HAYDAR BAHADIR
Em bi çend pirsan dest pê bikin. Stratejîya DYEyê ya bi awayê herî giştî ya Rojhilata Navîn, di vê stratejîyê da cihê Îsraîlê û cihê ku êrîşkarîya Îsraîlê jê tê xwedîkirin çi ye?
DYE di serî da dixwaze ewlehîya Îsraîlê misoger bike. Misogerkirina ewlehîya Îsraîlê tê wateya pêkanîna planên herêmî yên DYEê. DYE û Îsraîl du dewletên ku muhtacê hev in. DYE bi Îsraîlê ra, ku ji bo wê rola qereqola pêş dilîze, destwerdanê li Rojhilata Navîn dike. Di vê çarçoveyê da armanca stratejik a DYEyê li Rojhilata Navîn ev e: bi her awayî bêbandorkirina hemû dewlet û hêmanên ne ewle ku dikarinji wî bibin xeterî.
Hamas, FHKC û komên cuda di 7ê Cotmeha 2023an da dest bi Operasyona Tufana Eqsayê kirin. Ev yek ji bo artêşa Îsraîlê û civaka wê travmayekê giran bû. Piştî vê gavê, DYE ya emperyalîst û hevalbendên wî biryar dan ku lezê bidin Projeya Rojhilata Navîn a Mezin(PRM). Paşê êrîş û dagirkirina Îsraîlê ya li ser Xezeyê dest pê kir. Hin kes ji nav tevgerên lîberal û çep ên kedkaran ev gava komên berxwedanê rexne kirin û îdia kirin ku vê derfet da destê Îsraîlê. Lê belê Îsraîlê berê jî hema bêje Filistîn bi temamî daqurtandibû. Berxwedêrên Filistînî çi bikirana jî, planeka stratejik a DYE yê emperyalîst û Îsraîlê berê dihat meşandin hebû, û ev yek berî 7ê Cotmehê jî di pratîkê da bû. Ev nêrîn û “rexne” ne tenê bi Hamasê ra sînordar e. Îro, her cure têkoşîna li dijî faşîzmê, kapîtalîzmê, emperyalîzmê û mêtingehkarîyê, ya bi her cure amûrên têkoşînê yên rewa, rastî topbarana rexneyan tê. Di mînaka Hamas û berxwedana Filistînê da, em ê hewl bidin nîşan bidin ka nêrîna lîberal a ku sûcê di berxwedanê da dibîne çewtîyekê çawa ye.
Stratejîya “Qutbûna Paqij” (Clean Break)
Navenda Lêkolînên Stratejîk û Sîyasî yên Pêşketî ya li Qudsê di sala 1984an da raporek bi navê “Berbiçavkirina Paqij” pêşkêşî dewleta Îsraîlê dike. Ev rapor du taybetmendîyên bingehîn hildigire: Ya yekem, terkkirina aborîya hinekî dewletparêz ku di dema damezrandina Îsraîlê da wekî referans dihat girtin; ya duyem jî, derketina ji pozîsyona parastinê û firehkirina ax û qadên hegemonyayê. Îsraîl bi stratejîya Qutbûna Paqij ragihand ku ew ê venegere sînorên berî 1967an (dagirkirina Girên Golanê). Ji ber ku “Qutbûna Paqij” Filistîn, Sûrîye, Libnan, Îran û Iraqê dike armanc,divîya bû sabotaj, sûîqest, êrîş, dagirkerî û şer bi her awayî zêde bibin, fireh bibin û bi vî awayî jî bû.
Ev stratejî ji hêla demê ve jî bi ya DYEyê ra hevdem e. Di sala 2003an da bi dagirkirina Iraqê ra bi awayekî fiîlî dest pê kir û di sala 2006an da Wezîra Karên Derve ya DYEyê Condoleezza Rice bi karanîna têgeha “Rojhilata Navîn a Nû” yekem car eşkere kir; li gel vê yekê têgehên “Kaosa Afirîner” û “Tevlihevîya Afirîner” jî lê zêde kir. Ji bo emperyalîzma DYEyê “Rojhilata Navîn a Nû” tê wateya li Rojhilata Navîn bi Brîtanya û Îsraîlê ra dîsa destwerdanê. “Rojhilata Navîn a Nû” tê wateya guherîna sînoran, hilweşandina desthilatdarîyan, afirandina qadên mêtingeh ên nû, tengkirina qadên serwerîya dewletên emperyalîst ên hevrik, û tasfîyekirina navendên berxwedanê. Pêvajoya ji nû ve parvekirina Rojhilata Navîn, ku di sala 2003an da bi dagirkirina Iraqê dest pê kir û paşê wekî PRM û PRM a Berfireh hate binavkirin, bêyî guherîneka bingehîn heta îro hat.
Dostên “Qutbûna Paqij”: Tirkîye Û Urdin
Îsraîlê pîvanên din ên bicîhanîna plana “Qutbûna Paqij” wiha dîyar kiribû: Ji bo ku plan were bicîhanin, divê pênaseya dewletên dost û dijmin were kirin û li gorî vê polîtîka bêne meşandin. Dewletên dost Tirkîye û Urdin in, dewletên ku dê bêne hedefgirtin jî Îran, Sûrîye, Iraq, Filistîn û Libnan in. Afirandina bêîstîqrarî û kaosê ji Deryaya Spî heta Kendava Basrayê, derxistina şeran û bi vî awayî misogerkirina ku ev dewlet ji bo Îsraîlê nebin tehdîd. Û ev yek dê bi kî ra bê kirin? Bi dewletên dost ên wekî Urdin û Tirkîyeyê.
Dewleta Tirk çima bi taybetî petrol, pola, xwarin, cilên leşkerî, cebilxane û madeyên xav ji Îsraîla qirker ra dişîne? Ji ber têkilîya stratejik a ku di paşerojê da bi Îsraîlê ra ava kirîye. Li gotinên Erdoğan ên bi coş nenêrin; belgeyên derketine holê û keştîyên bi rêyên xapandinê ji Îsraîlê ra hatine şandin nîşan didin ku hem Tirkîye hem jî Îsraîl bi stratejîya “Qutbûna Paqij” ve girêdayî ne.
Îsraîlê ev stratejîya “Qutbûna Paqij” yekem car di sala 2006an da li dijî Libnanê bi kar anî û hewl da Başûrê Lubnanê dagir bike. Lê bi berxwedana Hizbullahê têk çû û neçar ma paşve bikişe.
DYE, Brîtanya û Îsraîlê, ku li Lubnanê negihîştin armanca xwe, vê carê rûyê xwe zivirandin Sûrîyeyê. Serhildanên gelê Ereb ên sala 2011an ev fersend da wan. Bi dehan çeteyên faşîst ên selefî xistin bernameya perwerdeyê; perwerdekirin û çekdarkirin.
Bila em hinekî bîranînên xwe teze bikin. Ji çeteyên faşîst ên di bernameya perwerdeyê da ne ra, bi plana DYE-Brîtanya û bi taşeronîya Tirkîyeyê, bi tîrên MÎTê çek dihatin veguhestin. Di vê demê da Colanî yê ku ji El Qaîde û DAIŞê hatibû komkirin û yekem El Nusra, paşê HTŞ ava kir, derket pêşberî me. Plana guhertina desthilatdarîyê li Sûrîyeyê, ku ji alîyê Îsraîl, DYE û Brîtanyayê ve dihat meşandin, bi ser neket, û Colanî li Idlibê hate bicîhkirin û amade kirin. Bila em guh bidin ka ev amadekari çawa hatîye kirin: “Me Colanî perwerde kir û beralî kir. Li ser daxwaza Brîtanyayê, ez yek ji wan bûm ku yên Colanî ji bo desteserkirina desthilatdarîyê li Şamê perwerde kir. HTŞ, ji ber ku koma herî rêxistinkirî ya li Sûrîyeyê ye û ji bo ku ji Esed desthilatdarîyê bigire li benda dema rast e, piştî ku danûstandinên bi rejîma Esed ra têk çûn, bi biryarek ji NY û navneteweyî hate hilbijartin ji bo desteserkirina desthilatdarîyê. Rêxistineka civaka sivîl a Brîtanî ya di çareserîya pevçûnan da pispor (Weqfa Çareserîya Pevçûnan a Brîtanî), ji sala 2023an ve ji bo ku Colanî ji cîhana terorîst derxîne û têxe sîyaseta kevneşopî, ji min daxwaz kir ku alîkarîyê bikim. Tîmên perwerdeyê yên Colanî ji balyozan, pisporên stratejîyê, û efserên ji îstîxbarata Brîtanî û CIAyê pêk dihatin.” Balyozê berê yê DYEyê, yê li Şamê Robert Ford, rêxistinkirina Colanî ji 2023an ve dide destpêkirin; lê ne zehmet e ku were texmînkirin ku ev perwerde bi kêmî ve 10 sal berê dest pê kirîye.
Bila em werin îro. Ji bo têgihiştina ka çima Tirkîye dev ji Îsraîlê û Îsraîl dev ji Tirkîyeyê bernade, divê mirov dîrokê bikole (ev nayê wê wateyê ku ji ber daxwaza bûyîna hêza herêmî ya wan pevçûn an alozîyên wan tune bin). Serokê faşîst Erdoğan: “Erka Tirkîyeyê li Rojhilata Navîn heye. Em yek ji hevserokên Projeya Rojhilata Navîn a Mezin in. Em vê erkê pêk tînin.*” Dema wî ev got, dîrok Adara 2006an nîşan dida. Her tişt çiqas lihevhatî ye (!). Stratejîya “Qutbûna Paqij” a Îsraîlê nîşanî me dide ka daxwaza emperyalîzma DYE û Brîtanyayê ya ji nû ve parvekirina Rojhilata Navîn di çarçoveya projeya “Rojhilata Navîn a Nû” da çawa bi şer û dagirkerîyên îro ra têkildar e. Êrîş û şerên li dijî Hizbullah, Hamas, Îran, Lubnan û Yemenê têne meşandin, ji bo dîtina rastîyan têrkerin.
Polîtîkayên êrîşkar ên ku ji alîyê emperyalîstan û dîktatorîyên herêmî yên paşverû, faşîst û despotîk ve li dijî hemû navendên berxwedanê, gelên bindest, karker û kedkaran tên meşandin, ne bêbingeh in. Li hember polîtîkaya tunekirin, înkar, komkujî û qirkirinê ya ku ji alîyê emperyalîstan û dîktatorîyên herêmî ve li dijî hemû bindestan tê meşandin, rêya yekane berxwedan û têkoşîn e. Emperyalîstan di şerên parvekirinê yên ku dimeşînin da, li dijî bindestan şer dane destpêkirin. Ji bindestan ra, ji bilî berxwedanê, dawîanîna li serwerîya herêmî ya emperyalîzmê, hilweşandina dîktatorîyên faşîst ên mollayan, û avakirina komarên azad, wekhev, demokratîk ên gelparêz û sosyalîst, tu rêya rizgarîyê nemaye. Di cîhaneka ku koletî li bindestan tê ferzkirin, gotina “çima hûn berxwedanê dikin” eger ne heynikîya sîyasî be, birdozîya lihevhatina çînî ye.
*Ji axaftina wî ya di Kongreya Navçeya Bayrampaşayê ya AKPê ya Adara 2006an da.











Bir Yorum Bırak