Îdeolojîya burjuvazîyê, têgihan ji kokên wan ên çînî qut dike û wekî nirxên gerdûnî, bêguneh nîşan dide. “Entegrasyon” yek ji wan têgihan e ku di vî warî da serkeftî ye. Li pişt wateyên pozîtîf ên têgihên wekî “lihevhatin” û “yêkbûn” ên di ferhengan da, stratejîya pergala emperyalîst-kapîtalîst heye ku her cûre dînamîkên şoreşger, neteweyî û civakî yên wekî tehdît dibîne bêbandor dike. Entegrasyon, navê nûjen ê polîtîkaya tasfîyekirina mafê neteweyên bindest ên dîyarkirina çarenûsa xwe, îradeya serxwebûnê ya gelên mêtingeh û hebûna sîyasî-leşkerî ya rêxistinên şoreşger e, bi kişandina nav sînorên pergalê ra wan dixeniqîne. Nêzîkatîya Marksîst-Lenînîst vî perdeya îdeolojîk diqetîne û entegrasyonê li cihê wê yê rast, wekî amûrekî têkoşîna çînî, bi cih dike. Ev ne projeyek “lihevhatinê” ye, ne jî “dewlemendkirinê” ye; ev operasyonek dij-şoreşger e ku armanc dike kirdeya berxwedêr ji alîyê sîyasî û îdeolojîk ve bêçek bike û wê bike parçeyekî pasîf ê pergala burjuvazî. Erka şoreşgeran e ku xisleta gerdûnî ya vê stratejîya ku ji polîtîkayên mêtingehkar ên dewleta Tirk a faşîst li Kurdistanê pêk tîne heta taktîkên dorpêçkirina gerdûnî ya li dijî tevgerên antî-emperyalîst ên Emerîkaya Latînî û Rojhilata Navîn berfireh dibe, eşkere bikin.
Kurdistan: Laboratûara Entegrasyona Mêtingehkar
Dîroka mêtingehkarîya Tirk ya li Kurdistanê laboratûareka ku polîtîkayên entegrasyonê bi awayekî herî xwînî û bênavber hatine sepandin e. Êrîşa navendîparêz a Osmanîyan a ku di sedsala 19an da bi tasfîyekirina mîrektîyên Kurd dest pê kir, bi damezrandina rejîma Kemalîst ra bû polîtîkayeka înkar û tunekirinê ya tevahî. Destûra Bingehîn a 1924an hebûna neteweya Kurd ji alîyê hiqûqî ve înkar kir, berxwedanên neteweyî yên li Koçgirî, Şêx Seîd û Dêrsimê jî bi etîketên “serhildan” û “paşverûtîyê” hatin perçiqandin. Ev, awayê herî kevnar ê entegrasyonê bû: tunekirina fizîkî û jenosîda çandî. Di salên 1990î da, şewitandina zêdetirî 4,000 gundan û koçberkirina bi mîlyonan Kurdan bo metropolan, manevrayeka endezyarîya demografîk bû. Armanc ew bû ku gelê Kurd ji axa wî, têkilîyên hilberînê û girêdanên civakî qut bikin, da ku li bajarên wî dike proleter bibe hêzeka kedê ya bê nasname. Ev, alîyê sosyo-aborî yê entegrasyona bi zorê ye.”Prosesa Çareserîyê” ya 2013-2015an jî taktîka herî rafîne ya vê hişmendîya mêtingehkar bû. Bi gotinên “aşitî” û “demokrasî” armanc kirin ku tevgera azadîya Kurd ji alîyê sîyasî-leşkerî ve tasfîye bikin, wê di nav sînorên qanûnî yên sîyaseta burjuvazî da asê bikin. Mafên neteweyî yên demokratîk ên wekî zimanê dayîkê, xwe-rêvebirin û statu li derveyî maseyê hatin hiştin, gavên wekî TRT Kurdî jî nasnameya Kurd ji daxwazeka sîyasî veguherandin objeyek folklorîk a pêşangehê. Ev, delîlek herî zelal e ku entegrasyona bêyî naskirina mafên kolektîf, tenê berdewamîya polîtîkaya tunekirina mêtingehkar e.
Li Dijî Tevgerên Şoreşger Wekî Çekekî Gerdûnî Entegrasyon
Emperyalîzm û hevkarên wê yên herêmî, tevgerên şoreşger û rizgarîya neteweyî yên ku bi leşkerî nikarin têk bibin, bi taktîkên entegrasyonê yên wekî “guftûgoyên aştîyê”, “agirbest” û “beşdarbûna pergalê” ji alîyê îdeolojîk ve dixwazin qels bikin.
Di Kolombîyayê da peymana aştîyê ya FARCê di sala 2016an da, yek ji encamên herî trajîk ên vê stratejîyê ye. Armancên bingehîn ên şoreşê yên wekî reforma erdê tenê li ser kaxezê man, bi sedan şoreşgerên ku çek danîn, ji alîyê çeteyên paramîlîter ên bi piştgirîya dewletê ve hatin kuştin. FARC ji hêzeka şoreşger bû parçeyekî bêbandor ê parlamentoya burjuvazîyê. Ev, derseka bi êş e ku radestkirina çekan rê li ber tasfîyeyê vedike. Bi israra li ser armancên şoreşger û xeta têkoşîna çekdarî berxwedana ELNê ya li dijî vê yekê, li hemberî xefika entegrasyonê helwesteka şoreşger e.
Li Filistînê, serkeftina Hamasê di hilbijartinên 2006an da ji alîyê rejîma Sîyonîst a Îsrailê û emperyalîzmê ve wekî firsendek entegrasyonê hate dîtin. Armanc ew bû ku Hamas ji rêxistineka berxwedanê bibe sazîyeka ku di bin berpirsyarîyên rêveberîya Gazzeyê da tê perçiqandin û têkoşîna çekdarî biterikîne. Lê belê, Hamas bi giştî li ber vê plana tasfîyeyê serî netewand. Tevî hemû zehmetî û nakokîyên rêveberîyê, bi israra li ser xeta berxwedanê û parastina baskê xwe yê çekdar, plana teslimkirina bi rêya entegrasyonê bi piranî têk bir. Li Lubnanê, Hizbûllah her çendî di pergala sîyasî da hêzeka girîng be jî, zexta emperyalîzmê ya “entegrasyona Hizbûllahê di nav artêşa Lubnanê da” armanc dike ku hêza wê ya antî-emperyalîst tasfîye bike. Li Yemenê jî, Hûsîyan(Ensarullah) hemû pêşnîyarên “aştîyê” yên NY û paşverûtîya Siûdî ve hatine kirin ên bi şertê radestkirina çekan red kirin û bi vê ra ew yek ji wan tevgerên herî bi biryar e ku têdigihîje entegrasyon tê wateya teslimîyetê.
Teorîya Marksîst-Lenînîst li hemberî xapandina entegrasyona burjuvazî alternatîfeka zelal û zanistî pêşkêş dike: Mafê Dîyarkirian Çarenûsa Neteweyî. Ev maf, bêyî şert, parastina mafê neteweyeka bindest ku ji neteweya serdest cuda bibe û dewleta xwe ya serbixwe ava bike, dihewîne. Ev nêzîkatî bi rakirina newekhevîya di navbera neteweyan da bingeha yekîtîyeka rastîn, ango yekîtîyeka bi îrade û wekhev, diafirîne. Tenê yekîtîyeka wiha dikare têkoşîna hevpar a proleterên neteweyên serdest û bindest li dijî dijminê hevpar, burjuvazîyê, gengaz bike. Perwerdehîya bi zimanê dayîkê, azadîya çandî û statuya sîyasî parçeyên nequt ên vê mafê ne. Ji bo rêxistinên şoreşger, rê zelal e: Bêyî ketina nav xefikên entegrasyonê yên wekî “sîyaseta zagonî” û “parlamenterîzm” ên pergala burjuvazîyê, parastina serxwebûna sîyasî-leşkerî û berdewamkirina têkoşîna çînî heta serkeftinê, ango dîktatorîya proletaryayê.
Rakirina Maskeyê Erkeka Şoreşger e Çi mêtingehkarîya li Kurdistanê bi navê “biratî”yê, çi emperyalîzma li Kolombîyayê bi navê “aşitî”yê, çi jî paşverûtîya Siûdîya li Yemenê bi navê “guftûgo”yê; her çendî form biguhere jî, naverok wekhev e: bi teslimgirtina vîna şoreşger nûkirina pergalê. Entegrasyon, çeka herî xeternak a îdeolojîk a vê stratejîya dij-şoreşger e. Eşkerekirina vê çekê, rakirina qirêjîya wê ya biriqandî û metala wê ya zengarî, ango nîşandana xîyanetkarîya çînî û teslimîyeta neteweyî, yek ji erkên herî bingehîn ên komunîstên îro ye.







Bir Yorum Bırak