berxwedanê derbas bûn. Fêr bûn, berhev kirin, xurt bûn. Dema şoreşê hat. Şoreş bang li xwe dike. Gelên ku rabûne serhildanê, bi pêşengîya jin û ciwanan şoreşê gav bi gav rêxistin dikin. Em bawer dikin ku di pêşerojeke nêzîk da em ê bi sernavê “Dersên şoreşê” tiştên ku îro li Îranê diqewimin lêkolîn bikin. Em bi hêvî û bawerîya ji pêşeroja tiştê tê ra, ji niha ve dest bi dersên şoreşê yên ku dê bê jîyîn bikin.
Sedemên Civakî-Aboryî yên Serhildanan
Şerê di sala 1980î da di navbera İran û Iraq a di bin rêveberîya dîktator Saddam Husên ê ku bi çekên emperyalîstên DYE û Ewropayê hate çekdarkirin û li ser Îranê hate berdan da destpêkirî di sala 1988an da bi dawî bû. Bi dawîbûna şer ra Komara Îslamî dest bi sepandina polîtîkayên neolîberal kir. Gav bi gav aborîya xwe bi WTO, IMF û Banka Cîhanê ra li hev anî. Bi taybetî piştî 2007an bank, kargeh û sazîyên dewletê bi lez hatin taybetkirin. Taybetkirin û sînordarkirina temînatên civakî di pêşengîya van polîtîkayan da bûn.
Bi destpêka taybetkirinan ra grev û xwepêşandan jî belav bûn. Karker û kedkarên ku di warê perwerde, tenduristî û pîşesazîyê da mafên wan hatin standin, bi hezaran çalakî û berxwedan pêk anîn. Li her navendeke berxwedanê dest bi avakirina rêxistinbûna xwe kirin. Dema ku girse bi daxwaza gotin, çalakî û rêxistinbûnê derketin qadan, hemû hikûmetên diktatorîya melayan bi girtin, şidet û komkujîyan bersiv dan. Polîtîkaya rejîma melayan a faşîst heta îro bê guherîn hat.
Nêrîneke Kurt li Serhildanên li Îranê
Diktatorîya melayan a faşîst ji gava avabûna xwe ve li dijî şoreşgeran, komunîstan, jinan û hemû gelên bindest polîtîkayeke komkujîyê meşand. Di sala 1988an da, bi fetwaya Xumeynî zêdetirî 5.000 girtîyên sîyasî hatin daliqandin û bi awayekî veşartî li gorên komî hatin veşartin.
Xumeynî yê dijminê jin ê ku ferman da “Yan serê sergirtî yan gule li serî”, ji bo xurtkirina desthilatdarîya xwe jin kir hedefa pêşîn a rejîma melayan. Diktatorîya melayan a faşîst bi navê sergirtinê koletîyê li jinan ferz kir.Heta sala 2003an bi giranî grev û çalakîyên karkeran ên bi bingeha aboryî hebûn. Ev çalakî bi giştî takekesî û herêmî man. Di sala 2003an da çalakîyên li dijî zêdekirina xercên zanîngehê û taybetkirina zanîngehan dest pê kirin. Ev çalakî gav bi gav veguherî têkoşîna bi daxwaza azadî û demokrasîyê.
Yek ji çalakîyên herî belavbûyî di sala 2007an da bi zêdekirina buhayê benzînê û ragihandina ku sotemenî dê bi kartê bê belavkirin, dest pê kir. Piştî zêdekan li hemû alîyên Îranê xwepêşandanên berfireh hatin lidarxistin.
Di hilbijartinên serokomarîyê yên 2009an da piştî ku Mehmûd Ehmedînejad dîsa hate hilbijartin, nûnerên alîyê muhalîf-reformîst ên rejîma melayan Muhemmed Xatemî û Mîr Husên Mûsawî bi îdiaya sextekarîyê Tevgera Kesk ava kirin û gel bangî kolanan kirin û xwepêşandan dest pê kirin. Di 17ê Hezîranê da zêdetirî milyonek kes derketin kolanan û dirûşma “Dengê me li ku ye” qîrîn kirin. Ji ber destwerdana tund û komkujî ya diktatorîya melayan a faşîst, çalakî zû sîyasî bûn û veguherî serhildaneke ku rejîma melayan armanc dike. Dirûşma “Dengê min li ku ye” veguherî “Mirin ji dîktator”, “Na ji monarşîya îslamî”, “Na ji komara îslamî”, “Tank, top, Besîc êdî me natirsînin”, “Xizanî, gendelî, bêkarî: Ev e komara îslamî”, “Na ji sergirtina bi zorê”. Xwepêşandan bi navend Tehran û Tebrîzê pêş ketin, li bi dehan bajaran belav bûn û bi milyonan kes beşdar bûn. Xwepêşandan bi lez li zanîngehan belav bûn û ciwanan avahîyên dewletê, bank û şirketên taybet hedef girtin, bi polîs û Pasdarên Şoreşa Îranê ra pevçûn.
Dema tevgera girseyî ya sîyasîbûyî rejîma melayan hedef girt, muhalefeta reformîst bi lez bandora xwe winda kir.
Di 28ê Berfanbara 2017an da karkerên Haft-Tepehê yên qamişê şekir ji bo protestokirina taybetkirina kargehê, mûçeyên nehatin dayîn û şertên xebatê yên xerab û polîtîkayên taybetkirinê bi dirûşma “Kar, nan, azadî, rêveberîya meclîsê” grev û xwepêşandan dest pê kirin. Xwepêşandan di demeke kurt da li taxên xizan ên kedkaran, bi taybetî li havzeyên karkeran, li 80 bajaran belav bûn. Çalakî dîsa sîyasî bûn û diktatorîya melayan hedef girtin. Sazîyên dewletê, walîtî, dadgeh, bank, sazîyên kredîyê, avahîyên leşkerî, darayî û îstixbaratê hatin hedefgirtin. Bajarê biçûk Îzeh çend saetan ket destê serhildêran. Diktatorîya melayan ji bo tepeserkirina serhildanê rewşa awarte ya leşkerî ragihand û komkujî kir. Dirûşmên “ji Xameneyî ra mirin”, “ji Rûhanî ra mirin”, “ji dîktator ra mirin” bûn dirûşmên bingehîn ên çalakîyan.
Di 15ê Mijdara 2019an da çalakîyên protestokirina zêdekirina buhayê sotemenîyê dest pê kirin. Di nav beşên bindest û xizan ên civakê da zû bersiv dît. Zêdek, buhabûna jîyanê, gendelî, taybetkirin, nedana mûçeyan, bêkarî, bi taybetî zordarîya li jinê ya zêde û tund, bû sedem ku bi milyonan bindest derkevin kolanan û li dijî diktatorîya melayan serhildan bikin. Mamoste, teqawidbûyî, şofêr, karkerên petrol û gazê, karkerên bindest, ji hema hema her warê xebatê karker û kedkar beşdarî serhildanê bûn. Diktatorîya melayan a faşîst û paşverû ya ku ji windakirina desthilatdarîya xwe ditirse, çareserî di tundî, girtin û komkujîyê da dît. Di çar rojan da nêzî 1500 kes hatin kuştin, bi hezaran birîndar bûn. Ev komkujîya dijminê gel ê faşîzma îslamî wekî “Mijdara Xwînî” di dîrokê da cih girt.
Serhildana Jîna Emînî: Jîna Emînî ya jina ciwan a Kurd a Rojhilatî ku bi malbata xwe ra çûbû Tehranê, ji alîyê “Polîsê Exlaqê” yê girêdayî rejîma melayan a faşîst ve ji ber “porê wê xuya dike” hate girtin û bi îşkenceyê hate kuştin. Serhildana ku bi dirûşma “Jin, jîyan, azadî” bi pêşengîya jinan li Seqizê Rojhilatê dest pê kir, li hemû Îranê belav bû. Girtîyên sîyasî jî piştgirî dan çalakîyan; girtingeh şewitandin, 4 girtî bi şewatê jîyana xwe ji dest dan. Berxwedan li zindanên din jî belav bû. Ji gelên Azerî, Kurd, Ereb, Belûc, Lor, Tirkmen, Qaşqayî, Mazenderanî, Gîlak û Fars bi milyonan kes derketin kolanan, beşdarî berxwedanê bûn û bûn kirdeyên çalakîyên ku hilweşandina diktatorîya îslamî ya faşîst armanc dikin.
Serhildan bi mehan dom kir û zêdetirî 500 kes – nêzî 100 ji wan zarokên bin 18 salî – hatin kuştin, zêdetirî 20.000 kes birîndar bûn. Serhildana Jîna Emînî ya ku bi pêşengîya jinên Kurd û gelê Kurd dest pê kir, hemû beşên bindest ên civakê yên li Îranê bi heman dirûşm û heman armancê li hev anî.
Ji ber windakirina mezin a Rîyalê Îranê li hember Dolarê, di 28’ê Berfanbara 2025an da esnafên “Bazara Girtî” ya navenda Tehranê çalakîya girtina kepengan dan destpêkirin (em ji bîr nekin ku esnafên Tehranê beşekî esasî ya bingeha civakî ya rejîma melayan a Îranê ne). Çalakî bi lez li herêm û beşên din belav bû. Gelên Îranê yên ku di nav xizanî, bêkarî, birçîbûn, ferzkirina tundtûjîya dînî li jinan, enflasyon û bêpêşerojîyê da dijîn, zû derbasî berxwedanê bûn. Girseya ku ji rejîma melayan tu hêvî û bawerîya wê nemaye, rasterast sazî û sembolên dewletê hedef girtin. Diktatorîya melayan a faşîst wekî di serhildanên din da jî, dîsa bi komkujî û girtinan bersiv da. Besîcên faşîst û Pasdarên Şoreşê dîsa êrîşî gel kirin. Di van 8 rojan da gel bi dehan mirî û bi hezaran birîndar da. Serhildan hê jî bi biryardarîyeke mezin berdewam dike.
Gel Ji Dibistana Serhildanan Fêr Dibe
Li dijî diktatorîya melayan a faşîst a 46 salan desthilatdar e, bi taybetî di 20 salên dawî da serhildanên domdar, girseyî, şoreşgerî, rêxistinkirî, mîlîtan, yên ku sînorên tirsê derbas kirine, sîyasîbûyî, rasterast diktatorîya melayan a faşîst hedef digrin, ji îdeolojîya diktatorîya îslamî qut bûne, yên ku naxwazin wekî berê bêne rêvebirin û beşdarîya hemû beşên bindest ên civakê û hemû gelên bindest dikin, rastîyeke heyberî li ber me heye.
Îro li Îranê rêjeya nifûsa bin 35 salî %70-75 e. Beşeke mezin ji wan xwendekar û ciwanên bêkar in. Ji ber ku rejîma melayan a faşîst nikare hewcedarîyên aboryî, civakî, çandî û jîyanî yên vê bingeha civakî pêk bîne, serhildan, grev û berxwedan nayên dawîyê û nikare wan bide sekinandin.
Serhildana 2009an dawî li hêvîya ku diktatorîya melayan bi reformên demokratîk bê guherandin anî û ji tevgerên reformîst qut bû. Tevger derketin derveyî sîstemê. Girseya ku ji ber sedemên cuda derketibûn qadan, her tim rasterast rejîm hedef girtin. Yek ji nîşaneyên din ên qutbûna ji diktatorîya melayan hilbijartin bûn. Di 20 salên dawî da beşdarîya hilbijartinan her tim kêm bû. Di hilbijartinên 2021an da beşdarî heta %30-40 daket.
Girseyan hemû daxwazên xwe yên aboryî, demokratîk û civakî li hember diktatorîya melayan li hev anîn. Diktatorîya îslamî hewl da hemû daxwazên girseyan bi tundî, îşkence, zindan, komkujî û îdamê bişkîne, lê nikarîbû û nikare.
Çîna karker di vê zincîra serhildanan da her tim cih girt. Grev û berxwedan qet kêm nebûn. Bi taybetî di pêvajoya 2006-7an da gava diktatorîya melayan bi polîtîkayên neolîberal dest bi taybetkirinan kir, ji alîyekî çîna karker kişand têkoşînê, ji alîyê din ve derb li rêxistinbûyîna wê xist.
Bûrjûwazîya biçûk a ku esnaf jî di nav da ye, bingeha esasî ya civakî ya Komara Îslamî bû. Bi taybetî bi serhildana Jîna Emînî û vê serhildana dawî ra, di vê bingeha civakî ya ku rejîma melayan lê disekine da jî şikestinên cidî çêbûn û windabûna îdeolojîk kûr kir.
Ji neteweyên bindest Kurd li Rojhilatê û Belûc li Belûcistanê wekî hêza herî rêxistinkirî hebûna xwe parastin û bûn beşên domdar ên serhildanan. Belûcistan her tim bû yek ji cihên ku veberhênanê herî kêm tê kirin, xizanî herî tund tê jîyîn û faşîzma melayan herî hişk tê sepandin. Îdamên heta niha ji %65 li Belûcistanê hatine kirin. Ji ber vê yekê bû herêmên ku komkujî û îdamên diktatorîya melayan herî zêde lê têne jîyîn.
Diktatorîya melayan a faşîst mîna qemîsreşên faşîzma Îtalyan a Mussolini, mîna yekîneyên SS ên Almanyaya Hitler, di mehên pêşîn ên desthilatdarîya xwe ya 1979an da rêxistina paramîlîter a Besîcê ava kir. Ev avahî li dijî hemû beşên civakî yên li dijî faşîzma melayan berxwedan didin, bi taybetî li dijî jinan terora hovane meşand. Ev tetikêşên faşîzma melayan ên ku ji cezayan jî azad in, li hember her berxwedan, her daxwaza maf û her serhildana gel bi komkujîyan êrîş kirin.
Di serhildanên dawî da girse ji rejîma îslamî bi her awayî qut bûn û derketin derveyî sîstemê. Di serhildanan da sembol û sazîyên rejîmê armanc kirin. Walîtî, bank, karakol, avahîyên hikûmet û îstixbaratê, sazîyên aboryî-darayî hatin dagirkirin û şewitandin; posterên Xameneyî, Xumeynî, Qasim Suleymanî û yên din hatin şewitandin û çirandin. Dirûşm û daxwaz rasterast rejîma îslamî ya faşîst hedef girtin: “ji dîktator ra mirin”, “Na ji komara îslamî ra”…Diktatorîya melayan a faşîst dizane ku ji bo domkirina desthilatdarîya xwe ji bilî tundî û komkujîyê rêyeke din tune ye. Ji ber vê dizane, li dijî gel teroreke bê sînor dimeşîne. Dizane ku qebûlkirina daxwazên girseyan dê dawîya hebûna faşîzma melayan bîne. Ji ber vê yekê li hember her serhildanê bi tundî, komkujî û îdamên zêdetir bersiv dide. Girse jî dizanin ku ger li hember komkujîyên faşîzma melayan paş ve bikşin, nikarin vê rejîma teror û komkujîyê hilweşînin û asta tundîyê dê hê zêdetir bibe. Ji ber vê yekê tevî windahîyên giran paş ve nakişin.
Girseyan dîwarê tirsê gelek berê derbas kirine. Ji ber vê yekê di meşîna li ser mirinê da dudilî jîyan nakin. Bi vî awayî yek ji şertên heyberî ên rewşa şoreşgerî temam dibe.
Yek ji kêmasîyên herî krîtîk ên rewşa şoreşgerî nebûna piştgirîya gel û kedkarên herêm û cîhanê ye. Her serhildan bê piştgirîya enternasyonal û di nav sînorên Îranê da dimîne.
Diktatorîya melayan a faşîst hewl dide hêrsa gel bi gotinên paşverû û şoven wekî “ajanên dijmin”, “ajanên Îsraîlê”, “lîstika Îsraîl, DYE û hêzên derve”, “leşkerên bi mûçe yên hêzên derve”… biqelibîne û jehr bike.
Diktatorîya melayan a faşîst hemû serwerîya xwe ya îdeolojîk, exlaqî, çandî, aboryî û civakî winda kirîye û ev yek veguherî berjewendîya berxwedêran. Di destê dîktatorîyê da ji bilî zora tazî, tundî, komkujî û îdaman tiştekî din nemaye.
Girse êdî naxwazin wekî berê bêne rêvebirin. Rêvebir jî êdî nikarin wekî berê rêve bibin. Ne dawîya serhildanan tê ne jî faşîzma melayan dikare serhildanan ji holê rake. Em dikarin ji rewşeke hevsengîyê behs bikin. Ger ev rewş ber bi berjewendîya bindestan ve biguhere, ev tenê bi yekkirina hêzên bindestan, navendîkirin, di bername û daxwazên kêmî yên şoreşger-demokratîk da li hev kirinê pêkan e. Bi rêxistinkirî, hevrêz, navendî û bi serîlêdana zêdetir li amûrên zorê dikare diktatorîya melayan a faşîst bişkîne. Gelên Îranê, jin û hemû bindest tenê bi vê rêyê dikarin azad bibin. Di vê qonaxê da şertên vê yekê çêbûne. Li Îranê şoreş qasî gavêkî dûr e.



Bir Yorum Bırak