Di destpêka dîroka mirovahîyê da, bi keda bi hezaran salan a jinan, yekem civakbûn pêş ket. Hilberîn, parvekirin, rêveberî û mezinkirina zarokan, li gorî hewcedarîyên tevahîya civakê, bi pêşengîya jinan bi awayekî komûnal dihat kirin. Di vê serdemê da, ku wekî yekem civaka komûnal tê pênasekirin, ji bo hemû endamên civakê wekhevî, azadî û dadmendî hebû.
Bi pêşengîya jinan, yekem jîyana niştecîh, gund hatin avakirin. Di vê pêvajoyê da mêran zêdetir dest bi karanîna amûrên çandinîyê kirin. Pêşketinên di çandinîyê da bûn sedem ku civak ji ya ku dikare bixwe zêdetir hilberîne. Ev hilberîna zêde, bi demê ra di destê hin mêran da bû milkê taybet. Piştî vê yekê, pergala komûnal hêdî hêdî bi kok guherî û pergala milkê taybet a bi serwerîya mêran derket holê.
Ji bo mêran, milkê taybet bû her tişt. Mêr li hember milkê taybet bû haybêrek. Milkê taybet dest bi rêvebirina wî kir. Xwesteka bidestxistina zêdetir milk, bû navenda jîyana wî. Ji bo ku milkê xwe ji zarokên xwe ra bi mîrat bihêle, pêşî jin wekî kole hat girtin, ji bo ku zarokên ku bavê wan dîyar e mezin bike. Yekem cudakarîya çînan di navbera jin û mêran da çêbû.
Piştre mêrên bê milk jî bûn kole. Bi vî awayî, ji mirovahîyê ra bîyanîbûna mêran dest pê kir.Mêrên xwedî milk, ji bo parastin û pêşxistina berjewendîyên xwe, dewlet ava kirin. Artêş damezrandin, zindanan vekirin. Li ser mêrên bê milk û jinan, pergaleka bi zor û tundîyê avakirin.
Mêrên çîna bê milk jî di heman demê da koleyên çîna xwedî milk in. Çîna xwedî milk keda wan dixwe, zordarîyê li wan dike; dema li hember vê derkevin jî tundî lê dikin, diavêjin zindanan û dikujin.
Ev mêrên kole, di heman demê da li hember jinan di rewşeka desthilatdar da ne. Ev rewşeka nakok e. Ji alîyekî ve ew bindest in, zordarî û tundî dibînin; ji alîyekî din ve, ew bi xwe li ser keda jinê, laşê wê û zayendîya wê mijokdarîyê dikin, zordarî û tundî lê dikin. Mêr bi vê rewşa xwe, bûne parêzvanên pergala koletîyê. Karker û kedkarên mêr divê li dijî vê pergala milkê taybet, ku pergaleka zordarî, tundî û kedxwarîyê ye, têkoşînê bikin. Lê ji bo vê yekê, divê ew pêşî dev ji kedxwarî, zordarî û tundîya ku her roj li malê li hember jinan dubare dikin, berdin.
Di dîrokê da hemû pergalên civakî, koletî, feodalîzm û kapîtalîzm, bi serwerîya mêran û milkê taybet bi hev ra hatin domandin û hevdu xurt kirin. Bi pergala kapîtalîst ra, jin tevlî hilberîna civakî ya li derveyê malê bûn. Bingehê têkoşîna kolektîf a jinan a ji bo azadîyê xurt bû. Jinan, ji mafê dengdanê bigire heta mafê perwerdehîyê, ji mafê tenduristîyê bigire heta mafên herî biçûk, bi têkoşînê bi dest xistin.
Di kapîtalîzma qonaxa kûrewîbûna emperyalîst da, îro cudakarîya di navbera çînan û di navbera jin û mêran da gelekî zêde bûye. Dewlemendîya cîhanê, ji sedî 90ê wê di destê ji sedî yekê yê nifûsê da ye. Beşeka girîng a nifûsa 8 mîlyarî ya cîhanê bêkar e û bi birçîbûnê ra rû bi rû ye. Karker û kedkarên ku kar dibînin, bi mûçeyên kêm, demên dirêj ên xebatê û bêyî mafên civakî, di mercên koletîyê da dixebitin.
Jinên karker û kedkar, ji alîyekî ve van mercên koletîyê bi çend qatî dijîn, ji alîyekî din ve jî li hember êrîşên berfireh ên mêrên takekesî û dewletên burjuvazî yên zilamperest, ku li dijî maf û azadîyên jinan şer dikin , disekinin. Pêşî tê xwestin ku jin di nav sînorên koletîyê da werin girtin.Di salên 1990î da, bi hilweşîna pergala revîzyonîst a Rûsyayê û kampanyayên reşkirinê yên burjuvazîyê, karker, kedkar, gelên bindest û mêtingeh ji têkoşînên bi armanca sosyalîzmê dûr ketin. Bindestan dest bi lêgerînên nû kirin. Tevgerên faşîst û paşverû dest bi rêxistinbûnê kirin.
Di erdnîgarîya Îslamê da, rêxistinên cîhadî û bi serwerîya mêran ên faşîst ên cuda, di van şertan da bingehê rêxistinbûnê dîtin. El Qaîde, DAÎŞ, Boko Haram, Heyet El Tahrîr el Şam (HTŞ) û bi dehan rêxistinên wisa xwe avakirin. Dewletên emperyalîst û paşverû yên herêmê, ji bo berjewendîyên xwe, pir caran piştgirîya van tevgeran kirin. Yek ji van jî HTŞ ye. Ji alîyê DYE, Îngilîstan, Fransa, Erebistana Siûdî, Tirkîye û Îsraîlê ve demeka dirêj hat piştgirîkirin. Bi piştgirîya wan, rejîma Esad hat hilweşandin û hikumeta Şamê radestî HTŞê kirin.
Çeteyên selefî û cîhadî yên HTŞê, piştî ku bûn desthilatdar, bi lez di rêya pêşxistina kapîtalîzmê da dimeşin. Bi piştgirîya dewletên emperyalîst û paşverû yên herêmê, dewleteka burjuvazî ava dikin.Lê belê, hikumeta nû ya Sûrîyê ya di bin desthilatdarîya HTŞê da, li ser gelên Sûrîyê, bindest û jinan koletîyeka tam ferz dike. Tam di vê xalê da, armanca dewletên emperyalîst û paşverû ya ku dixazin di serî da jinan û gelên Rojhilata Navîn bikin kole, bi vê yekê ra têkildar e.
Çeteyên HTŞê, gava ku li Sûrîyê desthilatdarîya xwe avakirin, destpêkê êrîşî gelên Elewî û Dûrzî û jinan kirin û komkujî li wan kirin. Heman tişt li gel û jinên Xiristîyan kirin. Jin û zarok hatin revandin, rastî tecawizê hatin.
HTŞê, ji makezagona xwe bigire heta hikumeta xwe, ji helwesta wezîra jinê ya ku tayîn kirîye, dîyar kir ku ne tenê li hember jinên ji bawerîyên cuda, lê li hember hemû jinan dixwaze wan di nav sînorên koletîyê yên malê da bigire û serwerîya mêran xurt bike.
Yek ji sedemên ku dewletên emperyalîst û paşverû yên herêmê HTŞê li serê gelên Sûrîyê kirin bela, ew e ku şoreşa demokratîk, gelparêz û azadîxwaza jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê tasfîye bikin. Bi taybetî destkeftîyên jinan ji holê rakin.
Xurtkirina serwerîya mêran tê wateya xurtkirina pergala milkê taybet a kapîtalîzmê. Mêrên karker, kedkar û bindest, bi taybetî yên li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê û hemû Sûrîyê, divê bizanibin ku her gavên ku ji bo kolekirina jinan tên avêtin, tê wateya zêdetir kolekirina wan û zêdetir ji mirovahîyê bîyanîbûna wan. Ji ber vê yekê, divê ew li hember her gavekî kolekirina jinan û tundîya li ser jinan têkoşînê bikin. Divê bi zanebûn li hember tasfîyekirina destkeftîyên şoreşa jinê rawestin û bi pratîkeka çalak berxwedanê nîşan bidin. Mêrên komunîst û şoreşger divê pêşengîyê bikin ku hemû mêrên karker, kedkar û bindest li hember çeteyên HTŞê di nav refên şoreşa jinê da rêxistin bikin. Divê vê têkoşînê bi têkoşîna xwe ya li dijî mêranîya civakî bikin yek. Tenê bi vî awayî em dikarin rê li ber kolekirina gelên Rojhilata Navîn ya ji alîyê dewletên kapîtalîst ên emperyalîst ve bigrin. Tenê bi vî awayî têkoşîna sosyalîzmê, ku rê li ber jîyaneka wekhev û azad vedike, dikare bê xurtkirin.







Bir Yorum Bırak