AHMET POLAD
Bi salan e em dibin şahidê pevçûnên du dîktatorên ku bûne bela serê gelên Rojhilata Navîn, Erdoğan û Netenyahu. Di mijara alîgirîya gerdûnî da, her du jî li heman cihî rawestîyane û li Rojhilata Navîn wekî karakolên pêş yên emperyalîzma DYEyê kar dikin. Tirkîye û Îsraîl, ji ber xwesteka lîstina heman mîsyonê, car caran rû bi rû dimînin. Her du jî armanc dikin ku bibin nûnerê yekem ê emperyalîzma DYEê ya li herêmê, bi şer û dagirkerîyê erdên xwe fireh bikin û li hember Îranê (ku wekî “hevalê yekem” ê emperyalîzma Çînê li herêmê tê dîtin) serdestîyê bi dest bixin. Bêguman, di warê pêşveçûna dîrokî ya her du dewletan da cudahîyên pir girîng hene. Lê belê niha, mîna du çemên ji çavkanîyên cuda derketine û di heman nivînê da digihêjin hev in. Nakokîyên wan jî li ser vê yekê ne ku ev çem dê bi kîjan rengî biherike. Ji ber vê yekê, tevî pevçûnên wan, divê mirov li têkilîyên wan ên bazirganî û leşkerî yên pir xurt matmayî nemîne.
Têkilîyên serokê faşîst Erdoğan bi tevgerên îslamî yên sîyasî (ji nerm heta cîhadîst)yên li herêmê ji alîyê her kesî ve tê zanîn. Piştî serkeftina Hilbijartinên Hamasê di sala 2006an da, Tirkîyeyê piştgirîya xwe ya ji bo Hamasê zêde kir û di sîyaseta xwe ya herêmî da dest bi rexnekirina Îsraîlê kir. “Derketina Davosê” ya Erdoğan, ku paşê wî got armanca rexneyên wî moderator bû, yek ji wan xalên herî bilind ên van rexneyan bû. Erdoğanê, terora ku Îsraîla Sîyonîst li ser gelê Filistînê dimeşîne, bi awayekî çawa jî be, rastî vegotîye. Bêguman, li vir mijara esasî berjewendîyên gelê Filistînê nînin. Rizgarîya gelê Filistînê ne ji bo dewleta Tirk, ne Faris, ne jî Ereb, “ne xema” tu dewletekê burjuva ye. Ev yek ji alîyê Prensê Erebistana Siûdî Selman ve piştî 7ê Cotmeha 2023yan bi awayekî eşkere hate gotin.Alîyê Îsraîlê ku vê alîyê rastîyê dizane, ji alîyekî ve zilmê li ser gelê Filistînê zêde dike, ji alîyê din ve jî bi heman astê bersivê dide serokê faşîst û şêrîkên wî. Gotinên Fermandarê Hêzên Bejahî yên Îsraîlê Avi Mizrahi di sala 2009an da, “Erdoğan bila li ber neynikê binêre. Wan Ermenî qetil kirin, niha heman tiştî li Kurdan dikin, Qibris dagir kirin,” kurtegotina pevçûnên zêdetirî 15 salan e. Erdoğan û alîgirên wî her fersendê Netenyahu bi Hitler ra dişibînin hev, lê Netenyahu û piştgirên wî jî Erdoğan wekî qirker û dagirkerê Kurdistanê binav dikin. Tirkîye, Îsraîlê bi dagirkirina axa Filistînê û qirkerîyê tawanbar dike; Îsraîl jî bi heman awayî, balê dikişîne ser pozîsyona dagirker-mêtingehkar a Tirkîyeyê ya li Kurdistanê, komkujî û qirkirinên li dijî Kurd, Ermenî û Rûman; dagirkirina Qibris, Efrîn û Serêkanîyê. Bêguman, Îsraîla Sîyonîst van gotinan ne ji bo parastina berjewendîyên gelê Kurd, ne jî ji bo li gorî rêgezên azadîyê li dijî mêtingehkaran helwest bigire, dike. Di şertên ku mêtingehkarîya mafyayî derdikeve holê da, sefîrên herêmê yên emperyalîzma DYEê li hemberî hev “racon” dibirin.
Îsraîla ku gelê Filistînê qetil dike, budçeya xwe ya ji bo nûkirina çekan çiqas ji bazirganîya bi Tirkîyeyê (niha jî bi fêlbazîya li ser Dewleta Filistînê ya hevkar a Mahmud Abbas) bi dest dixe? Dema ku Heronan bi salan li çîyayên Kurdistanê îstîxbarat kom dikir û ev îstîxbarat ji alîyê dewleta Tirk ve di êrîşên li dijî gerîla da dihatin bikaranîn, ma Îsraîl ji pozîsyona mêtingehkar a dewleta Tirk li Kurdistanê û qetlîamên wê bê agahî bû? Dema ku ev pirs tên kirin, divê mirov bêrêgezî û bêexlaqîya burjuvazîyê, an jî bi gotineka rasttir, yekane exlaq û prensîba wan berjewendîyên wan in, jî ji bîr neke. Ji ber vê yekê ye ku Erdoğan û Netenyahu rast dibêjin. Her du jî nûnerên burjuvazîyên faşîst, jenosîdkar, dijminê jinan û dijminê karker-kedkaran in, ku Hitler ji gorê bi serbilindî li wan dinêre û ji ber ku navê wî bi pratîkên xwe zindî digirin, spasdarê wan e.Sîyasetên neo-Osmanî yên serokê faşîst û xeyalên Arz-ı Mevûd ên Netenyahu yê Sîyonîst dest bi pevçûnê kirine. Lê berî ku em li ser vê qada pevçûnê biaxivin, bila em nexşeya dagirkerîyê ya ku serokê faşîst Erdoğan di sala 2018an da li Civata Giştî ya NYyê ragihand û nexşeya qirkerî û dagirkerîyê ya ku Netenyahu piştî Tufana Eqsayê li heman qadê nîşan da, bînin bîra xwe.
Ji ber ku ev nexşe tê wê wateyê ku Arz-ı Mevûd di nav axa Osmanî da ye, an jî bi gotineka din, tê xwestin ku li Arz-ı Mevûdê dîsa serwerîya Osmanî bê avakirin. Ango, axa ku her du dewletên burjuva yên dagirker û mêtingehkar li ser mafê xwe îdia dikin, axa gelên Kurd, Sûryanî, Ereb û Ermenî ye, ev jî sedema pevçûnê ye. Pêvçûna wan ne ji bo gelê Kurdistanê ne jî ji bo gelê Filistînê ne. Dewlemendîyên binê erd û ser erdê yên Kurdistanê, pozîsyona wê ya jeo-stratejîk û girîngîya wê ya aktuel di dîyarkirina paşeroja Rojhilata Navîn da, wê ji bo burjuvazîya faşîst a Tirk bêhempa dike, lê ev bêhempabûn di destê Îsraîlê da dibe qozek. Bi heman awayî ku dewleta Tirk hebûna xwe li ser nîvê Kurdistanê ava kirîye, Îsraîla Sîyonîst jî hebûna xwe li ser axa Filistînê ava kirîye. Ev bêhempabûn û têkilîya bi îslamîya sîyasî ra jî di destê Tirkîyeyê da dibe qozek. Di vê rewşê da, her du sefîrên emperyalîzmê yên Rojhilata Navîn bi qozên giranîyên cuda sîyasete li hember hev dimeşînin.Gelo ev pêvajoya ku tê da alozî tê bilindkirin dikare vegere pêvçûnekî? Bersiva vê pirsê bi “na”yeke kurt ne rast e. Lê belê, dema mirov li şerê Îran-Îsraîlê ku di asteka kontrolkirî da tê meşandin dinêre, dikare bê dîtin ku ev alozî dê bi ku ve biçe. Erdoğan û Netenyahu, ji bo sîyaseta xwe ya navxweyî û yekkirina girseyê, dikarin şerekî derxînin. Ji bo vê yekê, dibe ku kesek “çend mûşek” bavêje. Lê belê (ji îro ve tê dîtin), ev yek dê nebe şerekî ku bi dijminatîyê bê pênasekirin û armanca wê tunekirina hev be. Ji ceribandina vînê ber bi şikandina vînê ve naçe. Ji ber ku emperyalîzma DYEyê û pergala gerdûnî ya emperyalîst hê jî hewcedarê her du dewletan e. Girîngîya Îsraîlê ji bo DYEyê domdar e. Lê Tirkîye jî di pergala gerdûnî da zincîra herî girîng a herêmê ye. Ev ji alîyê enîya serdestan ve wisa ye. Ji alîyê bindestan ve, girîngîya yekîtîya têkoşîna gelên Filistîn û Kurdistanê roj bi roj zêde dibe. Li hember qirkerîya ku sîyonîzma Îsraîlê li Xezeyê pêk tîne (tevî derengî) bertekên gerdûnî dest pê kirine zêde bibin, li gel vê sîyaseta mêtingehkarîya Tirk ya Kurdistanê jî di nav gel da bersivekê nabîne. Gelê Kurd, tevî her tiştî û her kesî, li ser parastina nasname û mafê hebûna xwe israr dike. Ji alîyekî ve kapîtalîzm ku bi her awayî civakê xirab dike û cîhanê tîne ber qiraxa wêrankirinê, ji alîyê din ve jî tovên hêvîyê dest bi şînbûnê dikin. Ji ber vê yekê, dirûşma “an sosyalîzm an barbarî” îro divê bi dengekî bilindtir bê qîrîn û amadehî ji bo serkeftinê be!






Bir Yorum Bırak